
Harold Pinter
Kurd dê biserkevin.
Zebaniyan kurdistan kirine cehneme..
“…Ez xwe azad û serbest nahesibînim. Ji ber
ku gelekî ji 20 milyona zêdetir. Yanê gelê kurd li ser axa
xwe, li welatê xwe nikare bi zimanê xwe bipeyive. Zimanê wî
qedexe bûye…mixabin ku dinya bûye cehennem…kirine cehennem.
Di vê cehennnemê da zebanî, mêrkuj, xwînrêj li milekî ne û
em yên mayî jî li milekî ne. Em li kû dibin bila bibin, divê
em li dijî xirabî û kirêtiyên wan dengê xwe bilind bikin.
Aha berhemên min, nemaza yên dawîn, celebeke
dengbilindkirinê ne..“
*
“…Cehennem û zebanî li wir, li kurdistanê,
li ber çavan in. Pir vekirî, aşkera û tazî…min xwest, ez jî
bi awayê xwe vê yekê salix bidim..“
Êlûn 1989
Harold Pinter
Wergerandin
(malper).
Di cotmeha 1999 ande 60
nivîskar û rewşenbîrên kurd û cîhanî;
Yashar Kemal, Mehmed Uzun, Ahmet Altan, Orhan Pamuk en Zülfü
Livaneli en ook Günter Grass, Costa Gavras, Harold Pinter,
Ingmar Bergman, Arthur Miller en Elie Wiesel, dirin Turkiyê
li Istanbolê û di kongrekî rojnamevanî de bangeke tevayî li
Tukiyê kirin, van 60 nivîskar û rewşenbîran “” Wijdanên
Cîhanê”” gotin: li dawî dive Turkiyê bi tevaya cîhanê re û
di destpêka sedsaleke nûde bi şêweyekî demuqrat pirsa kurdî
çareser bike û hevwelatiyên xwe bi destekî vekirî wan hembêz
bike. Em bawer in ko Turkiyê vê yekê bike dê di civak Em
bawer in ko Turkiyê vê yekê bike dê di civak û canda xwe de
jî xurt bibe…..gereke Turkiyê birîna civakî ya xwînrêjiya 70
salî bi dawî bîne."
Nûçe
Nivîskar, şanoger û lîstikvanê Înglîz yê
navdar Harold Pinter xelata Nobelê ya Edebiyatê girt. Ew
dostê Kurdan e. wî li dijî qedexeya li ser zimanê Kurd
pirtûkek bi nave Zimanê Çiya nivîsand. Ew pirtûk di sala
1990 de ji aliyê Weşanên Doz ve li Istenbul hate weşandin.
Zimanê Çiya
lîstikeke şanoyê ye, ew qedexekirina zimanê kurdî pêşkêş
dike. Harold
Pinter di sala 1985 de ligel serokê PENa Navnetewî nivîskarê
Emerîkî Arthur Miller çû Tirkiyê piştgiriya qurbanên zilma
12 Îlonê kir. Wan salan zimanê kurdî qedexe bû, li hember
qedexeya li ser zimanê kurdî Pinter şanoya Zimanê Çiya
nivîsand.(avestakurd.net)

Harold Pinter di
axiftinekê de li sala 1997-ê dibêje:
“Baweriya min weha ye
ko gelê kurd bê hevta ye, kesînî û azayî û hezkirina wan
weha kiriye ko teror nikaribe morala wan bişkêne. Gelê kurd
rewişt û taybetmendiyên xwe yên timam hene û baweriya min
weha ye ko ew dê serbikevin. Divêt ew serbikevin. Lê divêt
wan hemî piştgiriya me hebe“.
Harold Pinter li sala
1930-ê li rojavaya Londonê ji dayik bûye û bêtir bi nivîsîna
şanonameyê navdar e û wî berî wergirtina xelata Nobelê çend
xelatên din jî wergirtine.(nefel.com).
Nûçe û jînenîgarî
(netkurd.com)
Harold Pinter
dostekî hêja ê gelê kurd e. Ew di sala 1985ê de bi senarîstê
Amerîkî Arthur Miller re çû Tirkiyeyê, li wir bi ronakbîr û
kesên îşkencekirî dît, li balyozxaneya Amerîkayê li dijî
îşkenceyê axaftinek kir, li ser vê ji balyozxaneyê hat
derxisti
Xelatgirê Xelata Nobel
a îsal Harold Pinter di 10ê oktober(çiriya pêşîn) a 1930î de
li Londonê li Hacknesê ji malbateka yahûdî ji diya xwe bû.
Bavê wî cildiruyê jinan bû. Pinter di piçûkiya xwe de tûşî
erîş û piçûkxistinên antîsemîtîk bû, di dema şerê cîhanê ê
duduyê de ji ber valakirina Londonê mala wan qasî 3 salan li
derveyî Londonê ma, di vegerê de di piyesên xwendegehan de
dest bi rolleyiziyê kir.
Wî di eynî demê de dest
bi helbestvaniyê jî kir û helbestên wî cara pêşîn di 1950 de
hatin çapkirin.
Piyesa wî ya pêşîn
The Room (ode) di 1957ê de hat çapkirin.
Wî ji bo fîlman senaryo
jî nivîsîn û di hin fïlman de rol girt.
Heta niha Pinter nêzî
30 piyes û bi qasî 20 manusên fîlman nivîsîne. Buhara derbas
bûyî ragihand ku ew ê nema piyesan binivîse, tenê ê bi
helbestan bibile. Wî got ku ”min heta niha 29 piyes nivîsîn
ma ne bes e.”
Di van salên dawiyê de
Harold Pinter bi aktîfî xwe têkilî polîtîkayê kiriye. Ew li
dijî wê ye ku DYA û Brîtanya êrîşê bibin ser Îraqê, Wî got
ku Tony Blair divê di mehkemayeka dijî şer de bê dadgehkirin,
ji Blair re got ”ehmeq”, ji George W. Bush re got ”kujerê
bikomî”. Lê gava xelat wergirt ji rojnameyan re got miheqeq
Tony Blair ê destegulekê ji bo pîrozbayiyê jê re bişîne.
Harold Pinter li dijî şerê Amerîkayê ê bi Afganîstanê re ye,
li hember boykota Amerîkayê a li hember Kubayê ew piştgiriya
Kubayê dike û endamê wê komîteya navneteweyî ye ya ku
piştgiriya parastina mafê Slobodan Mîlosevîç serokê
Yugoslavyayê ê kevn dike ku niha li Haagê mahmkeme dibe.
Gava Harold Pinter
bihîst ku xelata Nebel girtiye wî bi xwe jî got ku dibe ku
ne tenê ji ber berhemên wî yên edebî lê ji ber angajmana wî
ya siyasî a li dijî şerê Îraqê ev xelat girtibe. Horace
Engdahlê Akademiya Swêdê bi qutbirrî red kir ku ji ber
angajmana siyasî ev xelat dabinê. Wî got ew xelat bi her
awayî ji ber afirîneriya wî ya edebî ye.
Harold Pinter dostekî
hêja ê gelê kurd e. Ew di sala 1985ê de bi senarîstê Amerîkî
Arthur Miller re çû Tirkiyeyê, li wir bi ronakbîr û kesên
îşkencekirî dît, li balyozxaneya Amerîkayê li dijî îşkenceyê
axaftinek kir, li ser vê ji balyozxaneyê hat derxistin.
Arthur Miller jî piştgiriya wî kir û bi Harold Pinter re ji
balyozxaneyê derket. Wî wê demê îlhama xwe ji qedexekirin û
bindestkirina zimanê kurdî girt û piyesa Zimanê Çiya nivîsî.
Zimanê Çiya li ser zimanê kurdî ye, û protestoyek e li dijî
siyaseta tirkan a qedexekirin û mehandina zimanê kurdî.
20 deqqe berî ku xelat
li Stockholmê eşkere bibe, li Londonê gazî wî kirin ku ji
Akademiya Swêdê telefon ji bo wî heye, got ”çima, ew çima li
min digerin”, ji xwe hay ji Xelata Nobel tunebû, gava xebera
xealtê ket guhê wî jî zimanê wî li hev geriya nizanibû çi
bêje, bêdeng ma. Xelata Harold Pinter bi qîmeta 2.8 milyon
dalar(10 milyon kron e).
Ji bilî Nobelê wî
Xelata
Şakespeare Prize (Hamburg),Xelata
Ewropî jib o Edebiyatê (European
Prize for Literature) (Wien)
û ya bi navê
Moliere D'Honneur for Lifetime Açievement girtiye
Piyesên wî
The Room (1957)
The Birthday Party
(1957)
The Dumb Waiter
(1957)
A Slight Ache (1958)
The Hothouse (1958
The Caretaker
(1959)
A Night Out
(1959)
Night School (1960)
The Dwarfs (1960)
The Collection (1961)
The Lover (1962)
Tea Party (1964)
The Homecoming (1964)
The Basement (1966)
Landscape (1967)
Silence (
Old Times (1970)
Monologue (1972)
No Man's Land (1974)
Betrayal (1978)
Family Voices (1980)
Other Places (1982)
A Kind of Alaska (1982)
Victoria Station (1982)
One For The Road (1984)
Mountain Language (1988)
The New World Order (1991)
Party Time (1991)
Moonlight (1993)
Ashes to Ashes (1996)
Celebration (1999)
Remembrance of Things Past (2000)
Skeçên
wî:
The Black and White
(1959)
Trouble in the Works
(1959)
Last to Go (1959)
Request Stop (1959)
Special Offer (1959)
That's Your Trouble
(1959)
Interview (1959)
Applicant (1959)
Dialogue Three (1959)
Night (1969)
Precisely (1983)
Press Conference
(2002).(netkurd.com)
Amadekirina malpera
Tîrêj
tirej.net/com/org