
Qado Şêrîn
Ez nêzîk dimrim,
ez nêzîk diçim nav lepên xweda..
bi xatirê we..
Ê
ko mirin di bîr û bala wî de be gunehan nake.
Xwendevano, dostno,
hevalno, nivîskarno, siyasetmedarno, dê, bav, xuşk û birano;
bi xatirê we, li min biborin û li min helal bikin çimkî ez
nêzîk dimrim, ezê nêzîk herim nav lepên xweda, hun qet nema
min dibînin, yek bi yek lêborînê ji cenabê we dixwazim ko
min carekê ji caran bi qestî yan jî bê qestî dilê we hiştibe,
an min malê we xwaribe, an min bêbextî li we kiribe, am min
bêndera we qulaptibe, an min sînorê we ajotibe, yek bi yek
têm destên we hun ê li min biborînin. Min jî wek we hîna
mirin nediye, lê ji bîr û bala min nare, mirin tim di bîr û
bala min deye û ji ber vê yekê ez gunehan nakim, min guneh
nekirine ji bo ko we bi qestî bi êşînim, bextreşiyan nekin û
bi rasî bibêjin; ma min carekê ji caran dilê yekî ji we
hiştiye?, ma min bi qestî kes ji we birîndar kiriye?, tiştê
ko min kiriye, min rexne ji bo me hemiyan kirine, lê dîsa
lêborînê ji we hemiyan dixwazim ji ber we dilê xwe ji min
girt û we mebesta rexneya min fam nekir, dilê we piçûke, ma
gunehê min çiye, we ez şaş fam kirim, hun bi zimanekî dirêj
dibêjin; bê rexne nabe, lê dema yekî wek min rexneyan li we
dike hun dîn û har dibin, hun kirasê xwe diçirînin, dîsa
lêborînê ji we dixwazim. Ko qewîtiyên we li ba xweda hebin
li ser maila min bişînin, bi lez û bez bişînin berî ko
bimrim û hun poşman bibin
Mirin ne
xeyd û cudahîya di navbera laş û rih deye, belê xeyd û
cudahîya di navbera rih û rih deye.
Gelo ko mirin tuneba dê jiyan, dunya, civak û insan çilo û
çawa bana?.
Mirin dê ji
bo min dawiya dexse û zikreşiyê bîne, çimkî mirî dexseyî
kesî nabin, mirî ji kesî naqeherin, mirî dilbijandin û
çavsoriyan li kesî nakin.
Ezê di
derya hefteya bêde bimrim, hun dikarin niha bên şîna min,
hun dikarin xwe newestînîn jî û neyên ba min, ji ber ezê
bimrim ma hunê bên çi, hun dikarin telefona min vekin, na
hun dikarin E-mailekê bişînin ji ber telefon bi peraye. Ko
hun hatin ba min jî bila di bîr û bala we debe ko ezê
qehweya tahl nedim we, ezê çaya cemiiiiiiiidî bidim we, ko
ne cemidî be jî ezê perçeyên qeşê bixim nav dako kela dilê
we baş hênik bibe. Jixwe yê ko neyê şîna min, telefon neke,
E-mailekê neşîne ezê xwe jê bixeyidînim û silavê nema lê
dikim, îca hun dizanin, hun azad in. Ma ko ez hîna sax hun
neyên serdana min jixwe ko ez mirim ne hun tên û ne jî wer
in. Ma ko ez mirim û pêde ezê çilo bizanibim ko hun hatine
serdana min.
Ma kî ji me
dê sax û zendî bimîne, emê hemû bimrin, em li ber deriyê
mirinê, di kêferata mirinê de wek gunehkarekî poşman dibin,
de ka wer in em ji niha û pêde
bes gunehan bikin.
Merov bi
gelek şêweyan dimre, me şêweyek tenê ji mirinê nas kiriye,
şêweyê ko rih ji laş dixeyide û koçber dibe û tu wate ji laş
re nemîne, laş genî dibe, bêhn pê dikeve û dibe ji avêtinê
re, wê çaxê rih dimîne û her yek ji me rihê wî kesê mirî li
bîra xwe tîne, îca dema ko xwediyê wî rihî baş be yan
xêrxwaz be em wî bi baştî li bîra xwe tînin, lê ko xwediyê
wî rihî şerxwaz, zikreş û kîndar be em hemû lanetê lê
dibarînin. Îca kîjan rih başe, rihê xêrxwaz an ê şerxwaz..
Jixwe li gor felsefeya kalik kalikê me Zeradeşt dawiya dawî
serkeftin ji xêrxwazan re ye. Diyare merov bi gelek şêweyan
dimre, dema merov xwe ji civaka xwe qutbir û dûr bixîne û
xwe jê bişo merov di nerîna wê civakê de mirîye û ev raste
ji ber ko rih ji wê civakê qut dibe, ji ber ko laş bê rih
nabe û têkiliya me bi rihan reye û ne bi laşan reye, rih û
rih têkiliyan bi hevûdu re datînin û ne laş û laş, laş bi
rola rih radibe, em laşan ji bo çavan dibînin, laşê bê rih
ji çi reye?. Rihê şerxwaz û rihê xêrxwaz nabin dost, rihê
şêrîn û rihê tahl nabin dost, du kes nikarin ji hev hez
bikin ko rihên wan ne nêzîkî hev bin, ango ko rihekî hevbeş
di navbera wan de tunebe, dostanî, evîndarî jî wisa ne. Ez
çima ji dilbera xwe hez dikim?, ji ber rihekî hevbeş di
navbera me de heye, ez çima ji filan kes hez dikin û ji
bêvan kes hez nakim, li gel ko cugrafiya laşên her duwan
mîna hev in, lê ji ber rihên wan ne mîna hev in. Dema
merovek tiştekî bê dilê xwe dike, yan jî dema em tiştekî bê
dilê wî bi wî dikin em dibêjin; bi mirna wî bû.
Ko ez û tu
nivîskar bin, ko ez û tu hunermend bin, ko ez û tu dost bin,
ko ez û tu siyasetmedar bin û tu bi şêweyekî ji şêweyan
hewldanan bide ko min bişkînî dako tu biserkevî, dêmek tu
mirina min dixwazî û ev jî şêweyek ji şêweyên mirinê ye.
Bêbextî û derew li hevûdu kirin jî mirine.

ko hema 50cm di
nav axê de berjêr û winda bibim, ezê bibim ji navdaran, û her kes dê
bêje: weleh qado baş bû..
Bi xwendina
vê daxuyaniya dawî re ko ji min derdiçe, ez zanim hin kes di
nava xwe de nifiran li min dikin û dibêjin; xwezî rast be,
xwezî birastî bimre dako em jê rihet bibin. Îca ez ji wan
kesan dipirsim; di bext û ujdanê we de, ko bext û ujdanê we
hebe min çî nebaş di derheqa we de kiriye ta ko hun nifiran
li min dikin û dixwazin ez bimrim. Her yek ji me zindiyan
dujmin in wî hene, ez jî dizanim ko dujminên min hene û xêrê
ji min re naxwazin, jixwe dujminê hov dixwaze yan ez bimrim
yan ew min bikuje. Wek nimûne Pasmark û Hitler, yekî Elmanya
ava kir û yekî wêran kir. Wek Garîbaldî û Mosolînî, yekî
Italya ava kir û yekî wêran kir, îca hun jî dikarin weke
Pasmark û Garîbaldî bin hin ji bo xwe û hin jî ji bo milet û
welatê xwe, dako piştî hun bimrin nalet li we nebare wek ko
li Hitler û Mosolînî dibare. Ko mirin di bîr û bala we de be
hun ê wek pêxemberan bin, hun ê ji xêra pêve nekin, hun ê ji
hezkirinê pêve nedin. Ma hun ê wek min nemrin?. Mirin ji bo
hinan derman e, ji bo hinan rihetiye, ji bo hinan
malwêraniye, lê ji bo min jiyan e. Helbet em ê hemû bimrin û
kes ji me ji ber nafilite, tu kîbî tê bimrî, tu dewlemend bî
yan parsek layê parsekan bî, tu serok an kole bî.
Feqeyê
Teyran dibêje(bibor in malika sêyemîn baş nayê bîra min):
Ne Şêt ma ne Nûh ma
ne Yûnis ma ne Curcîs ma
ne……….
Ne Eyûbê birîndar e
Ne calînos û Suqrat ma
ne Tatalîs û Yeqrat ma
Ne Zulqurneyn û Mir`at ma
ne cum-cum ma ne ixbar e
Min sînorê kesî ji we ne ajotiye, min
bêndera kesî ji we ne qulaptiye, min motka bin mirîşka kesî
ji we nedizîye, min tinazên xwe bi kesî ji we nekiriye ji bo
ko we bişkînim, ev ne ji exlaqê min e. Min carekê ji caran
rexneyek li dostekî kevn kir, ne li kesê wî, na na, li
helwesta wî wek nûnerê partiyekê, lê mexabin ev bêtirî
salekê silava xwedê jî li min nekiriye û li gelek deveran jî
şerê min dike, ma ev ne kuştin e, ma ev ne mirin e, li gel
ko ez û wî ta wê gavê wek şîr û şekir bûn.
Carnan merov di navbera xwe û kesê xwe de
dimre, merov ji rihê xwe ditengire, û rih dide ber bazara
mirinê.
Ew ên xwe dikujin mirin bi wan şêrîn
dibe. Ma gelo mirin ne şêrîn e?, ko ne şêrîn û derman ba em
nedimrin. Di demekê ji deman de mirin ji bo me hemiyan dibe
derman û şêrîn dibe li gel ko kengî be emê hemû bimrin.
Ez yek ji
wan im, ew ên ko mirin ji bîr û bala wan naçe. Îca bang li
we dikim ko hun jî wek min bin û bila tim û tim mirin di bîr
û bala we de be dako hun gunehan nekin, bêbextiyan nekin,
şaşiyan nekin, ji ber piştî mirnê merov poşman dibe û merov
nema dikare tiştekî bike. Jixwe min hîna mirin nediye û ji
ber ko min hîna nediye nikarim li ser tecrubeya xwe bi
mirinê re binivîsim û ev tecrubeya min a herî têkçûyîye.
Rih namrin.
Dema merovek dimre û bin ax dibe, laş bin ax dibe û ne rih,
rih zendî dimîne, û em ji wî rihî fêrî hin tiştan dibin,
çimkî tecrubeya wî bi me zendiyan re bi dawî dibe, dema em
wî li bîra xwe tînin em wî wek zendiyekî bi bîr tînin.
Carnan tiştin tên pêşiya merov ji merov weyê ko berê ev yek
bûye, ev raste ji ber bi rihê merov re bûye. Bi min re gelek
caran wisa bûye, tiştin tên pêşiya min ji min weyê berê ev
yek bi min re bûye û ez dizanim dê çi çê bibe, naxwe rihê
min berî ez ji diya xwe bibim dijî û zendîye, di demekê de
dikeve laşê min û wekî din mîna rihekî nenas di nav rihan de
dimîne.
Ez îro danê
sibehê li ba textorê xwe bûm, ji bo ko ji min re diyar bike
di çi rojê de ezê bimrim, wî got: dilê te gelekî westiyaye..gelekî..gelekî..te
gelekî hez kiriye..te ji her kesî hez kir..dilê te ji dû
hezkirinê westiyaye û ji ber vê yekê tê bimre ji ber dilê te
nema dikare kar bike.
Do merovekî
min, li Polenda dijî telefona min kir û got: xeyo bila tu
sax bî, rehma xwedê li te be, xweda te bi dilovaniya xwe şa
bikî, wele tu zilamekî baş bû, çima tu mir loooo?, weleh
hîna zû bû, naxwe ez nema te dibînim?!.
Ez niha
tenê me, çi dema ez bûm dido û bi quloç ezê bimrim, masiyên
piçûk hevûdu dixwin lê Nehing hemiyan dixwin.
Qewîtî: ji
hevûdu re baş bin, ji hevûdu hez bikin, li hevûdu guhdarî
bikin, hevûdu bipejirînin. Termê min li derveyî sînorên
kurdistanê wek ê sehekî navêjin.
Ji bo şînî
û bexşandinê:
Tel: 0031-624142097
Mail:
qadoserin@hotmail.com
* *
*
Sersaxî
”El fatîhaaa, … amîn”
li ser rihê birayê hêja rehmetyê Qado
Birayê hêja Qado,
Ez gelek kêfxweşbûm bi vê xebra xêrê, (xebra
mirna te), û ez yek ji wan kesên ko te got wê gelek kêfxwş
bibin bi mirna min û wê bêjin xwezî rastbi, lê bi rastî ez
hinekî li ser vê meselê mijûl bûm, û min da bala xwe, mi dît
go ezê li xisarê bim bi mirna te. Ji ber vê yekê min raya
xwe guhert, û min di dilê xwede got ”xwezî Qado nemri heta
carek din li Qamişlo em hevdû bibînin”. Ana ti gelek dilgeş
û şad buyi go hinek wilo ji tere dibêjin, lê ez vî tiştî ji
tere dibêjim ne ji ber tiştekî, ji bo nivîsên te, başbûna
te, yan jî tiştin wilo, lê gava tê bîra min go ez û ti û H.
Tewefiye, dema go em li mala we rûdiniştin û me ew
”mireba bacanêreş” dixwar, ez dibêjim heyfa Qado go
bimri, û hêvya min ewe go carek din emê li hev rûnên, û wê
mireba delal bixwin. Ji ber vê yakê ez naxwazim go tu zû
bimri, heta tu vê xwezya min bicî bîni.
Ali
Swêd 2006-03-10
*
* *
Qado
Li min bibûre min nizanîbû ku mirina te nêzîkbûye û ez zanim
ku tu nikare vê emaila min bixwîne ji ber ta bighê wê dem
derbasbûbe ji ber tê mirî be, lê dîse nexeme ji ber ezê (terqînê)
li ser te bixwînim ji ber li wan welatan kesek nîne ku
terqînê li ser te bixwîne. Ya didiwan dema min bihîst ku tê
bimire min çû serxweşiya diya te û bavê te kir, ez çûme dest
û piyên wan û min ber dilê wan xweşkir. Lê birastî ew gelekî
ber te neketin û ev guneh tenê bese ta tu ji bo wî here nîvê
êtûnê.ji ber wan digot kuro ew çû wan welata jî û em ji
zimandirêjiya wî xelas nebûn.
Qado....bibûre miriyo ez dizanim ku tu nikare niha bersiva
min bide ji ber wilo jî ezê dilê xwe li te hînik bikim, û çi
tiştê bê ber devê min ezê bêjim. Ma tu nizane hey belqitiyo
ku gotina rast vê demê ji kuştinê mezintire, ma tu nizane
hey xwedê li wê dinyayê (mesix) kiro ev dema zêr û zoryê ye,
heme ta sibehî bere tu rast be, mane nehêjaye pîvazeke
xerabe, ka bêje law ka çiqas perê te ji bilî qama te ya qut
û serê teyî rût hene, ka kê xwe daye pişta te ka çend dostê
teyî ji dil dost hene .....pûçe.
Ev terqîna teye lo.....
Ey qado....kurê şêrînê....jibîr neke soza ku ji dinyayê tu
pê derketî, ta ji te were derwîn be û zanibe xwe bi mirovan
şêrîn bike tevî tu derewan li wan bikî. Heger herdû firîşte
ango munkir û nekîr hatine ba te û tu dane bersivdan tu
netirse ji ber ev karê waye, bi zimanekî vekirî bersiva xwe
bide, bere tu mêr be weke ku tu dijiyanê deyî, bêje min tu
roja zordestî li tu kesî nekiriye, min tu carî gotina derew
bawer nekiriye ez tu carî nebûme kolê zêr û nerastiyê.
Ey qado ...kurê şêrînê...tu niha miriye û te li pişt xwe
hiştiye xweşiya jiyanê her timî ya rast bêje.
Lê qado heger tu birin êtûnê û ev tiştekî bêgumane, lê ka
bêje naxwe ev mirovên dî wê çawa kin, bi van gunehê xwe û
sitemkariya xwe, ma tu dibê wê cihê te di dojehê de hebe
loooo...
Her tu bi mirina xwe şad û bextewer bê.
Her bijîn yên mirî.
Jibîr neke cîkî min vala bihêle lo..bere.
Silêman azer
Qamişlo
28/10/2005
*
* *
Birayê hêja Qado:
Rêz û silav,
Bawer bike ko bi çûna te ez gelekî
dilteng im û wek te got tekez keyfa pir pîsan bê, emanet
Qado du sê pirsên min ji Xwedan hene heger tu kari bî ji
dêvla birakê xwe jê bipirsî:
1-“Ji pîso pirsîn: pîso çima tu pîs î?
Got çi bikim xwedê li aniya min nivîsî”…!!! Ji yezdan evê
pirsê binase; bê ka raste ewî li aniya wî nivîsî…?
2-“Ne ji gelacan ba wê gur û mî bi hev re
biçêriyana…”!!!Ez dixwazim binasim bê ka wê li wê dunyayê çi
evan gelacan bê…
3-“Mirîdan gazin ji Ehreman kirin; ko
cihê wan li dor êgir ne xweş e…!! li wan vegerand ê ko cihê
wî ne xweş be, bela cihê xwe bi ê min biguhêre”{ helbet ew
di nîveka êgir de bû û mirîd li derdorê wî bûn…?? Pirsa min
gelo wê ev mirîdana bimînin mirîd an rojekê ji rojan wê ew
jî bibin Ehreman û di nîveka êgir de rûnin..??
4-Li min negire ez dizanim tu bilezî; lê
pirsek tenê maye gelo çima tîpên kurdî kînok in û hevdu
negirtîne??
5-Wekîlê me û silavan li her kesê ko li
me bipirse….
Hevalê te
Ezîz Xemcivîn
*
* *
Qadoyê Şêrîn
ey miriyê ne mirî, ey miriyê sax û xweş ......
... Qadoyê ne rihmetî ..... ango hîn tu bi tememî ne çûye
ser dilovaniya xwe , rêz û silav û gulavan bi xwe re
bighîne kesên ku tu rastî wan were ,
Qado .. feqet du mirovan ji dinyayê dizanin ku berî mirina
wan ewê bimrin ... Qado Şirîn û Ghazî Kanaan ... de ne xeme
looo .
Heyyyy Qado ... !!!!!!!
silav bike wan sirûdên şewitî ji alava gurr agirê xwedê
hebmêz bike wan Horiyên ku ji
AL-Qaade re hatine
hazir û dorpêç kirin . lê weseka min
li te be .... qet ji bîra neke .... û bike guhar di guhê xwe
ke
berî her tiştî divê tu biçî destên bavê Globalizma yekem (
Adem û Hewa ) biramûsî .
lê bera haya te ji bazirganên şerê bira kujiyê ( Qabîl û
Habîl ) jî hebe .
wan jî demekê ji xwe re du dewlet û du hukûmet û du
serokatiyet û du perlemaniyet û .. û 2 û 2 û 2 ava kiribûn
wek Kurdistana me ya başûr . lê yekê dibêjim û yekê jî ji
bîra dikim ..ax .ax.. .... hate bîa min ...
hema birayo şûşeyek ji benzîna Qereçûkê
jî bi xwe re bibe ... ta ku tu hemû quroçiyan û Caaşokan
pê bi şewitînî, lê divê tu biçî serdana Zarokên Sînemeya
Amûdê bikî û semawenda wan jî ji aliyê
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava ve pîroz
bikî ... ...
ha ha ha Qado yek deqe ... mumkine ku tu û Seddam Hussein
jî rastî hevdû werin di mizgefta Helebçe de .
û li dawî ... qurban û heyran .... ger bi rastî ( 40 )
horiyan teslîmî mirovan dikin .. aman haaa aman ji kesekî
re nebêje ji bilî birayê xwe ....
hêvîdarim ku tu bimrî ...bi mirineke gulgulî û sirûdin
şewitî û çivîkin beravêtî
herbijî Qado di dojeha sermedî de
bijî Kurd û Kurdistan
Inayat Dîko (Karîkatorîst).
dikoo@hotmail.com
Germany
* * *
Hevalê Hêja û Berêz Kek Qado Şêrîn,
Dema min Gotara te bo mirêne xwend ez baş tê gihiştim ko
mebesta te ji mirêna te çiye û çima tu mirêna xwe zû
dixwazî ? Helbet tu xwe serbest nabînî ko rexneyan li dor
hêla xwe bikî! an tiştin çewt dema tu bi çavên xwe dibinî lê
tu ne serbestî bo gotina raste rast. Ez hêvîdarim ko hemû
armancên te pêk werin û tu nava bihustê da bijî. Bihuşt ne
bes li axretê ye, helbet li vê cîhana me ya ko em lê dijîn
jî.
Kekê Qado, Bila sebra te fereh bî wê hemû armancên te di
rojên pêşda wê bi cî werin. Dunya me zor tê guherandin û
gelê me jî wê xwe biguhêre li gora şert û mercên dewrana vê
Gerdûnê.
Hêviya xweşî û serkeftinê bo te daxwaz dikim. Lê ji bîr meke
yên wekî te pirr pêwistin di cîhana me da hebin bo te
jiyaneke dûr û dirêj daxwaz dikim.
Silav û Rêz
Seîd Mistefa
Australiya
18/10/2005
* * *
Mamostayê delal û hêja....roj baş
weke hevalê tenî li polonya yê got xwedan te
bi rehma xwe şa bike..lê bila tu sax bî.. bi rastî min go
qey bira tiştekî wisa heye ..û min xwest ez bixwînim hetanî
dawiyê..lê mala xwedê ava ku ne rast bû..mamosta ma mero
wisa datî ne li ser mirina xwe. lê bi rastî daxwiyaniyeke,
yan jî nivîseke pir bal kêş bû..pir nûjen bû..raste emê
giştik bimrin ..lê bawerke ez bi xwe nerîna min ji mirinê re
ji xwe ez nizanim mirin çiye jî ez qet têde raman
nakim..heta ji min tê ez tişê baş dikim û xirabiyan nakim,
motkê li bin mirîşkê kesî nadizim..û ez di mirênê de qet
nafikirim ez xwe dikim xwedayê xwe û mirina min bi destê
mine heta ji min tê ez xwe nakujim..jiyana min nuha xweştire..
lê kefa min pir ji nivîsa te re hat bawerke min sê caran
xwend pir bal kêşe ..herkes ewê bixwîne û ji te re binivîse
yan jî were şîniya te û tu sax.. ma jê xweştir heye
mamostayê min xwezî min jî karîba tabloyek wisa xurt çêbikra
û bila ez piştî wê bimra ma.........
kêfa me pir ji te re tê..û silav û rêz
Raxib Sosanî (Şêwekar).
* * *
silav kekê Qado Şêrîn
Tu miriye, je ber wilo min nikarîbû ji te
bipirsim bê tu dihlî ez gotara te daxim malpera amude.info,
heger tu sax ba minê ji te bipirsiya lê mexabin tu miriyî,
ji ber wilo min bê izna te gotara te daxist malpera
amude.info.
Te çi tiştê min xwaribe, dizî be, an bê izna
min birbe ez li te halal nakim xwedê heyfa min û a hamû
xelkê ku te tade li wan kirbe je te re nehêle.
sila û rêz li te û kefenê te be.
Birayê te bîlal Alûcî (amude.info).
tirej.net/com/org