Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Navdarên Kurd

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Helbest


 

 

 

 


Ho
şeng Osê
Diwazdeh
Şîretên Xwînê

 

         _ 1 _

Li paş xwe nenere..!

razek tê kuştin.

Demsaleke fedyok û çemekî dilbijok, têne darde kirin.

 

         _ 2 _

Ranezê...

Berî ku tu pencereya dilê xwe

ji bayê re vekî

û giyanê xwe bi axê kilît bikî, ranezê.

 

         _ 3 _

Eger di rêwîtiyê de barên te peyv bin?

Bera sor û şîn bin.

Û li wateyan nepirse.

 

         _ 4 _

Tu êzing î...

Hayê ji agir neyne.

Nebêje : ew ê av bi kêrî min bê...!?

 

         _ 5 _

Di bejdariya helbestê de

bi gotinan nelîze

tenê, li dengê sawêrên xwe yên tolaz bibhîze.

Da helbest, qîzaniya xwe wenda neke.

 

         _ 6 _

Dilê xwe nebijîne mirinê...

Ta  taseke dew

      misteke mewîj

      naneke tenûrê

û du çavên şîn li ser çiya hebin.

 

         _ 7 _

Tenê ji xweristê

tu dikarî hînî azadiyê bibî.

 

         _ 8 _

Li her du cîhanan

her ku zivstan pêrgî payiza temenê te bû

şîreta çara, çar hezar car bixwîne

û carekê tenê pêk bîne.

 

         _ 9 _

Ji genim û xwê hez bike

Lê, ne ta qûnaxa

ku desmêja sinbilan bişkînî

û derya bixeyidînî...?!

 

         _ 10 _

Her ku xemgînî

                          mişextî

                                      tenahî

hêlînên xwe di giyanê te de vedan

rahêje pênûs û bilûrê.

 

         _ 11 _

Ji ber ku tu jî,

ji zarokên vî ezmanî yî

ji çûkên vî agrî yî

ji stêrkên vê avê yî

min van şîretan ji te re got in.

 

         _ 12 _

Guh nede şîretên ba yê

û ne yên min jî.

Tenê şîretên ronahiyê pêk bîne.

 

Şam _ 2003 

tirej.net/com/org

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002