
Fewaz Ebdê
Çira pênca
«Diyarî bo canê tembûra Mihemed Şêxo»
Li
gasîna Mehabadê, çar çira li hev diciviyan, û weke her şev
gilî û gazinên xwe bi hev dikirin. Yekê ji wan ji xuheke xwe
re digot:
- Ma ta kengî emê wiha bin?
-
Çima! Çi bi me hatiye? Xuha
wê lê vegerand.
-
Ma çi bi me ne hatiye..!! Ji çaxê tê bîra min, ko em
her çar in. Ne em kesî dibînin, û ne kes me dibîne.. Her şev
emê her çar beramberî hev rûnin û li ruwê hev binerin. Bese,
em dilsar bûn.
-
Û çi di destên me de heye!? Ya siyemîn derbasî
axaftinê bû.
-
Gasîna Çarçira.. –ya duwemîn got- Va gasîna
Mehabadê jî bû bi navê me.. Ma win çî din
dixwazin?!
-
Çi di destên me de heye!!? –Ya
yekemîn got- Gasîna çarçira! Û dûvre?! Ta kengî emê her çar
tenha bin?! Em li vir daleqandin û pişta xwe dane me..
Roj derbas dibin, sal derbas dibin, û roj bi roj emê
bêne jibîrkirin..
Çira siyemîn da xwe, ko rabe, serê wê li darê, pêve
daleqandî ket.. Bi xeyd got:
-
Hohoo, Karê we eve! Win nahêlin em şevekê dilxweş
xewkin!! –berê xwe da ya yekemîn- Û tu? Ta kengî tê wiha bê
hêvî bî? Û dilê me sar bikî? - Li ya çaremîn zîvirî û gotina
xwe berdewamkir- çima tu bê dengî xwihê? Tu jî gotinekê
bibêje.
Çira çaremîn, ya ko bêdeng bû, serê xwe
rakir û bi giranî ji wan re got:
-
Yê em daleqandin me jibîr nake, lê dilê min ji min re
dibêje, ko wê mêvanek me bê.
Bi vê gotinê re axaftinê rêçikeke din girt; rêçika hatin û
nehatina mêvan. Lê her çaran di dil xwe de hêvî dikirin, ko
rast be.
Breî şevbihêrka wan bi qede, çirak di gasînê de vêket.
Axaftin qut bû. Her çar bi hevre bezîn berû pêve û
bixêrhatin tê dan. Pirs weke tîran lê barandin, her yekê
dixwest –berî ya din- tîra xwe bavêje û çîroka wê binase.
Mêvana wan hêsirên xwe paqijkirin, bi wan re bişirî û
destpêkir çîroka xwe ji wan re got:
Ez yara dengbêjekî bûm. Rojekê ji rojên zivistanê, me hev
naskir, û ji wê rojê ta roja îro em bi hevre man. Min gelek
serêşî bo wî peyde kirin; her ko em bihevre dîtibana, ew
digirtin, û piştî êşkenc û lêdanekê ew berdidan. Carekê
piştî girtinê, min dît du hevalên wî ketine bin çengan û ew
anîn mal. Min xwest nivîna wî deynim, yek ji wan bi lez ji
bin çeng derkert û nivîn berî min jêre danîn. Piştî ket nav
nivînê, min xwest goreyên wî ji piyan bikim, lê yê din berî
min ew kar kir. Çermê ling bi goreyan ve hat. Qarîn ji min
çû, lê kesî ji wî pêve qarîn a min his nekir. Li min zîvirî
û bişirî û dilê min xweşkir, ko ti êşa gelek tune. Bi şevan
ez û wî li gundan veşartî diman, lê me newêrîbû xwe li
Xecokê veşêrin, bi sedema ko pêşî diçûn li wir digeriyan, û
tade li malbata wî dikirin. Ko em tenha diman, li min dinerî
û ji nav wê êşê ken li ser lêvan ronî dida, dilê min geş
dikir. Lê ko destê min digirt, kul û derdên wî bi stiranî
diherikîn.
Gelek caran hêsir ji çavên wî dadiketin, û carna borîna
giriyê wî bilind dibû. Li min dizîvirî û digot:
«Şerme mêr bigrî. Ne waye? Lê ez û te bûne yek can, lewre ez
li pêş te digrîm. Ez bawerim ko tê vî razî veşêrî».
Min bi erêtî serî jê re dihejand.
Şevekê ji şevên zivistanê, di salekê ji van salan de, hat ez
hilgirtim û meşî.. Di bin baranê de ez binçengkirim, da ez
şil nebim, û sînor derbaskir. Ji Qamişlo reviya û ez pêre.
Em hatin Mehabadê.
Şeva çûyî, min bi saz û wî bi stiran, me şevbihêrkek
lidarxist. Piştî em vegeriyan mal – û mala me jî odeke
biçûke, ji bindarkekê û mitêlekê pêve lê tune – ba û
bablîsokeke xurt rabû. Wî xwe li ser bindarkê vehesandibû.
Min xwest di ber de rakevim, lê wî nehişt; ditirsiya ko
parsiwin min bişkin. Lewre bi tayekî, ez bi dîwêr ve
daleqandim. Vîzevîza bê xurttir dibû, û ji nişka ve pencere
vebû. Bi vebûna wê re cam şikest û bablîsokê li hundir lîst
û ez li hev zîvirandim, ez ketim û parçe parçe bûm.. Ew ma;
ta spêdeyê xew nekir. Ma di ser min re rawestiyayî, li min
temaşe dike. Vê sibehê, bi rojhilat re, çend keç û xort
hatin ji bo serkevtina şevbihêrkê li me pîroz bikin. Çavê
yekî ji wan bi min ket. Bi min ve bezîn. Xwestin dermanekî
ji min re bînin, çarekê bikin, lê wî nehişt. Rabû parçeyên
min danhev û xistin kîsikeke sipî û di ber re ji wan re
digot:
Kes destê xwe nedê. Min sûnd xwariye ezê tembûra xwe li
kêleka Qazî Mihemed veşêrim.
18.03.1995
tirej.net/com/org