
BERKEN BEREH
Rexnegirî û rewşa me kurdan
Bi
ya min gotar nivîsandin di beşên wêjeyî de a herî zor û
dijwar e. Lew re gotarvan divê xwedî zanîneke têr û kûr û
nivîsa wî jî encama lêkolîneke hêja û bi destnîşankirinên
zanistî dagirtî be.Berevajî wê ew nivîs dê wek nivîsa li ser
avê hatî nivîsandin ne bi kêrî tiştekî we re û ne jî dê
xwendevan têr bike.
Beriya du rojan min berê xwe da kovara Tîrej
ku li ser internetê tê weşandin ka çi nivîs hene, min dît ku
va nivîsek birêz Ezîz Xemcivîn “Pertûka
bîranînên Apo Osman Sebrî “di rêza duyem de cihê
xwe girtiye. Bi rastî her çend ku ez hemû nivîsên kovarê
bixwînim jî, kesên mîna birêz Ezîz Xemcivîn ku ev demeke
dirêje karê nivîskariyê dikin, ewilîn ez nivîsên wan
dixwînim.Nemaze dema min dît nivîs li ser “bîranînên apê
Osman Sebrî”ne bêhtir bala min kişand û min vekir û xwend.
Mixabin nivîs nedişibî tu cureyên wêjeyî. Lew re nivîs bi
bîranînekê destpêdikir, paşê nizanim ne rexne an nirxandine,
di derheqê pirtûka ku ji alî weşanxaneya Aram ve hatiye
çapkirin didomî.
Di vê gotarê de li çend dera navê min hatiye
bikar anîn û qaşo ku min pêşgotinek ji pertûkê re
nivîsandiye û her wekî din jî min nivîsa xwe ya di sala
2003an de ku di kovara Vesta de derçûye jî pêve zêde kiriye
û di van nivîsan de gelek çewtî û şaşî hene.
Berê her tiştî tu têkiliya min û weşanxaneya
Aramê tuneye. Di amadekirin û çapkirina wê pirtûkê de jî tu
keda min tuneye.Dema min pirtûk dît, ez pê hesiyam ku va
nivîsa min jî wek beşekê di pirtûkê de ye.
Gotara min a bi sernavê” Têkoşer û
xemxurekî ziman û gelê kurd”di sala 2003an de hatiye
nivîsandin, ango beriya ku bîranînên apê Osman Sebrî were
çap kirin. Mebest û armanca min bo vê nivîsê ew bû ku apê
Osman Sebrî bi kêmasî be jî li bakur were nas kirin. Lew re
heta hingê tu berhemên wî nehatibûn çap kirin(li bakur)û di
nav raya giştî de baş nedihate nas kirin. Di vê gotarê de
bêhtirîn ez li ser berhemdariya wî a helbestê rawestiyam û
bi ya min nirxandineke baş bû ye ku weşanxanê da xwendevan
jê sûdê wergirin cih dayê nivîsê.
Rexnegir an lêkolînvanek beriya ku nivîsekê
an berhemekê binirxîne divê beriya her tiştî berhema wî
camêrî bi baldarî tevî jêderkên wê bixwîne û paşê nivîsa xwe
binivîsîne. Lê birêz Ezîz Xemcivîn ev kar nekiriye. Wek gurê
çav li pêz bikeve hema daye ser kêmasiyên (bi gor xwe)
berhemê!.Eger camêr li jêderkên nivîsa min binihêriya dê
bidîta ku min tu gotineke jiberxweve nenivîsandiye.Ka em
bala xwe bidinê di jêderkan de di derheqê pirsên birêz Ezîz
Xemcivîn de çi hatine gotin;
1-Min gotiye Apê Osman Sebrî duwazdeh caran
hatiye girtin. Belê di jêderka 4emîn“Dîroka wêjeya kurdî”de(Feqî
Huseyîn Sağnıç) di rûpela 545 di rêza yanzdehande”Belê
duwanzdeh caran hatiye girtin, işkencekirin û cezakirin”
2-Di jêderka Azadiya Welat-hejmar 234an de
rûpla çand û hunerê de”Osman Sebrî 05.01.1905 an de
jidayîkbûye”hatiye nivîsîn.
3-Her du apên Osman Sebrî sedem ku alîkariya
Şêx Seîdê Pîran kirine hatine darvekirin.
Wek li jor hate destnîşankirin ku min her
têbinî an mînaka xwe ne jiberxweve nivîsandiye. Lê xwezî
birêz Ezîz Xemcivîn rasterast xwe bera nav nivîs û
nirxandina min a berhemdariya Osman Sebrî a di warê helbestê
bikira belkû ev gencîneye ku hê baş nehatiye şirovekirin
hineke din veçiranda da helbestvan û wêjehezên me sûdeke baş
jê wergirta.
Birêz Ezîz xemcivîn bi xwe her ku bîranînên
apê Osman Sebrî gotiye min xwendiye jî di nivîsa xwe de di
beşa”bîranînên Apê Osman Sebrî di rêza hefdehande
nivîsandiye” dema bavê wî çûbû ser dilovaniyê temenê Apo
16 sal bû”.Lê di pirtûkê de di rûpela 30an de Osman
Sebrî “sala 1915an emrê min giha dehan û ez di sefê
sisiyande bûm ku nexweşiya tîfo ket welêt, Em tevde pê
ketin. Gelek xelk bi vê nexweşiya malkambax mirin ku bavê
min û mamosteyê dibistanê di nava yên çûyî de bûn.”nivîsiye.Vêca
baş dixuye ku mirov gelek caran bêhemdî xwe hinek tiştan
xelet dinivîse.
Wek gotina dawî dixwazim bibêjim ku divê em
nivîskar, wêjevan, rexnegir û lêkolînvanên kurd hineke din
li kar û barê xwe miqate bin û heta ji me were em karibin
bergeh û asoya wêjeya kurdî ka çawa firehtir û geştir bikin.
tirej.net/com/org