
Arşevê Oskan
Qaşo hunermend in
Dema jin daxêvin S. Gabarî bi cizbê dikeve
Serpêhatiya Nr (14)
Di
sê rojên xwe yên destpêkê de, ez hatim Almaniyayê û bûm
mêvanê civîna yekemîn, ya yekîtiya hunermendên Kurdistana
rojava, ku dixwestin yekîtiyekê ava bikin. Di hindurê civînê
de, nêzîkî bîst hunermend amade bûbûn, her yekî buhar tanî
çogê, dixwestin pesnê xwe bidin û ji aş û baş diaxivîn, bi
hinek ji serpêhatiyên xwe, xwe ji gunehan wek mûyê tu ji
mast bikşîne, xwe dikirin mîna pêxemberê axir zeman. Civînê
wisa berdewam kir, pirê mijarên wan wek ez têgihiştim,
mijarên aborî bûn, girêdaneke xurt, di navbera wan axafinan
û Euro de hebû. Ji bo ku mehê pênc Euroyan bidin saziya xwe,
mijarê nîvsa´etekê dirêjtir kir, hingî gazin-mazin ji bêrîka
xwe kirin, giriyê min bi hinekan ji wan hat. Tevî ku her
yek, di şevekê de, di newrozekê yan di şahiyên zewaca du
Kurdan de, yan di cejnên netewî de, bi hezaran Euro
dixwazin. Mijara ku şahî û dawetan, ji ber hev negrin,
nîvsa´eteke din civînê ajot. Helbet, ev mijar jî, girêdayî
mijara berî xwe bû, bi vî awayî rûniştin bi dawî hat, bêyî
ku tiştekî nivîskî têkeve ser rûpelan. Di dawiyê de, komîtek
hate hilbijartin, ji yên ku pir di´axivîn û hindik dikirin.
Di wê rûniştinê de, hinek hevalên ku min ji nêzîk ve
nasdikirin, ez pêşinyar kirim, ku ez bibim pêşkêşvanê şevê.
Bi sedema ku ez nuh ji welat hatime û hîna toza welat li
cilên min bûn. Min jî kêfa xwe anî, ku ez bûm mêvanê civîna
yekemîn, ya damezirandina yekîtiya hunermendên başûrê
rojava. Da ku carê çend malikên helbestî pêşkêş bikim û
piştre jî hunermendekî. Lîsta ku ket destê min, bawer dikim
ji komîta rêvebir hatibû amadekirin, nêzîkî bîst hunermendî
tê de cî digirtin, di nav de, du hunermendên jin jî hebûn.
Dîna min dî, ku Seîdê Gabarî hat ser dikê,
xortekî bi destê wî girtiye û di ber min re derket, her ku
ezê derketibama ser dikê, ewê bi mêgrîfona xwe, ya ku tenê
li ber guh û devê wî dihat dîtin. Carê ji deverekê diqîriya
û dest bi çîrok û pêkenokan dikir. Lewra ez bêçar dimam, ku
ez di nîvê helbestê de, rawestim. Lê ku bû dora herdu
hunermendên jin, Seîdê me bi cizbê diket û dest bi pesnan
dikir.. min ew fam nedikir.
Milet kom bûbûn, sale tije zarok, mêr û jin
bû. Beriya ku sa´etek ji şevê biqede, te nema dikarîbû ji
gemarê bimeşe. Hezar xwezî bi salonên şahiyên li welêt, tevî
ku cihê çopê jî hebû, lê kesî gemara xwe nedavêtê. Ez li ser
dikê, li ser kursiyek taybet rûniştîbûm, da ku ez yê piştî
wî pêşkêş bikim. Du xortên din jî, li rexê min, li ser
kursiyên xwe rûniştibûn, lê min ew nas nedikirin, min fam
dikir, ku ew jî, ji bo tiştekî li rexê min rûniştine.
Her ji pênc kêlîkan carekê, hunermendek
dihate cem min û ji min dipirsî: Pisman..
navê min yê çendaye di rêzê de?. Dema ku min
jê dipirsî : Navê te çiye?, pir teng dibû û tûj li min
dinêrî, wekî ku Maykil Cakson û tu jê bipirse : navê te
çiye?. Pir dixeyidî, çima navê wî ketiye piştî yê filan
hunermendî/ê, yan beriya filan hunermendî/ê. Min bi xwe,
heyanî niha jî, ji wan xwestekan fam nekiriye, yeqîn her yek
ji yên din hez nake. Wek civatên binê gundên Kurdistanê ye,
yek neyarê bavê yê dine.
Yek dixwaze navê wî ji yê dinê bilintir be,
bêyî ku karekî bilindtir bike. Min li binya dikê dinêrî, ku
her xortekî keçek girtiye û dîlana dîsko pêre dike. Carê keç
paşiya xwe bi pêşiya xort ve dibir û tanî. Ev rewş û dîmen,
li ser min hinekî xerîb hat. Min çavên xwe li civata rûniştî
digerand, bi dilekî tirs, ku hinek rabin û hev bikujin. Lê
başbû ku kesî bi hev re deng ne dikir. Li vir ez têgihiştim,
ku tiştên Kurdên me ji Europiyan fêrbûne tenê dîlan e, lê
tiştên ku bi mejî ve girêdayî ne ... na !!!.
tirej.net/com/org