
Xalid Cemîl Muhemmed
Ji ferhenga Melayê Cizîrî
(( MESTBÛN ))
Danasînek
bi Melê Cizîrî:
Cîwazî di
nîşankirina şabat û qunaxa ku Cizîrî tê de dijiya hebû, lê
nerîna ku durust xuyaye ew ya (Mele Ehmedê zivingî) ye, ku
zayîna Cizîrî vegerandiye (900) ta (1000) ê koçê, digel
nerîna (Tehsîn Doskî) ku zayîna Cizîrî vegerandiye (975) ê
koçê, ango (1567-1568) ê zayînê, û mirina wî jî vegerandiye
(1640) ê zayînê.
Hezkirina ku
Cizîrî ketibûyê hezkirineke sofîtîbû, lewra ewî hezkirin a
xwe bi şanên ciwaniya xwedahî ve girêda, û bi rewşên
sermediyet, û xwedahiyê ew da nasîn, ku got:
Hê diber
qalû bela yî bel ku ev alem nebû
Çerx û
dewran dewrê gerdûn gunbedê mina nebû
Erş û kursî
hêj di mexfêbûn di kenza qudretê
Husnê Heq bû
istiwaê lami a işqê hebû
her ewî
pêwendiyek di nêv mestbûn û vê hezkirinê de li dardixist, ku
digot:
şem i ser
nûr nadirit ger ew nekit perhîzi dil
zewqi cama
işqi nakit ger nekit imsaki rûh
Cizîrî zaravê “Mestbûn” ji ferhenga sofîtiya musulmantiyê
wergirt û ew hevserî wate û hîmayin sofîzmî kir digel ku
mestbûn, bi man, kevnahî, û sermediyetê rewûkir, û daxuyanê
ku nirxdariya vî hawî, bi diyarbûn û dîdariya şanên ciwaniya
xwedahî ve tête girêdan, ev ciwaniya ku gihîştina wê, li gor
rêbaza Cizîrî, koşîn û amadebûneke giyankî divêt, da, bi
kama aşinabûnê, ji bendên laş, aza bibe.

Her ew, di vê rêbazê de, bi Sofiyan re, nekete cîwaziyê de,
ji ber ku wî jî weke wan, hezkirin bi meyê hevrengkir, û
didît ku hezkirin “noşîneke bê tînşikandine” li gor danasîna
(IBN EL EREBÎ)
[1],
lê ji layekî din ve, pêrgî yên ku dil, ji meya hezkirinê re
kirine peyal bibû, bi saloxdana ku rengê peyalê, li gor
şileya di hundirê wê de, tête guhertin, weha jî, dil, li gor
çeşnê hezkirinê, ji hawekî, vajî hawekî din dibe
[2]
.
Nifşekî mezin, ji Sofiyan, didîtin ku meyxwer, di mestbûnê
de, ji cudakirinê pêwardibe
[3].
weha jî Cizîrî didît ku mestbûna wî, encama meya hezkirinê
ye, lewra dil, pê, ji jenga guneh, û duxmiyê pakdibe, seba
ku ew di sewdakirina dildar de, meyeke xest, betwan, û bi
akame, û seba ku dil peyala wê ye, ew jî, ji dil re kîmya,
(Iksîr), û dermane.
Numabûna şanên ciwaniya dilber, dildar di şêwanekê de
werdike, û wî sergeşte dihêle, ji ber ku dîdariya ciwaniya
seranser, “matmahiyekê, bi ditina ciwaniya dilber ji
nişkave, digihîne raza dildar”
[4]
li gor nerîna(ELTEHANEWÎ). digel ev dîtin sureke giyankî
encamdike, û ronaka sewdan, raman, û hest, ji ser giyan,
dide alî, û çalakî, kêf, û lerzînekê di hundurê dildar de,
digerîne, wekî ku sofî dibêjin.
Cudakirin, di mestbûnê de, namîne
[5],
lê, di rêbaza sofîtiyê de, ev mestbûn di pey çêjtin û
noşîneke giyankî re tê[6]
, lew ew jî hawekî giyankiye, li gor gotina (EDONÎS) li ser
zimanê (IBIN EL EREBÎ), û encama wê, ne tenê ji ber pêwariya
bendên laşe, lê ji ber akama amadebûna xurtiya mestbûnê bi
xwe ye.
Cizîrî jî, mestbûna xwe, bi hezkirinê ve hûnand, û eşkere
daxuyanê ku hezkirin roka sewdan û hiş dibe ava, çi ku
girêdana bi ciwaniyê ve dildar talandike, dema wî dixe rewşa
serxweşên meya berhest, lê her ewî taybetiya serxweşiya
xwe, eşkere didêra, ku digot:
Işq ku giha kî we li eqlê xwe ma
Yeftîku bil aşiqî husnul mîlah (rûpela 83(العقد
الجوهري
Dibe ku jixweçûn û pûçkirina hestan, hin ji berên vexwarina
meya hezkirinê bin, ev meya ku hiş rawestkardike, digel ku
raman bê kêr dihêle, wekî çawa (IBN ELDEBBAX) şirovekiriye
ku, ango yê ev mey ne çêjtibe, her nikare wê bi nasîn bide,
bi ser ku ev çêjtin jî xwediyê xwe di hawekî matmahiyê zor
de werdike
[7]
, Cizîrî weha digot:
Heywan li kû dimînit em muftiyê zemanin
Bêtin ji destê saqî cama zelalî bê xeş (R 294)
Ev wate li nik sofiyan hîç guman li ser niye, lewra wan
didîtin ku meyxwer bi dîdariya ciwaniyê sergeşt dimîne, çi
ku noşîn bi xwe gaveke sereke di rêgirtina giyankî de ye, û
her bûye şaneke çak ji hezkirin an aşinabûnê re.
Cizîrî akama vê meyê didêra, û mestbûn, di riya nîşakirina
sedemên wê, bihodikir, ku pêwendî di nêv mestbûn, hezkirin,
û ciwaniyê de lidarxistin, çi bi awakî hîmayî, çi jî bi
awakî yekser û eşkere:
Ji işqê lew Mela xeste
Ji herfa badeyê meste
Ji hoş û aqilî reste
Li der goşên di meyxanê (R 698)
Ev wate li ser zimanê Gelek sofiyan hatiye kar, mîna yê ku
gotibû
[8]:
يصحو من الخمر شاربوها والعشق سكر على الدوام
Weha jî gelek sofiyan hezkirin kiribûn meyeke seranser, mîna
gotina yekî ji wan
[9]:
شربت الحب كأساً بعد كأسِ فما نـَفِدَ الشراب ولا
رويتُ
Weha Cizîrî ew pêwendên ku mestbûnê bi herdû hêmanan ve
girêdidin (hezkirin û ciwanî), ravdikirin, mîna gotina wî:
Mestane mestan noşe noş
Qerqef di caman hate coş
Ma dê bimînit kes li hoş
Weqtê ku bên durdane reqs (R306)
Mebesta Cizîrî, ji vê mestbûnê hezkirinbû, lew ewî, di gelek
deveran de, ev dehker eşkerekiribû, wekî gotina wî:
Ji wê camê dinoşim ez
Seher lew ney li hoşim ez
Ji amê lê dipoşim ez
Bi can her lê dikoşim ez
Ku xalib mest û sekranim
Sebahul xeyrî ya Xanim (R777)
Weha witara xwe vedigerîne ser cama hezkirinê, tevî
pêwîstiya hezkirinê ji vî hawî re, lewra ev haw bi xwe, wekî
ku (EBû ELQASIM ELQU|EYRÎ) di (nama) xwe ya ser sofîtiyê de,
şirovekiriye, bi dîdariya rewşa ciwaniya xweda ve beste[10]
. û yek ji wateyên dîdariyê, rakirina perdên di nêv dildar û
dilber de ne, û li gor rêbaza Cizîrî, çi dildarê Ku bi
ciwaniya dilberê xwe ve bête girêdan, bê mey serxweşdikeve,
lewra hilanîna perdan, ronaka ciwaniyê bi ser neynika dil de
berdide, da xweyê dil, bê mey serxweşbikeve, weha jî Cizîrî,
wekî sofiyan, derbîrine hîmayî, di helbestên xwe de,
peydadikir, û digot:
Ê yekî sadiq hebînî bê hîcab ger ew bibînî
Ma li hişyarî dimînî serxweşê bê badeye (R558)

Wateya vê gotinê ewe ku serxweşbûn ne bi meyeke berheste, ji
ber ku peyala vê meyê jî ne peyaleke mayekiye, lê di rêbaza
Cizîrî de, eşkere tête xuyanê ku dil, ji meyê re, peyaleke
giyankiye, belam ev mey jî dil perhîzdike, lew ne dûrbû ku
Cizîrî ev mey kire ji girîngtirîn mercên peristinê ku digot:
Hetta binûra badeyê rengîn nekî siccadeyê
Dûrî ji wê şehzadeyê durdane ya gerden ji ac (R178)
Ev mey, li nik wî, ava jiyanê bû, wekî çawa ku dil jî, tas û
neynika vajîkirina ciwaniya dilber bû, lew digot:
şerbeta wê cam û tasê yar ku tê bêt in îkasê
Bêt me jê feydek ji kasê abê heywan ew b xwe ye (R573)
Cizîrî ev mey kiribû sermiyanekî giranbiha, di dest dildarên
ciwaniya xwedayî de, dêmek eger cîwaziya di şîweyê rêvingiya
giyankî wan ji hev cihêbike, wê meya hezkirinê behaneke
nirxdar û betwan di dest wan de be; ango arezûya gihîştina
payên bala bo dîtina ciwaniya xwedayî, bi gelek cewr û
rengaye, hin ji tirsa gewrehiya xwedayî, hin jî ji hezkirina
ciwaniya xwedayî, ev ciwaniya ku sofiyan didîtin hemû rewşên
xweşikbûn, mehrîvanî, û dilovaniyê Li nik xwe dicivîne, wekî
çawa didîtin gewrehî rerwşên meznahî, û xurtbûnê dicivîne,
vêce hin rewend bi ciwaniyê ve hatin girêdan, hin jî bi
gewrehiyê Ve hatin girêdan, lê tevde jî meyxwerên
hezkirinêne, da ev sermiyan rêdanê bi dest wan xîne, û ji
evraziyê Re amadebin, wekî ku Cizîrî digot:
Reng û reng ehlê meqamatê terîqê çûne seyr
Hin celal û hin cemal û sermiyan ev bade bû
Ê birî eynê (beqyê) badexorê işqi bû
Ê buwî mehwê (fenbayê) aşiqê bê çare bû
Êk ji wan perwanebû soht û fîxanek jê nehat
Êk ji wan teşbîhi goyînê bi ah û nale bû (R617,619)
Eşkere xuyadike ku meyxwerê hezkirinê evrazî paya manê
(beqayê)dibe, û digihêje dawiya wexera xwe ya giyankî, lew
kardariyeke(wilayeteke)rast di dawiya rêvingiyê de, jê re
peydadibe, her girawa wê kardariyê jî jixweçûneke rehaye, çi
ku mercê gihîştina vê astê mestbûneke raste, digel ku
kardarî, di pey hişketinê re, ji dildar re, pêktê[11]
, Cizîrî jî wek sofiyan weha didît, û digot:
Arif heta ne noşî ji destê meyfiroşî
Xayib nebû ji hoşî peyda nekir wilayet (R138)
Meya ku mestbûnê berhemdike, dil pê tête şûştin, û
dermandibe, lewra ew ne meyeke pakême, lê dildar pê qunaxên
rêvinga giyankî derbasdike, got:
Saqî ku dêm mehweş bitin
Ka gul ji şîva reş bitin
Qerqef bila ateş bitin
Em dê biwê dil kin ilac
Da em bi wê dil hey bikin
pê sîne dax û key bikin
Sed menzilan pê tey bikin
Ew dê di seyrê kit rewac (R177)
Cizîrî, di gelek deveran de, rewşên vê mestbûnê dabû
pesindan, da bi rastî pêrgî sofiyan bibe, ku ew berhema
noşîna meyeke giyankî, û nihîne, bi pêrûzî, di bezmine
taybet de, ji peyala dil tête vexwarin:
wer suhbetê ger qabilî dê bêt û ret şahane reqs (R305)
Ev banga(wer suhbetê ger qabilî) tiştekî din tîne rastê, ew
jî vedigere nerînên kesên di van hawan de negihane, an
nanasin, û helwêsta meyxweran ji wan. vêce Cizîrî yek caran
şîret li suxte, û meyxweran dikirin da li nezanan ne
zîvirin, û guh nedin saloxên wan, digot:
Goşi bi amê mede terki medamê mede
Ekseruhum fî xuma exlebuhum fî ema (R24)
Ev şîreta wî ne ji xweber hatiye, çi ku ewî di riya vê
şîretê re dixwest bêje: ne her kes babetî vê meyêye, digel
ku razên mestbûna wê jî ne her kes dikare binase, lewra
şermedariyek ji hinekan, digiha meyxweran, mîna derbîra
Cizîrî, ku diber wan de dida:
Da eybi rendan nekî bi badê
Nufûsu qewmên bîha tesamet (R144)
Ev şermedariya ku tête pelandin, gotinke (IBN ELFARID) tîne
rastê, dema ku digot[12]
:
فإن ذُكِرَتْ في الحي أصبح أهلُه نشاوى ولا عارٌ
عليهم ولا إثم
وقالوا شربت الإثم كلا وإنما شربت التي في تركها
عندي الإثم
Yek caran Cizîrî eşkere didaxuyanê Ku mestbûna wî bexşeke
xwedahiye, ji lewra rewşa wê li nik Cizîrî seranser, bêber û
dawîbû. lewra ev mestbûn bi hezkirinê ve girêdayiye,û herdû
jî bi hest û raman nayên pelandin, çi ku hezkirin bi xwe
haweke giyankiye, bi çêjtin, û noşînê tê naskirin, di gel ku
mebesta Cizîrî ji qedeha meyê jî rêhtina aşninebûnê ye:
Ji ezel HEQ bi Melê daye ji işqê qedehek
Ta ebed mest û xerabîn ji meya wê qedehê (R253)
Disa li cîhekî din eşkere got:
Saqî ji ezel yek du qedeh bqde bi min da
Hetta bi ebed mest û xumar û telesim ez (R253)
Êdî meyeke bê ber, mestbûneke bê dawî encamdike, wekî çawa
ewî gotiye ku her tiştê bê berbe, bê guman, wê bê dawî be:
Husn û cemalê Canan nadêritin tu payan
Her çi nebit bidayet eslen nehin nihayet (R137)
Weha, di deverin din de jî, ji vê angoyê dûr neketibû, wekî
ku digot:
şahidê qudsî nîşan husne ji remza ezel
dame bi destê surê camê meya lem yezel (R402)
Her ewî eşkere jêder û cewrê vê meyê ravkiribû, çi ku ev mey
meya işqê bû, ji (ezel) de, xweda bi Melê daye, ta (ebed) wê
wî mest û serxweş bihêle:
Qedehek taze ji işqê di ezel dame Hekîmî
Jê dinoşm hey û hey hê bi xwe cama me lebaleb (R69)
Ev mestbûn seranser û bê dawiye, lewra meya ku wê
berhemdike, meyeke kevn û ne berheste, digot:
Em qedîm bade dinoşin ji tuhûr
Lew muqîm mest û xumar û telesîn (R475)
Cizîrî bîrdibir ku hin mirov tênagihêjin kûrahiya van raz û
wateyan, lew eşkere dida xuyanê Ku serxweşiya wî ne bi
vexwarina meyeke mayekiye:
Mexmûri bê camê ezim (467)
Êdî hezkirin dildar bê mey serxweşdixe, wekî çawa sofiyan
didîtin ku ev mey dikeve peyala dil de, ne dikeve hest û
sewdan de, lê Cizîrî gaveke weha eşkeredikir dema digot:
Aşiqi mesti bi işqê niye hacet bi meyê (134)
naxwe mebest jê ewe ku hezkirin mestbûnê bi meya xwe ya
giyankî pêktîne, ango ev mey ne ji tirih û rezan çêdibe,
Cizîrî weha digot:
Da min Siroş wer mey binoş zewq û xiroş lew çûm ji hoş
J wê işweya yar bû xuya ew ne j meya engûrî bû (601)
Ev jî du gotinên (IBN ELFARID) tîne rastê, ku digot
[13]
:
شربنا على ذكر الحبيب مدامة سكرنا بها من قبل
أن يخلق الكرم
وبالحدق استغنيت عن قدحي ومن شمائلها، لا من
شموليَ، نشوتي
Cizîrî her dozdikir ku dil bi meyê bête şûştin, da xweş bête
xuyanê Ku ev mestbûn hawekî taybetiye, dikeve warê wateyên
sofîtî de, digot:
Ji jeng û zerqê dil da bişotin
Cama sedef bîn rendo keramet (142)
Weha jî sofiyan didîtin ku perhîzbûn û pakî ji pêrûztirîn
rewşên xwedane, lê mebest ji vê reweşê, li nik dildar ewe ku
çi ziyana ne babetî wî be, wek meznahî, payebûn, xwedîtin,
duxmî, û duxsiyê, ji xwe dûrxîne, deqen li karbe bo têkeve
rêça hezkirina xweda de, û evrazî payên bilind bibe, çi ku
xweda ji rewendên dilpak hezdike.
Cama di destê şahid jengê ji dil dişotin
Pîrê muxan ji rendan weh weh dikir riwayet (140)
Sofiyên musulman jî didîtin ku dil bi meya hezkirinê tête
pakkirin, wekî çawa giyan û hundurê mirov bi akama wê pêrûz
û pakdibe, lê mirovê ev mey ne noşîbe her û her wê napak
bimîne:
Cami işqê paki rûhanî tuhûra batine
Ê ne noşî her we ma hetta ebed napaki rûh (188)
Cizîrî gelek wate, bêje, û zaravên mestbûna diyar û berhest
xistiye kar, lê ewî ev wate û derbîr ne bi awakî yek ser ji
helbestên vî celebê mestbûnê birine, çi ku bi ferehî li
wateyên sofîzmî di helbest û pirtûkên sofiyan fekiribû,
digel ku ristên xwe tije hîma, û angoyên sofîzmî kiribûn,
ango di nav mijada mey û mestbûnê de pir zarav, bêje, û
gotinên vê rêbazê anîne kar, da bibin şan û indêks ji vê
mestbûnê re, wekî ku dida xuyanê bê çawa bi meya hezkirinê
dildar evrazî astên bilind dibin, û digot:
Da em bi wê dil hey bikin
pê sîne dax û key bikin
sed menzilan pê tey bikin
ew dê di seyrê kit ilac (177)
lê bêhtirê zaravên ku hatine wateya sofîtî bidin vê
mestbûnê, evin: Ezel(bêber),Ebed(bêdawî),sermediyyet(bêberûdawî),evîn(hezkirin),haw,beqa(man),fena(neman),muşahedet(dîdarî),
mukaşefet(diyarbûn),
cemal(ciwanî),
heyret(matmayî),
zuhûl(sergeşteyî),
sofîtî,
cezbet(sur),suhbet(encûmen),
koşîn,
Arif (aşina),
murîd(suxte),
musafir(rewend),
sulûk(rêvingî).
Cizîrî
di mijada mestbûnê
de kete rêka
sofiyîtiya
musulmantiyê
de,
û
gelek
şan
û
Inêks
di helbestên
xwe de peydakirin,
bi akama danasîna
cewrê
mestbûna
xwe,
hin bi hîma,
hin jî
eşkere.ango
ew jî
wek sofiyekî
di du astan de digeriya
: asta wate
,
mînak,
û
derbîrên
mestbûna
berhest,
ku di helbestên
miletan de hatin peydakirin,
û
Cizîrî
jî
havilî
jê
kir,
lew bêjeyên
wan bi
şarezayî,
xistine kar,
û
asta wateyê
Sofîzmî
ku di helbestên
sofiyên
wek herdû
|êraziyan,
û
Hellac,
û
Ibn Elfarid,
û
Ibn El Erebî
de digeriyan,
tevî
ku ewî
bi rewanbêjî
wateyên
xwe wergerandine bizaveke hozanyarî
xurt
û
bala.
6
"الصوفية والسوريالية":أدونيس، بيروت، دار الساقي،1992، ص(106)
10
"الصوفية والسوريلية":أدونيس، ص(121)
11
"معجم المصطلحات الصوفية": الدكتور أنور فؤاد أبي خزام،
ص(188)
tirej.net/com/org