
Ezîz Xemcivîn
Pertûka bîranînên
Apo Osman Sebrî
Diyarî: nivîskar
Heyder Omer
Osman
Sebrî: Ev têkoşerê bi nav û
dengekî bilind û balkêş, bîrhatinên xwe bi rastiya herî rast
nivîsandine, yekem car sala 1988an li gel hevalekî em tevde
çûn mala kesayetiya netewî birêz Osman Sebrî, me berî wê soz
ji wî standibû, da em hevpeyivînekê li gel Apo bikin, bi şev
piştî êvareke hêmin em çend heval birêz Xweşnav, Hêja Çîçek
keça seydayê Tîrêj û Cemîl Tîrêj li gel hev em bi ber taxa
Nehas li navenda kurdan li qontara çiyayê Qasiyûn li bajarê
Şamê, bi derbasbûna me re em li Kewê birazeya Osman Sebrî
rast hatin, Kewê bi pêşwaziyeke şehnazî, rû bi ken em
gihandin hêwana mezin paşê destûr ji apo xwest da em derbas
bin bal wî; bi dîtina me gelek dilê wî şad bû, û bihna wî
pir fireh bû, dixwest ko herdem kurdan li mala xwe bibîne,
em jî ji xelkên Cezîrê bûn, apo weke bavekî li nifşê nû bi
xwedî derdiket, wek min li destpêkê jî got ko em çûbûn ewî
binasin û heger derfetê bide me em dê hevpeyivînekê li gel
wî bikin, pêşî ne bi dilê wî bû, lê me rewş ji wî re got ko
ne wek hevpeyivînê biderivîne; tenê em ji hezkirina wî
dixwazin li gel hev bi axifin, lew ew dilxweş bû û destûr da
me ko em tomara xwe bikar bînin….
Li Şamê mala Apo Osman bûbû navendeke
çandeyî bi dehan mêr û jin xort û keçên kurdan li Apo
vedihewiyan da ko ewan fêrî zimanê kurdî bike, li gel wilo
jî her kesên ko ew didîtin herdem pirs li ser jiyan, têkoşîn
û xebata wî dikirin.. Osman Sebrî di ewê kalbûna xwe, di
dawiya temen de jî bi kir û karên xwe dijmin ditirsand,
çimkî berî ewê hevdîtina me li gel wî bi çend salan; rêjîmê
nasname ji wî kişandibûn, ew bê nasnama hiştin, heçê Apo di
ewê demê de bidîta wê gelek li ber biketa ji ber pirî dema
xwe li ser nivînê dibuhirand, bê alîkarî nedikarî derkeve
derveyî malê, bi ser ewê rewşê de jî Hêzên
Ewlekariyê{parastin} dev ji wî bernedidan..!!

Apo Osman
Sebrî û Ezîz Xemcivîn sala1988an
Apo Osman ji tu kesî şerm, tirs û
veşartina rastiyê ne dikir, heger serê wî jî tê de biçiwa wê
rast bipeyiviya.. û ev ji wî re bûbû sedema gelek
astengiyan, lê bi Apo kêr nedikirin!!
Me gelek pirs nivîsî bûn, û me ew pir
westand, lê ciwanmêr pirsên me bi tevayî bersiv dan, lê dibe
ko hinek xwendevan bipirsin çima ew hevpeyivîn bi derng ket,
ez dikarim bibêjim ko hemû hevpeyivînên Apo Osman Sebrî
zengînin, lê pir dubare di pirs û bersivan de heye, derfet
jî wek evê dema han bi min re tunebû, li gel hin sedemên din
jî hebûn ko min ew hevpeyivîn belav nekir, ji ber em tev de
zanin pêvajoka Apo jiyana wî, jiyana konevanî, toreyî û
civakî lewra niha di evê pertûkê jî bêhtir bi firehî
peyiviye..
Li dûv ewê serdanê jî em gelek carên din
diçûn şevbuhêrka Apo, piştî demekê Apo nexweş ket, dostê min
xoşnav li gel wî çû bal dektor Apo gelek gazin ji pişta xwe
dikirin. Dektor piştî lê nerî û li rewşa wî a tendirustî baş
mijûl bû, ji Apo re got: apo dewsa lêdaneke kevin di pişta
te de heye û temenê wê jî ne kêm î bîst salan e… Apo got: ez
gelekî ramiyam, hat bîra min sala 1968an di zindanê de ez
ketim ber eskenceyeke giran de, hîngê ewan tawankaran ji her
alî de li min didan gelek pehîn li min ketin û lêdaneke zor
ez ji hiş xistim…!!
Berdewam dike û dibêje: piştî çend rojan
ez birim {îfadê} ango bersivdanê da ez li xwe û kirên xwe
mikur bêm… li dûv pirsên normal, Efser ji min pirsî: çi
nerîna te di partiya desthilatdar de ye: Apo got min bê tirs
jê re got: “zift” ango qîr e.. Efser dar lê hildide da ko li
Apo bide.. yê ber destê wî ewî dirawestîne û jê re dibêje
heyran ev bû çend roj em lê didin ev nerîna wî ye; hema lê
nede.. ê Efser ji Apo re vegerand û got: hûn kurd şofînî
ne.. bersiva Apo ji wî re ev bû; berevajî tu dipeyivî ên
desthilatdar ew şofînî ne, ne kesên weke me bindest..!!
Pertûka
Bîranînên Osman Sebrî
Pertûka Bîranînên Osman Sebrî, ji weşanên
weşanxaneya Aram e, li Stanbolê hatiye çapkirin. Li gor
naveroka pertûkê ev navûnîşanên wê ne:
-Bûyîna min,
-Têkoşer û xemxurekî ziman û gelê
kurd,
-Osman Sebrî
Bîranên Apê Osman
Sebrî,
şûreş, Eşîr, Malbat, Bûn û biçûkiya
min, Berve xortaniyê, Felişîna şûreşê, Dûmahîka şûreşê, Heft
rojan polîs li ser şopa min, Ramana bê havil, Reva bê
armanc, Mehkema istiqlalê û xiniziya Bedirê Paşê, Mehekê li
zindana Diyarbekirê, Mehkema Cemîlê Çeto, Mehkema
me,Wesiyet, Li rêya sirgûnê, Heftê û sê rojan li zindana
Edenê, Sê mehan li zindana Qoniyê, Sal û nîvekê li zindana
Denizliyê, Du bendî, Bêbextî, Vegera welêt, Rewşa malbatê û
êrdimê, Xinizî, Berve xebata welêt, Kuştina Bedirê Paşê û
çûna Sûriyê, Berve rastîne tal, Silo Begê kî ye?, Çûna
Reqayê û tevgera 1930, Ilyas Dêrikî kî ye…
Ez navêm derbasî naveroka pertûkê bibim;
lê divê li ser çend xalên giring birawestim:
Pertûka {Bîranînên Osman Sebrî} ji aliyê
weşanxana Aram de hatiye çapkirin, li rûpela 7an nivîsek
hatiye nivîsîn li bin navûnîşanê{ têbîniyên weşanxanê} li
dawiya wan kurte têbîniyan yên ko min tu têbînî di wan de
nedîtin tenê gotine"
Osman Sebrî di sala
05.01.1905an de li navçeya Narinceyê hate dinê.!
Ev hevok bi tevahî ne wek ko Osman Sebrî
di rûpela 9an de li ser xwe nivîsiye.. Apo dibêje:"
di roja
7.1.1905an da li gundê Narincê hatime dinê…!!??
Li çend pelên pêşî kurtejiyana xwe berçav
dike, di piçûkaniya xwe da barê mal û eşîra xwe hilgirtiye,
dema bavê wî çûbû ser dilovaniyê temenê Apo 16 sal bû, li
gel apê xwe Şukrî ma; bi kar û barên eşîrê radibûn.. li dûv
têkçûna şoreşa Şêx Seîdê Pîran malbata Apo dijî hikûmeta
Tirk şer kiriye, di encam de du apên wî bi dar ve bûne, û ew
jî du sal kêm mehekê tê zindan kirin..
Cara diwem heft mehan dikeve zindanê, di
24/12/1929an ji ser xetê diçe bin xetê ango tê perçê
kurdistana piçûk.. li wir jî li gel partiya Xoybûnê du salan
xebatê dike…
Li ser girtina xwe dibêje ko li navbera
salên 1926an ta sala 1972an 18 caran ketiye zindanê û sê
carî sirgûn bûye..
Di derbarî çîrok û
helbestnivîsînê de wisan nivîsandiye:
“ di piçûkaniya xwe da min ji
çîrokan hez dikir, çîrokbêjek li ku hebûya min di şande dûv
wî, an ez diçûm da li çîrokên wî guhdarî bikim. Heçî çîroka
kurt hinekî bi min re derdikeve, lê a dirêj ez peyayê wê
me…”
“Piştî hindek mezin bûm mêldariya
helbestê li bal min çêbû, lê mixabin ji dîwana Melayê Cezîrî
û Mem û Zîna Ehmedê Xanî pêve helbestên kurdî li nik me
tunebûn. Lê min helbestên turkî pir xwendine …”
Filaş:
Birêz Berken Bereh ewî jî gotareke xwe ya
li sala 2003an li kovara vesta, gûz-payiz, ji pertûkê re
weke pêşgotinekê nivîsandiye; lê mixabin li gor min pertûk
bi tevayî li gel pêşgotina Berken
xwend; ji min re hat xuyakirin ko Brken Bereh pertûka Osman
Sebrî nexwendiye, çimkî pir cêwazî di gotina wî û Apo de
heye nimûne:
Berken gotiye: Osman Sebrî di roja
7/1/1905an de li gundê narincê hatiye dinê {R9}.
Di nerîna min de yê pêşgotina pertûkê
ji aliyê weşanxanê de nivîsandiye, ew jî Berken Bereh bixwe
ye.!!
Berken di rûpelê 15an de daniye: Osman
Sebrî û herdu mamên xwe û êla wan alîkariya şoreşa Şêx Seîd
kirine..!!
Osma Sebrî di pertûkê de daniye: “di
dawiya sala 1924an da dema Şêx Seîd bi şoreşa xwe rabû,
hîngê min tiştek li ser gelê kurd û gelparêziyê ne dizanî
{R10}
Berken dibêje: “Osman Sebrî heta çû
ser dilovaniya xwe ji ber xebatên xwe yên siyasî duwazdeh
caran hate girtin”{R16}
Osman Sebrî dibêje: “di navbera salên
1926-1972an da 18 caran ketime zindanê û sê carî sirgûn
bûme.. ” {R12}
* *
*
Têbînî:
Di dema min li ser evê pertûkê dinivîsand
hevalekî ez li ser xalekê giring hay kirim; ew yek jî ko ev
pertûk li sûriya xwendiye û nivîskar Dilawerê Zengî pêşkêş
kiriye; li gel ko ewî gazin kirine an ji weşanxaneya Aram
dilsar maye.. çimkî li gor gotiona Dilawer ko ev karê
giranbuha ji danheva wî ye, û weşanxanê ev xal ne aniye
ziman…
Derbarê evê mijarê min emailek ji birêz
Dilawer re şand da em nerîna wî jî bistînin, lê mixabin
nizanim ne emaila min negihayê; an jî gihayê û di ser guhê
xwe re avêt, dîsan bang ji bo wî heye armanca min ji evê
yekê jî da ko mafê kesekî winda nebe, û xwendevan jî rastiya
evê mijarê binasin; tev ko Dilawer bi evê ramanê ji bilî xwe
re baweriyê pê nake, lê divê rastî jî bête xuyakirin..
Ji ber ko li pêşiya pertûkê weke bi dizî
navê {Hoşeng Sebrî} hatibe nivîsîn ne bi nivîseke beloq û
eşkere ye… tiştê din jî ko li evê pertûkê balkêş e rûpelê
dawî gihaye 170 û ev xêza dawî ye: Xalis mirovekî
xweşpeyv bû û dostanî zûka di nava me de çêbû….R170
Li dûv evê xêzê tiştekî din nehatiye
nivîsandin, bê ko bê nîşan kirin jî pertûk kuta bû an na, an
beşekî din heye û an paşgotinek hebe dawiya evan bîranînan
pêk diyar bibe..!!
28/9/2005
Ezîz Xemcivîn
tirej.net/com/org