
Xalis Misewer
Hevpeyvîn: Qado Şêrîn
Hevpeyivîn hêjayî
xwendinê ye, bixwîne dako tu xwe nas bikî...
* rewşenbîrê Kurd çanda xwe bi
giranî mîna meşa reqê, li pêş dixe.
* Rewşenbîrê kurd ji xwendinê bêhtir dinivîse.
* rexnevan ji qesid kesayetiya nivîskar derdixe ber neynika
rexnê.
*helbesta
kilasîk, piştî Cegerxwîn hê koça bi temametî ranekiriye, lê
ber bi dawiya xwe ve diçe
* Helbesta nûjen hê li ser lingê xwe baş nerawestiyaye û
cihê xwe hê dinav me de baş negirtiye.
* di civakeke ne azad de, wêje û helbestên wê civakê li gorî
demê, nikarin xwe li pêşxin.
* gava
helbestvan nikaribe helbesta xwe bi hesteke bilind biguhêze
xwendevanê xwe, û xwendevan li ber bayê wê neyê hejandin, wê
çaxê ew pirsgirêkekê helbesta nûjen zêde dike.
* Lê ne mîna nerîna wî zimanzanekî Kurd ku berya çendakî li
ser ekrana (roj tv), zimanekî fermî ji Kurda re pêwist ne
didît.
* bi demeke ne dirêj ve, wê her zaravek li cihê xwe bibe
zimanekî fermî, wek çilo Latînî ji hev ket, û bûne firensî,
espanî, italî.....hwd.
* bi rengekî
giştî çand û wêjeya Kurdî hê ne ligorî xwestekê dibînim.
* gelek gazinên me ji Kurdên derveyî welêt hene, li gorî wê
azadiya zêde hê sitêleke wêjeyî xas bi xwe ava nekirine.
* em
tilivizyona Kurdî – bi rengekî giştî- hê wê ne li gorî
xwestekê di pesinînin, ango bûyer û pirsgirêkên Kurdî, di
ekranê wan de bi xurtayî nayêne xuyakirin.
* sînorên
dijminan di navbera Kurda de çandine, bi yekîtiya ziman têne
rakirin.
* rewşenbîrê
bi zimanê xwe hê nizane binivîse, û hê xwe fêrî ziman
nekiriye, wî çaxî nexeme bi çi zimanê biyanî dinivîse bila
binivîse
1-ji bo xwendevanên malpera me li
derveyî welêt û li seranserî Kurdistanê te nas bikin, gelo
Xalis Misewer kiye?, çi dinivîse û çi berhemên wî hene?.
Berî hertiştî ez spasya te û ya malpera Tîrêj û hemû
xebatkarên wê dikim, ku di îro de ev malper bûye, dengê çand
û rewşenbîrya Kurdî, û gelek delal û hêjaye.
Ji bo
nasnama xwe ez wuha dibêjim: Ez li bajarê Qamişlo, li
dibistana bi navê Erebistan, mamosteyê cuxrafiya me, ji mêj
ve ez bi zimanê Erebî dinivîsim, û ji demeke ne nêzîk ve, bi
Kurdî jî dinivîsim, lê min gotar û berhemên xwe ji ber gelek
zehmetya ne diweşandin. Ez nuha di malper, û govar, û
rojnemeyên Kurdî û Erebî de jî, çi li derveyî welêt çi li
hundrê welêt diweşînim û belav dikim. Gelek nivîsandinên min
ji zû ve, destnivîs mabûn, mîna çîrokên folkilorî, şano,
dîrok(Tarîx) û meytolociya, lê mixabin ji ber zordarya berê,
ku bi ser me de dihat, ew nebedîbûn yan hatin şewitandin.

Pirtûka
seydayê (Cegerxwîn) ya binavnîşana (Tarîxa Kurdistanê) bi
herdû beşên xwe ve, ku bi Kurdî hatine nivîsandin, min
wergrandine zimanê Erebî, ew jî çap bû û belav bûne, pirtûka
şoreşgêrê Kurd (Hesen Hişyar serdî) ya bi navê( dîtin û
bîrhatinên min) ji Kurdî min ew jî wergerandiye Erebî, lê hê
destnivîse çap nebûye, pirtîkek jî bi zimanê Erebî bi navê
(El- iqtîbas welcins fittewrat) min bi zimanê Erebî daniye û
çap bûye, pirtûkek rexneyî ku bêhtirê wê ji wan gotarên di
malperan de hatine weşandin, hê dest nivîse û li ber çapêye,
û projeyin hin pirtûkên li ser foliklora Kurdî, û yek jî li
ser dîroka rojhilata navîn ya herî kevnar, û gelek gotarên
rexneyî li ser berhemên nivîskarên Kurd û yên Ereb jî hene,
û hin jî hatine weşandin. Gotar û berhemên min, Bêhtir bi
bûyer û pirsgirêkên Kurdî ve girêdayîne. Xebata min ya
rewşenbîrî – bêhtir- di warê foliklora Kurdî, û rexneya
wêjeyî, bi zimanê Kurdî û bi Erebî jî dinivîsim. Dîsanê ez
bi dîroka rojhilatanavîn, û ya islamê, û bi mîtolocya û olên
kevnar ve jî mijûlim .
2-li rojavayî Kurdistanê rewşa
çand û wêjeya Kurdî di çi radeyê deye?, tu çawa dinirxînî?
Bêgûman ez karim bêjim: Ku çand û wêjeya Kurdî di virada,
mîna dareke nûçandîye, rehê wê hê baş erd negirtine, û bejna
xwe hê baş rastnekireye, lê evna nayê wê wateyê, ku hin
bejnên wêjeyî û helbestî yên dirêj, li vira derneketine, lê
ew jî pir kêmin. Ji ber ku rewşenbîrê Kurd li vî parçê
Kurdistana rojava, çanda xwe bi giranî mîna meşa reqê, li
pêş dixe, xwendinê û nivîsandinê bi hev re nameşîne, ango ji
xwendinê bêhtir dinivîse. Ji niviskarên Kurd re, nemaze ji
yên biyanî re - weke ku tê xwestin - evqasî naxwîne, yan jî
kêm berhemê wan nasdike. Lê ez di bêjim: Ku pêşerojeke baş
ji wêjevan û helbestvanên Kurd re bi lez tê, lê ew kesên
akadîmî li vira gelekî dernakevin, ji ber wilo û ji ber
çavdêrya hukûmetê jî, pêşketineke hêdî hêdî, lê ne li gorî
xwestekê li vira ava dibe.
3-ko rexnevan û lêkolîner tunebin,
gelo çand û wêje dikarin bi şêweyekî zanistî bi pêşde herin?
Spas ji vê pirsa zîrek û giring re. Bi rastî – mîna misrî
dibêjin - ez bi devekî tije dibêjim ...Na... tu çand û tu
wêje, li bal hemû milletan, bêyî rexn û rexnevanan, tucara
li pêşnakevin. Divabe -nemaze rewşenbîrê Kurd- vê peyvê bi
morîk ke û bi guhê xwe ve darveke, û vê bûyerê baş nasbike,
û rexnê li berhemên xwe qebûlbike. Çimkî ku rexne ji wêje
û helbestê re, mîna wî çakûçê ku wê şîşa xwar rast dike, pîs
û baş, çê û xerab, ji hev cuda dike. Lê mixabin hin kelem
li ber rexnê, li ba me Kurda bi xurtayî derdikevin, ew jî
ewe, ku rewşenbîrê Kurd hê rexnê li ser berhemên xwe qebûl
nake û napejirîne, ji alîkî din ve, rexnevan jî di vê babetê
de, hefqasî ne zêde hişyare, yan jî carna ji (qesid) ve zêde
dide ser devera kesayetiya nivîskar, pirê caran ne berhemên
wî derdixe ber neynika rexnê, lê kesayetiya wî, ji xwere
nîşan û armanc digre. Ango pirsgirêka rexnê nemaze li ba me
Kurda, ji nivîskar û ji rexnevan herduwan dertê.
4-Hin
kes dibêjin ko helbesta kilasîk li ba Cegerxwîn bi dawî hat,
û Cegerxwîn jî koça dawî kir, îca ew ên bi dû Cegerxwîn de
ka em çi ji wan bikin?
Weke ku dibêjin: Wêjeya kilasîk bi ricîma fiyûdalîzmê ve
girêdaye, lê ez gumandikim ku bermayên helbesta kilasîk,
piştî seydayê Cegerxwîn jî, hê li ser vê gastînê têne
xuyakirin, ango hê koça xwe bi temametî ji nav dilê
nivîskarin me ranekiriye, lê bêguman ew jî biber dawiya xwe
ve diçe, hebûna helbesta kilasîk, ku bi ta vê demê kişandiye,
ew jî jiber ku tasîra wêje û helbestvanên kilasîkê yên
kevnar, mîna (Seydayê Cegerxwîn), li helbestvanên me hê jî
xweş xuya dike. Em nikarin di vê babetê de li ser wêje û
helbestvanan ferzbikin, ku çi pinivîsin çi ne nivîsin,
kilasîk yan ji bilî kilasîk, ez bawer dikim gereke
helbestvanên Kurd jî, mîna her helbestvanên cîhanê, di vê
demê de, derî û pencerên xwe ji bayê nûjenyê re bi xurtayî
vekin, lê bêguman divabe ku nûjenîyeke, bêhna qada welat û
civaka Kurdî jê were, û naveroka wê, bi hesteke bilind ji
kaniya dilê helbestvanê Kurd û giyanê wî bê kişandin.

5-Helbesta nûjen, gelo
cihê xwe di nav me de girtiye?, an hîn dem jêre divê..
Mîna me got, gereke helbestvanên Kurd bi bal helbesta nûjen
ve herin, û dirin jî, ji bo wilo, birastî em dinêrin ku
helbesta nûjen li vî parçê ha di warê rabûn û pêşketinê deye,
lê li ser lingê xwe baş nerawestiyaye û cihê xwe hê dinav me
de baş negirtiye, û demeke baş jêre divê, ta bi radeyeke
baş, cihê xwe dinav dilê mirovê Kurd de bigre, ev tişt jî
gelek sedem jêre hene, ya herî mezin jî bindestiye, ew jî
pir diyare, ku di civakeke ne azad de, wêje û helbestên wê
civakê li gorî demê, nikarin xwe li pêşxin, ango helbesta
Kurdî bi rengê stêlekê (medresekê) cuda li vî parçê rojava
hê xwe diyarnekiriye, gelek helbestvanên me, hê sitêlin
helbestvanên kevin dişopînin, û yên bi Erebî jî dinivîsin
sitêlin helbestvanên Ereb dişopînin. Ji ber wilo vî tiştî ne
hiştey rivîna hestên helbestê, bi dijwarî xwe berde nava
mirovên civaka Kurdî de. Bêgûman ez vî tiştî mîna kêmayî ji
helbestvanê me re nabînim, çimkî evna gavin rastin, di
destpêka rabûna helbestê de, li cem hemû milletan jî wuha
heye, lê em hêvîdarin ku evna gavin pir mezinin, bi bal
helbesteke nûjen, û xwedî sitêleke resen û cuda têne
avêtin.
6-Pirsgirêka helbesta
nûjen di ku deye ta ko xwendevanên wê hindikin? Di ziman,
ferheng, gotina zor, şêweyê nivîsandinê, zarav an di sînoran
de ye, çima li guhê xelkê xweş nayê?
Ji bilê tiştên me dabûne xuyakirin, pirsgirêkên helbesta
nûjen li ser asta Kurdistanê bigiştî, ji vanên
te jimartine bêhtirî xwe, şêweyê nivîsandinê, û zarave, û
sînorin jî. Lê di vê helwestê de divabe em rola helbestvan
jî ji bîrnekin, gava helbestvan nikaribe helbesta xwe bi
hesteke bilind biguhêze xwendevanê xwe, û xwendevan li ber
bayê wê neyê hejandin, wê çaxê ew pirsgirêkeke helbesta
nûjen zêde dike, lê li ser asta herêmî
pirsgirêk – tevlî sûcdarya helbestvan – ew bi ferheng û
gotina zor ve tê girêdan, lê herdem divabe em sûcê xwendevan
jî ji bîrnekin, dema hê baş xwe fêrî zimanê Kurdî nekiribe,
yan jî rewşenbîrya xwe li gorî demê li pêşnexistibe, û guhek
mozîkî ji xwe re perwerde nekiribe, û bingeheke rewşenbîrî
ji xwe re baş ava nekiribe, wê çaxê xwendevan nikare xwe
bigihîne asta nivîsandina helbestvan, û wateyên helbestê di
serê wî de xweş nayêne meyandin. Û muzîka wê li awê guhê wî
xweşnayê.
7-Ziman bi hemû
zaravayên xwe dikare çi rolê bilîze ta ko rihê xelkên
Qamişlo, Amed, Hewlêr û Mihabadê ber bi hevûdu ve nêzîk û
şêrîn bike, sînoran nehêle û berhem bêne xwendin?
Di vê babetê de ez dikarim wuha bêjim: Berya hertiştî,
dezgeheke zanistî bi navê (Korê Zimanê Kurdî) di îro de
pêtiviye (pêwîste), ku ji herçar parçê Kurdistanê zanyarên (fîlolocî)
ango zimanzan, cihê xwe di vê dezgehê de bigirin, dibe mîna
vê dezgehê li Kurdistana Iraqê hebe, lê nûnerên wê ji herçar
parçê Kurdistanê cihê xwe tê de ne girtine. Piştî ava bûna
vê dezgehê - mîna me dabû xuyakirin jî – gereke nûnerên wê
zaravekî Kurdî, mîna zimanekî fermî, ji herçar parçeyê
Kurdistanê re hilbijêrin. ku ew zarav ji hemû Kurda re bibe
zimanê fermî, di dibistan, rojneme, govar, û medya Kurd de
bikar bê. Û hemû Kurd pê bixwînin û binifîsin, bila zaravên
din jî, ji zimanê fermî re alîkarbin. Zaravên gelek di
zimanekî de, bêgûman ne
bûyereke nêgetîv tê hejmartin, ji ber ku hebûna van zaravan
digel zimanekî fermî de, wê (fêdayeke) mezin li zimanê fermî
bike, ji ber ku her ziman bi zaravên xwe fireh û zengîn dibe,
ango çaxa peyvek ji zimanê fermî re lazimbe, ji dêlva ku ji
zimanê biyaniya wê peyvê bibe, wê ji beşên zaravên Kurdî
bîne. Nimûne: Di zaravê kurmacî de peyva Erebî (qelem) em
bikar tînin, lê em karin, ji dêlva wê ve peyva (pênûs) ji
zaravê soranî bikar bînin....Lê ne mîna nerîna wî
zimanzanekî Kurd ku berya çendakî li ser ekrana (roj tv),
zimanekî fermî ji Kurda re pêwist ne didît, dêmeke ez
xetereke mezine dibînim çaxa ev hemû zarav bi tena xwe, û
bêyî zimanekî fermî hebin, ji ber ku bi demeke ne dirêj ve,
wê her zaravek li cihê xwe, bibe zimanekî fermî, û mîna
milletên latîn li nav me Kurda çêbibe, ku di demekê de, hemû
bi yek zimanî di peyivîn, lê hin bihin zaravên wan ji hev
cuda di bûn, û piştî demeke ne pir dirêj, civakên wan ji
aliyê ziman ve dûrî hev diketin, û her zaravek ji milleteke
latînî re, bi bû zimanekî fermî, û bi vî hawî milletê latîn
ji hev ket, û bûne, firensî, espanî, italî.....hwd
8-tu rewşa çand û wêjeya
Kurdên rojava hin li derveyî welêt û hin jî li hundirê welêt
çawa dinirxîni?
Bi rengekî giştî li rojavayê welêt çand û wêjeya Kurdî, di
demeke pêşketinê de dibînim, çi li hundirê welêt çi li
derveyî welêt, rojbiroj gavên xwe pêşde davêjin, tu
cudabûnek mezin di navbera pêşketina herdû aliyan de nayê
xuyakirin, lê li derve û li hundur jî, ev pêşketin – tevlî
ku bejnin wêjeyî dirêj jî hatine xuyakirin - lê bi rengekî
giştî çand û wêjeya Kurdî hê ne ligorî xwestekê dibînim, çi
di warê çap û weşanê de, û çi di warê naverokê de, ji ber ku
pêşketina çandê û wêjeyê û helbestê jî, herdem bi pêşketina
civakê ve girêdaye, pêwendiyeke (diyalektîkî) dinavbera
herdû pêşketina de heye.

Ji bilî wilo jî, li hundrê welêt kelemên
mezin di riya çand û wêjeya Kurdî de derdikevin, ew kelem jî,
ji aliyê hukûmeta desthiladare ve dertên, ku desthilatdar
nahêle Kurd govar û rojneme û berhemên xwe çap û belav bikin.
yan jî grêdanekê mîna yaneyên rewşenbîrî dinav xwe de ava
bikin, yan jî berhemên rewşenbîrên parçên din ji Kurdistanê
bigihîjin hev...hwd. Ji ber wilo, li hundurî welêt gavin
pêşketineke çand û wêjeyî hêdî hêdî têne avêtin. Ango çemê
çand û wêjeya Kurdî di herike, û tucaran nema tê rawestandin.
Lê gelek gazinên me yên biratî, ji Kurdên
derveyî welêt hene, ji ber ku çand û wêjeya Kurdên derveyî
welêt em dinerin, li gorî wê azadiya zêde li wira, hê
sitêleke wêjeyî xas bi xwe, mîna koçberên Ereba ku (El-
edebilmehcerî) ango wêjeya koçberî, û ne dîsanê mîna wan jî
ku (El-rabîte- Elqelemiye) ango girêdana qelemî, li welatê
koçberya xwe ava kirine, hê Kurda evtişt li derveyî welêt
pêkneanîne, nebese wilo jî, min carekê gotarek di vê babetê
de nivîsîbû, gotibû û dîsanê dibêjim: Di vê gastina Europpa
ya ku bi ferehî ji çand û xwendinê re hevqasî vekirîye,
xelkên hundirî welêt, bi hesretin ku zarwên xwe bi mal û bi
pera li wê gastîna ya vekirî û azad bi xwendin bidin, lê
mixabin em dinerin, ku Kurdên derveyî welêt mîna koçberên
felestînê – li gorî tê xwestin- ew bawernameyên bilind –
weke ku tê xwestin- ji xwe re qezenc nekirine. Ango – tevlî
ku em dizanin hin pirsgirêk li wira hene jî – lê ew kesên
rahiştine bawernameyên mîna macistêr yan doktora gelekî
kêmin. Lê em dîsanê xwendineke bilind bawernameyin bilind,
çand û wêjeyeke pêşketî, ji wan di xwazin. Û em spasiya wan
dikin, ku bi tilivizyon û malperên xwe, di xizmeta siyaset û
çand û rewşenbîrya milletê xwe dene, û kullekeke (pencereke)
çand û rewşenbîrî dane vekirin, ku ronak û rewşenbîrên Kurd
bêhin û nefesa xwe ya çikyayî têre derêxin.
9-Rola Internet di hemû
hêlan de çiye?, medya Kurdî, Tv, malper, radyo, rojname û
kovaran çawa dinirxînî?
Em bi hemû beşên medya Kurdî ve gelekî dilşad û kêfxweşin.
Birastî intirnet û malper di warê çand û rewşenbîrya Kurdî
de roleke pir giring dilîzin. Û di çaxê ku kesekî deryê
çapemenya xwe li ber belavkirin û weşandina berhemên çand û
rewşenbîra Kurdî venedikir, wê çaxê intirnetê û malperan
derî û şibakene pir fireh ji rewşenbîrên Kurd re divekirin,
û pêşketineke pir mezin di warê çand û rewşenbîrya Kurdî de
pêkdihat. Ez gelekî bi mlperên
Kurdî kêfxweşim û dibêjim: Anha malperên Kurdî, bi
rola rojneme, govar, û dibistanan jî dirabe, malperên Kurdî
– ji bilî ku pencere û kullekin ji bêhna rewşenbîrê Kurd re
jî – dîsanê dibin mîna neynikê, ku hemû kevin û nûyên xwe ji
hêla siyasî, folklor, ziman, û çand û wêjeyî jî, milletê
Kurd tê re bibîne. Bi vî hawî hişyarîyeke mezin di nav milet
de tê afirandin, û pirsgirêk û astengiyên ku li dor Kurda
têne pêçan, ew jî di riya Internetê de digihê çarnikarê
cîhanê, û ji xelkê re zor û sitemkariya li wan dibe bi
milletên cîhanê dide nasîn.
Tilivizyona Kurdî jî, dikare roleke
pirmezin û pir gring, di warê hişyariya Kurdî, û fêrbûn û
yekîtiya ziman de bilîze, lê tilivizyona Kurdî – bi rengekî
giştî- hê em wê ne li gorî xwestekê di pesinînin, ango
bûyer û pirsgirêkên Kurdî, di ekranê wan de bi xurtayî
nayêne xuyakirin, hevpeyvîn û rave û şîrovekirina bûyerên
gerim, yên li ser gastînên Kurdî û yên li rojhilatanavîn û
cîhanê jî, ku bi bûyerên Kurdî ve girêdayîne, zêde cihê xwe
di van ekrana de nagirin, pirê dema wan bi govend û dîlanan
derbas dibe, nemaze tilivizyonên Kurdistana Iraqê, ku asta
weşanên wan ne ligorî germ bûna demê, û wan bûyerên rojane
ku li Iraqê gurr di bûn.
Rojneme û govarên Kurdî jî, dikarin roleke
mezin, di warê çand, û siyaset, û rewşenbîrya Kurdî de
bilîzin, lê ne mîna Internetêne weşanên wan fireh belav
nabin, ji ber ku hakimiyeta hukûmetên destlatdar di hundirê
welêt de, li ser wan heye, û ji alîkî ve jî, ew xwendevanên
Kurd yên bi zimanê xwe zanin bixwînin û binivîsin pir kêmin,
lê di vê çarçûvê de, rojneme û govarên ku li derveyî welêt
têne weşandin, dikarin roleke bêhtir di vî warî de blîzin,
lê ew jî li wira ne mîna hundurê welête millet heye, ev tişt
dihêle ku tasîra wan di çarçûveke teng de bigere. Ji ber
wilo ez dinerim, ku di warê siyaset û rewşenbîrya Kurdî de,
rojname û govarên Kurdî, hê cihekî xwe yê baş di nav millet
de negirtine. Wuha jî radio dikare, di warê çand û ziman û
hişyariya siyasî de baş bi rola xwe rabe.
10-Jixwe ziman merovan
ava û perwerde dike, dîrok, helbest..rabûn û rûniştina me bi
ziman re, sînorên cugrafî hene, sînorên zaraveyan hene, ji
bo ko em 40 melyon kes bê sînor bijîn çi ji bo me divê?
Evna tiştekî raste ziman merovan ava û perwerde dike, ango
ziman cihê fikir û ramana milletaye, zanyar dibêjin: Ku tu
bi çi zimanî bi axivî, tu bi ramanên milletê wî zimanî jî di
rame, ji ber ku fikir û raman di riya ziman re têne guheztin,
nifşek mirov disipêre nifşekî din. Lê ez ne wilo bitenê li
ziman dinerim, ziman nasnameye, giyanê mirov û milletaye,
çaxa giyan diçe mirov jî vê re diçe, nasnama xwe jî vêre
wendadike.
Bêyî ku gellekî em bidinûbistînin, ez
dibêjim û herkes jî dizane: Ku ev sînorên dijminan di
navbera Kurda de çandine, bi yekîtiya ziman têne rakirin,
ango gava li dibistanan zarokên me bi wî zimanê xwe yê fermî
perwerde bibin, wê çaxê sînor ji orta milletê me radibin. Lê
çawa wê ziman bibe yek. Ew jî – mîna me gotibû – dîsa jî em
dibêjin: Divabe zaraveke ji herdû zaravên Kurdi ku piraniya
Kurda di îro de, bi wan di axivin û dinivîsin, ango yan
kurmanciya jorî (Behdînanî), û yan jî ya jêrî (Soranî) ji
herduwan yek bê hilbijartin, û ji herçar parçê Kurdistanê re
û ji hemû Kurda re, bibe zimanê fermî, û zaravên din jî bila
di cihê xwe de, mîna zaravin herêmê bimînin, bi tena xwe ji
axaftinê re bimînin. Ez guman dikim wê çaxê sînor di nav me
de namînin
11-Ji bo zimanekî
standard, çi gereke, ferhengek gereke, rêziman û alfabek yan
hin tiştên din?
Berya her tiştên te jimartine, dîsanê dibêjim: Ava bûna
dezgeha (korê zimanê Kurdî) , û zimanê hilbijartî yê fermî
tê, wê demê wê elfebêyek, ferhengek, û rêzimaneke tekûz jî,
ji wî zimanê fermî re divabe bêne danîn, di dibistanan de
werê xwendin û di medya Kurdî de bê weşandin, bêguman wê
çaxê ne bi tenê zimanekî standard ji Kurda re tê danîn, lê
wê hemû sînor û pirsgirêkên ziman jî, ji nav me Kurda bi
hesanî rabin.
12-Tu çi alfabeyê rast
dibînî û çima?
Bê virdewirde dibêjim: Elifbêya bi tîpên latînî bêhtir rast
û duriste ji zimanê Kurdî re dibînim, ji ber ku di zimanê me
de, peyvên bi tîpên latînî têne nivîsandin, ji aliyê wate û
mozîkê û deng ve, bêhtir li ber guhê xwendevan xweş tê, û di
mejiyê wî de cihê xwe baş digre, dûvra jî tîpên
Erebî ji milletên ku bi koka xwe Samîne hatine danîn,
û zimanê me jî bi koka xwe dûrî yê wan e, lê tîpên latînî ji
milletên latîn re hatine danîn, ku zimanê me û yên wan bi
koka xwe yekin, çi ji zimanê wan re li hev bê, ji zimanê me
jî re li hev tê. Ji aliyê nivîsandin û rêzê ve jî, rêza
latînî bêhtir bi hev ve girêda ye, û ji ya Erebî bêhtir bi
hesanî tê xwendin.
13-Ta çi radeyê medya
Kurdî dikare zimanekî standard peyda bike?
Di nerîna min de, zimanekî standard, ne ji medya Kurdî
destpêdike, lê bêguman rola medya Kurdî piştî hilbijartina
zimanekî fermî destpêdike, ji ber ku divabe medya bizanibe,
wê bi çi zaravê ku ji hemû Kurda re, zimanekî fermî hatiye
hilbijartin, weşanên xwe pêkbîne, di vê çarçûvê de, ango di
warê yekîtî û belavkirin û fêrbûna vî zimanê yekbûyî de, wê
medya Kurdî karibe, roleke serekane û pir mezin bilîze.
14-Tv, radyo, rojname,
kovar, Internet….çawa dinirxînî?, û ta çi radeyê me Kurdan
li ser helwesta rast perwerde dikin?
Ez bawer dikim, ku hemû hokarên te jimartine, ewna hokarên
weşanê yên serekene di cîhanê de, û li bal Kurda jî rola wan
pir mezin û giringe, evna mîna şûr çekeke bi dû alîye, ku tu
di cihê rast de bi kar neyne, wê berya herkesî xwediyê xwe
bide erdê, lê rola herî giring di nerîna min de, rola
Internet û tilvizyonêye, ji ber ku li hemû çarnikarê cîhanê
weşanên wan belav dibin, û ez dibêjim: Ta radeyeke pir
bilind, rojname, govar nemaze Internet û tilivizyon, dikarin
cemawerê Kurd hişyarbikin, û li ser ronakeke welatperwerî,
çand, û rewşenbîrî, û siyaseta rast û durist, temaşevan û
guhdêr û xwendevanên xwe perwerde bikin. Lê em hêvîdarin ku
hemû Internet û tilivizyonên Kurdî yên pir delal, ku rêz û
hurmeta me ji war e heye, û gllekî em bi wan kêfxweş û
serbilindin, ku kesatiya Kurdî di wan de, cihê rêz û
kerametê be. Ji ber ku Internet û tilivizyona Kurdî, mîna
neynikêne, wêneyên kesayetî, wêje, rewşenbîrî û çand, û
rewişta Kurdî, têre ji xelkê ve têne xuyakriin.
15-ji bo amadekirina
salvegera mehrecana helbesta Kurdî li rojavayî Kurdistanê,
çi kar û xebat têne kirin?.
Li gorî ez zanim, vê salê hê tiştek ji bo mehrecanê nehatiye
xuyakirin, û tirs heye ku dewlet hineke pirsgirêka di wê
navê de derêxe, ji ber wilo, hê tu kar û xebat ji salvegera
mehrecana helbesta Kurdî re, ta vê gavê nebûye.
16-tu ji berhemên ko li
rojavayî Kurdistanê derdiçin raziyî?.
Bêgûman bi rengekî giştî dibêjim: Berhemên vî parçê rojavayê
Kurdistanê- çi ji alî hejmartinê de, çi ji alî naverokê de-
hê li gorî demê û xwestekê xwe ne xemilandine, û hê cihê
xwe baş negirtine, tê xwestin ku danyar û rewşenbîrên me,
xwe bêhtir li pêşbixin, nemaze di warê dîrok û ziman, wêje û
helbesta Kurdî de. Berya hertiştî gereke wêje û helbestvan,
gelekî berhemên wan Kurdên navdar baş bixwînin, û yên
milletên hawîrdor jî, çi Ereb, çi Faris, çi Turk, û ji yên
Europî jî bi xurtayî bixwînin, ji ber ku rewşenbîrên me,
gelekî dinivîsînin lê kêm dixwînin. Ev hawe jî tasîra xwe li
ser gastîna nivîsandin û rewşenbîryê ne baş di de, ji ber ku
pêwendiyeke diyalektîkî di navbera nivîsandin û xwendinê de
heye, xwendineke gelek = nivîsandinek resen û bi wate, lê
xwendinek kêm = nivîsandinek bê wate derdixe. bi vî hawî,
nivîskarê Kurd dikare hest û xeyalê xwe bilind bike, û çanda
rewşenbîrya Kurdî, li vî parçê piçûk li pêşbixe.
17-hin Kurd bi Erebî
dinivîsin, berheman bi Erebî dinivîsin û diweşînin, tu van
berheman cawa dinirxînî?, gelo tu wan li ser çi refikî
dideynî?
Tevlî ku dibêjim: Gereke her rewşenbîrekî Kurd, bi zimznê
xwe binivîse, û yê bi zimanê xwe nizanibe jî, divabe – zû ne
dereng- xwe fêrî zimanê xwe bike, û pê bi peyive, bixwîne û
binivîse. Lê bêguman rewşenbîrê Kurd, yê bi zimanê xwe hê
nizane binivîse, û hê xwe fêrî ziman nekiriye, wî çaxê
nexeme bi çi zimanê biyanî dinivîse bila binivîse, bi mercên
ku naveroka berhemên wî, bêhna xaka Kurdistanê jê bifûre,
wêne û bûyerên welatperweryê di naveroka wan de xuyabikin, û
êş û pirsgirêkên Kurda derman bikin, wê çaxê em rewşenbîrê
xwe li ser refika çand û wêjeya Kurdî bi rêz û hurmet
datînin. Di vê babetê de em karin mîna nimûne, milletê (Cezayirê)
bînin bîra xwe, ev millet niviskarê xwe mîna (Mewlûd Fir-ewn),
(Katib Yasîn), (Mihemed Dîb).... Tevlî ku van hemû
wêjevanên Cezayirî bi zimanê (Ferensî) berhemên xwe di
nivîsandin, lê li Cezayirê mîna rewşenbîr û nivîskarin (Ereb)
têne ditin, ji ber ku berhem û nivîsandinên wan li ser bûyer
û pirsgirêkên milletê Cezayêrê yê Ereb hatine nivîsandin.
Divirada grereke em jî, rewşenbîr û nivîskarên mîna (Selîm
Berekat) ... (Yeşar Kemal) û ji bilî wan jî, yên ku bi Erebî
û bi Turkî û bi çi zimanên din jî dinivîsin, em wan mîna
nivîskarên Kurd bibînin, ji ber ku berhemên wan, li ser
bûyer û pirsgirêkên Kurd û Kurdistanê hatine hûnandin. Lê
bêyî wan mercên me gotibûn, ku nivîskar Kurd be jî, em
nikarin wîna li ser refika çand û wêjeya Kurdî nadeynin.
18-li dawî û bi navê
malpera Tîrêj gelek spas ji bo cenabê te û bersivdana te, tu
çi dixwazî li dawî bibêjî?.
Ez jî gelekî spasya hêja Qado Şêrîn, û malpera Tîrêj, û hemû
xebatkarên wê dikim, û dibêjim: Ev miqatebûn û micûlbûna te
û malperê û xebatkarên wê, bi zimanê Kurdî ve, li bal me
cihê rêz û huermetê ye, û em berdewama pêşketinê ji were
dixwazin, û digel rêz û silava.
tirej.net/com/org