Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Navdarên Kurd

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Qilçix


 

 

 

 


Dema Festîval dibin pîvanên nivîskar û rewşenbîriyê
Alfabeya te na pejirînin, dêmek te nas nakin
Festîvala Duhokê wek nimûne

Qado Şêrîn

Festîval… Festîval .. Festîval ..ka em herin festîvalê..ma tu jî nayê festîvalê?, qaşo tu jî nivîskarî. Ji ber Festîval bûne pîvanên nivîskar û rewşenbîriyê, gerek tu herî. Ez ji festîval mestîvalan hez nakim û ne ji wan re ne vala me, ev ne karê min e, yan jî hîn ji min re zûye. Ji devera bi qerebalix hez nakim. Hin ji min ferztir hene, lê her yek li xwe digrî, ê ko nivîskar û rewşenbîr be naçî festîvalan, sehê aştîxwaz hestiyên li ber xwe dixwe, ez bi vexwendina kesan narim festîvalan, ez beşdariyê di guneh û şaşiyên hin kesan de nakim, ew kesên ko li ser riya partiya binaxbûyî ne. Nivîskarekî wisa got û min jî li vir top kir.

Diyare emê kurd jî bibin wek wan…(cîranên xwe) ew ên ko em rexneyan li wan digrin, her yek dê dostên xwe vexwendî ser maseyên têr tewaş û wêne bike. Lê diyare merovê bi kêrî şelafiyan neyê bila dev ji nivîsandinê berde, ko tu ne şelaf û peye û dostê xwedyê mehrecan û maseyên têr bî bila rojekê ji rojan nebe xewn ji te re ko tu li mehrecan, festîval û şahiyekê wek nivîskar û rewşenbîr amade bibî. Ko te carekê ji caran rexneyek li aliyên festîvalan kiribe, êdî bila nebe xewn ji te re ko tu ji bo festîvalan bê vexwendin.

Li vir wek fala qereçiyan du rê hene; festîvala tu ji bêrîka xwe xercî û kirya riya xwe bidî( ji bîra mekin hun sendewîşa xwe bi xwe re bibin), û festîvala ko xwedî û amadekerên festîvalê te vexwendî wê bikin û ew kirya riya te bidin, di ya yekem de her kes dikare amade bibe, û di ya duwem de dostên amadekerên festîvalê amade dibin.

Tu çiqasî karibî xwe şelaf bikî huqasî tê karibî li mehrecan û festîvalan amade bibî, îca tu û jêhatîbûna xwe.

Pîvanên beşdarbûna di festîvalan de çine gelo?

Tu çiqasî dikarî ji wan re li çepikan bidî?.

Tu çiqasî dost û piştgirê partiya amadekaran e?.

Te çiqasî ji wan re gotiye; wek te ye..tu rastî, û tu di nava xwe de 100% zanî ko ne wisa ye.

Gelo nivîskar û rewşenbîrên gerek amade bibûna, amadebûn?.

Gelo êlîtî, partayetî, dostanî, peyitî, şelafî, kevok, goştê Beqa…rola xwe dilîzin an na..?.

Gelo beşdar ta çi radeyê dikarin rola xwe di meydana rewşenbîriyê de bilîzin û bandora peyva xwe li şûna xwe bihêlin?, ma birastî hemû rewşenbîr amade dibin. Ka Heyder Omer, ka Jan Dost, ka Ehmedê Huseynî, Hoşeng Broka û Helîm Yûsiv?, diyare li başûr kesek we nas nake hevalnoooo, û we nivîskar û rewşenbîr nabînin, îca hun ji kêre dinivîsin nizanim, hun bi ya min bikin hun ê bi ya duruşmeya festîvalê nekin û sînoran ji peyva xwe re deynin((duruşmeya festîvalê; Peyva kurdî sînoran di bezîne)). De dîsa başe, wa ji nav nivîskar û rewşenbîrên rojava li Europa Xelat û Tengezar bi navê xwe amade bûn.

Ez dibînim ko gerek berpirsên Festivalê di riya Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve re nivîskar û rewşenbîr vexwendî festîvalê kiribana û nûçe bi vê yekê belav bikrana, her wisa ji bo beşên din î kurdistanê jî gerek bi vî şêweyî biba. Bi vê yekê kesekî nema dikarî wan bi tiştekî tawanbar bike. Em li rojava û bakur bi alfabeya latînî dixwînin û dinivîsin û li başûr hîn jî bi tîpên erebî dixwînin û dinivîsin, di dema wan tistek ji me re nexwendine ew ê çilo zanibin kî nivîskar û rewşenbîr e û kî bi E-mail û Messenger dibe nivîskar û rewşenbîr, ev tê wê wateyê ko di riya kesan re nivîskarên rojava û bakur têne vexwendin, yan jî bi navan bihîstine û tiştek ji wan re nexwendine, dîsa li vir pîvanên beşdarbûna di festîvalan de ne dirustin.

Li gel van û wan û yên dera han, li gel hemû pirsgirêkan, pirsgirêkên me û wan, festîvala Duhoka rengîn yekemîn gave ber bi bihuştê ve, ber bi avakirina serayên çanda kurdî, kelehên canda kurdî..bê guman dê rê ne bi gulan raxistî be, dê hin strî jî hebin, îca ji me hemiyan tê xwestin koe m bi hevûdu re wan stiriyên beloq ji nav çanda xwe rakin dako em..em hemû bi serkevin…dako merov û qaşo nivîskarên bê helwest, nivîskarên helkeft û festîval û berjewend ji nav me rabin. Di rojên zirav û teng de pirê wan dê nebedî bibin, wek çilo di serhildana 12 avdarê de nebedî bûn, gura ew xwarin…

Ji bo ko em bizanibim kî hate vexwendin û kî hate ceza kirin û pîvanên beşdarbûna di festîvalan de çine, min nameyek ji hin nivîskar û rewşenbîrên rojava li Europa re hinart, li jêr bersivên wan bê nav belav dikim, ew jî şaşiya min e, ji ber dema min name ji wan re hinart min ne nivîsandibû ko ezê bersivan biweşînim. Ji xwe hinan şerm kirin bersivê bidin û diyar bikin ko vexwendin ji wan re nehat. Min ji hin bersivan hin peyv û hin hevok rakirin, çimkî …hun dizanin gelî xwendevanan, bila ji wisa bêtir li me sor nebin. Ji xwe lêborînê ji dostên xwe yî nivîskar û rewşenbîr dixwazim ko min wisa kir.

*          *          *

…. baş Qado can,

di derbarê pirsên we de, nexêr.....

ji xwe tu vexwendin (Xwedê neke), nehatine. Ne ji Bakur, ne ji Başûr, ne ji Rojhilat û ne jî ji Rojava;

ne ji Kurdistanê, ne ji Buheştistanê û ne jî ji dojehistanê; ne ji Yekîtiya nivîsevanan, ne ji ya xwendevanan, ne ji ya daholvanan û ne jî ji yekîtiya zirnevanan (û Xwedê vê jî neke). Lê li wir, ku "Kurdistan gihaye wexta çinînê" pîvanên beşdarbûnê çi ne ne çi ne, bibûre, ku ez ne dizanim ne jî dixwazim bizanibim.

H…

*          *          *

Çaxê te bi xêr birê min qado

Tu vexwendin mexwendin ne ji min re ne jî ji jina min a şewekar re nehatine û nayên ji ber wek tu min nas dikî ez ji kesîre nabim kole mole û şabaşê ji kesîre nakim. Ez ne Xelat û Tengezarim ko weha bim.

Pîvan çine, amadekerên festîvalê dizanin ji ber ku pîvan hebana dê biweşandina..

Dibe ku sala bê tu bi baysiklê xwe herî, ji bîra meke tu Ehmed Huseynî li pişt xwe kî û Helîm li ber xwe da ku di rêde ji te re helbest û çîrokan bixwînin…rê dirêje birê min..

Nizanim çima tu serê xwe bi van tişt miştan re dêşînî…

Li xwe biner.

Ş. R

*          *          *

 

????

????? ???? ????? ??? ?? ??????? ??? ?????? ??????

???? ?????? ???? ?????

?? ??? ???? ????????? ????

??? ????? ????? ????

?????? ????? ??? ???????????

??? ??? ???????????

??? ?????????

M.. … ….

*          *          *

silav û rêz...

ji bo yekemîn festîvala rewşenbîrî li Dihokê ez nehatime vexwendin...

û ji bo pirsa we: heger komîteya amedekar xwedî rameneke kurdperwer be, gereke ji hemû beşên rewşenbîrî û ji hemû  perçeyên kurdistanê û ji derveyî welêt rewşenbîrên xwedî bandor hilbijêrin û vexwendî festîvalê bikin, bi têkevin bin bandora siyasî û xal û xwarzêtî----

Bira û hevalê min î Hêja: Qado Şêrîn. ji bilî her tiştî, birastî min bîriya te

kiriye, ya din ji bo vexwandinê, ji me re wek ….net hatibû gotin, ku ewê me vexwende bikin, ew ne ji min re gotibûn - ji hevalê … re - lê ya rast ti vexwende ji me re nehatin, tenê belav-kirina nûçe û programa Vistîvalê ji me re hat birê kirin!!!!!!!! û ji rêzdar Hesen Silîvanî YNK-Dihok.

û ji bo pirsa we pîvanên rewşenbîrî çi ne, ez dibêjim: rola her tiştekî heye....tenê rewşebîriyê NA. pir mixabin Fistîval, şev, Aheng.... qasho em nav lê dikin rewşebîrî!!!! lê bixwe ne weha ye, Fistîvalekî wek vê - Ya Dihok,ê – bandora têkliyên kesane têde beloq e, ji Europa 15 kes!!!! ka Ehmedê Huseynî, ka Helîm Yosêf, Royarê Amedî, Selîm Biçûk, Qado Şêrîn, Nezîr Palo..... S...  M ...d.... k.....  û her weha li welêt jî pir ji weha xerab tir e... rewşebîrî jî ketiye destên siyasetvanan!!!! têklî bi rewşenbîran re wek mejiyê partiya BE;S tê kirin, çepik û çepik û bijî...

(( kak Qado ji bîr meke hevalê te S. B. li wir e, çawa rewşenbîrî dê nekeve destên M...F A_BIRAN!!!!!!!!))

rêz û silavên germ

birayê te H. ..

*          *          *

ma qey pîvan û bingeh û komîte ji vê festîvalê re hebûn xalo?????????

hema … li ser bingeha naskirina kesayetî ji xwe re nivîskar û helbestvan vexwendin festîvala xwe. bash e bash e xalo, ev jî bash e, ma ne ji tunebûnê çêtir e?

silaaaaaaaaaaaaav.

W..

*          *          *

Qadoyê hêja,

Kesî ez vexwendî nekirim.

Pîvana vexwendinê partîyaneye, eger tu dostê partîya wan bayî , belkî tu bihatayî vexwendin !

Ev halê me kurdane.

Demek dirêj ji hinan re divê ku kurdayetîyê têxin şûna partîyetîyê. Ev yek di her warî de divê, taybet jî di warê wêjeyê de. Xwe pir (neqeherîne) nexeyîdîne loooooooooooo.

Silav

H. R

*          *          *

Hêja Qadoyê Şêrîn...

PENA kurdî ji endamêd xwe pirsiya, ku kî dixwaze biçe festvalê?! Ji min jî pirsiyan... Lê wekî dî kesekî neşand.

C..

*          *          *

Roj bash Qado!

Ji min re tu vexwendin nehatin.

Pîvan chi ne ez nizanim.

Rêz û silav.

K….

*          *          *

Merheba Qado yê Shêrîn,

Vexwendin ji min re nehatiye û min jî ji malper û rojnameyan bihîst ku Festîvaleke weha heye. Pîvanên vexwendina Festîvalên weha di dilê amadekarên Festîvalê de ne.

.....

.......

.............Ez bi xwe pîvanan nizanim, lê dibe ku xwedê zanibe.

Rêz û silavên ji dil.

H…

*          *          *

Çaxê we bi xêr,

Belê ez vexwendî festîvale bûm, lê ne bi berpirsên wê, bi mirovekî, min jê pirsî ya te çiye?, got: te çi jêyî, îşê te jê nîne. Lê min ev yek redkir.

Ma min ne baş kir qado. Sala bê ezê biçim sola nivîskaran paqij û boyax bikim…ev ji bo tu bikenî ha. Te helbesta min a dawî xwend?,

Mesnegera te nîne?.

tirej.net/com/org

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002