Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Navdarên Kurd

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Wergerandin


 

 

 

 


Mihemed Ef
îf Elhuseynî
Mîdî: kulîlkeke kevnar û pîroz e
carekê bi kotekî
û carekê dilerize

W.  ji Erebî: Axîn welat

 

(1)      

kulîlk bi ser Mîdîyan de xûl dibin...

bi ser dîrok û pêşanivîsê pirsên kevin de

simê reha bi ser zerdeştiyan de xwar dibe û barana nerm .

bagirtinek e

gewdekî ji poşmaniyê, û peyayin herdem çekdar

bi êşê nuxamtî ne .... bi şeydariya destanan

çiya bi wan bi dawî nabin

çiya wekî ku çawa dişewitin û bengîn dibin

peyman û gotinên resen ew şerpeze kirin

bi buhuştê nişînkirî ne

û li wê derê, bê sedem nimêj dikin

holîtî ji wan dişemite...rûsarî / û hîn

xezal bi ser wan de diçeme

û naxwazin wekî mûma keşeyekî vemirin

stiranên nerm wekî basklêdana kewekî

bi perçeyên wan yên hişk teraşdibin

yan jî mîna kewekî zimanê wan dide dest tixûban, û xewnên berî zayînê

û yê ku ji wan geşdibe, lerzandin e

berhevkirina sîberan ...buhuşteke perçe perçekirî

bo serwerekî mezin, êşine seretayî,

bo refine bi Tawos bi nav dibin

rojên havînê yên dawîn bi dest xwe ve nanîbûn

çek ji wan dibeliqin, ew jî rêbariyekê bin ax dikin

ew û êzing û tîpên kêm wekhev dibin

ji kulîlkeke kevnar...

kulîkeke kevin û pîroz

carekê bi kotekî

û carekê dilerizin .

(2)      

her û her Mîdî bi simekî zer tengav dibin

daristaneke jîr her bi wan re dimîne

perestgehin di xûn û dema kêm de

pêxemberin bûn raderdibûn

barkirin û zeyta pîroz bi dest wan de

paşê girîmankirin wana diçelmisînin

di êrîşên mirî de xewdikin

an di guwêçkemasîyekê de.... di destikên xençeran de

û di destavêjên simî de, paşê

bangî agirine li serê çiyê dikin

û şikeftan bi pesindanan vêdixin

berf zora wan dibe,û ne bê ne barûdê ew rakişandin

wa nûgihîştiyê ...

keçik bi lêvine ter

ji simekî sade û sibeheke sipî

sipî mîna mermer û bayekî rûşen

kulîlkê di girîşînê  de deyne

û vê peyalê di destê Mîdiyan de deyne.

Mîdî ne ...

reşek di pendiyariya wan de geş dide

bangek bi rîhan û dergehên kevnar xwe dişo

û Mîdîyin çiyan kirdar dikin ,weha bi tirs in

agirekî bor di destên wan de

û çemek navê wî bay e, Elfebaya wan dide ber xwe

li ku dahatin...li ku lerzandin vêxistin

wekî çekên êrîşan dibriqin

wekî şanîdanên Zara

an wekî ewrne di borîngehên xwe de vêxistin

û di tirba îbrahîm de, û li ser perdeyên Hacer

dema sernişîv dibe... û ew dimre

xudayin bûn, an pêxemberine bê nav.

wa nûgihîştiyê...

de hema te behaneyên wan  belawela bikirana,

li ser derî an di îstgeha Mîtroyê de

hema te hinek ji şîngşînga wan bihîşta

hinek ji pişka wan di bajaran de .

 

 (3)     

Mîdî ne... Mîdî ne

ta va şîrava sar û peyayê  mîna çolistanekê bêkes

ne hûrîyan ew bê dar û ban kirin an şelûbûna gotinan

qamûşan ew veşartin... şivanan

û bêlîteyên reş yên ku berdan...dengjêketineke sivik

kewekî bi valahiyeke simînî de

bi alî çihêrên wan yên kesk de têvedayî

bi alî kevokên herî bilind

bilindtirîn tiştê ku ji hêşîn û Tawwosan re

û peyvine wê bi dawî nebin... wê dest pêneke wekî tiştekî ku nasnakin

tiştek navê wî rengê şêlî û netewayetiyên wenda

berf di pişikên wan de

pişikine peritî li ser derbazgehan

ew tenê ne ...an helbestvanine welatger defikan hildigrin

û komareke di beristana bakur de daliqandî

di simê...û  xûna meyandî de.

Mîdîyin kevnar in li kêleka vê hêvarê

wekî ku çawa ling pêxwas diherikin

an tîpên Latînî ji kulîlkên wan yên dirrinde diherikin

kulîlkine li bakur

û di qîrîna pezkûvî, yan Siyamend de

carekê rindikin

carekê têr sibeha raburdû ne

an dest li Mîdîyan didin .

 (4)     

Mîdî û ew royekê hêvîdikin...û xembariyeke belavkirî

çoleke xudêyî  tijî efsane dikin

paşê hinekî xew dikin

hinekî dimrin

li ser şiîrên xwe, li ba belgeyên xwe yên zer

li ba jinên xwe yên tozgirtî bi giyanekî xûlbûyî

wekî rêbiwarên cengan dema vêdikevin, yan vedimrin

bêtirî bêlîteyekê,kêmtirî pêşanivîsekî çiyayî

yên ku rûbar di nîvê wan de

û çîrokne hinekî sûcdar

baran diçemin

diwêtek tune aliyên wan yên dûr binivîse

da ku mîna qamûşê beravên Wanê pistepistê bikin

û kulîlkên xwelibaker li ser tirba Memê

yê ku ji dema tiştên derengmayî de razaye

û ji dema sirûdan de dema hiltên

reş hiltên

paşê bi alî Mîdîyan de

wendayî ne li jêrî xudayan 

wekî ku çawa ew dadipijikin

wiha giran

û bi kincine sipî di cejnan de

reş di simê de

û li ser lêvên nûgihîştiya ku nazdariyan dike

...rêbarî  ji çavkaniyekê destpêdike

û ji kevirekî çiya ... û ji êlan...êline

pife dema kevin dikin... û bi ser Cûdî de xwar dibin

û berf xest û tîr e

û berf dide ser Mîdîyan

di herêmekê yan çîmenekê de

rêberek tune wan bi ser bêlîteyan de bibe

ji vê berfê re ta pişikên wan ... çogên wan dema xiniziyê  bi wan re dikin

wekî ku çawa hildikişin bêjeberzekirinên xwe

reş di bêlîte û xuyanekên bajaran de

û zemînekî wenda xûnvediresîne

saqone xweşik

û çîrokine zorbaz mîna cergsoziyê

fêlbaziya xudayan

rengeh di bahatina pencereyekê de ne

dirêjkirî ne li kêleka banga wan di cî de sor diherike

axaftineke din tune ji bilî çend navan di bajarên me de

ji bilî reşatiya tîbûna wan hildikewşîne

û çîrokên ku gur didin ser .

 

(5)      

Û ....

gelo wê bi ser wan vebe ?

li ser derbazgehan

li ser mêran di beristanan de...dirêjeya xûnveresînê

dirêjahiya Mîdiyan... an mermerê

lê ew pendiyarî û agirine bo bexşandinê ye

ji bazoran re van kesan davêjê bêlîteya pîroz

di nav piyên wan de dema wekî biyanîyekî xwe liba dikin

wekî perkewekî, simekî helandî

di pişika pendiyarê wan de

û yên hilkişyayî ne kesekin ji bilî berberoyeke vê hêvarê bi bîr tîne

û wekî neynikên birîndar, wekî bê, gurçikekê derbazdike

mêran  radiwestîne ta cergsoziya dawîn

neynik di ezmên de, û ew li ser pendiyarê wan xwe dirêj dike

û ew Mîdîyin bûn gur li kêleka wan radizên

û dîrokeke perçebûyî bo pencereyên nivîsandî

û bo  çemê bi ser berzebûna wan de diherike

carekê berî Mehabad... û ta bahozê şînîgiriyê dike, li cem mirîyin bênav

bê wêneyin sipî û kewrengî

tenê hinek kulîlk û gustîlkeke pîroz

hedarbûna qamûşekî dengjêketî

Zara dibêje, paşê srûdên xwe yên reş dadimrîne

Bê şoxî bardike

seywanên deryagerekê li Cûdî

hinek şikeft û yê ku li paş wan mîrine vemirî ne

axaftinin di hinek çente de

û di salne de van sêwiyan  diborin

wekî çiqilekî zuha ji miletekî tê bîrê re

paşê Asiya derbasdike

bêyî tiştekî ku Siyamend ji qêrîna wî rake

û ji barana Mîdîyan, an tiştê hatiye vemirandin bimilmile

Mîdî ne...

bi kincin bi xûn, bi çelmisandina tîpên Latînî

bi bapîrine demeke dirêj sirûdên wan li ser lêvên me zelaldibûn

welatek û ewrne daketî,wekî dengveger û bê

tiştê em bibîr tînin hildikşe, û tiştê ku kulîlk hildigrin û şîlanên dayîkan

di bakurê xudê de  yê dûr

û bi te ey pirtûka reş, tovên xwe di xûnê de dihêlin

rojek li ser lêvên Memê hiltê

gelo simekî sade bûn?

an tenekeyekî gewdê Zara pê dipêçin?

carekê di dîrokê de, wekî neynikên Melik, şev derbazkirin

û meydana Qadî

mirî ne pesindan, û hazirbûna kulîlkên wan ta lerzîna dawîn

hindik wekî darine di bayekî de

wekî hêvareke ji henasên wan vala

qebqebek nîne ji bilî sirûdên wan

tu rê nînin û hêveke şikyayî tê de

bêhêvî ne

pîşekarên peydaxan

şehreza ne di dagirtina rojên xwe de bi barûdê

çiyayên xwe bi sala 1946

bi pûşakine di rûbaran de şuştî

saleke tenê ciyê ku ew babole dibin

li lengergehekê digerin

tîpine êl jê diherikin, û pendiyarekî pîroz

û stiran bi alî helhênana sêpêyan de

bayek perdesonên wan têvedide

alê perçedike... paşê xûl dibe

kewek li baniyan

û Qadî careke din ranaweste

berfê neynika wî nuxamtiye

li kêleka wî gurrîna guran e

û bakurek li ser girnijîna wî ye

Mîdîyin bi ser wî de xwar dibin... û çîrokekê bi bîr tînin

dilzarin, bi tixûbên xwe gemarî bûne, bakurî ne

çiya bi ser wan de dadikeve

bêlîteyên wan jêbarkirî ne

jinan li xwe kirine, û dûr derin

hindik / hindik bi dûr dikevin

şerpezebûn li paş wan e, çekên zingargirtî, mêrên seqet

û  ne qadek hebû  ne ba

vêca kî wê sînoran bibire?

êline ku wê tiştekî ji pendyar nebînin ji bilî pişikeke qul

bi piyên xwe qir dike

tîpine di çapxanê de

û tiştê sezayî çola wan

morîkin,tûtinekî bi gotinan berdêl kirine...gorgehin Mîdî

baraneke sivik û hinek

perrên kewan

cengine rabirdû yên bakurekî girêdayî kulîlkeke pîroz

kulîlkeke kevnar û pîroz

carekê bi zorî

û carekê dilerizin .

 

1990- 1991

tirej.net/com/org

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002