
Husên Dûzen
Divê Cîhê Navenda PENa Kurd Erdê Azad Be*
Berî
niha bi çend heftiyan di Peyama Kurd(hj.50) de gotareke sitî
Selwa Gulî bi sernivîsa „Çima Navenda PENa Kurd ne li
Kurdistana azad e!?“ hat weşandin.
Piştî ku balê dikşîne ser hin gengêşiyên li
ser birêvebirina PENa kurd û pirsgirêkên pê ve girêdayî
helbestvana Duhokî diyar dike ku ew naxawaze, „liser xalên
hûr û yên di encamê de mefa nadin pirsa wêjeya Kurdî û
pêşvebirina wê“ raweste. Lê dixwaze babeta ku ji nivîsa wê
re bûye sernivîs bîne qada danûstendinê; Bi kurtahî Selwa
dibêje ew dem hatiye ku navenda PENa Kurdan biçe beşê welatê
wan î azad û mebesta xwe bi van peyvên xwe î xweşik li duhev
rêz dike:
“Ji demeke dûr û dirêj ve, li wî parçeyê ku
ev roka bi xwîna şehîdan hatiye azadkirin, miletê Kurd li
deverê bi Kurdî perwerde dibit, bi Kurdî wek zimanekî fermî
diaxivit, bi Kurdî xewnan dibînit, çiya, teyr, tilûr, devî,
dehl û gelîyê wê jî çîrok û destanên qehremaniyê ji êkûdu re
vedibêjin, ango hişê Kurd, bi Kurdî hatiye perwerdekirin û
eve ye ciyawaziya vî parçeyî ji yên din.“
Ev peyvên xanima hêja zaf zelal in, pêdiviya
ku merov tu tiştî lê zêde bike tune ye.
Mixabin, li gel ku ev çend hefte di ser
belavkirina vê gotarê re derbas bûn jî tu kesekî deng nebir
xwe. Dîsa hat dîtin ku ne siyasetmedarên Kurdan tenê li
hember pirsgirêkên di warê xebata xwe de xwedî mejiyekî
giran in, herweha nivîskar jî kêmzêde xwedî helwesteke wisa
ne.
Min jî dil heye ku ez vexwendina sitî Selwa
ya ji bo gengêşiyeke li ser vê babetê bipejirînim û hin
hizrên xwe li ser naviroka gotara wê bitevahî û bitaybetî jî
wan pirsên wê yî balkêş pêşkêş bikim. Bêguman dê bersivdana
hin pirsyarên wê bimînin ji wan kesên ku wê pirs ji wan
kiribûn. Hêviya min ew e ku di van rojên festîvala wêjeyî li
Duhokê ku ji gelek deveran nivîskarên kurd li wir kom bûne
de ev babet balê bikşîne û li wir jî karibe bibe babeta
guftûgoyeke biber.
Ez qet tê nagihêjim:
-Aya rêvebirên PENa Kurd li hêviya çi ne? Bo
biryarekê negirin ku piştî çend mehên din kongreya xwe ya ku
divê di sala 2006´an de bê pêkanîn li erdê azad pêk bînin?
Di heman kongreyê de dikare biryara veguheztina cihê navendê
ji Welatê Xerîbiyê bo erdê azad bê standin.
- Gelo çima nivîskarên başûr deng ji xwe
dernaxin? Piştî van derfetên van salên dawîyê ku Kurdan
bidestxistine, ma çi sedem hene ku PENa kurd neyê welatê
xwe?
- Seba çi gelek nivîskarên kurd î hêja
watiniya xwe naynin cîh û nabin endamê PENê? Ma heta kengî
ew ê li derveyî karê PENa ku ji ya wan pê ve ne ya kesekî
din e, mîna bûka xeyidî bimînin? Ma ne ew bi xwe ne ku her
ji bo ramana azad tevdigerin, gelêkên wan ji bo hindê ketin
hebsan, gelek ji wan ji bo wê ji mecbûr bûn ku dev ji welatê
xwe berdan û li surgûnê dijîn. Ku rewş ev be çawa rêxitineke
wek PENê ku sedemê damezirandina wê ji bo ramana azad bû
dûrî xwe dibînin? Ma ne gerek van kesan bi hemû hêz û
derfetên xwe li rêxitina nivîskaran PENê xwedî derketina?
Li ser PENa Kurd gelek tişt hatin nivisandin,
gelek gengêşî bûn. Lê mixabin qederê ku ez têgiştim ev
gengêşî ji aliyê kesên ku li ser ramana bingehin ya PENa
navnetewî ne agahdar bûn hate kirin. Ku hinek ji wan li ser
agahdar xuyadikirin jî di demke an cihekî nerast de ev
gengêşî kirin .
Mixabin piştî ewqas gengêşî û ewqas salên
temenê PENa Kurd jî ew bawerî bi min re ma ku li ser hîmên
bingehîn yên PENê hîn gelek kêm tişt tên zanîn. Lewra ez
dixwazim pêşî çend xalên bingehîn derxim ber çavan, dure hin
çend pêşniyariyan pêşkêş bikim:
1.Dema ku di sala 1921 de PEN wek rêxitina
nivîskaran li Engilîstanê hate damezirandin ramana avahiyên
di ser dewletan re hîn nuh bû. Şerê cîhanê yê yekemîn taze
qediyabû. Gelek xirbe û ramanên şovenist û totaliter li pey
xwe hiştibûn. Lewra hîngê hin sedemên ku Pen li dij bû û hin
jî ku dixwest bidest bixe hebûn. Sedemên ku li dij bû şer,
komkujiyan gelan, neteweperestiya şovenî û neyartiya nijadan
bûn, sedemên ku hîngê dihatin xwestin azadiya peyvê,
xweşbînî û nirxên din yên bingehîn ên demokrasiyê bûn.Ramana
PENê ya bingehîn ew bû ku bi riya wêjeyê bandor li ser
siyasetê jî bê kirin û mirovatî di ser sînoran re bi riya
wêjeyê dîsa ber bi hev ve bê. Diviyabû li her welatekî PENa
nivîskarên ku bi zimanê wî welatî dinivîsînin bê
damezerandin. Lê diviyabû ku ew wêje di ser sînoran re bê
derbas kirin û ji bo berbihevanîna gelan roleke erênî bilîze.
Merov dikare bibêje ku „Yekîtiya Newên Yekbûyî“ ya
nivîskaran bû.
2.Li gor rêbaza PENa navneteweyî,
pejirandina endamtiyê di navenda PENa welatekî de divê ji
aliyê rêvebir û endamên wê navendê bê pêşniyarkirin. Pîvana
bingehîn ji bo ku kesek ji bo endamtiyê bê pêşniyarkirin
divê nirxa karê wê/wî yî wêjeyî be. Ev awayê wergirtina
endamên nuh ji prensibake bingehîn a PENê tê: Ne herkesê ku
dil heye bibe endam karibe serî ji bo endamtiyê li navendê
bixe, lê belê divê ew kesên ku karên wêjeyî ên baş dikin ji
aliyên kesin din bên pêşniyarkirin. Bi riya vê prensîbê
nivîskarên wî walatê li bêjingê tên xistin; yê ku bibe endam
divê xwediyê berehemên ji hêla wêjeyê ve binirx be, û wek
kes jî xwedî prensipên exlaqî be ku ne bi pereyan bên kirîn
û ne jî bi zora dewletê ne jî bi ya tu ramanên diktatoriyel
bên tewandin. Ev pirensîb ji bo PENa navneteweyî zaf giring
e û ji hemû navendên welatan jî pêkanîna vê prensîbê dixwaze.
Baweriya PENa navnetewî ku digot
„The pen is mightier than the sword.” (Pênûs ji şur bihêztir
e.)hîn jî rêberiyê ji kar û xebatên PENê re dike.
3. Navendên PENê ne yên dewletan û ne jî
yên erdnîgariyan in. PEN di destpêkê de jî wek rêxitina
nivîskaran, rêxitina zimanan bû, lê bi “Exil-PEN”a Almanan
li derveyî Almanya PENa yekemîn a ku nebi dewletekê ve lê
tenê bi zimanekî û wêjeyekê ve girêdayî bû hat
damezirandin. Piştî ku Hitler hatibû ser desthilatdariyê
PENa Almanya wek karekî xwe î yekemîn telegramek jê re
şandibûn ku ew bi wî û siyaseta wî re ne. Ev helwest bû
sedema ku PENa Almanya hate avêtin û piştre PENeke
nivîskarên alman li derveyî welêt hat ava kirin û piştî ku
şerê cîhanê bi dawî hat jî PENa Almanya ji nû ve li Almanya
ji Faşizmê azadbûyî hat dameziransin. Armanca avakirina
navendên PENê yên zimanên cihê ew e ku her gel bi riya
zimênê xwe çanda mirovahiyê bitevahî bipêşde bibe û li dijî
şer, şovenizmê û dijminahiya gelên din derkeve.
Wek ku ji van xalan jî diyar dibe rewşa
Kurdan û ya ziman û wêjeya wan ji ya hemû gelên din bêtir
pêdiviyî bi pêkanîna van xalên li jor heye.
Rewşa ku
PENa Kurd tê de ye nikare li gor van prensîbên bingehîn
tevbigere. Ji bo vê jî çend sedem hene:
-Niviskarên Kurd yên biserketî her li
derveyî PENê bûn û mixabin hîn jî li derve ne.
-Kesên ku di PENa Kurd de heta niha aktiv
bûne ji nivîskaran bêtir piraniya wan akademisyenên
disiplînên zanistî î cêhê bûne. Li gor rêbaza PENa navnetewî
ew kesên ku ne di nav kar û barê wêjeyê de ne nikarin bibin
endam jî.
- Siyasetmedarên kurd gelek caran ji bo
berjewendiyên xwe yî siyasî xwe tev li karên PENê dikin.
-Di malpera internetê ya PENa Kurd de li jor
hêla rastê wek damezrîvan navê Hüseyin Erdem heye. Bêyî ku
ez tu tiştî li ser kesatiya vî ciwamêrî bibêjim, divê bê
zanîn ku wî berhemeke bitenê jî bi kurdî nenivisandiye.
Qederê ez dizanim bi eslê xwe ji bajarekî Kurdistanê ye lê
hin tiştên wî bi Tirkî derketine. Mala wî ava ku di dawiya
salên 80´î tevî çend kesên din PENa Kurd damezirand. Ji ber
ku ew di wê demê de ji Partiya Komunist ya Turkiyê nuh
veqetiyabû û ji Almanya Rojhilat hatibû ya rojava wî dixwest
ku bi dunya azad re bikeve pêwendiyan. Gava wî dît ku
navenda PENa kurd tune wî ji bo serîlêdanê serî kişand,
lewra divê merov spasya wî û wan kesên ku pê re dest bi vî
karî kirin bike. Lê gelo divê ev yek bibe sedemê ku
hetabiheta navê tirkînivîsekî li ser malpera PENa kurd
bimîne? Bêguman mebest ne ew e ku ez li vir gengêşiyekê li
ser Hüseyin Erdem vebikim, lê ev jî diyar dike ku PENa kurd
divê li welatê xwe vegere û pê re jî li ziman û wêjeya xwe.
Ku wek sembol navek pêwist be di dîroka wêjeya Kurdî de nav
gelek in. Ka em li Duhokê avahiyeke mezin ava bikin û navê
Ehmedê Xanî lê bikin û bila ji PENa kurd re jî bibe navend
ku ew her sal mazûbaniya gelek konferansên navnetewî bike.
We got çi?
- Wer xuyaye ku PENa Kurd di rewşa xwe ya
niha de ne ji hêla diravî ne jî ji aliyê kesan ve dikare ji
bin watiniyên xwe rabe. Di navendên PENên welatên din
de gelek kes di koma rêvebir û Komiteyên din de akktiv
dixebitin. Gelekên ji wan xwedî ji yekê/î bêtir serkreteran
in. Wek mînak di PENa Tirk de zêdeyî 30 kesî dixebitin; di
komîteya nivîskarên jin de 15, komîteya mafê zimên û wergerê
de 4, komîteya nivîskarên di zîndanê de 6, komîteya
nivîskarên ji bo aşitiyê de 7 kes kar dikin.
Di serokatiya PENa Alamnya de zêdeyî 10 kesan hene. Di koma
rêvebir a PENa Kurd de tenê 5 kes hene. Ji ber ku hejmar
hindik e gelek caran karên ku tên kirin li ser milê kesekî
dimîne. Wek mînak karên darayî ne bi destê berpirsyarê
diravî yê fermî tên kirin, ew bi destê serokê PENê tên
meşandin. Berî bi çendakî sekreterê PEN ê dev ji sekreteriyê
berda, ev kar jî berpirsyarê karê û barê diravî wergirt ser
xwe. Ez di vê Adara îsal de çûbûm başûr û min dît ku li wir
gelek nivîskarên ku bikaribin bi kar û barê PENê re rabin
hene û ji aliyê derfetan jî li wir karên bêtir dê karibin
bên kirin.
Ku Navenda Penê biçe erdê azad dê karê PENa
kurd ji gelek aliyan ve hêsantir bibe:
Rewşa aborî dê çêtirbe, ji ber ku bi sedan
nivîkarên kurd li wir dijîn û ku navenda PENê nêzîkî wan be
dê pirraniya wan bibin endam. Jê pê ve wek Sponzor dê
wezareta rewşenbîrî an jî wezaretin din bikaribin alîkariya
projeyên PENê bikin. Qederê min ji çavkaniyên cihê bihîstiye
ku Serokwezîrê herema Kurdîstanê Nêçirvan Berzanî nirxeke
bilind dide wêjeyê, lewra ne dûrî aqil e ku alîkariya
hukumeta heremê jî ji bo PENê bibe.
Di rewşeke wisa de dê PENa kurd karibe
konferansên li ser zimên û wêjeyê li dar bixe. Ku PENa Kurd
karibe mazûbaniya Karên baş bike dê nirxê wê li ba PENa
navnetewî jî bilind bibe. Hîngê dê karibe hêsantir li
nivîskarên li beşên din jî xwedî derkeve.
Eger PENa Kurd bibe xwediyê derfetên diravî
ew ê bê pirsgirêk karibe beşdarî Konferansên navnetewî yên
li ser kar û xebatên PENa navnetewî bibe. Danûstandina bi
nivîskrên dunyayê re dê ber nivîskarên Kurd veke û ew ê
derfetê bibînin ku ji ezmûnên çandên din jî sudê werbigrin.
Ku PEN li ser wî erdê ku zimnê endamên
navendê zimanê fermîye be, dê peywendiya nivîskran û zimanê
ku pê dinivisînin geştir bibe. Ji xwe ji bo ku PENa kurd ne
li ser erdê ku ew li ser navê wî hatiye damezirandin tu
sedem tune ne. Ma di rêbaza PENa kurd
xala 3. de nehatiye nivîsandin ku
“Armanca komelê bipêşvebirina çand, û berî
hertiştî ziman û wêjeya kurdî ye.”?
Di van salên dawî de gelek gengêşiyên balkêş
li ser rewşa dunya sisiyan û ya jinan li tevahiya dunyayê
çêbûn. Gelek caran hat gotin ku sedema rewşa xirab-feqîrî û
nezaniya- li dunya sisiyan emperyalizm û ya sedema
çewusandina jinan jî mêr în. Li gel ku rastiyek di van tezan
de heye jî bala min hertim aliyekî din ê babetê dikşand û
hîn jî dikşîne: Gelo çima mirovên li dunya sisiyan xwedî li
nirxên xwe derneketin û hiştin ku welatên emperyalist wan
bixin vê rewşa ku ew tê de ne? Aya çima jin derfetê didin
zilaman ku ew karibin jinê di rewşake bindest de bihêlin.?
Îca ku ez ji gelek nivîskarên kurd dibhîzim
ku PENa Kurd dibin bandora vê yan wê rêxistinê an partiyê de
ye ew tiştên li jor tên bîra min. Gelo çima nivîskarên kurd
ku beşekî mezin yê temenê xwe di xebata ji bo ziman û wêjeya
Kurdî derbas kirine li derveyî rêxistina xwe dimînin? Ku vê
helwesta xwe dom bikin ne ew bi xwe ne ku dihêlin rêxistinek
ku ji bo xebatkarên wêjeyê, nûnerên peyva azad ava bûye
bikeve bin bandora wan ramanên ku sedema çêbûna PENa
navnetewî tekoşina li dij wan bû.
Min dil heye ku ez banga xwe ya li jor
dubare dikim bi hêviya ku hûn li min megrin:
Ka em li Duhokê avahiyeke mezin ava bikin û
navê Ehmedê Xanî lê bikin û bila ji PENa kurd re jî bibe
navend ku ew her sal mazûbaniya gelek konferansên navnetewî
bike. We got çi?
Hamburg
21.09.2005
*
Ji ber ku li ser gotareke ku di PK de derketibû radiweste,
ev gotar ji PK re jî hatiye şandin.
tirej.net/com/org