
Pîr RUSTEM
Kongirê Partia Beis û
Hêviyên derewîn
Ji
berî lidarxistina kongirê Partiya Beis û ji çend mehan ve,
ne tenê kolana Sûryê ya konevan û rewşenbîr pê mijûle, lê
heya bighe dewlet û rêjîmên Ereb û Ewropa, digel guhdaneke
taybet ji aliyê Emerêka ve. Helbet ev guhdana wan jî bi
hinek sedem, heyam û hogirên ku, rojhilata navîn têre derbas
dibe ve, girêdayîne. Û di pêşiya ewan hogiran de jî, rewşa
Îraqê û Libnanê ye, digel hinek kartêgehên dîtir mîna;
destkêşana Sûryê ji hin doseyan, wek destkêşana ji
piştgiriya hin partiyên Felestînî ku, bi ser rêbaza
terorîzmê ve têtin jimartin û ji berî wê jî destkêşana wan
ji piştgêriya PKK ê.
Pir têrenirîn û xwendinên pêşde, ji kongir û
encamdanên wê re, hatin kirin û bi dehan gotar û lêkolîn li
ser hatin nivîsandin; çi ewên çakbîn ku, di kongir de
hêviyên xwe didîtin û ew weke mofirkekê di navbera du
qonaxan de didîtin û li ser ewê yekê pirojeyên guhertina
Sûryê datanîn û çi jî ewên bi nirîneke bedbîn li kongir û
dîroka Beis dinirîn û qet ti hêviyên guhertinê ji evî
kongirî nedikirin. Û di navbera evan herdu rewtekan de
hinekên din digotin; Partiya Beis dê li gor xwestekên
Emerêka gavên xwe bavêje û ne li gor pêdiviyên hundir.
Û ew xwendinên wan jî li derdora hin xalan
digeriyan û ji ewên herî balkêş jî ev bûn:
1- ka Partiya Beis dê ji serkêşiya civak û
dewleta Sûryê dakeve yan na.
2- rewşa awarte ku, ev bû çel û sê salin
Sûryê pê hatiye girêdan.
3- azadiya rojnamegeriyê û ragihandinê.
4- yaseya partiyan.
5- jihevcudakirina destlatiyên dadwerî û
yasadarî û bichaniyê.
6- rewşa milet a aborî.
7- dizîtî û revandina pere û sermiyan
dewletê ji aliyê hinek serok û destlatên Sûrî û nemaze yên
malbetên Esed û Mexlof.
8- çareserkirina doza kurdî.
9- çareserkirina çêroka Îxwan Elmislumîn
di Sûryê de û rakirina ewa benda ku, rê ji kuştina her ewê
ji wan bête jimartin re û.. ligel hinek xalên dîtir, lê weke
me di pêşiyê de jî gotibû, ev ên balkêşin.
Vaye kongir kuta bû û hinek gotin jê hatin
revandin ku, ewana hinek temî û pêşniyaz sitandine û eger
yek li ewana vegere dê, baş têbighe ku, Partiya Beis ji
rêbaz û bernameya xwe venageriye û ne jî, zû bi zû, dê
vegere. Helbet ew jî ji ber hinek sedem ve ye û bêtirî ewan
sedeman jî bi rêbaza wan ve girêdayiye; ji berî hertiştî ev
rêbaz li ser bingeha nijadperestiyê ava bûye û ev rêbaz, bi
nepejirandina “ewê din” û meşandina zextan li ser wî, hatiye
naskirin û bizava miletê Kurd di hundir dewleta Sûryê de
mînakeke balkêşe. Bi gotineke din, em dikarin bibêjin ku,
hebûna Partiya Beis bi evê rêbazê ve girêdayiye û çi dema ku,
evê rêbazê tine bike, dê ew bi xwe jî tine bibe.
Lê em dikarin pirseke dîtir bikin; gelo bi
rastî Partiya Beis civak û dewleta Sûryê bi rêve dibe, da ku,
di kongirê xwe de biryara xweguhartin û civak û dewleta
Sûryê bistîne û bihêle em kabikên xwe li ser ewê yekê
bavêjin, an ev xwendina me ji rêjîmê re xwendineke çewte û
wilo her tiştê ku, me li ser ewê xwendinê ava kiriye bi xwe
dê çewt be. Di nirîna me de, em şaş çûne û hîne me xweşik
nihada rêjîma Sûrî fêm nekiriyê, bi kêmayî, ewên ku kabika
xwe li piş kongir davêtin; çi yên baweriya xwe bi guhertinan
tanîn û çi jî yên pê ne bawer.
Evan herduyan jî, xwendineke şaş, ji rêjîm û
nihada dewleta Sûrî re dikir; demê ew dibînin ku, Partiya
Beis weke hêzeke konevanî û cemawerî, Sûryê bi rêve dibe û
paşeroja wê nîgar dike û ne hin kes ku, ew xwediyên
biryarane û ewana ji xwe re xelekeyên mirûd û pêrewan li
derdora xwe gerandin ku, her yek ji wan bi xwe bûye mîrek,
“wezîrek” an jî serokê hêzeke awlekariyê ku, qet kes nikare
nêzîkî wî û kişwera wî bibe, da ku, pirs jê werin kirin. Bi
gotineke aşkere, em dikarin bibêjin: hin kesan; xwedî biryar
û şên, ev welat ji xwe re kirine baxçeyek û ew xwe xwediyê
wê dibînin û ne ji mafê ti kesiye ku, ewana bide ber
pirsdariyê: dê çima ev welat gihêştiye evê radeya nizim di
her alî de.
Lew re û eger ku, em bi guhertinekê biramin,
dive guhertineke bingehîn be; guhertineke di rêbaz û
bernameya evê rêjîmê de be. Bi gotineke din, hilweşndinek ji
dezgehên evê rêjîmê re be, ewa ku xakeke kêse ji evê ton
rêjîm û “konevaniyê” re û ev guhertin an hilweşandina han jî,
li gor dîtinên me, du rê jêre hene; riya hêza rikbera Îraqê
ku, destên xwe xistin yên derve û bi alîkariya ewana karîbûn
ji rêjîma Sedam rizgar bibana û me dît, da ku, ew karibin
welatê xwe, careke din, ava bikin û li ser bingeheke durist,
divyabû ew her tiştên berê; çi dezgehên ku hebûn û dihêştin
rêjîma berê xwe li ser bigre, bêtin hilweşandin, tevî ku
hinek ziyanên ewê yekê jî hebûn, lê ji bilî wilo rê li pêş
wan tinebû.
Riya din jî ku, hêzên rikber û guhartinê
bighên hev; ango çi partî bin an jî komeleyên mafên mirovan
û xwediyên vîna guhertinê bin, çi ewên li derve yan jî yên
di hundir evê rêjîmê de ne, tevî gûmanên me di ewê yekê de
hene; ka xwediyên guhertinê di hundir de mane, gelo! Belê,
piştî ku ew li ser bernameyekê bighên hevdu û careke din,
dive hin alîkarî ji derve hebe, da ku, ew karibin rêjîmeke
ku, li ser tevliheviya dewlet û çeteyên mafiya hatiye
“avakirin” hilweşînin û ji bilî evê yekê, bi konevaniya
pîneyan û “şêrînkirina” riwê rêjîmeke weke ya Sûryê û weke
em têdighên, xwepêkenîne; em ji xwe re bi xwe dikenin.
pirustem@scs-net.org
Cindirês-2005.tirej.net/com/org