
Hevpeyivînek bi mamoste
Fewaz Kano
re
Ji berpirsên
{Komîta fêrbûna zimanê Kurdî}
Hevpeyivîn:
Ezîz Xemcivîn
Pirs:
Ramana damezirandina komîta fêrbûna zimanê Kurdî, weke
piroje, komîteke serbixwe li nav kurdên rojavayê Kurdistanê
yekem car e, destpêk ji ku bû?
Bersiv: Destpêk ji mamoste
Derwêşê Xalib bû. Ramana damezrandina komîtekek serbixwe ji
bo fêrbûna zimanê Kurdî. Pêşî mamoste Derwêş ji min re ev
raman got û min jî tiştekî hêja dît, ji kêlîka pêşî ve, min
ev raman pejirand û xwe da ber her cûreyên xebatê ji bo vê
armancê.
Mamoste Derwêş bangewaziyek nivîsî, têde jî hokerên
damezirandinê û şêweyên têkiliyan di nav tevgerek ewqas
fereh de destnîşan kir. Têde jî daxwaza beşdariyê di
komîtekê de kir, ku erkê fêrbûna zimanê Kurdî bi cih bîne,
Bi kurtî ew bû, ku zimanê Kurdî yê Kurdan tevan bi hev re ye,
û yê her Kurdekî ye
Me ev bangewazî gihand partiyên Kurdî tevan û dest bi
çalakiyên avakirina komîtê bû..
Pirs2: Hewldana fêrbûna
zimanê kurdî bi şêweyekî fermî bêguman barekî giran e.
moralên we beramber astengan çi ne?
Bersiv: Asteng di welatê me de
pir in, astenga pêşî sersarî ye. heger em tevî bêjin, gelek
hejan davêjin pêşiya me, hin ji dijminayî, hin ji çavnebarî
û hin jî ji bêhişî keleman dixin rê, hin jî kirinek wisa
karekî hêja nabînin û xemsariyê hember zimanê Kurdî
diweşînin.
Pirs 3: Saziya
rêkxistinî ji komîtê re bi çi awayî ye?
Bersiv: rêxistina komîtê ji
mercên tevgera wê dertê, wek me li jor gotiye, zimanê Kurdî
yê Kurdan tevan e, pêwistî rêkxistinek pexoxî ye, ku karibe
her ciyawaziyekê di hundur xwe bihêwirîne, ta niha Mamoste
Derwêşê Xalib hate bijartin serekê komîtê. Li bajran komên
rêvebiriyê çê dibin wek tu dizanî Mihemed Hesso yek ji wan e
li Hessekê
Pirs 4: bingeh û hêmanê
fêrbûna ziman li bal komîta we çi ye?
Bersiv: Cemawerê Kurd ew xwe
bixwe fêrdik e
Pirs5: Xwendevanên
zimanê kurmancî kêm in, gelo hûn miletê nexwendî bi tîpên
latînî û Alfabeyê tenê fêr dikin an hûn dixwazin zincîreke
fêrkirinê berdewam bikin?
Bersiv: Berî du mehan me dest bi
qûnaxa duwem kir bi xulên xwendina serbestî ji amade bibin
ji xulên rêziman wek qûnaxa sêyemîn û wisa wê zincîra
hînbûnê wê berdewam bike bi xul in din. Roj li dû rojê
hejmara xwendevanên zaravê kurmancî pir dibin
Pirs6: Çi nerînên we ên
pêşerojê ne….Ev komît dikare pêvajoka xwe pêşve bibe..An
bêçare wê li ber astengiyan biraweste?
Bersiv: Tu asteng nahêle ku
miletê Kurd pêvajoya fêrbûna zimanê xwe rawestîne, ji ber
berî nuha hemû tişt ser riwê xakê bû, lê belê nuha bûye li
asîmana (enternêt, setlayd, mobayil….)
Pirs 7: Ta niha hejmara
kesên evî karî dipejirînin bi pirabûnê ve ye an qelsî û
dilsarî çê dibe?
Bersiv: Ta roja îro bêtir ji 3000
kes bawernameyên seretayî wergirtine ji bilî xulên xwendina
serbestî û nexasim ciwanmêrê ji ber xwe ve li bajarê Qamişlo,
Hesekê û yên din vî erkî li ser şanê xwe bipirbûn
dipejirînin
Pirs 8: Ev karê pîroz
fêrkirina ziman erk e, çi ji tevgera netewî be an jî ji
milet bi xwe be, gelo hûn deriyan li pêşiya xwe vekirî
dibînin?
Bersiv: Apo Osman Sebrî yekmîn
pirogramê partî bi Kurdî nivîsîbû, wateya wê ziman erkekî
netewî ye, ji bo endamtiyê di partiyên siyasî Kurdî de, wisa
ji rewşenbîran re jî.
Bi navê berpirs û hemî
endamên radekisyona malpera” tirej.net/com” em karê we pîroz
dikin û piştgiriya we dikin. Heger peyvek we li dawiya evê
hevpeyivînê hebe em dilxweş in ko hûn ji xwendevanên malperê
re bibêjin?
Em spasî malpera we dikin, bi taybetî Xemcivîn ku ji kêlîka
bihîst, xwest vê ramanê belav bike.
Bi rastî alavên ragihandina Kurdî tev malperên Kurdî li ser
komîta me ranawestin. Wek nimûneyekê, me hefteya çanda Kurdî
li Bajarê Qamişlo li darxist cihê wê hewşa Cegerxwîn bû, ji
şeva didiwan pêve berî seetekê hewş dihat dagirtin, ta ku me
ji şeva sisiyan me bendek li programê şevan zêde kir, ew
bend jî pîremêran helbestên Cegerxwîn ezber dixwendin.
Me vexwendina Hefteyê şand çend malperan lê nehat belav
kirin. Ev gotinek yekî Felestînê tîne bîra merov, ji Mehmud
Derwîş re dibêje : ( yê dest ji welatê xwe ber dide, welatê
wî tê bîra wî, lê ew kes nayê bîra welat).
Dîsa spas ji we re.
Têbînî:
di serdana xwe ya ji bo welat, hevkarê me Ezîz Xemcivîn Ev
hevpeyivîn bi birêz Fewaz Kano re kir, û bi hevûdu re gihane
soza ko malpera Tîrêj dê piştgiriya wan û kar û xebata wan
ji bo fêrkirina zimanê kurdî bike. Em li jêr daxuyaniya wan
ya ko di sala 2003an de belav bibû, diweşînin. Her wisa em
serkeftinê di kar û xebata wan ji bo fêrkirina zimanê kurdî
de dixwazin ((sernivîser)).

Bangewazî
Bila sedsaliya bûyîna Cegerxwîn salek be ji
bo hînbûna zimanê Kurdî
Helebestvanê gewre behremend û çelengê
piralî bû, ket şerê kolonyalan, bû berevanê serxwebûnê,
mizgîniya serkeftina bindestan da, ji bo pêşketinê xebitî û
bû beşdarê geşkirina lawên vî gelî di hêlên civakî û
rewşenbîrî de. Lewra Cegerxwîn hêja ye, ku hemî rewşenbîr û
saziyên rewşenbîrî di welatê me de beşdarî rêzgirtina wî
bibin.
Cegerxwîn pertav bû, ronî da 40 milyon Kurd,
û bandora xwe li gelên hevnişînên kurdan kir. Bi xebata xwe,
berhemên pir û helbestên xwe yên rewan û spehî bû hevparê
pêşketina merov û şaristaniya merovane, lewra em piştrast
in, ku rêzgiritina vê bûyerê ji hêla berpirsiyarên
rewşenbîrî yên navnetewî ve, ji mafên Cegerxwîn yên rewa ne.
Çegerxwîn ji kurdan re, rola mamostayê
zimanê Kurdî lîst. Kêm in ew Kurdên ji Cegerxwîn fêrî zimanê
xwe ne bûne. Beşdarî di rêbaza hînbûn û fêrkirina zimanê
Kurdî de pêwistiya helkeftina vê bûyerê ye.
Erkê fêrkirina zimanê Kurdî, erkekî netewî
ye, û jê re hevkariya girsiya gel û saziyên cuda tê xwestin.
Em bi bîr tînin, ku parastina zimanê kurdî yek ji eger û
sedemên bingehîn yên hebûna partiyên siyasî Kurdî ye, ev yek
li gel hêzdariya partiyan di civandina gel de, dibin egerên,
ku bar di pileya pêşîn de bikeve ser şanê wan.
Bi dûvre, ev berpirsiyarî ji rewşenbîrên
Kurd tê xwestin, ku dikarin roleke vejîner bilîzin. Çendî
jimara xwendevanên Kurdî pir bibin, hindî ew rewşenbîr têne
xwendin û fereh dibin. Hun dizanin rewşenbîrê di pêşketina
civaka xwe de bê bandor be, mîna pirtûka girtî ye.
Di faşbûna zimanê Kurdî de cemawerê Kurd
xwedanê berjewendiyên herî giring e. Merov ji bîrweriya xwe
ve, diheste ku pêwiste bi zimanê dê biaxive, çi
devikî be û çi nivîskî be. Heger ev xwesteka merov bicih
neyê, mîna handerek nixumandî dadiwerive kûriyên derûna wî.
Zanistiyê dupate kiriye, ku merovê wisa bêtir ji jîngeha xwe
biyanî ye û kêmtir çalak e, ev tev amadebûn û derfetên
serkeftinê di jiyana praktîkî de kêm dikin.
Ji mafên zariwên me ne, ku em jîngeheke
durist ji wan re amade bikin û ji vê jî hînbûna zimanê dê
ye, taku geştir û serkeftî bin.
Desteya rêvebiriya govara Gulistan civiya,
bi biryara beşdariyê di bîranîna sedsaliya helbestvanê Kurd
Cegerxwîn de, û me ev armancên jêr dan ber çavên xwe:
a – Vexwendina rewşenbîrên Sûrî û saziyên
rewşenbîrî yên Sûrî û navnetewî ji bo beşdariyê di vê
rêzgirtinê de, û danasîna Cegerxwîn bi riya alavên
rageyandina Erebî.
b – danasîna giringî û rola Cegerxwîn, û
hewldana tûjandina vê danasînê bi rêça lêkolîn û weşandinê.
c - Ji aliyê Gulistan ve, fêrkirina zimanê
Kurdî ji 2000 beşdaran re, bi awayên cihê bi taybetî kursên
zimên.
Hun zanin ku ev karekî netewî ye, pêwistiya
wê bi dilxwazî û karê pir kesan heye, lewra em dixwazin wê
bi kesayetî û hêzan fereh bikin, ewên ku şiyan û xwesteka
pêkanîna erkên sedsaliya Cegerxwîn li nig wan heye.
Lewra em we tevan vedixwînin beşdariya vê
bîranînê û xebata bicihanîna armancên wê. Em xebatek hevbeş
û hevgirtî ji heralî ve dixwazin û em amade ne her pêşniyar
û xweberiyekê bipejirînin, ku asta çalakiyên vê salê hilde.
Tevî daxwaza me karekî hevbeş e, em her xebatek din pîroz
dikin, ku armancên vê sedsaliyê pêkbîne, heger ew xebat jî
xwendina helbestekê li pêşberî ciwanekî b.
Qamişlo 16 - 6 – 2003
Derwêşê Xalib
komîta bîranîna sedsaliya Cegerxwîn
Fawaz-ka@scs-net.org
tirej.net/com/org
15/09/2005