Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Navdarên Kurd

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Weşan


 

 

 

 


PENABER a Dilbixwîn Dara

Danasîn

  

PENABER pirtûka Dilbixwîn Dara ya yekemîne, ji weşanên ELMA ye. Di nav her du belgeyan de şazde çîrokan hembêz dike.

 Navê pirtûkê lêye, ji ber hemû çîrok di derbarê Penaberiyê de ne. Kî pirtûkê bixwîne dê xwe wek penaberekî têde bibîne, jixwe em hemû penaber in an jî li ser riya penaberiyê ne.

 Hemû çîrok bi zimanekî sana û rasterast hatine nivîsandin, li gel ko hin caran nivîskar guh nedaye rêziman û rastnivîsînê, lê dîsa jî naveroka çîrokan bala merov dikşîne ser rewşa kurdan li derveyî welêt, merov dikare bêje ko kesê penaberî nedîbe jî dikare di pirtûkê de bibîne û wek rih di çîrokan de bi penaberiyê re bijî. Hin caran dilê merov dişewitîne û hin caran bi şêweyekî tinaz merov bi penaberiyê dikenîne.

 Ez bawer im hemû çîrok ji serpêhatî û tecrubeya nivîskar in, yan jî guhdarî kirine, ji min, ji te, ji yê din bihîstine.

 Dema min pirtûk dixwend, geh ez bi rewşa kurdan a li penaberiyê digiriyam, geh jî dikeniyam, çimkî nivîskar bi şêweyekî diyar dike bê merov çilo û çawa dibe penaber û çilo merov ji bo girtina Pasportê rezîl dibe, û paqijkirina  sênî û bin Berazan ji bo çend Euroyan.

 Bi tevayî nivîskar diyar dike ko penaberî bê rihe, bê dilovaniye, bê merovantiye.

 Li dawî kî pirtûkê bixwîne dikare bibe penaber û di sê rojan de pasportê wergire.

 Pirtûk hêjayî xwendinêye….gerek hun; gelî xwendevanan li pirtûkê bigerin û bixwînin dako hun rewşa xwe ya li penaberiyê ji nêzîk nas bikin.

 

Q. Şêrîn

tirej.net/com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002