
Seydayê Mele Ehmedê Namî
*
* *

Nîgar Namî
Kurtejiyana Mele Ehmedê Namî
Bi reşkirina hin rûpelên bêzar, em ne
desthilatê ronîkirin û berçavkirina pileya rewşenbîriya Namî
ne. Lê em xwe, bivê nevê, derbarî danasîna kurtejiyana wî
dibînin.
Hozanê Kurd, Cegerxwînê nemir, di dîwana
Pirîsk û Pêtî de pesnê Namî di helbesteke xwe de bi vî rengî
dide:
Namî, me ji nameya te zanî
Seyda yî ji bo melayê Xanî
Belê, Namî navnîşanê torevaniyê bû, ko mele
Ehmedê kurê Mehmûdê kurê Evdulla li xwe kiribû û
nivîsandinên xwe bi vî navî dixemilandin. Di jiyanê de jî bi
navê mele Ehmedê Namî dihat naskirin.
Mele Ehmedê Namî di sala 1906 an de li gundê
Erbetê, qeza Nisêbînê çavên xwe li cîhanê bel kiribûn, û ji
sînga diya xwe Xedra Firşik bûbû. Namî destnivîsek bi navê
Çiko li bîr im li şûn xwe hiştiye. Gelek bîranînên xwe di vê
destnivîsê de diraxe. Wilo jî li ser kurtejiyana xwe
radiweste. Tê de dibêje:
Di sala 1906 de, heyva gulanê li gundê
Erbetê hatim dinyayê. Pênc pêhisiyên min li wî gundî agadar
bûne. Ango, bi bîna gul û sosinan, bi dengê şalûl û bilbilan,
bi dîtina roja jîndaran, bi hingivtina (destdana) berê
dayikeke Kurd û li tamkirina şîrê bustanê wê dayikê tamdar
bûne.
Paşê, ez bi dergûşeke darî ji darên çiyayên
Kurdistanê li ser erd û di bin azmanê wê de, bi destekî
kurdî, hatime hejandin... di himbêza dê û bavê dilovan de,
bi delalî, hatime xwedîkirin...
Ez pêncsalî bûm bavê min havîna sala Berfa
giran (Berfa sor) li bajarê Mêrdînê çû rehma Xwedê û li wê
hate veşartin. Dema bûme heftsalî diya minî dilovan bi
dilşadî û xweşî bi destê min girt û ez birim
xwendinê...spartim seydayê gund... Lê, sed mixabin, piştî
destpêka xwendinê, pir li min nebûrî diya min jî dest ji min
kişand, çû rehmetê, ser da xewa şêrîn, xewa yekcarî, bê
hişyarî.
Piştî mirina diya min, metika min ez û mala
min ji gundê me yê kevin Erbetê rakirim û birim gundê
Girhesin, yê ko mala wê lê bû. Piştî ko min dê û bavê xwe,
yên dilovan bi yekcar winda kirin û ji nav heval û hogirên
xwe derketim û çûme gundê biyanî nenas, ji metika xwe pêve
min kesek nas nedikir. Hertim bi kul û derd bûm, diljar û
perîşan bûm. Şev û rojên min, pirê wan, bê xew û xwarin
derbas dibûn. Min baş dizanî, ko metika min hê ji dê û bavê
min ji min re dilovantir e, zîziya dilê min agadar bû.
Metika min hê ji diya min bêhtir qedrê ilm û
xwendinê dizanî... ji min re tim digot: ‘Kurê min, dive tu
bixwînî. Her xwendin e ko insanan serfiraz dike. Xwendinê
gelek jar kirine serdar, xwendin bi dest herkesî nakeve’.
Bi vî dengî, Namî cih û warên xwe di bin
barê jiyana zor û sitem de, bi metika xwe re, diguhertin.
Wilo, ji Girhesin xwe guhestin gundê Letîfiyê. Ji wir xwe li
gundê Kertiwênê girtin. Piştî xêzvêzbûna şerê cîhanî yê
yekemîn berê xwe dan gundê Darê, serkaniya xwendinê. Li wir
Namî li xwendinê vegera. Piştî Quran xitim kir li Kertiwênê
vegera, lê metika wî nehişt payiza wê salê bê xwendin di ser
re derbas bibe, gava ew şiyande Darê û ji nû ve bû feqe.
Namî dibêje:
Min dest bi xwendina kitêba seydayê Xanî
Nûbihara Biçûkan kir. Piştî ko min kitêba Seydayê Xanî
Nûbihara Biçûkan timam kir, min dest bi xwendina kitêbên
şerîetê kir.

Seydayê Mele Ehmedê
Namî
Namî sala 1920 an di gel seydayê xwe mele
Brahîm û çend feqehên hevaldersê xwe, ji Darê çûne bajarê
Mêrdînê. Çûna wan ne ji bo xwendinê bû, lê heryekî destek
çek ji xwe re çêkirin û li seydayê xwe mele Ubêdulla vegeran.
Destûra xwe jê xwestin, ko herin nav Aşîtan dibistanekê
vekin. Wilo, Namî û çend hevaldersên xwe, bi serkêşiya
seydayê xwe mele Brahîm berê xwe dane Girê Siwêr. Li wir cih
girtin û xwendina xwe kirin. Piştî pênc salan Namî vedigere
Tilminarê. Ji wir dadikeve Amûdê. Çend roj derbas dibin,
dîse hildikişe gundê Kercosê. Ji wir diçe Êstilê. Li Êstilê
mirina bavê seydayê xwe mele Brahîm dibihîze, tê serxweşiya
wî, lê seyda nema dil dihêle ko bi şûn de vegere. Piştî du
salan ew û çend hevaldersên wî bi seydayê xwe re diçin gundê
Tilşeîrê û dibistanekê li wir vedikin. M. E. Namî li gundê
Tilşeîrê cih digire, dest bi jiyana xwe ya civakî, torevanî
û kurdewariyê dike. Rola rewşenbîrî bi kovarên Ronahî û
Hawar re girê dide.
Dibe yek ji dostên nêzîk ji rewşenbîrên dema
xwe re û di nav wan de mîrê rewşenbîriya kurdî di sedsala
bîstan de Mîr Celadet Bedirxan. Wilo jî dikeve nav kom û
komelên Kurdewariyê. Piştî demeke dirêj, xwe ji gundê
Tilşeîrê, diguhêze bajarê Qamişlo.
Dawîjiyana xwe, bi malîtî, li wir berdewam
dike. Di 11. 12. 1975 an de, piştî nexweşîke dûdirêj diçe
ser dilovaniya Xwedê.
Xwedê wî bi dilovaniya xwe şa bike... û spas
bo guhdariyê

KEÇA KURD
Mele Ehmedê Namî û şevbiwêrkên Qudûrbegê
Di pey qonaxa Xoybûnê re, piştî çira
canpakiya Celadet Bedirxan di bîra qederê de vemirî,
qonaxeke nû dest pê kir. Di rewşeke nû de, nemaze di pey
sala 1957an re, pişkojên têkoşerî û xebatgêriyê li ser sînga
xebatgêran dipişkivîn û di kuncikên tarîşevan de bi destên
hişyariyê çira pêketin.
Di nav tevgera wê serdemê de du nifşan
karê welatperwerî dikirin:
1- Nifşek ji xortên xwendevan û
rewşenbîrên dilêr, ko xwîna wan li nav mista wan bû... û bi
serfirazî bûne pêşengên tevgera kurdayetiyê û barê mezinî
kar hilgirtin û çira xwenasîn û hişyarkirinê bi duhnê bîr û
baweriyên kurdperweriyê di mala her kurdekî de pêxistin...
2- Nifşê diduyan: Bavên xortan, ew kes
bûn, ko zaroyên xwe ji pêsîra xakperwerî û xebatgêriyê
têrşîr kiribûn û kurdîtî di xwîna wan de çandibûn û hê jî
diçandin. Vê civata han ji rûbarê Xoybûn û ji kehniya
Celadet vexwaribû û bi wê avê dara bîr û baweriyên xwe di
zeviyeke nû de av dida. Melbenda serekî ya vê tevgerê bajarê
Qamişlokê bû, di asmanê wê de li nav bahoza sitemkariyê,
keskesora xebatgêriyê ji herdû rexên Ceqceqê ve kevan
girtibû û dibin vî kevanî de, nemaze li Tara Qudûrbegê
zengilê dilovanî û hişyariyê di guhê her maleke xewaro de,
lê dida. Û di hundurê vê xebatgehê de destek melayên
mizgefta welatnasî û xebatgêriyê bi can û bi şevbiwêrkin
taybetî ji bo, vekolîn, xwenasîn, helbest û dîroka Kurdan,
li dar dixistin. Ji vê civatê ev kesên han têne bîra min:
Seydayê hêja Mele Ehmedê Namî, Mele
Tahir, Mele Ehmedê Şûzî, Mele Hesenê Hişyar, Mele Ehmedê
Tûj, xalê min Mele Silêman û destek ne mela jî, ji wan: Evdê
Têlo, Ezîzê Zazî, Eliyê Zazî û bavê min Emerê Evdile.
Li gel ko ez biçûk bûm jî, lê dostaniya
min bi çendekan ji wan re hebû, wek: Mele Ehmedê Namî, Mele
Ehmedê Şûzî, û Evdê Têlo... Seydayê Namî yek ji endamên wan
şevbiwêrkan bû. Li gora ko min ew nas kiribû, ew mirovekî
hest tenik zimanxweş bû, gotûbêjên wî ji ewrên hezêkirinê
dibarîn û li ser gula hevaltiyê xunav digirtin. Bi herkesî
re, bi biçûk û mezinan re ji bergeşa xebatgêriyê dixwar.
Hevalekî dilovan û gelekî li bavê min nêzîk bû. Ji bo bavê
min ew dihate mala me û bi min û Berzo re jî civat digirt û
bi zarê xwe yî şêrîn tevna rewşenbîrî û kurdayetiyê çêdikir.
Guh dida wan helbestên Berzo, yên lawaz û seretayî û gava
carekê Berzo çend malik ji helbestên xwe li ser tembûrê bi
awazên kurmancî ji Seyda re gotin, gula Namî, geş bû, çeng
nebûn pê bifire. Wî dixwest Berzo di dilê xwe ke. Piştî
rojekê diduyan hunermendê hêja Mihemed Şêxo hate mala me û
dev li ken got: ‘Seydayê Namî tirsek kire dilê min, wî hişt
ko çogên min bişkin, hingî wî pesnê Berzo da. Min got:
‘Seyda te ji pêşî ve bigota ko Berzo ye, ez neditirsam, min
got ka ev hunermendê mezin kî ye?!’
Du caran bi Seydayê Ehmed Namî re, cara
pêşî û ya dawî, wek du kat û du niviştokên pîroz di nav
gurzegulên bîranînên min de heta sax im, dê her bimînin.
Min rengên "alê" ji helbesta Cegerxwîn û
bi têgehiştina zarokî nas kiribûn, belê min li tu cihan ala
pîroz nedîbû. Cara pêşî ko ez çûme mala Seydayê Namî li wir
min ala Kurdistanê dît, li wir çaxa ko di zîndanan de
neynokên xebatgêran hildikirin û tirsek bêhevta hebû, li nav
dilê mêzerekê bi tevnî ala Kurdistanê hatibû çinîn û bi
dîwarê xanî ve hilawistî bû. Namî di wê civatê de bihayê
serfirazî û naveroka rengên alê bi hevrîşmê gotina xwe ji
min re bi dar ve kir.
Cara dawî, ko di pey re, Seydayê Namî bi
pîrî li pey Xwedayê xwe çû. Gava ez ji başûrê Kurdistanê
vegereham, ew nexweş bû, wê şevê ez bi bavê xwe re, çûme
serdana wî. Ew ji nav cihê xwe rabû, çeng bû devê derî,
destê min weha bi germî girt û berneda, wî dixwest ji
germiya destê min dilê xwe ji rûbarê şoreşa kurdî tijî ke,
bi kelgermî ji min re got: ‘Tu li ba min muqedes î, tu du
car muqedes î, carekê ji bo ko tu çûyî û te ziman û edeba
kurdî xwend, û careke din tu muqedes î, ji ber ko te
hevpişkî di şoreşa kurdî de kir’. Ev gotinên ha ji kûrahiya
dilê wî derdiketin. Dilovaniya Namî ji kêşa wî re hiştibû,
ko pirpirîka canê wî rojê sed carî di agirê kurdayetiyê de
bişewite. Xwendin û nivîsandina ziman û helbestên kurdî li
ba Namî û hevalên wî karekî pîroz bû, ji lewra em dibînin,
ko şevbiwêrkên wan herşevî bûn û ji berhemên wan
şevbiwêrkan, wan civat û tevgeran, ev herdû pirtûkên Namî
bûn:
1-Agirê Sînema Amûdê
2-Daxwazname
Herweha nivîsên mele Hesenê Hişyar, ko
rûpelên pirtûkên wî bêjimar in û ji hemî rengan gul û
bişkojên welatê xwe kom kirine. Û wek ez dizanim ji kesên wê
civatê Evdê Têlo jî li ser dîroka Kurdan û kelepûriya Kurdan
dinivîsî, herweha helbestên Mele Tahir jî gelek hene. Kesên
di wê civatê de û di wan şevbiwêrkan de hevpişkî dikirin,
hemiyan xwe bi xwendin û nivîsandina helbesta û mêjûya kurdî
mijûl dikirin. Şevbiwêrkên wan jî bi vî rengê xwarê bûn. Ji
piştî nîvro karê wan dest pê dikir. Civatên berdîwaran hebûn
û yek ji wan civangeha li nêzîk mala me bû, ko dîwarê qapanê
bû. Ew lê rûdiniştin û dengûbas kom dikirin û ji wan kesên
di vê civatê de xuya kirîbûn bavê min Emerê Evdile û xalê
min Silêman bûn û navê ‘"îzaa berhêtko’ li vê civangehê
kiribûn.
Li şevê civîna taybetî dest pê dikir û
her yekî ji wan çeltekê got û bêjan vala dikir. Hin bi nizm
û nermî û hin bi hişkî li derya meqerisiyê siwar dibûn, pêl
tevlihev dibûn, nimz û bilind dibûn, ta li dawiya şevê şapa
gotinan li zevîka rastî û dilovaniyê radiwesta. Destê
biratiyê dihejandin û li nav kolanên Qudûrbegê li ronahiya
çirîskên hêviyan belav dibûn, da şeveke din li ser çengên
daxwaz û hestin nû, da li civaneke nû çira şevbiwêrkeke nû
pêxin... Li dawiyê du pêşniyarên min hene:
1- Hêja Osman Sebrî: Ez dibînim ko me
kêmahiyek mezin li beramberî wî kiriye û ya rast ew e, ko em
şevbiwêrkekê ji bo vî mirovê xebatgêrî pir hêja li dar xin
2- Em karekî bikin, da em bikaribin bi
dilovanî rewşenbîr û nivîskaran di bin sîwana berjewendiya
ziman û toreya kurdî de, kombikin.
Ehmedê Namî Şivanê
derdan
KOVARA ZANÎN
Ga dimire, çerm dimîne, mêr dimire nav
dimîne.
Bêguman, dema ko mêr an çi mirov be, di
jiyana xwe de, tiştekî hêja bike, wê navê wî bi wî karî ve
bê girêdan. Gelek kesên hêja hebûn ko di jiyana xwe de pir
westiyan, dijwarî û taliyê jiyana wan vegirtibû. Lê dîsa jî,
ev kes di cihê xwe de ranewestan, jiyana xwe ne wek kesên
normal berdewam kirin, lê bi danekî pir hêja û giranbûha xwe
bi cî kirin. Lewra navê van kesan jî, di mêjiyê her mirovî
de ma.
Ev kurtegotina jorî min di hejmara yekê de,
ya kovara me kovara Zanînê de belav kirbû, dema me gotar li
ser seydayê Palo nivîsîbû. Ev gotinên han li bejna seydayê
me yî nemir Ehmedê Namî jî tên.
Seydayê Namî weku me li ser xwendiye û me
berhemên wî di kovarên kurdî Hawar û Ronahî de dîtine;
mirovekî ta bi hestiyên xwe kurd bû. Derdên gel û welat ti
carî ji bala wî nediçûn, ta ko di malikek ji malikên xwe de
ew xwe dike şivanê derdan. Di hejmara 30î, ya kovara Hawarê
de, helbestek bi navê "Diljaniya Haco Axa" nivîsiye û van
gotinan tê de dibêje:
Haco tu bi navê kurdewarî
Razayî li benda efwa barî
Emrê te meger gihabû şêstî
Nazdarê welat tu zû nivistî
Namî bes e, ey şivanê derdan,
hêja bi xweşî dikî xeberdan.
Helbet kovara Zanînê nemerdî di derheqê vî
seydayê canfîda de nekir, ev seydayê welatperwer û xwediyê
marş û sirûdên niştimanî û neteweyî û di hejmara 7an de li
sala 1993an gotarek hêja bi destê dostê Zaninê mamosta Elî
Şemdîn belav kiribû. Ev çend malik ji wê sirûdê ne:
Birayên delal hûn werin xortino
Buhuşta welat de’m herin merdino
Eger hûn neyên van e keç em meşîn
Bese koletî serfiraz de’m bijîn
Welat çav li rê bendewarê me ye
Ciwan herine pêş dem û dewra we ye
Çend rawestgehên berbiçav di jiyana
seydayê Namî de hene, ez dixwazim wan ji we re bibêjim:
-Seydayê Namî hiş û bala xwe dabû
fêrkirin û pêşketina keçên kurd, ev kesên ko nîvê milet in.
Ji ber vê wî rabû dibistanek li ser girê Tilşeîrê ava kir.
Mirovên paşverû, yên di wê demê de pir enirîn û êrîşî
seydayî kirin, ta hinan ev gotinên beloq gotibûn: ‘Namî,
konê şeytên li ser girê Tilşeîrê vegirtiye’.
-Rawestgeha diduyan û ya herî hêja ev bû,
dema seydayê Namî berî mirina xwe ev gotina dilbiêş gotibû:
‘Hêvîdar im ji xortekî kurd, roja welat azad bibe, ew bilez
bê ser gora min û mizgîniyê ji min re bîne, da ko êdî ez bi
xweşî li goristanê razim’
Bêguman wê gelek rawestgehên hêja yên ko
mirov serê xwe li ber wan bilind dike hebin.
Berhemên seydayê Namî ev in:
Daxwazname,
Agirê sînema Amûdê, Ferhenga kurdî-erebî
û hin tiştên din.
Bi van çend gotinên seyda ezê gotara xwe
bixemilînim:
Welatê min, bi te ez bûme dîndar
Evîna te ji lawînî kirim jar û birîndar
Gelek wek min di vê rê de fenabûn
Hemî jî bêgoman şêrê çiya bûn
Nebe xemgîn weke Namî ciwanî bê miradî
Bijî herdem welatê min bi şadî
.

Rezo Osê
Bûyerek ji dîroka winda
Di dîroka miletê Kurd de gelek bûyer û
serpêhatiyên winda û jibîrkirî û sergom hene. Lê di demên
dawî de ronakbîrên Kurd ev bar hilgirtin û xwe kirin
berpirsiyar, ko bûyerên miletê xwe nema bispêrin hiş û
gomanên dema pêş. Ewê wan biparêzin û nehêlin winda bibin û
wê nehêlin destên nepaqij bi wan bileyizin. Yek ji wan
bûyerên dîrokî, yê bi kul û derd, bi êş û xem di 13.11.1960
de bi serê kesên bajarê Amûdê de hat, Agirê Sînema Amûdê. Ew
agirê, ko zimanên xwe avêtin gul û kulîlkên her malê. Ew
agirê, ko bi şûn xwe de bêhna biraştina goştê zarokên Kurd,
wek agirê Eleqemşê, di nav rûpelên dîrokê de hişt. Yek ji
wan kesên xwe berpirsiyar dîtin, da ev bûyer jî weku gelek
bûyerên din winda nebe û bê ser û şop nemîne seydayê Mela
Ehmedê Namî bû. Lewra di rojên pêşî de, berî hilm û bêhna
şewatê ji pozan derkeve û berî hêstirên çavan ziwa bibin,
pirtûkek bi navê " Agirê Sînema Amûdê " li ser vê bûyerê
nivîsand. Pêşgotina vê pirtûkê jî bi destê nivîskarê hêja
Bavê Nazê hatiye pêşkêşkirin. Di pêşgotina xwe de Bavê Nazê
dibêje: ‘Li bajarê Amûdê bi xwe du şewatên bi nav û deng
çêbûne. Şewata pêşî di salên sihî de, dema ko balafirên
Fransizan Amûdê bombe kirin, bi bombardemanê bajar hate
şewitandin. Tevî ko daniştivanên Amûdê mîna hemû gelê Kurd
di wê demê de rûpelên lehengî di dîroka şerê serxwebûna
gelên Sûriyayê de bi xwîna xwe nivîsandin jî, lêbelê pozê
dîrokvanên Ereban neşewitî û gotinek li ser vê têkoşînê
nenivîsandin û herçî miletê Kurd jî wek hercar hemû tiştê
xwe çi edeb û çi dîrok be, dispêre hişê kesên, ko bûyerê
dibihîzin, yan bi çavê xwe dibînin. Loma jî piştî mirina van
kesan bûyer jî bi wan re dimire. Şewata sînema Amûdê, ya
diduya ye ko bi destê dijmin li vî bajarî qewimiye. Ev li
gor şewata pêşî ne pir dûr e. Hîn bi hezaran kes hene, ko
şewata sînemê bi çavên xwe dîtine. Ta niha jî şopên vê
bûyerê li Amûdê mane. Lê ji bextiyariya me re dema şewata
sînema Amûdê seydayê Namî nivîsek bi awayê rêportajeke fereh
li ser vê şewatê dinivîse. Bi çapkirina vî eserî şewata
zarokên Kurdan di dîroka miletê wan de ciyê xwe digire.
Pirtûka seydayê Namî Agirê Sînema Amûdê ji
çend pêşberan ava bûye. Pêşbera pêşî pêşgotina seydayê Namî
ye, bi navê Pêşberiya Çîrokê ye.
Di pêşberiya çîrokê de Namî ne tenha li ser
bûyer û serpêhatiyên winda ji dîroka miletê Kurd diaxife, lê
wilo jî li ser mamoste û zane, li ser hozan û hunermendan,
li ser torevan û ristnivîsên winda ji vî miletî disekine.
Wilo jî li ser kesên ko bi zimanê miletên din nivîsandine û
şûnmayên wan ketine tûrikên van miletên bêgane. Loma Namî
dibêje: Dema min dît, ko çîroka Agirê Sînema Amûdê yek ji
serpêhatiyên mezin e, ko di welatê me de çêbûne tê hijmartin,
min nexwest ew jî winda, bê ser û şop here.
Seydayê Namî ne tenha rexnê li wan hozanên
Kurd, yên bi zimanên bêgane nivîsandinên xwe pêşkêş kirine
dike, lê wilo jî rexnê li wan Kurdên, ko qezincên mezin û
hêja gehandine miletên din û miletê xwe ji bîr kirine û xwe
jê şûştine dike. Di pêşberiya xwe de dibêje: (Mamostê û
zaneyên me her bi navê miletên din xwe dan nîşandan û ji wan
re xebatên hêja û bê hijmar kirine. Milet û welatê wan bê
par mane, carekê ji kerema xwe re negotine em Kurd in û gelê
cîhanê bi gel û welatê xwe agah nekirine) .
Loma Namî dibêje: (Birano! Ev tişt bûn, ko
ez bive neve kirim ji bo nivîsandina vê çîrokê) .
Ev çîrok bi ‘bingehên serpêhatiyê’ dest pê
dike. Di vir de Namî xweşik ronî dike, çawa daneheva
alîkariyê bo gelê Cezayir pêk hat. Lê piştî, ko civandina
alîkariyê bi têkrayî, rû sipîtî û camêrî li bajar xelas bû,
ji nû ve xelayên nû hatibûn bîra hinekan û ew bûne sebebê
ziyana mezin.
Bingehên şewata Sînema Amûdê bi (bîrhatinên
mûdîr ve tên girêdan û di wan re xweş xwiya dibin, gava
mûdîrê nahiye mamostayên dibistanan dicivîne û pêşniyarên
xwe bi wan dide nasîn: Ez dixwazim rojekê sînema Şehrezad
kirê bikim û kara wê jî bidim ser perên, ko berê hatine
civandin ji bo vê alîkariyê) Loma her mamostayek bi dilpakî
fermanê dide suxteyên xwe: Kesê peran neyêne û neçe sînemê,
nema tê xwendinê. Bi vî rengî suxteyên dibistanan hêstirên
xwe bi ser dê û bavan de barandin, da nerxê çûna sînemê
bidin wan, da ew jî bi vî nerxî, para xwe bixin ser azadiya
Cezayirê.
Piştî vê berçavkirinê Namî vedigere rewşa
peydekirina nerxê bilêta sînemê, nemaze ew zarokên jar û
belengaz. Û bi rengekî wênevanî van rewşan berçav dike.
Piştre berê xwe dide pesindan û pênasîna avahiya sînemê, da
ji vê pesindanê pirsa xwe deyne ber çavan: ( Çawa bihêlin
xaneke dewaran bibe sînema?). Lê bi ser vê yekê de jî qeflên
bi rojê filmê ‘Gunehkariya nîvê şevê’ dîtin. Tenha qeflên
êvarê ji zarokan ketin bin barê vî navê bêqidoş û agir li
wan di bergeha sînemê de leyist. Hinga ti çare ji pêvî hawar
û fîxanan nema. Loma ‘dengbilindên bajêr ketin kolan û cadan,
kirin qêrîn û hawar...’. Ji hawarên herî bi şewat, yên ko
gelên bajêr tev li sînemê civandin, hawara: ‘Agir ket sînemê,
agir ket koza berxan, koza berxên ciwan, sîneme şewitî!’
Piştî ko Namî ‘koma ademîzadan’ bi jin û
mêran li agir dicivîne, ‘xortekî ciwan û hêja, hunermend û
canpola, mêrxas û xîretşînas’, ji nav vê koma bajêr derdixe
û dide ber çavan, çawa ‘peywend û zincîrên jînê qetandin,
weke şêrekî xeyidî û teyrekî bazî, ko xwe berde ser nêçîrê,
êrîş berda kûrangiha êgir, kûrangiha mirinê, hundurê sînemê...’
û gelek zarok ji agirê dijwar parastin, tanî canê xwe bi
canê, yên mayî re buhuştî kir, gava hasinê sêndera deriyê
sînemê, piştî ko sincirî, bi ser de hate xwar. Ev xortê
canfida Mihemedê kurê Seîdê Deqorî bû. Piştî vê keft û leftê
tevî ‘agirvemir gehiştin’, ‘lê piştî çi?’. ‘Berê şewat bû,
paşê bi avê hatin kelandin’. Wilo şîn û qêrînan xwe berdan
ser bajarê Amûdê û dengê ‘dengê elahû ekber û dengê naqosan
ji nîvê şevê ve hate birîn’. Bi awazî digotin: ‘Şîn...şîn.
Ka şîna ji vê mezintir gelo?’.
Agirê sînemê vemirt û daxemirt, lê agirê
cerg û hinavan gurtir bû, çiko xelk bir bi bir diçûn û
dihatin, di hundurê sînemê de li heriya ax û xwîn û goştê
şehîdan temaşe dikirin... Her makek bi barîn li berxa xwe
digere, belê ‘hin derdiketin û dihatin naskirin û hin jî
derdiketin, bi reng û nîşan nedihatin naskirin. Û hin parçe
jî derdiketin, mîna parçên kûmirê’.
Bi vî rengî gewd û qet û parçên 280 zarokan
li hev dicivînin û bi şîn û girî, bi darbest û tabût berê
milet dikeve goristanê. Seydayê Namî li ser vê bûyerê
berdewam dike û rewşa tirban dide ber çavan, çawa teka tek,
yan dido dido, yan jî bi kom kulîlkên şewitî hatin veşartin
û bingorkirin. Hinga dikeve pesinê serxweşiya gel, lê
tawankar û sersebebên vê bûyerê ji bîr nake, loma dikeve
rengê bersivdan û lêpirsîn û lêkolînan de, ta di dawî de
digehe gotina rast: ‘Gelo îcar berpirsiyar kî ne?’. Dîsa em
nizanin, çiko rastî nayê gotin û tirs heye. Ez xulamê wî me,
yê zengil bike stuyê pisîkê. Lê gelo ji gilî çi derdikeve,
eger dad nebe?.
Cihê sînema bêqidoş bû ‘Gulîstana Mezargehê’
û peykerek tê de hat danîn. Peyker bi vî rengî ye: Sê
xwendevanên dibistanê di nav pêl û pêtên êgir de ne, pişta
wan li hev e û ala Cezayir di destê yekî ji wan de ber bi
pêl dibe.

Samî Namî
Gotina malbata seydayê Mele Ehmedê Namî
Êvara we bi xêr!
Şeveke weke vê şevê ji min re bûbû xewnek û
mabû keserek di jiyana min de. Loma, min pir dixwest û hêvî
dikir, ko şeveke halo bibe rastiyek, û ez bi çavên xwe
bibînim. Min, weke ko dixwest bîranîna pêncsaliya koçkirina
bavê xwe pêk bînim, lê nehate milê min û dost û hevalan.
Hêviyên min mane bi bîranîna dehsaliyê ve, lê ew jî weke
pêncsaliyê bi sarî derbas bû. Ez mame li benda pazdesaliyê
ve, lê wê jî bi bê his û dengî keserên min pirtir û hêviyên
min melûltir kirin. Wilo, bîstsaliya koçkirinê hat. Ez bi
tirs bûm, ko ew jî weke yên berê, sar derbas bibe, êdî ew
keser ji dilê min dernekeve û ew xewna min nebe rastiyek. Lê,
saya Xwedê û serê xortên hêja va ye, em bîranîna bîstsaliya
M.E. Namî di vê şevê de pêk tînin. Bi vê bîranînê jî Namî,
di demê de, zindî dibe. Zindîkirina wî jî di riya çalakiyên
rewşenbîrên Kurd re, yên ko Namî yek ji wan bû, rû dide.
Erê, berî M.E.Namî ristevan be, ew nûnerê
rewşenbîriya kurd bû, nivîskarê kovarên Ronahî û Hawar bû.
Lewra, ez xwe şad û bextiyar dibînim, ko rewşenbîrên Kurd,
xwedanên kovarên kurdî û nivîskarên wan barê vê bîranînê
hilgirtin û ev şev li dar xistin. Ez bi navê xwe, bi navê
malbata M.E.Namî spasiya beşdar û amadevanên vê şevê dikim.
Hêvîdar im hûn bi xweşî û şadî, ne tenha vê şevê, bi hev re
bidomînin, lê nûnerên rastiyê bin ji rewşenbîriya kurdî re.
Cihê behwerî û serbilindiyê bin, ne tenha di kar û barên xwe
de, lê wilo jî di têkilî û danûstandinên xwe de... Û dîsa
sipas.
Têbînî:
me weke
malpera Tîrêj xwest ko tiştekî li ser nemir Seydayê Namî wek
navdarekî kurd binivîsin û ji xwendevanên xwe re biweşînin.
Me ji van gotaran baştir nedît ko em biweşînin. Ev gotar jî
di salvegera bîst saliya koçkirina nemir de hatibûn xwendin
û di kovara Dugir de belav bibûn, wek ko kurê wî Samiyê Namî
di gotina xwe de diyar dike(sernivîser).
tirej.net/com