
Tirîfe Doskî
Gula di mûmdankê de
Mihemed Hemo
Gul û
reyhan nayên fessşartin, çinkê di pişt hewşan de jî bîhin
didin .
Çima ev
gula sor di nav pelên zer de tê veşartin ?...
Ez
hêvîdarim ku ev êvara kesk jî di nav pelên zer û pênûsên bi
gûman û bêbext de neyê
Veşartin.
Ev helbestvana jin ya hêja bi hestên jinayetî ku berztirîn
hestên mirovin, helbestên xwe bi êş û evîn dahûnane .
Ev jina
helbestvan îro nimûneyek ji helbestvanên kurd. Lê mixabin ta
niha Tirîfe Doskî di nav gelê kurd de baş nehatiye naskirin,
ji ber gelek sedeman. Yek jê çinkê jineke di nav komela
mêranî de, ew komela ku ta roja îro jinê bi afret dizanê,
jinê ji kirasê pîroziyê dike kirasê xirapiyê yan kêmaniyê,
komelek ku wek afret sêyrî jinê bike çawa jineke bi rûmet û
dahûner wê ji wê komelê bi derê? Hin sedemên din jî hene wek
ev sînorên dujminan di navbera welatê me de danîne, wek
pirzaraviya gele kurd û ya xerabtir ferq û cewaziya nivîsîna
kurdî ku her kurdê derekê bi alfabeyeke cewaz dinivisînin,
lê em gunhehkariya rexnevanan jî dikin ku bi ûjdan
nanivsînin.
Mixabin ta
niha min helbestên vê helbestvana kurd a hêja xudiya hestên
nazik û tenik nexwendibûn.
Lê roja em
li bajarê Duhokê bûn, li vêstîvala Bedirxan a duyê ya
rojnamevaniya kurdî. Min dît jinek bi ber min hat û silav li
min kir got ez Tirîfe Doskî me, bi wê silavê re, min karî
gelek helbestên veşirtî di rûyê wê helbestvana dil bi êş de
ku hîn nenivîsandine bixwendana. Roja din min dît xortekî
delal ber min hat û hin pirtûk dan min got ev dîwanên Tirîfe
ya Doskîne, min ji dest girtin û spasiya wî kir, lê li
vêstîvalê gelek helbestvan û nivîskaran pirtûkên xwe ji me
re diyar kiribûn piştî ez vegerîm mal ji berber min ew
pirtûk dixwendin, rojekê ev dîwana Tirîfe Doskî bi navê
ÊVARÎYEKA KESIK kete ber destê min, min xwend min dît
helbestin miştin ji hestên nazik, bi rastî helbestvanek
hosteye di dahûnana êşên xwe de wek jinek rojhilatî Ji ber
wê ez navê vê helbestvanê dikim GULA MÛMDANKÊ
Ez hêviya
helbestvanek mezin di Tirîfe Doskî de dibînim û jê re
dibêjim xwe ji zimanê deverî rizgar bike ta li seran serî
kurdistanê tu bê xwendin û naskirin û serkeftinê jê re
dixazim.

Ji ber wê
jî min tîpên vê helbesta Tirîfê bi navê, Peyvek ji te re,
kir latînî
Peyvek ji te re
Di nameka
Aşiq de
Ji
hozaneka ter
û
binefşî bo te
Bibore
yekem
care...
nama
dinêvisim
bo
kurekekî
Peyv ji
lêvên min
direvin
Wek:
çwîçkên
pirsî...
silav bo
sakoyê
te yê baranî
bo
govara
di nav
destêt te de
Oh....
Çend
xerîbiya
bêhna çigarên
te dikim
di gel bayî helkêşim
û mest bibim
Nizanim..!
Bo çî
ber
pênûsê min naçî ?
Dinivîsim
zarok dibîte
Hoşeng
Dinivîsim
pertok dibîte
Hoşeng
Keftîme di
çerxa
demê te de
Bibore
min divêt
ji vê
baruvê maça
birevim
û li
zivroka te ya demî
bême der
Bibime
goleka buharê
û li
beheştê yariya
bikim
di
gel werza binivim
Payîzê ji
kirasê pîratiyê
rabkêssşim
Dijî
zivistanê rabiwestim
Tu yê seyrî
?
Wek:
Çipka avê
ji bin
Memleketa
min
derdikevê
û ez
têhiniya baraneka
Hozanên te me
Ta ku hozan
peyvî bikojêt
û maç lêvê bisujît
û li dumahiyê çewa
nama min bigehije te...?
tirej.net/com