
W. ji Erebî:
Serhan Îsa
Çavê deryagir ( kursar )
Kurteçîrokeka Bulgarî
Ji bo biçûkan
Hebû
nebû tiştek ji xwedê mezintir tunebû.
Hebû mirovekî Masîgir belengaz tiştekî wîna ji bilî Torekê,
û tenduristîya wîna tune bû.
Her roj bi segurka
sibehê re diçû ser peravên Deryayê, Tora xwe dijenî...
dikila û ditavête nav zikê Deryayê, ev seqa car li dûv carê
bikar ditanî, heta ku zembîla xwe tije masî dikir, paşê Tora
xwe ji qirşik, kewş û gemarê dadiweşand û paqij dikir, û bi
kêf û şadî berê xwe dida malê.
Lê mixabin ne her
timî zembîl tije masî dihate malê....
lê dema ku didît
zembîla wîna ji masîyan bi ser ve çûye... wê çaxê tîq tîqa
kenê wîna bi hêztir dibû...
kêm caran çavêd
Nêçîrvanê belengaz bi wê dîdarê şa dibû...
ji ber ku gelek
caran Tora xwe ving û vala ji zikê Deryayê dikişand...?
Wê çaxê jî bi
dilekî kul, melûl, û sernixûz vedgeriya malê...
û bilez xwe
ditavête ser nivîna xwe bêkav diket radiziya mîna miriyê par
ne yê îsal...., xwe ji karê roja bûrî diveyisand.
Roja din dîsa bi
segurka sibehê re ji xew radibû mîna dîkê por, alavên xwe
yên nêçîrê amade dikirin....xwe di zîqziqand, û berê xwe
dida ser Deryayê.
Demeke dirêj di wê
navê re buhurî...
lê carekê ji caran
Masîgirê belengaz li ser kevîka Deryayê rawestiya bû
çavdêriya liv û çiva Tora xwe dike....
ji nişkave Padîşah
û Wezîrê xwe di wir ve derbas bûn.
nerîn ku yê Torvan
bê pêjin bi ser xwe de mijûl bûye....
Padîşah û Wezî ber
pê hatin.... û jê pirsîn:
T....or....çi....yo....oooo
karê te çawaye
...?
Nêçîrvan di cî de
li paş xwe nerî, rabû ser piya, serê xwe jê re nizim kir û
di ciyê edebê de rawestiya... û bersiv da:
Rewiş pir xirabe
ezbenî bi xwedê ez ji zeraqa rojêve mîna pûtekî bi ser
kevîka vê deryayê de rawestiya me, û hîna masîyekî bi tenê
jî Tora min nelivandiye?!
Başe Torvanê bi
rûmet Padîşah wisa lê vergerand, eve bext û şensê teye...
rabe Tora xwe
bikila û li ser şensê min vê carê bavêje zikê vê deryayê, û
bi soza mêrê berê kim bi qasî giraniya masiyê têde ezê zêr û
peran bi te dim...!
ji kêf û eşqan re
belbelîsîkên avê bi çavêd Masîgirê belangaz ketin...
wisa ji kela dilê
xwe re Tora xwe jenî û kila jenî û kila û dûr û kûr di
zikê Deryayê de
veda...
piştî kurtebihnekê
hêdî hêdî dilekî bi tirs dilekî bi kul, Torçiyê reben tora
xwe ji zikê Deryayê dikişand hino hino hêdî hêdî, ber bi xwe
ve dikişand û dilê wîna çarkopal lê dide, dibû piste piste
wîna û ji xwe dipirsî:
Gelo vê carê wê
barê Tora min çibe?
Ax...ax... ax....
xwezka masîkekî pir mezin bê?
Lê dibe ku ez Tora
xwe virt û vala jî bikişînim?
Mixabin Tora xwe
ving û vala ber bi Qeraxan ve kişand...
tiştek têde tune
bû ji bilî Hestiyekî Sipî!
Ji bê qubaletiya
xwe û ji bextê xwe yê reş, çav lê bûna mîna du perengên
sincirî, destê xwe bilind kir ku careke dinê Tora xwe bavêjê
lê Padîşah bi destê wîna girt, û jê re got:
Na... na... em li
hember vîna Xwedê nikarin tiştekî bikin, lawê min ev şensê
min û te ye, divê ku em pê razî bin, û divê merov ne çavkur
û dexsok be....
lê netirse ez hîna
li ser soza xwe me kurê min, ezê bi qender giraniya vî
Hestiyê sipî Zêr û Peran bi te dim....!
hilo bi me re
were koçkê.... torevan Tora xwe ji kewş û mewşê temîz kir,
taze li hev pêça, avête ser milê xwe, Hestiyê sipî bi destê
xwe girt û bi rex Padîşah û wezîrê wîna ket.
Nêçîrvanê
belengaz jî ji raman, guman, û xewnan mejî li xwe reş kir,
de başe lo hindik çêtire ji tunehîyê....!
Dibe ku ji
kêmasî Zêrekî bide min... a...a....
çawa... ez behwer
dikim,
wisa di ber xwe de
dikire piste pist.
Piştî ku gihijtin
koçkê, Padîşah bi destê Masîgir girt û xwe berdane jêr ciyê
Xezîna Padîşahîtiyê.....
Çavdêrê xezînê
rahijte hestiyê sipî li ser tepsika zêrpîvanê danî, û zêrek
xiste tepsika li hember, lê zêrpîvan qet neliviye?!
Çavdêr zêrekî din
lê zêde kir, lê dîse nelivî?!
Kirin dudu, sisê,
çar...... lê bê sûde?!
Neçar man rahijtin
xurcika zêran tevde valakirin tepsika li hember hestiyê sipî
lê dîsa ber pê nehat û zêrpîvan nelivî?!
Li himber vê razê
xelkê li wir hemî mendehoşî man?!
Dipirsin gelo ev
çiye, çîroka vî hestîyê spî, yê mîna pirtikekî ku malê
Padîşahiyetê teve de têde dernakeve çiye wa... wa... babo?!
Ev çi hestiyê ku
wisa li ser zêrpîvanê giran dibê?!
Rûniştin şêwrên
giran danîn, çareyekê, dermanekî, kevir xistin şûna zêran,
mêzên guhertin, lê hemî bê sûde!?
Padîşah dîn û har
bû, kete nav raman û gumanan, yekê wî dibir yekê ew ditanî,
çav lê sor bûn, damarê wîna weriyan, destên xwe vekirin û
ber bi Xwedê bezî û zûriya, Xweda ez bi qurban û gorana te
bim, ev çi bobelata ku te anî serê min, werin li vê tovanê,
li vê kesînedîtiyê,
Xwedayê mezin û
dilovan min soz û qirar daye Masîgir û ez bi qender
giraniya tiştê ku
di torê de zêr û Peran bidimê?!
Û tu dibîne xezîna
min hemî bi qasî giraniya vî hestiyê biçûk nayê? Ax...Xweda
çareyekê ji min re bibîne ez bi gorî...
dema radihijtin
hestî bi destan pir sivik bû mîna pirtikekî, lê dema ku
li ser zêrpîvanê
daditanîn, pir giran dibû, ta asteyeke ku mejiyê merov
behwer nedikir!
kesên li wir ku
çavdêriya bûyerê dikirin bi mendehoşî û dilahiyeke dijwar
milê xwe dihejandin, û dipirsîn çi raz di vî hestîyî de
heye?!
Padîşah hemî
Cadoker, Zanayê û Koçekên bajêr civandin, ku çareyekê jê re
peyda bikin.
Komcivînek pir
mezin li darxistin, rojek, dudu, sisê lê tu şîrovekirin û
çare ne ji xwe re û ne ji Paşayê xwe re ne dîtin.
Paşa nameyek
nivîsand emzeya xwe çelp lêxist, û ji herêmên ku di bin
desthilatdariya wîna de bûn hinart.
Çi kesê ku raze vî
hestiyê spî û vale şîrove bike û derîne, ezê têra wîna mal û
mewdan bidimê, ku têra wîna bike hetanî kurê kure.
Pir mirovên jîr û
zana, pir Cadoker, û kesên ji xwe razî di demeke kurt de li
Koçika Paşa bûne mêvan, lê mixabin êkî bi tenê jî nikarîbû
çareyekê ji derdê xwe û yê Paşayê xwe re bibînin.
Dawî Pîrejineke
piştqof û jihevketî, ku Pîrbûnê ew di nav pencên xwe de
weraftibû, li Koçka Paşa bû mêvan.....
Li hestiyê spî
nerî û got:
Paşayê min, ez bi
gorî, ji kerema xwe re fermanê bide êkî ji peyayên xwe, ku
kulmeke Axa sar ji min re bîne!?!
Û ezê ji we re li
ser hestiyê spî biaxivim!
Paşa dema ev gotin
ji Pîra pişqof bihîstin pir aciz bû, bi dengekî bilind bi
ser Pîrê de hil bû û got:
Te mejiyê xwe
xwariye!
Yan jî bi ser kul
û derdên me de tu hatiye laqirdiyên xwe bi me bikî!
Yan tu hatiye vir
ji bo tu çîrok û çîvanokan ji me re bêjê, eger mebesta te ev
be bilez ji vir biqeşte berya ku ez serê te ji nav her du
polên te bifrînim!
Paşayê min ezbenî
bîna xwe fireh bike, ez bi gorî, mebesta min tenê
ewe ku ez raza vî
hestiyê spî ji we re şîrove bikim?
Ez baş dizanim
bêma çi hate serê Kursarê Deryayê yê reş, bavê min qeyik û
gemiyên wîna hemî di zikê deryayê de dorpêç kirin, û tevî
wîna bin av kirin, û Kursar li gel hevalên xwe yên din di vê
bûyerê de jiyana xwe ji dest dan Paşayê min....
erê ev çîroka ku
min ji we re bi kurtî got, parçeyek ji rastiyêye, lê
dumahîka vê rastîyê ezê pişt re ji we re bêjim..
bîstekê Pîr bê
deng bû, piştre rahijte wê kulma Axê û bi ser hestî de
werkir û dêra, piştî ku ew xistibûn tepsika zêrpîvanê.
Di cî de tepsika
li hember hate jêrê, û hestî di zêrpîvanê de bû mîna
Pirtikekî...!
giraniya hestî bû
mîna zêrekî biçûk....
Paşa ji wê dîdarê,
ji çalakî û behlewaniya Pîrê mendehoşî ma....
Piştî mijûliyeke
kûr û dirêj, Paşa ji Pîrê pirsî:
Pîrê ev çi bû te
bikar anî, ku bi yek carê hestî giraniya xwe winda kir, Pîrê
lê vegerand û got:
Paşayê min ez bi
gorî, min tu cadokerî bikar ne anîye, û min tu Ayat û nimêj
jî li ser nexwendine....
piştî ku min hestî
dît, û piştî ku we çîroka xwe hemî ji min re got, di cî de
min behwerî bi Xwedayê xwe anî, ku ev hestî yê serê
mirovekîye, eger tu law lê binêrî tu yê bibîne ku ev hestiyê
cernikê çav bi xwe ye!
Çavê Kursarê reş,
Kursarê reş jî, ez bi gorî, her timî li talanê xelkê dixist,
malê fiqir û feqîran dixwar, Pîrekên wana qebhet dikirin!
Û her ku têr
dixwar û malê wîna pir dibû, bêtir çavên wîna sor û birçîtir
dibûn!
Û Paşayê min,
ezbenî çavên her timî birçî û dexsok jî, tênê ji kulmeke Axa
sar têr dixun.
Tu li ber ketî
çime min kulmeke Axa sar xwest ez bi gorî?
Paşa pir dilşah û
serbilind bû, û xwîn vegeriya hinarkên rûyê wîna.
Biryar da ku
diyariyeke pir mezin bidine Pîrê.
Û her weha
diyariyeke wisa jî ji bo Masîgir.
Çîroka min çû
diyare rehme li dê û bavê xwendevan û guhdaran.
kaniya.sipi@web.de
tirej.net/com