Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Navdarên Kurd

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Hevpeyivîn


 

 

 

 


Brader Musikî

Hevpeyivîna: Qado Şêrîn

  

* Yanî kesekî bingeha wî/wê ji folklorê ne bi hêz be bila ne xwîne baştire
* Awaz û gotin mîna aveke nerm di herike ji sînga min.
* ez carna welatê xwe û yara xwe dixim nava kevaneke evînê û bi wan şa dibim.
* Bila keç û xortên me yên hunermend pêl bedena min kin û derbasî qada hunerê bibin.
* Hunermendek Kurd ger haya xwe ji klasîka xwe tunebe wê herdem ling li hewa be.
* Televizyonên me jî bi zanistî an jî bi nezanî xizmeta vê nebaşiyê dikin.
* li ber çavên min neqşeya Kurdistana mezin heye.
* Bila hunermendên me..bila…bila… Nefs biçûkbin. xwe ji guhdaran mestir nebînin.



Belgeya CD ya Pepûlê

Li strana Pepûlê guhdarî bike

1-CD ya te ya nû Pepûle çi di muzîk û hunermendiya Brader de guhert?, çî nû û taybet têde heye?.
Di rê de çûna hunerê  meşek dirêje.CD ya PEPÛLÊ berhema minî 10 ye. Helbet di navbêna berhema min ya 1 ê ,û ya 10 an de wê gelek cudahî hebe di warê pêşketinê de. Lê di bingeha mûzika min de tiştekî guhertî tune yi. Guhertinek hebe di berhema min ya pepûle de orkestra heye, mûzîk bêtir zengîn û bêtir bi rêk û pêke li gor yên din.


Qado Şêrîn û Brader

2-ji 11 stranan gotinên 6an ên te ne, ji bo te ev tê çi wateyê?, kanî helbestvanên stranan?.
Raste gotinên 6 stranan yên min in. weke berhmên min yên berê dîsa min hinek stranên folklorî xwendine bi awayekî nûjen. Û hinek helbest jî yên  hinek dine ku li dilê min xistine. min şirove kirine. Mînak strana Kalo gotinê wê yen birêz Ismail Bavê Rodî ne. Û strana Çûn ew çûne jî ya Selamo ye. Di pirtûka CD yê de keda kê heye min daye nivîsandin. 

3-nebûna helbestvanên stranan çi astengê ji bo te derdixîne?, bê wan çilo dê strana kurdî bi serdema xwe re be?
Helbestvanên me hene. Belkî ne li gora dilê me bin, yanî hindik bin. Helbet xebata mûzîkê hevbeş(kolektif)be çêtire. Yanî hinek gotinan çêkin, hinek awaz deynin û hinek bixwînin, şirove bikin, wê bêtir pêşkeve. Lê em Kurd di tu warî de hînî karê hevbeş nebûne ku heta di warê hunerê de hevbeşî bikin. Lê dîsa jî hozanvan û awaz danerên me hene. Ji aliyê min de zêde zahmetî tune, ji ber ez bi xwe hersê karan jî dikim. Lê ev taybetiyeke, mesele civatiye. 

4-di navbera CD ya te ya nû Pepûlê û CD ya te ya herî pêşî de çi hatiye guhertin?.
Li gor min  bikaranîna pir amur û warê teknik de guhertin heye. Ew jî ez weka pêşketin ji xwe re dibînim … 


Brader li bakurê kurdistanê

5-te di CD ya xwe ya nû Pepûlê de jî stranên Folklorî (HOY BERÎ)gotiye, gelo ji mafê her kesîye stranên Folklorî bibêje?, çi şert û merc ji bo vê yekê hene?.
 Herkes dikare folklorî bêje lê pêwîste orjinala stranê xeraneke. Yanî kesekî bingeha wî/wê ji folklorê de ne bi hêz be bila ne xwîne baştire. Weka ku min li jorê jî got di hemî berhemên min de çend stranên folklorî hene. Berhev dikim, nûjen dikim û bi şêweyê xwe dixwînim. Hoy Berî jî yek ji wan e. 

6-wek ez dizanim tu hemû awazên xwe çê dikî?, ta çi radeyê ev yek guhertinê di awaz û mûzîka te de çê dike û li pêş dixîne?.
Belê bi salayi ez bi xwe  bi giranî stranên xwe bi xwe çê dikim. Ev jî nabe qismetê herkesî.
Dema merev gotinên xwe, awazên xwe karibe bi xwe deyne, tiştekî xwemalî çê dibe. Hemi hestên merev têda diyar dibe û merev bêtir bi hest û ji dil dixwîne. Dema ku ez stranek ku hemî min bi xwe çêkiribe  dibêjim, xwe bêtir rihet dibînim, tembûra min bêtir bi min re dinale. Awaz û gotin mîna aveke nerm di herike ji sînga min. Ew jî dibe rengê min û hunera min. 

7-tu di dema borî de li bakur û başûrê kurdistanê bûyî, civakê çilo pêşwazî li Pepûlê bi taybetî û li deng û mûzîka te bi tevayî kir?.
Birastî ez piştî 18 e salan cara yekem vegeriyam, pêşwaziya gel hê ez li Istenbulê bûm li Newroz a Istenbulê hestên min serobinî hev kir. Ji bo milet bigihêje min pêl hev dikirin û ez û çend kesan jî hendik mabû diber lingan de biçûna..Dema min 25 Adarê li meydana bajarê Mêrdînê konser da, ji gund û bajaran gel hatibû..her weha izdiham mezinbû, heskirinek mezin hebû. Hestên min jî gelekî bilind bûn. Gelek car li konserên xwe min nikarîbûye hestên xwe gem bikim. Çemê Reynê têra wê lehiya hestên min nekirine û hestên min çavên min şil kirine.
Her weha ez îsal çûme Kurdistana Azad, min gelek bername li gel radio û televizyonên Kurdî çêkirin. Helwest û daxwaza gel gelekî ez memnûn kirim. Di hevdîtinên xwe de jî ez gelekî kêfxweş û dilşad bûm. Li wir min dîsa bibîr anî ku tiştek ji azadiyê xweştir tune. 

8-Çi cudahî di navbera hunermend Brader û hunermendên din de heye?, ji boyî çi gerek em li te guhdarî bikin?.
Kekê min ji bo merev li hunermendekî guhdar bike tu sebebên madî û zagonî tunene. Tenê sebebek mezin heye .Ew jî huner e, hestên merovane. Di stranên min de hunerek sade heye. Kurdî heye, ziman heye, dîrok û wêje heye, hûnandina gotina li awazan pêçayî heye li ba min.hevokên klasik û modern bi hevra dimeşin, ez carna welatê xwe û yara xwe dixim nava kevaneke evînê û bi wan şa dibim, li ser wan digirîm, li ser wan di êşim, ji ber êşa me hersiyan jî yeke. Kevnetor û nûjentî heye. Ez ji bo vana li xwe guhdarî dikim. Kî ji bo çi li min guhdarî dike ez nizanim. 

9-stran û mûzîka Brader ji hêlekê ve û ya kilasîk û nûjen ji hêla din ve, tu xwe di kîjanê de dibînî?.
Ez  xwe mîna pîrekî dibînim. Aliyekî pîrê klasîkê, aliyê din nûjen e. Bila keç û xortên me yên hunermend pêl bedena min kin û derbasî qada hunerê bibin. Ji bo ku rastî mûzîka me ya klasîk jî bibin.. 

10-mûzîk û strana kurdî ya nûjen di çi radeyê deye?. Gelo tu jê razîyî?, û çawa dinirxînî?.
Hunermendek Kurd ger haya xwe ji klasîka xwe tunebe wê herdem ling li hewa be û nikare dakeve nava reh û damarên gelê xwe 

11-kî rabûye û Vidyo Kilîp ji xwe re çêkiriye, ji wan weyê bi Vidyo kileban dê bibin hunermend, tu vê yekê çawa dibînî?.
Raste perê kê hebe vidyo klîp çêdike, îro mûzîka cîhanê bi vî awayî ye. Carna mûzîka rast jî di nava vê tevheviyê de winda dibe, di tariyê de dimîne, ev ne tiştekî raste, belkî xizmetê ji çavan re dike lê guh û hestên merovan bê par dimînin. Televizyonên me jî bi zanistî an jî bi nezanî xizmeta vê nebaşiyê dikin. Ez ne li gel vê helwestê me. Karmendên me, dewlemendên me pêwiste destê xwe têxin binê kevir, yanî xizmetekê ji hunera me re bikin. 


Brader li başûrê kurdistanê

12-bi çi şêweyî tu bûyî hunermendekî kurdistanî?, û ta çi radeyê tu vê yekê berbiçav dibînî?.
Ez tucarî nebûme hunermendê herêmekê, ideolojikê an hêzekê, ez gava stran dibêjim û çavên xwe digrim bi hestên xwe re rû bi rû dimînim her li ber çavên min neqşeya Kurdistana mezin heye. Ez ji bo hemû Kurdan dibejim. Ez ferdekim û Kurdistan û gelê Kurdistan mezine. Ez bi vî awayî îbadetê dikim, xizmetê dikim. 

13-di serdana xwe ya li bakur û başûr de te rewşa çand û hunera kurdî çawa dît?.
Di warê dewlemendiya hunerê de bakur gelekî dewlemende. Lê niha xebat û lebat a hunerê li başûr, yanî li kurdistana azad pêşdatire. Dewlet derfetê jî dide, lê mixabin li wê derê jî  dubarekirina mûzîk, awaz û stranên bakur heye. Bi perwerdebûnê bawerim wê ew ji holê rabe û bêtir pêşkeve. 

14-di serdana xwe de tu bi gelek siyasetmedaran re civiya, bi partî û rewşenbîran re, te çi guhertin di helwesta wan de dît, ta çi radeyê partî dikarin hevûdu bipejirînin û ji bo berjewendiya gelê me bi hevûdu re dikarin kar bikin?. Gelo gel ji hevûdu hez dike?.
Ev pirsiyareke siyasîye kek Qado Şêrin. Raste ji liqê Duhok ê bigre heta parlemento, wezîr û serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, min hev dîtin pêk anîn. Ji xwe hevdîtinên me nêvî siyasî û nêvî hunerî bûn. Bi raya min dema ez ezî û ideolojiyê li Kurdistana azad borî ye. Di dilê herkesî de ji Kurdistanê mezintirîn tiştekî din tune. Ev jî hêviyeke mezin dide min. 

15-wek ez dizanim ji bilî mûzîk û stranan Brader bi tiştin din mijûlî, gelo tu di wan de çima bi serneketî?. Tu tenê bi mûzîk û stranan navdarî?.
 Raste li gel mûzîkê, ez şêwekarî(wênevanî), karê sînema û carna jî nivîskariyê dikim, ev her yek bi sereke xwe karekî mezine, dem, sebir û pere ji wan re dibêje, qudreta min tenê dikare mûzîkê ragire, vanê din mîna hoby mane mixabin. 


Li bakurê Kurdistanê(em hemû ji te hez dikin)

16-gotin an jî şîret ji bo nifşên nû ji stranbêjan ji bo ko biserkevin, tu çi dibêjî?.
Bila hunermendên me tucarî li nav û san negerin. Bila li dengbêjan guhdarî bikin. Çi heye li wire. Ger dema awazek ji xwe re danîn bila di nava wê awazê de li gotinan bigerin, an ger gotin ji xwe re danîn bila dîsa di nava wan gotinan de li awazê bigerin. Ger awaz û gotin li hev nekin bila stran çênekin.dikarin ji awazdaner û helbestvanan alîkarî bixwazin çêtire.
Nûgihiştiyên me yên hunermend bila tu carî ji nûjentiyê netirsin lê klasîkê baş bizanibin. Bila gelekî bixwînin. Aktuel bi şopînin. Û gelekî guhdar bikin. Bila şexsiyeta hunera xwe wek şexsiyeta xwe bizanibin. Ger stranek wî ji bo berjewendiyê li ber hinekan tewiya bila bizanibe ew bi xwe tewiya ye. Ji popilizmê xwe bi parêzin. Mutewazibin. Nefs biçûkbin. xwe ji guhdaran mestir nebînin.

17-bi navê malpera Tîrêj spas ji bo cenabê te..tu çi li dawî dibêjî?, tu azadî fermo vekirî û eşkere bibêje…
Ez gelek spasiyên xwe ji bona te û xebatkar û xwendevanên malpera Tîrêj pêşkêş dikim. Serkeftina we dixwazim.

tirej.net/com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002