
Resûl Şêxkanlû
Mîlan
Kevanê bi qîmeta temen
Rojekê
xortekî delal û kaw ku hajî bayê dunê û hajî bayê serê xwe
tunebû li rê da rastî kalekî bêixtiyar hat ku kalê pişta wî
ji ber kalbûnê wisa xar û hotik bibû ku meriv digo ka mîna
kevanaye.
Xortê delal li ber kalê ra derbas bû û
qefên xwe li kalê kir û destê xwe li hotika pişta kalê da
lêxist û go:Apo te ev kevana çenda û ji kijan bazarê kiriye?
Kalê dîna xwe dayê ku xort haj serê xwe
tuneye û kalê li dilê xwe da êpêceyi ber xwe ket û zivirî ji
xortê delal ra go:Kurrê min ev kevana min li bazara CEFAYE
da bi qîmeta xortaniyê kirriyê, xort ku hajî bayê dunyayê
tunebû tu tişt ji gotinên kalê fam nekir û bû tiqînîya wî
keniya û disan qef li kalê kir û tizbiyê xwe ba kir û çû.
Sal û zeman bihurî û ew xorta bere bere
temen jê bihurî û ahal bû û paşê jî hêdî hêdî kal bû, rû jê
sipî bû mîna berfa çîl, û pişt jê xar bû mîna hotka bû, ku
rojekê li nav gund da derbas dibû ku xortekê jêra got: Xalo
te kevanê li pişta xwe çenda kiriye?
Kalê ji xeta xwe hisiya û xortaniya wî ket
bîrê û ber xweda got: Hey felek hey mikafat û zivirî ji
xortê delal ra go:Lawo çawa ku yên din kiribûn wisa jî min û
wisan jî tuyê bikirî .
tirej.net/com