
Hans Christian Andersen
Kincên Key ên nû
W. ji Swêdî:
Robîn Rewşen
Hebû tunebû keyek hebû (Padîşah) ku ji cilên
nû û bedew gelek hez dikir. Hemû zêr û diravên xwe dida da
ku çeleng û lewend xuya bike. Guh nedida leşkerên xwe,
nedigot rojekê ez herim tîyatroyê an herim daristanê, jiyana
wî her kincên wî yên nû bû. Saetê carek kincên xwe diguhert,
çawan ji bo keyek mirov dibêje ew her tim di dîwan û civînê
de ye ji bo vî keyî jî mirov her tim welê digot: “Key di
dolaba kincan de ye!”
Di vî bajarê mezin de ku key lê dijiya,
rewşa herkesî xweş bû. Her roj çend kesên biyanî dihatin vî
bajarî. Rojekê du sextekar tên û gotin digerînin ku ew
tevinkar in, qumaşên ew çêkin tu kes nikare çêke. Ne tenê ev,
reng û nexşên wî ew çendî spehî ne, ew cilê ku ji vî qumaşî
hatine dirûtin xwedan taybetiyeke gelek seyr in. Ew kesên bi
kêrî karê xwe nayên an jî ne jîr in, nikarin van kincan bi
çavên xwe bibînin. Key hizirî: “Bê
guman ev dê kincên herî bedew bin”.
“Heke ev cil li min bin hingê ez ê bizanim kîjan karmendê
welatê min bi kêrî karê xwe tê, ez dê bikaribim ên jîr û
bale (kêmaqil) ji hev cihê bikim. Belê, divê ev qumaş derhal
ji bo min were hûnandin”. Gelek dirav dane her du sextekaran
da ku dest bi karê xwe bikin. Wan jî dezgeh danîn û qaşo
dest bi kar kirin. Li ser dezgehên wan tu tiştekî hûnandinê
tune bû. Wan her daxwaza hevrîşimên xweş û zêran dikirin.
Wan ew ji xwe re didane alî û li ser dezgehên vala ta
derengê şevê kar dikirin.
“Niha divê ez bizanim wan karê xwe çiqas
kirine” hizirî key. Lê paşê li xwe vearqilî û got: “Ew kesê
ku bale ye û nikare qumaş bibîne”. Niha wî wisan bawer dikir
ku pêwîst nake ew ji bo xwe xeman bixwe, ji ber ku ew ji her
kesî jîrtir e, lê dîsan jî dixwest yekî pêşî bişîne da ku
bizane kar çawan diçe.
Li bajêr herkesî dizanî qumaş xwedan çi hêz
û hunerî ye, her kesî dixwest bibîne yên din çendî bê kêr û
bale ne.
Key hizirî û got: “Ez wezîrê xwe yê kal û
pêbawer dişînim rex tevinkaran. Ew ji her kesî çêtir dikare
bibîne, qumaş xwe çawa dinimîne, ji ber ku ew têgihîştî ye û
tu kes ji wî çêtir karê xwe nake”.
Wezîrê têgihîştî û pêbawer dikeve hundirê eywanê ya ku ew
her du sextekar rûniştî ne û li ber dezgehên vala kar dikin!.
“Xwedê me biparêze” got û careke din bal û dêna xwe da qumaş
vî kalewezîrî. “Ez tu tiştekî nabînim!” Lê ev yeka han negot.
Her du sextekaran ji wî tika kirin da ew ji
kerema xwe re hinek nêzîktir were û jê pirsîn ku nexş çend
bedew û reng jî çendî geş in. Wan dezgehên vala nîşan dan û
kalewezîrê reben hîn bêhtir bal û dêna xwe dayê lê tu
tiştekî nedît. Ji ber ku tu tiştekî tune bû. “Ey Xwedê, ez
wisa bê hiş û bale me min qet bawer nedikir û divê tu kes vê
yeka han nebihîze! Ez bi kêrî karê xwe nayêm? Na qet nabe ku
ez bibêjim ez qumaş nabînim”. “Hûn tu tiştekî nabêjin” got,
yek ji wan ku qaşo dihona. “Belê, gelek sipehî ye, ji vî
çêtir mirov nikare hêvî bike!” got kalewezîr. Bi berçavkên
xwe lê nihêrî. “Ev nexş û ev reng! Erê,
ez dê ji key re bêjim ku min pir eciband!”. Herdu
tevinkaran bi hev re gotin: “Em dilxweş bûn bi van gotinên
we, ezbenî.” Û destpêkirin pesnê reng û nexşên qumaşî dan.
Kalewezîrî baş guhên xwe da gotinên wan da ku ew jî bikaribe
bi heman awayî ji keyê xwe re vebêje, dema zivirî hat, welê
jî kir.
Sextekaran hîn bêhtir dirav, zêr û hevrîşim
xwestin, da ku tevnê biqedînin. Wan ew hemû kirin berîkên
xwe, tayekî jî nehat ser tevnê, lê wan mîna berê tevna xwe
li ber dezgehên vala domandin.
Piştî demekê key karmendekî xwe yê pêbawer şand da ku bizane
tevin di çi rewşê de ye û qumaş kengî amade ye. Tiştê ku hat
serê kalewezîrî, hat serê wî jî, her çendî wî nihêrî û
nihêrî, tu tiştekî nedît. Ji ber li wir, ji derî dezgehên
vala tu tiştekî din tune bû.
Her du sextekaran bi hev re gotin: “Çi
parçequmaşeke xweş ne wisan?” Ew nexşên nebûyî nimandin û şî
kirin jê re. Zilam hizirî û got: “Ez ne bale me?”, reng e ku
ne layiqê karê xwe yê xweş im? Ev seyr e, lê dîsan jî divê
tu kes ji vê yekê haydar nebe”. Û dest pê kir pesnê qumaşê
ku nedîtibû, da. Wî ew dan bawerkirin ku gelek dilxweş e ji
dîtina ew nexşên xweş û rengên geş. Ji keyê xwe re got:
“Belê, ezbenî! Qumaş gelekî sipehî ye”.
Li bajêr her kesî li ser qumaş dipeyivî.
Niha di dawiyê de key bi xwe dixwest qumaş bibîne ku hîn li
ser dezgehê ye. Bi komek zilamên xwe yên bijarte ku ew her
du giregirên berê çûbûn dîtina qumaş jî di nav de, berê xwe
dan kargeha wan her du sextekarên hîlebaz ku niha li ser
dezgehê bi hemû hêza xwe dixebitin, bêyî ta û hevrîşim. Wan
her du wezîran ji hev re got: “Belê, ezbenî çi qumaşek yekta
û giranbiha! Serwerê me dibîne, çi nexşên xweş û rengên
geş!”. Pê re dezgehê vikûvala nîşan dan.
Ji wan tirê ku her kes qumaşî dibîne. Key
hizirî: “Ev çi ye! Ez tu tiştekî nabînim! Ev pir xirab e. Ez
bale me? Gelo ez ne ew kes im ku bibime key? Ev tiştê
herî xirab e ku bi serê min de hat!” Paşê
got: “Ooo çi qumaşeke hêja û bê hempa ye. Ez jî bi we re,
hêjayê pesindanê ye!
Serê xwe di wateya “erê” de leqand û balê da
dezgehê vala. Wî nedixwest bibêje ku tu tiştekî nedîtiye.
Hemû yên pê re nihêrîn û nihêrîn, mîna yên berê tu tiştekî
nedîtin. Lê wan li xwe daneanîn û wek keyê xwe gotin: “Ooo
çendî spehî ye!” Jê re pêşniyaz kirin ku ew, kincan bide
dirûtin ji vî qûmaşî nû û bê hempa ji bo merasîma mezin a ku
nêzîk dibe. Li ser her zimanî ev
gotin geriyan: “Çi qumaşekî bedew! Yekta! Bêhempa! Her kes
ji vê yekê dilxweş bû. Keyî rutbeya her du sextekaran bilind
kir û nîşanên hostatî û şarezayiyê bi wan ve kir.
Şeva berî merasîma mezin her du sextekar li
jor rûniştin, ji şazdehan bêhtir find û çira vêxistin ji bo
ku xelkê bajêr bi hêsanî wan bibîne ku ew çawan dilezînin ji
bo kincên key bigihên merasîma mezin. Wan wisan dikir mîna
ku qumaşî ji dezgehê rakin, bi meqesên mezin bifesilînin û
bi derziya bêyî ta bidirûn. Di dawiyê de gotin: “Mêze, kinc
niha amade ne!”.
Key bi xwe û bi tevî çend zilamên xwe yên
herî nêzîk hat wir. Her du sextekaran jî milekî xwe rakirin,
mîna ku bi tiştekî bigirin û nîşan bidin. Piştre dest pê
kirin û gotin: “Ev şal in, ev çeket e û ev jî cube ye!” û
dirêj kirin: “Ev wiha sivik e mîna tevna pîrikê!”. Ji mirov
tirê ku mîna tu tiştekî li ser laşê mirovî tune be, ji xwe
taybetiya van kincan jî di vir de ye”.
Hemu zilamên keyî gotin: “Belê” lê nekarîn
tu tiştekî bibînin ji ber ku tu tiştekî dîtinê li wir tune
bû. Sextekaran got: “Gelo dê keyê me yê mezin û dilovan ji
kerema xwe bixwaze kincên xwe ji xwe bike da ku em bikaribin
ên nû li pêşberî vê neynika mezin lê bikin!”. Keyî hemû
cilên xwe ji xwe kirin û sextekaran kincên keyî yek bi yek
jê re anîn. Lê kirin, rast kirin, lê anîn. Key li pêşberî
neynikê xwe zivirand vî alî wî alî. Hemûyan bi hev re gotin:
“Xwedêyo, çendî li bejna wî tên! Çi nexşên xweş, çi rengên
geş, çi kincên giranbiha!”. Berpirsê merasîmê got: “Textê ku
hûn pê herin cihê merasîmê, li ber derî we dipê, ezbenî!”.
Keyî got: “Belê, ez amade me! Kincên min li
min tên!”. Ew carekê din li pêşberî neynikê zivirî ji bo ku
bide xuyakirin çendî ji kincên xwe razî ye. Xulam li dora
keyî bi lez û bez kom bûn û mîna ku cubeyê keyî bi erdê re
bikişe, wan jî bi balkêşî û sergiranî ji erdê rakir, dan ser
destê xwe, nehêlan ku tu lê vearqilî ku wan tu kinc nedîtine.
Bi vî awayî key li ser textê xwe yê biriqandî rûnişt û ketin
rê, da biçin cihê merasîmê. Xelkê bajêr çi yên kolanan û çi
yên li pencere û şaneşînan gotin: “Xwedêyo, çendî kincên
keyî yekta û bê hempa ne! Çi cubeyek xweş û dirêj! Çendî
xweş lê tên!”.
Tu kesî li xwe daneanî ku ew tu tiştekî
nabîne, hingê ew an bi kêrî karê xwe nayê yan jî baleyek
Xwedê ye. Tu kincek keyî ta niha nebûbû sedemê
bextiryariyeke wisan.
Zarokekî biçûk got: “Wey, tu kinc li wî tune
ne, key tazî ye!”. Bavî got: “Xwedêyo, dengê vî bêgunehî
bibihîsin!”. Gotinên zarokî di nav koma xelkê de belav bûn.
“Kinc li wî tune ne, zarokê biçûk dibêje, kinc li wî tune
ne, key tazî ye!”. Di dawiyê de hemû xelkê bajêr qîriya:
“Kinc li wî tune ne!”. Mîna derzî di canê wî re herin, ji
ber ku wî dizanî ew rast dibêjin, lê wî welê hizir kir:
“Niha divê wek tu tiştekî nebûbe, bikim, heta merasîm diqede!”.
Wiha jî kir, hîn quretir, xulam li paş rahiştine cubeyî ku
ji serî de tune bû.
Ji .amidakurd.com
tirej.net/com