
Feqiyê Teyran
(1590-1660)
Jînenîgarî û tiştin din
Yek
ji helbestvanên mezin ên kurd e.
Perçeyek ji meqele "Klasîkên me –
an sahir û edîbên me ên kevin" ya Celadet Alî Bedirxan:
Melayê Jaba di heqê Feqehê Teyran de gotiye: »Sahirê siyê
Feqiyê Teyran e ko navê wî Mihemed e. Eslê wî ji qesaba
Miksê ye, welatê Hekariyan e. Di tarîxa heft sed û diwê
peyda bûye. »Hikayeta şêxê Senhanî« û »Qiseya Bersîsayî« jî
mewzûn gotiye û »Qewlê hespê reş« jî wisanî mewzûn gotiye û
zehf beyt û eşaar jî qewî mileme û rengîn gotine. Û navê wî
jî di sihrê da »Mîm û Hey« e, û miqdarê heftê û pênc salan
emir kiriye û di tarîxa heft sed û heftê û heft da merhûm
bûye û li Miksê jî medfûn e« .
Gelo Feqiyê Teyran kî bû? û navê
wî çi bû? Ji ber ko Feqiyê Teyran leqeba şahir e û ne navê
wî ye. Ji eserên wî »Wesfê şêxê senhanî« nik min heye.
Yê ko ev nisxe nivîsandiye di
dawiya wê de bi erebî gotiye: »Qesîda wesfê şêxê senhanî ya
ko Mîr Mihemed nezim kiriye temam bûye, Ev mîr Mihemed bi
navê Feqiyê Teyran meşhûr e« . Li gora vê serhê Feqiyê
Teyran mîr bû û navê wî Mihemed bû. Lê mîrê kîjan welatî?
Heye ko ji mîrekên Miksê bi xwe bû. Ji eserên Feqî min ji »Wesfê
şêxê senhanî« pê ve tu jî ne dîtine. Ji xwe esera »Qiseya
Bersîsayî« bi guhê min ve jî ne bûye. Min navê »Qewlê hespê
reş« bihîstiye. Bawer bikin jê re »Hikayeta hespê reş« jî
dibêjin. Min hin xezel û qesîdeyên wî ên peregende jî dîtine.
Dibêjin ko Feqiyê Teyran şagirtê
Melayê Cizîrî bû û li ber destên wî xwendiye. Feqe di wefata
Melê de jê re mersiyeyek jî gotiye û li tarîxa wefata Melê
tê de bi ebcedê işaret kiriye. Ew mersiye bi destê min keti
bû lê di dema nivîsandina vê bendê de ne bi min re ye. Lê
qenc tête bîra min ko Feqe di mersiya xwe de dibêje:
»Heft eyn û lam ji hev bûn cida,
şîn û girî dîsa tê da« .
Heke mirov ev pirsên ha bi hisabê
ebcedê hel kir bawer bikin tarîxa wefata Melê jê xuya bike.
Dîsan ji wê qesîdê tête zanîn ko Melayê Cizerî ji gundê
Hêsetê ye. Ji ber ko Feqe dibêje:
Îro werin, lazim werin, cîran û
xelkê Hêsetê.
Herçî »eyn û lam« Feqeh qala van
her du tîpan di »Wesfê şêxê senhanî« de jî kiriye û gotiye:
Miksî ji wê
meymestihê
Tewîl diket hîkayetê
Miksî ji eşqê sihtiye
Ev sihir vi şêx ve nihtiye
Halê xwe tê de guhtiye
ji »eyn û lam« a hicretê
Feqe qala nefsa xwe
bi xwe dike. Herwekî me got Feqe ji welatê Miksê ye. Lê
gelek li Cizîra Botan maye û tê de xwendiye. Gelo leqeba
Feqê Teyran çawan bi vî şahirî ve bûye. Dibêjin ko Feqeh bi
zimanê teyran dizanî bû ji lewre navê Feqiyê Teyran lê
kirine. Di vê babetê de min ji şêx Evdirehmanê Garisî çîroka
jêrîn bihîstiye. Feqiyê Teyran diçû Cizîrê. Bi rê ve rastî
keşekî hat; pev re hevaltî kirin. Midekî çûn, westiyan, xwe
dan ber siha darekê. Bihna xwe didan. Du çûk hatin û
veniştin ser darê. Çûk pev re diştexilîn û Feqe dikenî. Keşê
ji Feqe pirsî û got ê: Ma tu çire dikenî? Feqe got: Ev adeta
me ye, em Feqe holê dikenin. Keşe: Divêt jê re sebebek hebe,
mirov bê sebeb nakene. Feqe: Xebera te ye, lê heke min ji te
re got, ditirsim tu bêbextiyê li min bikî û belakê bînî serê
min. Keşe soz da yê ko nabêje tukesî. Feqe rabû mesela xwe
jê re qise kir û got:
– Ez bi zimanê teyran dizanim. Tu
van çûkên ser darê dibînî, yekî ji ê din re dibêje, ev
feqiyê ha diçe Cizîre, lê nizane ko li Cizîrê serê wî dê
bête êşandin. Keşe deyn ne kir. Her diwan da xwe û ji nû ve
bi rê ketin. Gava gihiştin Cizîrê Feqe çû Medresa sor, keşe
çû Westaniyê. Li Westaniyê
xelk giha bûn hev û wek mirovine ko li tiştekî digerin
diçûn, dihatin û li erdê fedikirîn û dipeyivîn. Keşê sehîtî
kir û zanî ko remildarekî gotiye ko di erdê Westaniyê de
xezîneyek heye, lê nikarî bû cihê wê şanî bide. Mîrê Cizîrê
jî li xezînê digere. Vê carê, keşe kenî û çû nik mîr; mesela
feqe û çûkan jê re got. Mîr şande pey Feqe. Feqeh gote mîr;
belê ezê xezînê derînim, lê para xwe jê dixwazin. Mîr jî
şertê Feqeh pejirand, yanî qebûl kir. Feqe jî çû hinek zad
anî û reşand nava Westaniyê, û xwe li paş kevirekî veşart.
Teyr hatin ser zad, zad xwarin û bi hev re ştexilîn. Teyrekî
ji yekî dîtir pirsî:
-Ma kê ev zad
reşandiye vê derê?
- Feqiyê Teyran ev
zad reşandiye, seba xezînê.
- Ma tu nizanî
xezîne li ku ye ?
- Belê dizanim,
sibehî wextê roj hiltêt kevirê ko tavê berî ewilî lê didit
xezîne di bin wî kevirî de ye.
Feqeh zivirî medresê
û nivist. Sibe zû rabû çû Westaniyê û piştî ko kevirê xwe
nas kir berê xwe da mala mîr û gote wî: Ezbenî min xezîne bi
cih kir. Mîr digel xulaman rabû, hat Westaniyê, erd kolan û
xezîne derêxistin. Malekî zehf derket. Mîr ji Feqe pirsî:
Para te çi ye bêje...
Feqeh got: Beramberê serê keşê bidin min. Mîr got: Serê keşê
bi laşê wî ve ye, em çawan beramberê wî bidin te. Feqe got:
Rahet e, serê keşê ji laşê wî vekin. Anîn serê keşê jê
vekirin û danîn ser sehînê û li milê din hêdî hêdî zêrên
xezînê êxistin, hetanî ko zêr temam bûn. Zêr beramberê serê
keşê ne hatin. Mîr enirî û gote Feqeh: Te zanî bû ko serê
keşê hinde giran e, ji lewre te ev şert bi min re kir. Feqeh
deyn ne kir, zêr ji sehînê rakirin û çend kulm ax avêtine
şûnê. Milê axê daket, serê keşê rabû. Hingê Feqeh berê xwe
da mîr û got ê:
- Mîr im, min zêr
navêt, zêr ji te re divêtin, tu ko xwedî xulam û mêvan î.
Mexseda min ew bû ko ez şanî we bidim ji serê insên girantir
ax heye, û insan bi tenê bi axê têr dibe.
Ev her sê şahirên ha
yanî Elî Herîrî, Melayê cizerî û Feqiyê Teyran bivê nevê
beriya Ehmedê Xanî ne. Ji ber ko Xanî qala wan dike û
dibêje:
Min dê elema kelami
mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn
Bînave riha Melê Cizêrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Heta bi ebed bimaye heyran
Çi bikim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qimas re xerîdar
Ezê niho hin şihrên Feqiyê Teyran bidim zanîn. Ji Wesfê şêxê
senhanî:
Van qisetan izhar
bikim
Behsan kar û bar bikim
Yar û biran hişyar bikim
Da ez ji şêx dim wesfekî
şêxek hebû çaxê ewil
Nûrha Xwedê hel bû di dil
Sed gumreh û dal û midil
Bi destê wî tên tobetê
şêxek hebû sinhaniyan
Serdarê pansed sofiyan
Bi kurtî naveroka
Şêxê Sen'an
'Şêxê Sen'an' an jî 'Şêxê Senaniyan' yek
ji berhemênFeqiyiê Teyran e. Berhem li ser şêxekîye ku wekî
Şêxê Sen'an tê danasîn.
Şêxê Sen'an yê herdem di zikr û taeta
Xwedê de serdarê 500 sofiyan e. Kar û xebata Şêx tev ji bo
axretê ye. Elaqê wî qet ji xweşî û lezetên vê cîhanê tine.
Ew ewliyayekî Xwedê ye. Şêt tên ser ji bo ku baş bibin, kor
tên cem ji bo ku bi çav bibin, dîn tên cem ji bo ku saxlem
bibin. Feqiyê Teyran kesayetiya Şêxê Sen'an bi van rêzikan
tîne ziman.
Dûr bû ji ev
dinya fanî
Pir digrî kêm dikenî
Kul bû ji ber secdê enî
Di karê zewada axretê
Wî her
zewade kar dikir
Zikrekî bê hejmar dikir
Ji dinyayê istixfar dikir
Dûr bû ji her ci sibhe tê
Temenê Şêx dibe 77. Sofî li hev dicivin û
biryara çûna Hecê dikin. Şêxê Sen'an wekî rêberê karwanê 500
sofî tê hilbijartin û dikevine riya Hecê de.
Karwanê Heciyan li nêzîkê bajarê Tiflîsê,
ji bo bêhndanê li baxekî rûdinin. Ev bax baxê qîza hukumdarê
Gurcan e. Çavên Şêx di vî baxî de bi qîza Gurcî dikeve.
Piştî ku ew qîzê dibîne biryar dide ku li vira bimîne û
xizmeta keça Gurcî bike. Sofî dikin nakin bisernakevin ku
Şêx ji biryara wî vegerînin, ew mecbûr dev ji Şêxê xwe
diberdin û bê rêber divegerin warê xwe.
Şêx li xwe
nakit sitaran
Eşkere xwe gote yaran
Ax ji destê dohta kufaran
Bimre dînê şirketê
Bê mezheb û
bê dîn kirim
Bê xwendin û yasîn kirim
Ji yar û biran şermîn kirim
Werdek xeyala min ne tê
Lew nesîm
werdan bixwûnim
Bejnekê nazik dibînim
Dîn dibim wer dimînim
Dil ji min bir qametê
..........
......
Şerm û edeb çû wê demê
Nalî ji tîra sertemê
Bûye kenînê alemê
Avêt kirasê rûmetê
Şêxê 77 salî, yê di riya Hecê de bi
hêviya ku keça Îsawî işaretekê bidiyê dev ji her tiştî
diberde. Dema Şêx ji qîza Gurcî re evîna xwe diyar dike, qîz
xebera dawî jê re dibêje: Eger Şêx bibe Îsawî ewê mecal bide
ku ew hevûdin bibînin. Şêx hemû şertên keça hukumdarê
Gurciyan ya xiristiyan qebûl dike. Ew Şêxê ewliyayê Xwedê,
rêberê karwanê Heciyan di 77 saliya xwe de dest bi vexwarina
meyê dike û dibe gavanê berazan. Şêx serpêhatiya xwe wiha
tîne ziman:
Hem no
kirim, hem bed kirim
Ku ewê ez Îsawî kirim
Ji vê terîqê der kirim
Kafir kirim bê murwetê
Kafir kirim
meyxur kirim
Dîwane û epter kirim
Balekê ji pêxember kirim
Ev reng bela li ser min tê
Sofiyên
mirîdê Şêx di dawiyê de ji warê xwe cardin tên û Şêx bi xwe
re dibin. Qîza Gurcî jî li dûv Şêx diçe, lê dema ku ew
digihîjin hev Azrayîl ruhê herduyan distîne û ew bi bihiştê
tên xelatkirin.
* *
*
Ay dilê min ay dilo
Dil ji min naket
xeyalan
Bûme perwana şemalan
Bêriya husn û
cemalan
Ay dilê min ay dilo
Can ferît im te nabînim
Deftera işqê bixwînim
Serxweş û sukran û dîn
im
Ay dilê min ay dilo
Serxweş û sukran û mest
im
Efa’lê eswed digestim
Sebr û aram çûn ji
destim
Ay dilê min ay dilo
Sebr û aram û sikon e
Baziyê nav lê ’uyon e
Dil ji pencan kirbû
xwon e
Ay dilê min ay dilo
Bazê me krî sikince
Girtibû ez bi her du
pence
Min mûdan dil jê bi
renc e
Ay dilê min ay dilo
Hêstirim barîn ji
xwînê
Sotim ez derdê evîne
Kes ji min neket
yeqînê
Ay dilê min ay dilo
Dax û kovan bê hesab in
Mihnet û eyş û ezab in
Xem ji qelbê min
venabin
Ay dilê min ay dilo
Van deman yek carî
xwarim
Dîn kirim dîne bi har
im
Agirê işqê bijarim
Ay dilê min ay dilo
Agirê işqê û pêt e
Her kesê dê kes navête
Demekî naket tebête
Ay dilê min ay dilo
Demekî naket qerar e
Şev û roj ahî û zar
e
Ez xelas bûm bûme dar e
Ay dilê min ay dilo
Rey û tekbîrim xilas
bûm
Zilfê çokan çep û
rast bûn
Gelew kazin bê
qiyas bûn
Ay dilê min ay dilo
Sîne ey hubê herişte
Bi agirê işqê
birişte
Qet li min nayên
nivişte
Ay dilê min ay dilo
Sîneya hubê sidûr e
Dax bi dil kovan û
kûr e
Wan hemiyan dil ji nûr e
Ay dilê min ay dilo
Wan hemiyan agir di
nav bit
Min ji daxan dil
zirav bit
Bê hisab şîşe di nav
bit
Ay dilê min ay dilo
Bê hisab şîş lê
kişande
Hûr kiro misk lê
reşande
Nezera zer şeh
veşande
Ay dilê min ay dilo
Nezera sahib nezîra
Teşbîhê berqê di
şîra
Dame ser gezmê di
tîra
Ay dilê min ay dilo
Gezmeyan carek
hinavan
Hûrtira ejnû û
nûgavan
Tarûmar kirbûn ji
gavan
Ay dilê min ay dilo
Tarûmar kir can û
cism e
Pisyar in cîran û
xizme
Ev xizmet babet
tilisme
Ay dilê min ay dilo
Mîm û hê wesfê xwe
hilda
Xweş mêsal in çûn di
cilda
Cerh û kovan çûn di
dil da
Ay dilê min ay dilo
Qesîdeke
wî:
Bizan ko min yar ti
wî
Dil ji birîndar ti wî
Ez kuştim yekcar ti wî
Çi bikim ko min yar ti wî
Bê dest û hem pa ti wî
Pir li min kubar ti wî
Ê b'xezeb xwendî ez im
Di qeyd û bendê ez im
Zencîr bi zendê ez im
Mistaqi rindî ez im
Aşiqê cindî ez im
Perwazi findê ez im
Xweş qed û ehla ti wî
Cama piyala ti wî
Sûx bejn û bala ti wî
Delala mala ti wî
Pir bext û tala ti wî
Nîmeta ala ti wî.
Dûr ji wisalê ez im
Yar di xeyalê ez im
Îsa li erdan ti wî
Bi girt û berdan ti wî.
Qesîdeke din ji
qesîdeyên Feqe
Guh bidêrin niqtê
aşiqan
Da ez bixûnim vê xetê
Hemd û senaya xaliqê
Sibhan ji şahê
qudretê
Sibhan ji şahê
zulcelal
Fikrê me neqşê bê zewal
Halê bê micaz na ête
bal
Kamil dibin bi ulfetê
Kamil dibin ev rengê
bela
Sed mift Şêx mela
Ew li sirrê bin
mibtela
Ji neynika eksiteyê
Dunya ji kesîre
namîne
Ne
Şêt ma ne Nûh ma
ne Yûnis ma ne Curcîs ma
ne……….
Ne Eyûbê birîndar e
Ne calînos û Suqrat ma
ne Tatalîs û Yeqrat ma
Ne Zulqurnenîn û Mir`at ma
ne cum-cum ma ne ixbar e
Di derbarê
cugrafiya dunyayê de
ev dunya berê av bû
xwelî têde ne xuyabû
av miçiqî xwelî mabû
Jêbir:
1- navkurd.de
2- ku.wikipedia.org
3-Dîroka wêjeya kurdi-
Feqî Huseyn Saniç.
tirej.net/com