
Arşevê Oskan
Tiştekî we ne wek ê xelkê ye !
Serpêhatiya Nr (11)
“Yê dizane.. zane, yê nezane.. baqê nîskan
e».
Dema
ku Almanya bi Markan di´axivî, cî tune bû, ku em pereyan tê
de veşêrin. Em nema bi modêla do, ya erebeyan qayil dibûn,
me li xwe danetanî, ku her xaniyî kirê bikin. Lê dema ku
pereyên Almanya bûn Euro, mala me û sed bavê me viritî.
Welatê me hezar qatî, ji Almaniyayê xweştir û bi rûmetir
bûye, ne kontirol, ne fayiz, ne bêje li kar û xebatê bigere
….
Raste… dema ku ez hatim, min got; Ez
siyasetmedar im. meşek, birçûbînek û civînek nedima, ku min
li pêşîn cih nedigirt. Karê min tunebû, ku min wêne
bikşandana û bidana destê parêzerê xwe. Li ser malperên
internêt, min li ser jiyana xwe bi derewan dinivîsî, geh min
xwe dikir şanoger, tembûrvan, şêwekar û geh siyasetmedar…
h.w.d . Min dikir ku jiyana min, hemû di tevgera siyasî de
derbas bûye, carê min xwe bi rengekî diyar dikir, lê hûn jî
min baş nasdikin, ku hemû derew-merew bûn.. siyaseta çi halê
çi ??!! .
Armanca min î yekem, ji hatina Almaniyayê
re, di navbera min û we de... pere bû, lê qebheta min î
mezin, ku niha kolan bi kolan digerim û kes min li cem xwe
naxebitîne. Ya didwa.. ku min pir ji pîrekan hez dikir, min
baş dizanîbû, ku li Ewropayê ev tiştana bin cilik dibin û
tên veşartin, hûn dizanin ev pirsa han, li welatê me qedexe
ye.. ma ne wisa ye …??. Ez rojekê tenê jî nikarim bê pîrek
bijîm, heyanî ku pere çêbibin, ezê jineke Kurd ji welat, ji
xwe re bixwezim.
Di meha pêşî de, dema ku ez hatim, li hayimê
(ew cihê ku penaber lê rûdinên) bi cih bûm. Helbet serşok û
tiwalêt, ji bo penaberên wê hayimê hevbeş in. Yên ku her yek
ji walatekî hatibûn -ne bixêr be- ez jî ketim serşokê û min
laşê xwe dişuşt. Min xwest ez hinek ji kul û derdên xerîbiyê
biweşînim, bi çend sitranên M. şêxo û hinekî din, yên ku li
ser xerîbiyê hatibûn gotin. Yeqîn bê hindî min, her diçû
dengê min bilind dibû, heyanî ku Hausmeister (dergevan) yê
hayimê, li dengê min guhdarî kiribû, ku ez ji ber êşeke
giran dikim hawar û qîrîn.
Bê bavo telefonî nexweşxanê kiribû û alîkarî
ji wan xwestibû, di navbera deh kêlîkan de, bû wîze-wîza
erebeya wan, ku min bi lez bibin nexweşxanê. Min jî nih
cilên xwe li xwe dikir, ku du-sê mirov bi cilên taybet, bi
rengê pembayên fosforî, çenteyên wan di destê wan de û ji
min xwestin ku bi wan re biçim –kûderê ez nizanim-. Ez jî
têgihişt im, ku vana polîsin û hatine min bibin girtîgehê û
ji wir, min bişînin welatê min.
Piştî ku ez bi xwe re birim nexweşxanê û
lêkolînek berfireh ji min çêkirin, tiştek bi min re
derneket, heyanî wê demê min nezanîbûn bê çi ji min
dixwazin. Piştî anîna wergêr, ji min re gotin: Panaberê
hêja.. Beriya niha bi seatekê, tu di serşokê de diqîriya û
te dikir hawar. Wê hingê, ez nih liber ketin. Ez keniyam û
min got: Min ji xwe re sitran digotin, ez ne digriyam û ne
diqîriyam. Yê textor, Gotina dawî li min vegerand û got: Ne
hûn bin û ne sitranên we bin, sitranên we serê we bixun, hûn
nema dihêlin em bi rehetî rûnên, ji sergêjayîyê pêve ji dûv
we nayê, tiştekî we ne wek ê xelkê ye !!!.
tirej.net/com