
Salih Demicer
Asta
çîrokê û astengiyên ragihandinê
(Di rojavayê Kurdistanê De)
Radeya çîrokê bi giştî
radeyeke bilinde di nav cûreyên toreyî de[ çimkî ew mîna avê
ye dikare bi hûrbînî dakeve her qorzîk û mofirkê di jiyana
mirove rojane de[ew tersî hin beşin din dikare rahije her
babetê û tiştê xwe yî wenda ji nav mijê wê derîne bêyî ku
ziyanê bigihîne cûreyekî din[ji ber vê yekê û ji ber ku
cihekî wê yî taybet heye di endizyarî û avakirina raman û
sinçan di dîroka gelan de[ jêre kar û pêgerek taybet divê
[ew wek amûreke gelekî hestdar e divê Yek zanibe wê bi kar
bîne da guhertinê biafirîne.
Rola çîrokê di kelepora kurdî
ye devokî de roleke diyar û balkêşe û asta wê gelekî bilind
û nirxdare ta pileya ku bi wê helwest û nerîn û kar û barê
rojane tên pîvan[ ango ew jêder û lêvegerek e ji avakirina
têkliyên civakî û hilbijartina awayê Jiyanê re[ ji
dastanên lehengî bigir ta çîrokên cotkar û şivan û dîlber
û dildaran û eger em bi merc û pêdiviyên wê[ asta çîroka
nûjen (ya hunerî) bipîvin emê bigihin Encamekê ku eva dawîn
li gor temenê xwe û radeya ku roja îro gihişityê bûye
pirojeyeke ragirtî ji çîrokê re]hîn ew sûde ya berfireh ji
kevnetora kurdane zengîn wernegirtiye[vê yekê Jî gelek sedem
jêre hene girêdayîne bi zimanê nivîsandinê û aliyê wê yî
teknîkî de bêhtirî yê toreyî]û radeya wê ye ku îro ne li gor
zexmiya wê ye girtiya van sedeman e da em radeya
kurteçîrokê di rojavayê Kurdistanê de xuya bikin divê em
binasin bê ew bi çI rengî tê nivîsandin [divê em hinekî li
ser kelemên ku di rûyê çîroknivîs de derdibin bisekinin[ ez
dikarim kurteçîroka kurteçîrokê di rojava de bi çend xalan
şirove bikim:
1-em tevde dizanin ku di pişt
her berhemek e dahênanî de behreyek e xurt heye [ lê da ku
ev berhema ronahiyê
Bibîne û belav be [divê Gelek jêder û alî jê re bibin
alîkar[ coş û dilgermiya dahêner nikare bi stûbariya hemiyan
rabe tiştê ku li
rojavayê Kurdistanê dibe ewe ku hest û pêjnên nivîskar ew
tenê sermiyanê wîne [ti alîkarî jêre tunene [belê şerê wî
dibe û zor lê dibe da ku dev ji a xwe berde [ji xwe berê jî
di nav me kudan de kesekî ji nivîsandinê re vala tuneye û
hunereke wek çîrokê valabûn û bêgerek berfireh jêre divê.
2- çîroknivîsê rojavayê
Kurdistanê Piştî gelek serêşî û westabûn[ji nav pençên rewş
û jiyana ku her bi têkçûnan tê xemilandin[çîrokne azad dike
[lê vê carê dîwarê çapkirin û belavkirinê di rûyê wî de
bilind dibe[ rewşa çapemeniyê li rojava yê kurdistan wek
rewşa azdiyê ye di hundirê girtîgehan de[ yek bixwaze dikare
bi hêsanî mirovekî bikuje an gundekî talan bike lê nikare
berhemekê çap bike]di rêdana desthilatê de ha çapkirina
berheman ha bazirganiya Kokaînê herdû jî di nerîna wê de
ziyanê digihînin parastina netewî!!.
3-nivîsandina bi kurdî bi giştî
kêşeyekî ji nivîskarê xwe re peyda dike ji aliyê tunebûna
xwendevanan[ yên ku bi kurdî dixwînin tevde nivskarin û yên
ku dinivisînin tenê ew xwendevanin ]me got ev bi giştî îcar
rewşa çîroknivîsan hîn zehmet tire [ew di nav hevalên xwe
yên ku di cûreyên toreyî ye din de dixebitin de wendaye]berî
demekê ez çûme serdana bijîşkekî ku min û wî ji zû de
hevdû nedîtibû] da ku ji min re diyar bike ku ew ji çand û
toreya kurdî ne dûre ;camêr çapkirina berevoka min li min
pîroz kir ûji min re got : (min nizanî bû tu wilo
hebestvanekî jêhatî) !!. min naskir ku hevalê min ne berevok
xwendiye û nejî bi kurdî dizane bixwîne çimkî ez ne
helbestvanim û berhema min jî çîrokbûn.
4- ji çîroknivîsan re ne kovar
û belevokin kurdî hene ku çîrokên xwe tê de belav bikin [ne
pirogiramin telefizyonî ku radihijin hunera çîrokê hene û
nejî çîrok dibine stran ku hema nebe nebe di riya denbêjan
re bêne guhdarkirin!!!!, em dibînin çI pirogram li ser
ekranên telfizyonên kurdî tên weşandin, ew bi rojan li ser
çîn û maçînê deng dikin [li ser daristan û lawirên efrîqayê
[ li ser kêzik û kêzxatûnên cîhanê tevde deng dikin lê
hunera çîrokê Ji bîr dikin]
tenê malperên Eliktironî( em
spasdarê wan in) hîştine ku hin xort di vê riyê de berdewam
bikin[ lê gelo çend heb ji yên ku bi kurdî dizanin bixwînin
dikevin internêtê û wan çîrokan dixwînin. di rewşeke wilo de
bê guman asta çîrokê bilind nabe û gavên mezin nayên avêtin
di dawiyê de divê Em bînin
ziman ku tevî van astengiyan û tevî ku ti piştgir ji wan re
tunebûn hin çîroknivîsan karibûn berhemne bixin nav destên
me ku wê di pêşerojê de piştî ku xwendin bi zimanê kurdî bi
rengekî fermî cihê xwe di civakê de bigire ewê werin bîra me
wek Helîm Yûsif, Şahînê Soreklî, Pîr Rustem û gelekên din.
-dawî-
tirej.net/com