
Bêkes Reşîd
TAVEK
Bo xwîşkên min.
Rênin
bi rû nin biyan
Bi hemû aliyên min de
tên
Ez di hundurê xwe de
Radijim hemû xwarbûnên
girêdayî
Carcaran ...
Divêm xwe ji hemû
perçên xwe yên bênav dûr bikim
Ji gelek xweziyan
ditirsim
Yên xwe û yên bilî xwe
Vaye hertişt ne wek xwe
ye ..!!
Ev e xweşbûna tiştan
Jiyan çilo ye?
Wê kengî mirina vê
pûştê were?
Wê kengî qidoş dadê
binase?
Wê dayik çilo min
bibîne?
Gulekê ez pejirandim
.... û
Sîngeke terikî û
qelaştî ez hembêz kirim
Ji dostaniya bayê
jiyanê ve
Xwe windakirineke
bîranînî ez girtime
Wilo ajêbûn li qederê
tê
Min bangî kesekî nekir
... û
Ne xaleyeke sipiyî
kevin ... û
Ne jî awireke xayin ...
bi yek carê
Dive hertişt bizane !!
Yan jî hînî ferzenda
hebûneke didiwan !!
Xewn in girover dibûn
Hin in din diçemiyan
Hin in li wî alî
dimirin
Hin in din dijiyan da
kuştinê bikin ... û
Xewn in bi sîkin
pembehî
Li ser daketinên min
belav dibin
Ev rastî
Çilo dîl dimîne ?
Wê çaxê ez dûrbûm
Ez di jiyanên hin
derûnan de mijûl dibûm
Ez bi hawîrdor xwe di
tamatê de bûm
Ez bûm û qîjîna
nemirovatiyê li her deverê bû
Ez li vir bûm
Di nav we de bûm !!
Belê ... dinav we de
bûm ... hûn !!
Bi hêsanî ...
Ez di binê hindek
tiştan de bûm
Rastî û mirovatî.
20 – 07 – 2005.
Istanbol..
tirej.net/com