
Serhan Isa
Nezîr Seîd û Pîvanên rexneyê
“ Dema damar diaxivin, bêvac (mentiq) lal
dibe ”
Xwendevan û xemxwerên peyvê yên hêja, gelek
di warê Rexneyê de avjeniyê dikin, hin bi bêbextî, hin bi
pesindan, hin bi rêznegirtin, û bêguman hin bi sewiyeteke
rewşenbîrî û zanistî ya pir bilind. Sedemên vê yekê jî
bêguman gelek in, ji wan:
1. Yên ku di Mediya Kurdî de dixebitin (bi
hemî beşên xwe ve) ne bi şêweyekî sîstêmatîk, zanistî û
profîsyonel dixebitin.
2. Nelihevkirina me li ser rastnivîs û
rêzimanekî standart, pirsgirêkek gelek mezin e, û ji nirx û
buhayê wêje, çand û berhema Kurdî dadixê, her weha ji nirxê
nivîskar bi xwe jî dadixê.
3. Tunebûna Sazî û dezgehên ragihandin,
weşan, çavdêrî û rewşenbîrî, kelemekî herî mezin e li pêşiya
dahênriya Kurdî û h.w.d .
Dibêjin: “ Merovên keysbaz ji bo bi
destxistina derfetan pehlewan in ” Bêguman ez dê li ser
bersiva kekê Nezîr Seîd ya li ser Helbestvana Kurd Xelat
Ehmed di warê rastenivîs û rêziman de ranewestim. Şaşîtî di
her du berheman de hene, ya xwîşka Xelat û ya kekê Nezîr jî
û ez li gel vê nerînê me ewa ku dibêje, gerek e her
nivîskarek û dahênerek yê ku bi zimanê Kurdî dinivîsîne, di
warê rastenivîs û rêzmanî de serkeftî be, an jî wisa hewil
bide ku şaşîtiyên beloq û kirêt di nivîsên xwe de belav neke
û ji aliyekî din ve jî, ev berpirsiyariya desteyên rêvebir
yên malper, rojname û govara ne jî, ku ew wisa hewil bidin
her nivîsekê kontrol bikin beriya ku bête weşandin. Lê ez dê
li ser şêweyê rexnegirtina rêzdar Nezîr Seîd rawestim.
Ji boyî her kar û xebatekê hindek pîvan û
rêzik hene û gereke merov ji hundirê wan pîvan û rêzikan
dernekeve, bêguman Rexne jî, yek ji wan xebatan e ku ne tenê
divê merov di hundirê rêzik û pîvanan de tevhev bigere, belê
karekî gelek zor û hestedar e û ji merovê rexnevan tê
xwestin ku ew ji alavên xwe heqderketî be û rewşenbîr be.
Rexneya avaker, an jî Rexnevanê ku bi
sewiyeteke zanistî, rewşenbîrî û rexnegeryane dinivîsîne û
xwêner, weku regezê sêyemîn ji têkistê re, du hîm û fakterên
bingehîn in di prosêsa dahênerî û nedahêneriya têkistê de.
Ango bi wateyeke zelaltir, di prosêsa dahênvaniyê de,
bêguman piştî qûnaxa weşandinê, roleke xwe a berbiçav û bi
bi bandor dileyizin û bê van herdu Fakteran bêguman prosêsa
dahêneriyê seqet û şikestî dimîne. Rêzdar Nezîr Se,îd di
kurtenivîsa xwe de, a ku li ser hêja Xelat nivîsandiye, ew
qet bi tu awayan têkiliyên wêneya bi rexneyê re tune ne,
bêtirê xwe kêşeke kesayetî ye û eger em babetê li ser vî
astê ( Kesayetî ) jî binerxînin û rexne bikin, em dê bibînin
ku rêzdar Nezîr sînorên rêzgirtinê bi carekê re derbas
kirine!
Lê ji bo min wekî xwênerekî bi pileya
yekemîn tiştê herî balkêş ew e, ku Malpereke hêja mîna
Malpera Tîrêj.net berhemeke wisa belav dike!!?? Û di bin
navekî nependî de.
Rêzdar Nezîr dibêje: “Xelat Ehmed temenê
nivîsandina wê du sê sal in, bi zimanê erebî xwe berda
meydana helbestê, hin ji vir hin ji wir xelkên ciwanmêr
destên alîkariyê danê, ev helbest ji wê re serast kirin; ew
helbest hin jê qurmiçandin, ewê jî bi parçîmkirina evan
helbestan û bi ewî wêneyê xwe ê ciwan helbet ew paseporta wê
bû, xwe meşand, çavê xortan dagirt lewra şerm kiririn;
berhemên wê jî xistin nav berheman û navê wê jî bû
helbestvan…tekez ko pêwendiya wê bi her kesî re berjewendiya
misoger e. Lê zû bi zû tête naskirin, tev li wilo jî ew
berhemên xwe dane ser hev li gel suretekî ciwan şand ji
kurdistana Îraqê re, çer ew jî çav li wêneyê ciwan kirin yek
ne kirin dido dîwanek ji wê re çapkirin, ta niha xelk
panizdeh- bîst sal dinivîsînin lê wilo zûbûna birûskê kesî
berhemek çap nekiriye, ne xeme em tev piştgiriya xort û
keçên kurd dikin û dibêjin bela pêşkevin… “
1- Dîwana Xelat Ehmed a bi navê ( Ûçikên
berbanga tiryaqêاوشحة الفجر الترياق ) ku di sala 2005 an de
hatiye çapkirin, bi gumana min karekî herî serkefti ye û
helbestek bejinbilind û hêja ye û hîmên dahêneriya wêjeyî û
helbestî tê de diyar in û ev berhem weku ezmûn ne kêmî
ezmûnên jinên helbestvan yên Ereb in.
2- Di çi karî de be, dema merov ji karê xwe
hes bike û bixwaze serkeftî be, li xelkê û bi tayîbetî kesên
ku di wî karî de zîrek in guhdar dike û berhema xwe têxe nav
destên wan ji bo careke dinê di bin çavan re derbas bikin û
kêm û kasiyan jê hilînin, bi wateyeke din ev qet ne
kêmasiyeke eger hinekan alîkariya Xelat Ehmed kiribe.
3. Her dahênerek dema karekî dike, bêguman
jê re naskirin û navûdeng gelek pêwîst in, ku xwe bi xelkekî
bide naskirin, an jî ji kêmasî wêneyê xwe bi berhema xwe re
belav bike; û ev yek weku diyarde di nav hemî miletan de
heye, lê eger Mamoste Nezîr evê yekê di bin sîwana olê de
dipîve, wê çaxê ew babetek din e.
Rêzdar Nezîr wisa berdewam dike: “ Xelat
Ehmed li ser wilo ne rawestiya û xwest ko navekî din bi dûv
xwe bêxe, dîsa ji vir û ji wir xwe berda nîrê zêrîn nav
kurmanciya rengîn, tora bê xwedî û bê xwedan.. ya ko kes
rişma kesî lê nagire, lewra nivîskara me çend helbestên
helbestvanin kurd wergerandin zimanê erebî, û navê wergêrvan
jî bi dûv xwe xist, berî çend rojan ez matmayî mam dema min
çend helbestên erebî di malpera rojava.net de dîtin ko Xelat
Ehmed ji erebî wergerandine bo kurdî, li gor ez dizanim ko
Xelat heya ko gotarekê bi kurdî dixwîne rojek ji wê re divê
û li gel ko nizane wata pirê gotinan jî, çawa ev helbest
kirine kurdî ez jî nizanim, “
Bêguman gaveke herî pîroz e dema nivîskarek
ku bi zimanekî biyanî dinivîsîne, li zimanê xwe yê dayîkê
xwedî derkeve û hewil bide ku pê binivîse û dê serkeftinek
be ji helbesta Kurdî re eger Helbestvanek mîna Xelat Ehmed
ku wisa helbesteke xweş dinivîsîne ku bi zimanê Kurdî
binivîsîne. Ji aliyê kêmûkasiyan ve bi taybetî di warê
rastnivî û rêzmên de kêmasiyên me tevan hene û tanî vê gavê
û wekû ku me li jor destnîşan kiriya, hîna em Kurdên ku bi
zaraveyê Kurmanciya jorîn dinivîsînin, rastnivîs û
rêzimaneke standart nîne?!! Û gelo Mamoste Nezîr ji xwe
pirsiye an jî dizane çend şaşîtiyên rastnivîs û rêzimanî di
deqê wî de hene??
Ji aliyekî dîtir ve, wergerandin jî karekî
herî pêwîst û giring e û Pirtûkxaneya Kurdî di vî warî de
gelek belengaz e, ya dinê wergerandin zimanê merov bi hêz
dike û pêş dixe, û wergerandina helbestê ne karekî hesanî ye,
îcar xweska rojê bi dehên berheman bihatana wergerandin bo
zimanê Kurdî û ez weku heskerekî zimanê Kurdî hêvî dikim ku
Xwîşka Xelat di vî warê wergerandinê de berdewam be.
Bi kurtî ez dibînim, ku kurtenivîsa rêzdar
Nezîr kêşeke kesayetî ye û tu têkiliyên wê bi wêje û rexneyê
ve tune ye.
Xala dinê ez wisa dipelînim, ku ev karên
wisa bi vî reng û vê asteyê, mixabin roj bi roj weku diyarde
di Mediya Kurdî de cihê xwe digirin!!???
Bersiva Helbestvan û Nivîskar Selîm Biçûk li
ser rêzdar Nezîr Seîd
http://www.rojava.net/02.07.2005%20SelimBicuk.htm
ji rojava.net
tirej.net/com