Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


çîrok


 

 

 

 


Yûsiv Ebdî

Mirina Xweş

 

Qîrên wê li çar dîwarên wê oda reş û sar deng vedidan. Dayika wê li ber serê wê rûniştibû û çend pîrekên gund jî li ber lingan bûn; li çavên hevdû dinerîn, weke ku ji hev re bêjin: “Keçê, ma çi zû wê Şîlan bibe xwedî zarok!? Keçê, hîna sala wê û mêrê wê derbas ne bûye!”

Şîlanê jî, di nav vemirandina qîran de, çavên xwe ên reş û kildayî li çar kinarên odê digerandin. Dema ku çavên wê diketin çavên wan ên qerêj, gotinên Cengo dihatin bîra wê: “Şîlana min, Heyfa çavên te ên reş û belek bikevin hemberê van çavên li cîhanê? Ev pakbûn û dilovaniya di çavên te de dihêlin mirov dilpîsî û çavneqenciyê ji bîr bike.”

Di nava reşahiya odê re lêvên Şîlanê bişkûrîn. Rûyê Cengo û civîna herdiwan li ser kaniyê li bîra xwe anî, dema ku berfê li serê çiyê sipî dikir; ew çiyayê ku gundê wan ji çar aliyan ve himbêz kiribû; ew berfa ku bayekî nerm û tevizî bi ser wan de diweşand û hinarûkên rûyê Şîlanê sor dikir.

Ji kûrahiya van bîranînan de axîneke ji dil derket. Bi axînê re tîrêjên janeke dijwar hatin zikê wê; pêre qîrek bê çare da û çavên wê ketin ser hev.

Di navbera xewê û şiyarbûnê de wê Cengo bi şal û şapikên wî û tivenga li mil didît; çawa di berfê de çûye xwar. Ax, Cengo, ax! Tu dizanî hezkirina min ji te re ji wê berfa tu di nav de yî spîtir e. Canê min jî bendewarê canê te ye wekî bendewariya te ji azadiyê re.

Di nav xewn û sawîrên Şîlanê de çend pirtûk û pênûs xuya dibûn; dibistana wê li pêş çavan derbas bû... dengê mamosteyên wê hat guhên wê: “Şîlanê, tu pir jîr û şareza yî; şîreta me li te ku tu dev ji xwendinê bernedî ta ku bigihî zanîngeh û xwendegehên bilind.” Lê mixabin gotinên mamosteyan bin av bûn dema Cengoyê xwediyê xwendina bilind destê xwe li deriyê dilê wê da.

Ji nav tariya xewnê dengek ji dûr... ji dûr hate guhê Şîlanê: “Ma gelo, Cengo tu ji dibistanê derxistî, yan hezkirna te jê re, yan dayik û bavê te, yan jî xêzaniyê... yan jî dijmin ... yan mirovên cîhanê... yan jî xwedê ?!! .”

Berî ku Şîlan bersiva wî dengî bide janeke pir dijwar hate laş û canê wê. Herdû çavên xwe bel kirin. Li ber çavan lêv û çavên Cengo çê dibûn, pê re dipeyivîn; têkilî reşkên pîrekan û diya wê dibûn.

Deng û hêviyên pîrekan tevlî qîr û fîxanên Şîlanê dibûn. Hemû tevlî ken û axîn û av û xwînê dibûn. Deng bilind dibû, axîn û qêrîn pirtir dibûn. Pê re her tişt rawesta û bê deng ma.

Dengekî tenê dihat... nazik û bê guneh bû... dengekî gazî dikir, dikir nalîn, ji ber ku hatiye nav cîhana gunehkaran. Şîlanê jî girnijîneke taybet derxiste ser lêvên tenik û nazik, û jiyana şazdehsalî di bin herdû çavan de veşart, dema mijankên xwe daxistin ser hev.

 tirej.net/com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002