
Abbas Ahmed
‘Cara yekem min hest kir dengê min xweş e’
Abbas Ahmed ji
bo 1’emîn Festîvala Ciwan û Sporê ya ku fiaredariya
Yenîşehîr li dar xistibû hat welêt, nêrîn û hestên xwe bi me
re par vekirin.
Wekî piraniya
hunermendên kurd we jî bi tembûra teneke dest pê kir an jî
gelo Abbas Ahmed çawa dest bi muzîkê kir?
Wekî we jî anî ziman min bi
tembûreke pir nizim dest bi muzîkê kir. Min di temenekî
biçûk de di 12 saliya xwe de dest bi muzîkê kir. Hevalekî
min ji malbata Temo hebû. Birayên wan ê bi navê Ezedîn Temo
tembûreke gelekî xweş lê dida. Bandoreke giring ya vê
malbatê li ser têkiliya min bi muzîkê re çêbû. Min bi
alîkariya wan dest pê kir. Ji bilî tembûrê min bala xwe
bêtir da ser deng.
Min bi vî awayî dest
pê kir heta îro.
Bandora kîjan
hunermendê kurd li ser te çêbû, ji destpêkê heta îro û ew
bandor çawa berdewam dike?
Li gorî min divê her
hunermendek ji bo xwe roniyekê bibîne. Ji ber derfetên me
nebûn ku em biçin li dibistan û zanîngehên muzîkê bixwînin
ji ber vê yekê min pêwistiya ku hunermendekî ji bo xwe bikim
mînak dît. Her hunermendê kurd jî bi vê rastiyê re rû bi rû
dimîne. Ez li cem gelek
hunermendên kurd mame. Min sûdeke mezin ji wan hunermendan
girt. Bi taybetî ez di bin bandora hunermendên wekî Eyyaz
Yusif, Tahsîn Taha, Mihemed Şêxo û Ciwan Haco de mam. Van
hunermendan bingeheke girîng ji min re çêkir. Ez bi saya van
hunermendan bûme xwedî stîleke taybet û bi pêş ketim. Min
gelek cureyên muzîkê û hunermendên biyanî jî guhdarî kirine.
Muzîkên biyanî jî ji bo min bûn bingeh.
Te behsa stîleke xwe ya taybet
kir, ji kerema xwe re tu dikarî hinekî behsa wê stîlê bikî?
Wekî ku tê zanîn di kurdî de
gelek rengên muzîkê hene. Wekî muzîka rojhilatî, modern,
folklor û rock hene. Em kurd wekî folk Rock bi nav dikin. Ez
bêtir Folk Rock bi kar tînim. Ez dixwazim muzîka min ne tenê
di rengekî ji van rengên muzîkê bimîne. Ez dixwazim ku
muzîka kurdî bi muzîka cîhanî re têkildar bibe, lê bi
awayekî zanistî. Ez muzîka rock nêzî kurdî dibînim û bi kar
tînim.
Hûn kîjan cureyên helbestê di
muzîka xwe de bi kar tînin. Helbesta klasîk an jî ya nûjen,
kîjan cureyê helbestê nêzî we ye, tu xwe di kîjan cureyê de
rehet dibînî?
Ev yek li gorî xurtbûna hunermend
diguhere û bandora xurtbûna helbestê jî heye çi klasîk be çi
nûjen. Bêguman di vî warî de zanebûn pêwîst e. Ez dixwazim
di muzîka xwe de bêhtir helbestên nûjen bi kar bînim û
tecrûbeyên min di vî warî de hene.
Muzîka we çawa tê pêşwazîkirin?
Bêtir kîjan beşên civakê li muzîka we guhdarî dike?

Muzîka min bêhtir ji hêla ciwanan
ve tê guhdarîkirin. Li gorî min ji ber ku ev rengekî nû ye
bêtir bala nifşên nû dikişîne. Ez rêz û hurmetê ji bo muzîka
klasîk jî digirim ji ber ku ew bingeha me ye. Pir rengên
muzîka nû jî peyda bûne. Xurtbûna hunermend ew e ku helbest
û stranên klasîk bi enstrumentên modern bigihîne guhdarên
xwe û bi taybetî guhdarên ciwan. Îro di nav kurdan de her
cureyên muzîkê tên guhdarîkirin.
Bêguman armanca hatina we ya
Diyarbekirê tevlîbûna Festîvalê bû, hûn çawa hatin
pêşwazîkirin, hestên we çawa ne?
Bi rastî hesteke pir xerîb û xweş
bû, ev cara yekemîn e ku min hest kir ku dengê min xweş e.
Dîtina ciwanên nûhatî û zarokên jar di hundirê min de gelek
hestên cuda çandin. Dema ez li kolanên Diyarbekirê digeriyam,
ez ne li gorî reng û şewqên dikan û kargehan digeriyam ji bo
min ew ne pêwîstir bûn lê ji bo min dîtina gelê Amedê pir bi
wate bû. Ez pir kêfxweş bûm. Guhdarên ku hatibûn, bi rastî
hatibûn ji bo guhdarîkirina muzîka min. Min ev di çavên wan
de dît û min bi dilê xwe ew yek hest dikir.
Hûn rewşa muzîka kurdî çawa
dinirxînin?
Mirov dikare bi du awayan li ser
muzîka kurdî biaxive. Aliyekî wê yê pozîtif û aliyekî din ê
negatîf heye. Ji aliyekî ve muzîka kurdî ber bi awayekî
pozitîf ve diçe ji ber ku dinya îro bûye wekî gundekî û her
kes bi hesanî dikare li muzîka kurdî guhdarî bike. Bi
pêşketina teknikên pêşketî û înternetê gelek ciwanên me
muzîkên biyanî dibînin û lê guhdarî dikin. Ji ber vê yekê
heke ku kurd nikaribin muzîkeke pêşketî biafirînin dê muzîka
kurdî hêdî hêdî guhdarên xwe winda bike û wan bi ser mûzîka
biyanî de rakêşe.
ji Azadiya Welat
tirej.net/com