
çawa ajel zivistana xwe derbas
dikin
Çirçîrokek zivistanî ya Rusan
W. ji Almanî: Mahmûdê Ûsê
Gayek
berbe daristnê de diçû, bi rê de pêrgî mihekê hat. „Bi kude
diçî?“ ga pirsî. „Gerek havîn min ji zivistanê biparêze“,
mihê got. „Paş,
were li gel min!“ Em pêkve biçin, bi rê de, ew pêrgî
berazekî hatin. „Bi kude diçî, beraz?“
ga ji beraz pirsî. „Li ser havînê pîwîst e,
ku min ji zivistana sar rizgar bike”,
Beraz got. - “Baş e, were li gel me, da ku
em bi hev re biçin”.
Carek dî, bi rê de ew pêrgî dîkqazekî hatin.
“Tu bi kuda diçî, lo qazo?” ga jê pirsî. “ Gerek havîn min
ji zivistana qerisî biparêze”, dîkqaz lê vegerand. – “Rind
e, were li gel me, da am pêk ve biçin”.
Bi rê de, ew pêrgî nêrîşkekî hatin. „Bi kude
dîko?“ ga jê pirsî.“Pêwîst e, ku havîn min ji zivistana
dijwar biperêze“. nêrîşk wilo got. „De ka were em bi hev re
biçin.“Ew, hemû pêk ve çûn û axifîn.“: çi pêwîst e, ku em
bikin, birano?. Heger niha zivistan bi ser me de were, li kû
emê germaê bibînin ?“ ga got: “Em gerek e. ku xanîkî ji xwe
re ava bikin; da ku em hemû xwe ji zivistana dahatû
biparêzin, ji bo ku em ji serma nemrin, birano.“
Mihê got: “Ê min hirîyeke germ li ser çermê
min heye – ma tu nabînî!- ezê karibim wilo zivistanê, bê
tirs derbas bikim.“
Beraz got: „Qeresandin jibo min ne tu gotin
e, bi rastî ez ji zivistanê natirsim: Ezê ji xwe re cîkî di
xakê de bikolim û bê xanî zivistana xwe bibuhêrim.“ Dîkqazî
got:“ Ezê hilkişim ser darek sinoberê, basikekî li bin xwe
raxim û bi basikê din, ez xwe pê binuxêmim, bi vî awayî
zivistan nikare tu bandorê li ser min bike, ezê wilo
zivistanê derbas bikim.“ Nêrîşk got:“ Û ezê jî ji xwe re
wisa bikim.“
Ga dît, ku nikarîbû ti alîkariyê ji wan
ajelên ku pêrgî wî hatibûn bidestxistiba ya ku ew li bendê
mabû, ajelekî ji ajelên ku pirgî wî hatbûn, bigîne bawerîkê
ji bo avikirina xanîkî pêk ve, da ku xwe ji dema zivistana
pêş xwe biparêzin. Lewra ew bêçar ma, ku ew bi tena xwe
xanîkî ava bike, jibo xwe ji zivistana seqemî biparêze.
Ga got:“Wek hûn dixazin.
Pişt re zivistaneke bi seqem û şewat hat bû.
Mihê tu şîret nizanîbû bigota, ku çawa çarakê ji sermê re
bibîne, lewra berê xwe dabû diriyê ga û li derî xistbû:
“Birakê ga, derî ji min re vekî, ez dixwazim xwe li ba te
germ bikim.”
-“Na mihê, tu xwedî hirîyeke germ e; Tê wilo
jî zivistanê bibuhirînî. Ez te derbasî cem xwe nakim!”-
“Heger tu nehêlî ez derbas bibim, ezê li derdora xaniyê te
herim û werim û gewdeyê xwe lêxim heya ku, ez rewt û tîrikên
xanî bişkînim û bi ser te de bînim xwerê. Û dûv re, tê jî
wekî min ji serma biqefilî. “Ga ket fikir û mitalan:” Belê,
ez dixwzim te derbasî cem xwe bikim, çêtire, ku ez jî ji
seqmê biqerisim û bimirim.” Û wilo mih derbasî hundir bû.
Pişt re, beraz jî bi serma û qefaliyê
hestpêkiribû, û neçar mabû, ku xwe çawa germ bike, lewra
berê xwe dabû ga, û got: “Birakê ga derî ji min re vekî, ez
dixwazim xwe li ba te germ bikim.” Na ez te derbasî ba xwe
nakim; tu kanî ji xwe re di nav xakê de, cihekî vedî û
zivistanê di wir de derbas bikî!“ – „Heger tu min nehêlî
derbas bibim, ez xaka derdora rewt û sitûnên xaniyê te
bikolim, û xanî bi ser serê te de bihelwişînim.“ Ma wê
rebenê ga çi bike? Rabû wî jî derbas hundirê xwe kir ji
bêçarî.
Û dûv re, dîkqaz û dikmirîşk hatin cem ga: „Bihêlî
em jî derbasî ba te bibin, em dixwazin xwe li hundirê te
germ bikin.“ – „Na, ez we derbas nakim. Her yek ji we du
basik henin, hûn kanin yekî têxin bin xwe û yê din jî bi ser
serê xwe dakin û wilo zivistanê derbas bikin!“ – „Heger tu
min derbas nekî“,dîkqaz got, “vêca ezê hemû pel û pinçarên
ku te xistiyî nav tîrik û rewtan derxim û tê jî wekî min
biqersî ji zivistana şewat.“ – „ - Tu nexazî min derbasî
hunderkî?. „ vêca ez bifirim ser baniyê xanî û axê bi
naperûşkên xwe bînim xwerê. Pişt re tê jî wekî min biqefilî
ji sermê.“
Ma vê carê jî ga kare çi bike?. Wî nêrqaz û
nêrmirîşk jî derbsî xaniyê xwe kirin. Bi vî awayî, hemû ajel
bihev re di xanîk de, jiyana sivistana xwe derbas dikirin.
nêrîşk xwe vehesand û xwe germ kir paşê dest bi stranan kir.
Rêvîkî gihodarî kir, ku nêrîşk stranên xwe
distirê, lê wî di wê demê de, dilxwazkir ku dîkî bixuye. bê
gûman, rêvî ket nava cîhana fen û futan, ku şawa wî bi
xapanokan bigire û bixuye?
Rêviyê fenek berê xwe da hirç û gur..
gort: „Lax, gelî rêzdarên hêja, min jibo me hemû nêçîrek bi
bez û goşt dîtiye: jibo te, hirç, gayek, jibo te gur mihek û
jibo min dîkmirîşkek. „- „baş e, rêzdarê hêja“, ji rêvî hirç
û gur gotin: „Em çi caran ji bîr nekin, vê dilsozî û
qencbûna te: Were, bihêle em herin pêk ve, em niha dixwazin
wan serjêkin û bixun!“
Rêviyê fenek da pêşiya wan û çûn xanîkê
ajelan. „Rêvî qîrkir: Gelî rîspiyan, (hirç û gur) rêvî ji
hirçê re got , tu derî vekî, ezê jî derbasî hindur bibim û
ezê ji xwe re dîkmirîşk bigrim û bînim. „
Lê gava hirç derî vekir û rêvî derbasbû. Ga
rêvî dît û bi quçelê xwe wî ber bidîwêr ve dehev, û mihê bi
seriya hate û wî da ber koşeyan, ji hemû helan ve, heya ku
rêvî giyanê xwe ji dest da. „Çima wilo rovî dirêjkir, ta ku
dîkmirîş bigre û bîne?“ gur ji hirçê re got. „Derî vekî
birakê Mîxaylo Ivanovîtç! Ezê niha bêm hindur. „- „ baş e !“
hirç derî vekir u gur derbasbû. Ga wî jî bi quçelê xwe dahev
da, ber bi dîwar ve û da ber koşeyan, û mihê wî jî da ber
seriyan ji herdû aliyan ve, heya ku ew li ser xakê dirêjbû û
mir.
Hirç rawestiya û li benda wan ma: „ Çima
gor wilo dirêj kir, ta ku mihê bigire û bîne ji xwere? Anoka
ezê jî derbasî hunder bibim.“Gav ew derbas bû, ga û mihê xwe
amede kiribûn û wî jî pêşwazî kirin wekî rovî û gor.
Lê piştî cenkek dijwar û dirêj di navbera wî
ajelan de ruda, jibo ku xwe ji nav destên wan rizgar bike û
bazde.
tirej.net/com