
Qado Şêrîn
Mêrê Bizna spî
-Ez mêrê
diya te me…
dema
Kerîmo bi vê sixêfê li Rono vegerand min piştgiriya wî kir,
min di destpêkê de nizanîbû babet çiye. Ez û wî li serê kolana
mala me li hevûdu rast hatin, me pirsa hal û demên hevûdu kir.
Ew hin caran xwe dike lêkulînvan û digot hin deriyên girtî di
dîroka me de hene gereke vebin. Bi nazikî em diaxivîn dema
Rono jî tev li me bû û berî ku silavê bide, got:
-ha…mêrê
Bizna spî çi rewşa te ye lo?
Matmayî
min li herduwan nêrî û min di nava xwe de got; kuro vîya çi
got lawo?.
Min
Kerîmo yê weke kutilkekê ne dît ku hema bi herdu destên xwe
qirka Rono dorpêç kiriye û dike ko wî bixeniqîne, weke qijnika
ku bi pez bigre bi Rono girtibû, bi gelekî ji Rono kintirbû,
qut û qelew û qalind bû. Dema cînaran ev yek dîtin wek birqê
bi hawara min ve hatin, bi zor û heft bela herdu destên Kerîmo
ji qirka Rono vekirin, bû helkhelka Rono, ta ku bêhna wî vebû,
xeber û sixêfek nema ko ji Kerîmo re neda. Kerîmo jî yê ku bi
hêza du-sê xortan paşde vegeriya, got:
-ku ez
careke din vê gotinê ji te guhdarî bikim ez tenê dizanim ez ê
çi bi te û xuh û diya te bikim.
Min Kerîmo bi şekala
serşokê li zankoya Helebê nas kir, dema em xort û ciwan bûn,
me pir ji xwe hez dikir, dema me ji tirra xwe re digot here bi
wir de. Gelek kesan jê re digotin gerek tu wek me be, lê wî bi
serhişkiya xwe dawiya dawî bi ya xwe dikir û bi şekala serşokê
diçû zankoyê. Di meydana zanîngeha wêje de weke pûtekî dibin
darekê de û ne normal daniştibû, min çar-pênc caran bang li wî
kir lê li min agahdar nebû, tu bang li kê dikî, çavên wî li
ser keçekê ji horiyekê spehî û xweşiktir rawestiyabûn û herdu
destên wî di nav lingên wî de bûn, bêguman di xewn û xeyalê
xwe de tiştin dikirin, dema ez di rûyê wî de daniştim dîsa bi
min agahdar nebû, da bi her du destan û bi hemû hêza xwe min ew
hejand û ew ji xewnerojkên şêrîn şiyar kir, bêhn çikyayî û
weke marek pê vede got:
-heh…heh..çi heye..tu
kîyî?
-Kerîmo…kuro çi bela te
ye, tu çi bi xwe dikî kuro?
-yaho ma çaxê te bû
looooo, tu gaveke din bihata hema, ooooh çi xweşbû, te çivîka
min ji ser xefkê firand, te qana min sar kir.
-kuro Kerîmo çivîka çi
û qana çi?
Min mebesta wî ji
çivîkê nas kir dema ku dikir xwe bilewitîne, dema min jêre got
ku gerek tu herî pêre biaxivî û sozeke evînî pêre deynî baştirî
ku tu wisa bi xwe bikî û xwe bixî vê rewşa ha de, bi ken û
tinaz bersiva min da ku ew keçika spehî ne ji bo yên weke wî
ye, ev horiya ha lê binêr spehîbûn ji kesîre nehiştiye, sed li
sed hîn wê bi kesî re beşdarî di nivîna xewê de nekiriye,
xweda ew ji bo kesên li jor daye ne ji bo feqîrên weke min, wî
bîr nedibir ku ev horî jî weke wî bi giyanî û ew jî vê yekê
dixwazî. Dema min jêre got ku ez dikarim sozekê jê bistînim wî
bahwer nekir û bi tinaz got:
-tu..?!
-başe,
ku min sozek pêre danî tu dê çi bidî min?
-tu çi
bixwazî…
-na, ez
tiştekî naxwazim tenê nabî tu bi şekala serşokê bê zankoyê..
-me li
hev kir…
dema ku
çaxê soza min û wê hat Kerîmo jî bi min re bû, wî ji çavên xwe
bahwer nekir lê paşî ku ez giham ba wê û me destên xwe xistin
destên hevûdu, Kerîmo matmayî li min û wê dinêrî, min dizanîbû
Kerîmo naka di nava xwe de çi dibêjî û çi gumanan ava dikî, wî
dizanîbû mêranî ji vê yekê re gereke û tepan li serê xwe dide
ji ber ku wî ev yek nekir, jixwe li ser min naka dibêje ku ez
jî ji kesên jorim û xweziya xwe bi ya min tîne. Kerîmo pirsî :
-ka
bêje te çi jêre got ?, te çilo û çawa ew xapand?.
-tenê
min got ku bavê min melyonêrî û ez kurê wî yê bi tenê me û
rojê li naylonekê siwar dibim..
-lê
bavê te parseke, lawo nan di mala we de tune...
dema
Kerîmo wisa got horiya bîst salî ya ku destê min û wê di
hevûdu de bû wek çivîka ji xefk û davan azad bibe bi xeber û
sixêf bezya min û weke birq winda bû, ev yek bû sedema ku
Kerîmo cardin bi şekala serşokê bê zankoyê. Ji bo ku Kerîmo
bikaribe û fêr bibe çilo û çawa dê keçkên spehî zem bikî min
jêre şirove kir ku ew derewan nekî derpiyên sor li ber serê
xwe nabînî û bi sêng û berên jinan şa nabî, ez ne yê pêşî me û
ne jî yê dawî me ku derewan li jinan dikî, ku tu derewan nekî
ew ji te bahwer nakin û dê destên te di nav lingên te de bin
ta û ta da tu xwe dawerivînî, ji bo tu dilê wê xweş bikî divê
tu derewan jî lê bikî û ew ji derewan jî hez dikin û bahwer jî
dikin, ji bo wan ne xeme dema tu dilê wan xweş û şa bikî, belê
tu derewan li wan nekî tu nikarî nêçîrê di derya wan de bikî,
ji bo tu karibe li avê siwar bibe divê tu bi fen û fûtên avê
zanibî. Giyanê te dê birçiyê her tuştî bî ku tu ji laşê jinê
bêparbî. Ji nişkande min pirsî:
-çi
çîroka Bizna spî ye lo..?
-ji bo
tu agrê di nava xwe de vemrîne û tu xwe vala bikî gelek awa
hene Bizna spî jî yek ji wan awaya ne..
Temoyê
Xelefo û Mamedê Emîno di zankoyê de du xortên bi nav û deng
bûn, cir xweş û bi qerf û tinazan hatibûn nas kirin, tevaya
xwendevanên kurd ew nas dikirin, civata wan herdem lidarbû,
nifûsa xwendevanên kurd li ba wan bû, ji bo ku tu merovekî nas
bikî ger tu ji herduwan bipirsî, ji ku dibin bila bibin, ji
Qamişlo ji Dêrika Hemko ji Koban û Efînê. Dema wan tiştin li
ser Kerîmo bihîstin yekser bang li wî kirin û jêre ne razîbûna
xwe diyar kirin û gotin ev yek di derheqa xwendevanên kurd e
kirêtiyeke mezin e û qet nabî tu bi şekala serşokê bê zankoyê,
bi şixte-şixta şekala xwe ya serşokê tu nerînên çewt li ser
kurdan ava dikî. Lê dema Kerîmo guh li wan nekir û hatina
zankoyê bi şekala serşokê berdewam kir, Temo û Mamedo ew
vexwendî mala xwe kirin û ji hevûdu re gotin û soz dan hevûdu
ku dê vê yekê ji Kerîmo re nehêlin. Herduwan bi hevûdu re
xaniyek li taxa Siryan a kevn kirê kiribûn, wê şevê jî wek
gelek şevan civat û gerîna peyalên meyê yên ku vala nediman,
lidarbû. Temo ji nişkande got:
-delalno, Kerîmo dikî were...
-hêêêêê...bijî Kerîmo.., tevan bi hevûdu re gotin.
-ji
pirsên min fam bikin û mebesta min jî nas bikin...başe..?
vê yekê
şahî û kêfxweşî xist dilê hemiyan, wan dizanîbûn dê Temo
afatan bîne serê Kerîmo û ew dê bikenin. Yek ji wan li dujî vê
yekê derket lê weke wî nebû û jêre gotin ku tu dikarî tenê
guhdarî me bikî an jî tu dikarî peyala meya xwe bi dawî jî
neke û here devera tu jê hatî. Pêşwaziyeke germ bi Kerîmo hate
kirin, şekala serşokê li ber derî hişt û bi ken û payebilindî
di sênga civatê de danişt, hemiyan peyalên xwe bilind kirin û
gotin:
-noş...hêja Kerîmo.
Dema
Kerîmo tuştek li ber xwe nedî dest avêt peyala avê û beşdariya
wan di vexwarinê de kir.
-em
Wiskî vedxun..ma tê çi vexwî?
-ez jî
wek we, ma hûn bi çi ji min çêtirin, em hemû kurê bava û
simbêl boqa ne..
Temo û
Mamedo ji zû ve li benda vê şevê bûn, bi hevûdu re li
xwaringehê kevçiyek avabacana tev li peyaleke av kirin û baş
tevdan û li ber Kerîmo danîn, bi hildana peyala yekem re
Kerîmo ta nîvê wê vexwar, pêre pêre madê wî tirş û tal bû lê
tuştek negot, tenê destê xwe dirêj kir û kulmek fisteq avêt
devê xwe, bi bilind kirina duduyan re Kerîmo dibin de banda,
dema rabû avekê birjîne ditewtihî te digot qey denek Wiskî
vexwariye û dest bi gotinên vala û beroçeqî kir:
-oooooooooh…serxweşî çi xweşe, merov dike wek zarok û
evîndaran..
-ma tu
evîndarî ?, yekî pirsî.
Şev
dereng bû û Kerîmo gula civatê bû, li ser zaroktiya xwe axivî
û çilo li zarokan dida û çilo ji tirsa wî newêrîbûn ji malên
xwe derkevin ku wî destûr nedabana wan, got çilo di şevên
zivistanê de wî çîrok û serpêhatiyên kurdan ji zarokan re
digotin û çilo mirîşk digirtin dema mêvan dihatin, belê çilo
Dîk bera hevûdu didan, wî got ku Dîkê wî zora hemû Dîkan
dibir, berê pir ji niha xweştirbû, em zaro bûn me çûk û çivîk
digirtin, ji nav koma zarokan xefk û davên min vala nediman,
ma hun dizanin min çilo mirîşk dixapandin dema min pîvazeke
spî dixist bin ji dêvla motkê ve, ma kê diwêrî bi kaban bi min
re bilîze. Mamedo gotina wî birî û pirsî :
-diyare
tu leheng bû di jiyana xwe ya zarokîde?
-erê
weleh..çû ew dem nema vedigere..
-ka
bêjin we di jiyana xwe de cins bi çi canewerîre kiriye?,
Mamedo pirsî û peyala xwe ya dawî bilind kir.
Hemiyan
ya xwe gotin lê ji wan re ne wek ya Kerîmo balkêş bû, dema
dora axavtinê gihayê, wî got:
-yabo
ew jî çîrok û serpêhatiyeke xweşe, de ka guhdar bikin, temenê
min 14-15 sal bûn, bizineke me yî spî û pênc-şeş mih hebûn,
min şivantiya wan dikir, di newalekê de ji xweda pêve xuya
nedikir dilê min bijya bizna spî wek çawa dilê merov bibije
Fatma Muxrubî. Kerîmo gotna xwe bi dawî nekir rabû çû destavê
û bêhn çikyayî vegeriya civatê…
-niha
tu ne ew ê ko dema jina tazî dît, dilê wî êşya û ew bi mirîtî
avêtin xestexanê, ma raste tu heftekê di xestexanê de ma?,
merovekî pirsî.
-ew
e, ew bixwe ye, merovekî din wisa got.
-hema di şeva zewaca min de wisa bi min neyê lawo, bi xwedê ez
ê bi hetikim.
Holenda
31/07/2003
tirej.net/com