Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Wergerandin


 

 

 

 

 


Gulala Nûrî

Wênesaziyek Dawî a Welat
“Monodrama helbestkî”

W. ji Erebî: Nezîr Silo

 

           Kîta yekem 

Dêmek eve wêneya dawî ya welat......

Dîktator bawişkan dirêse

û em jî,

Ew ji bo zêdetir bijî, belkî çend xewnên din

û em ji bo lêvên xwe nermkin dervî têlên bêdengiyê.

Welat digêre

û serî jê re nîne da ku artêşa pankartan vegerîne kolanan.

Diktator di girtîgeha xwe de bi kaka Amarîkî şadibe bi zayîna xwe!

û " Ebû Xerîb" bi qehbek Amarîkî re şadibe

û ew, çespîna xwe ya şaristiyane diceribîne.....

Laş vê şevê napejirîne

hûr û kûriyên laş

 

Kîta duyem

- Roj baş dayê

* Roj b... "Gule....!! Pencerê bigre?".....

- Ez birçîme dayê??

* Li wê derê, li mutvexê.... " Gulene..... Guhê xwe bigre...

û devê xwe veke."...?

- Tu çi dayîkeke bêhişî..... Ez xwarinê dixwazim, ne guleyan.!!!!

 

Kîta sêyem

* Li cem te " êşên Mesîh" hene?

- Nisxên wê nemane....

* " Êşên Mesîh" ji kerema xwe re??

- Ma tu mesîhî yî?!

* Ohhh...... Ez musilman im...!

- Êşên M.....

* Aauzubilah! Ma hûn têrnabin êş?!

- .....Mesîh.....

* Ma tu ji misyoneranî?

- Na.... Ez dînîtiyê dikim.

Ezê plaka welat vêxim

 

Kîta çarem

Hevdîtin bi rêya heyvên xwezayî

* Tu ji siyastmedaranî?

-Min rojêkê jî siyaset famnekiriye....

* Tu rewşa heyî baş kontrol dikî?!

- Ez ditirsim pora xwe kontrol bikim.

* Tu alîgirî?!

- Serkeftin...! Alîgirî...?!

Têgihne girêkin!

* Tu dijminî?

- Erê .... min pir dirêj bazda, da ku niha newestim!

* Te mexseda min famnekir.... Tu ji aliyê dijmina nî?

- Ez ji aliyê Iraqê me.

* Başe jiber ku tu ji aliyê Iraqê yî....

rêya te bi maşînên mirinê ket?

- Ma xencî wan maşînên din hene?

* Diyare tu pir westiyayî.... Em hew behsa siyasetê bikin...

tu xweşikî.... ji me re behsa mêtiya xwe bike?

- Destên min radestkirî ne...

* Tu... ne zelalî?

- Giranî ser dilê min e...

* Ohhhh...  tu westiyayî...!!

- Birastî, ez westiyayî me!!

* Spîker mijar guherand.

* Binere keçika te destê xwe ji Amarîkiyan re libadixe...

- û ez destê xwe ji hêviyê re bi rondikî libadixim.

 

Kîta pêncan

Dînîtî

* Dayê...

Şînkahî û bajarê leystikan.

- Şînkahî û bajarê leystikan... Qey ev qerwelkên iraqiya ne?!

* Dayê... Min nexapîne.. Te soz da em di werza şînkahiyê de

herin bajarê leyistikan!!

- Ohhh... Raste, lê divê ez paşroja te biparêzim!!

* Dayê... Tu mîna " Satalayitê" diaxive!!

û ez bajarê leyistikan dixwazim!!

* Maşîne nûye, ez mê me serê xwe nanixwmînim û tu zarokî!!

- Mexseda te, wê me birevînin?

Dayê... Emê ragehînin Amarîkiyan re,

teq, teq û wê dizan bigrin!!

* Amarîkî??!!

- Yan, em ragehînin polîsan

rawest...... û dê “diz” bireve

- Polîs!!

* Wê demê em ji xwedê bipirsin!!

- Xweda...!

* Ma te nedigot xweda roniya erd û esmanan ne?

- Erd û esmanan!!!

* Dayê... Dayê.... Dayê...

Dayê

-Dayê??!!

* Da....

Da...... Buhar mir........

 

Kîta şeşem

"Welat..... welat...... welat"

Welat xewnek kevne

Welat mirinek kevne

Welat şerekî kevne

Welatê kevn kêreke di navtengalê de ye

Welatê kevn zaroktî çapandiye

û şevên wî zingaroyî ne.

Welat xewneke nû ye

Welat mirinek nû ye

Welat şerekî nû ye

Welatê nû baqirrengiye ji pêta êr

Welatê nû bablîsokeke di serî de

me nola dûmanê dikêşîne

Welat dînamîteke ji çar mîxan

û dildar tê de nabin xwedî bîranînên xwe

û ez tenê xwedî bîranînek kevn im

ji bo şevê bixapînim

Ez rojeke din jiyam.

 

Nîsan 2004

tirej.net/com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002