Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Wergerandin


 

 

 

 

 


W. ji Erebî
: Serhan Îsa
Çavê deryagir ( kursar )
Kurteçîrokeka Bulgarî
Ji bo biçûkan

 

Hebû nebû tiştek ji xwedê mezintir tunebû.

Hebû mirovekî Masîgir belengaz tiştekî wîna ji bilî Torekê, û  tenduristîya wîna tune bû.

Her roj bi segurka sibehê re diçû ser peravên Deryayê,  Tora xwe dijenî... dikila û ditavête nav zikê Deryayê, ev seqa car li dûv carê bikar ditanî, heta ku zembîla xwe tije masî dikir, paşê Tora xwe ji qirşik, kewş û gemarê dadiweşand û paqij dikir, û bi kêf û şadî berê xwe dida malê.

Lê mixabin ne her timî zembîl tije masî dihate malê....

lê dema ku didît zembîla wîna ji masîyan bi ser ve çûye... wê çaxê tîq tîqa kenê wîna bi hêztir dibû...

kêm caran çavêd Nêçîrvanê belengaz bi wê dîdarê şa dibû...

ji ber ku gelek caran Tora xwe ving û vala ji zikê Deryayê dikişand...?

Wê çaxê jî bi dilekî kul, melûl, û sernixûz vedgeriya malê...

û bilez xwe ditavête ser nivîna xwe bêkav diket radiziya mîna miriyê par ne yê îsal...., xwe ji karê roja bûrî diveyisand.

Roja din dîsa bi segurka sibehê re ji xew radibû mîna dîkê por, alavên xwe yên nêçîrê amade dikirin....xwe di zîqziqand, û berê xwe dida ser Deryayê.

Demeke dirêj di wê navê re buhurî...

lê carekê ji caran Masîgirê belengaz li ser kevîka Deryayê rawestiya bû çavdêriya liv û çiva Tora xwe dike....

ji nişkave Padîşah û Wezîrê xwe di wir ve derbas bûn.

nerîn ku yê Torvan  bê pêjin bi ser xwe de mijûl bûye....

Padîşah û Wezî ber pê hatin.... û jê pirsîn:

T....or....çi....yo....oooo

karê te çawaye ...?

Nêçîrvan di cî de li paş xwe nerî, rabû ser piya, serê xwe jê re nizim kir û di ciyê edebê de rawestiya... û bersiv da:

Rewiş pir xirabe ezbenî bi xwedê ez ji zeraqa rojêve mîna pûtekî bi ser kevîka vê deryayê de rawestiya me, û hîna masîyekî bi tenê jî Tora min nelivandiye?!

Başe Torvanê bi rûmet Padîşah wisa lê vergerand, eve bext û şensê teye...

rabe Tora xwe bikila û li ser şensê min vê carê bavêje zikê vê deryayê, û bi soza mêrê berê kim bi qasî giraniya masiyê têde ezê zêr û peran bi te dim...!

ji kêf û eşqan re belbelîsîkên avê bi çavêd Masîgirê belangaz ketin...

wisa ji kela dilê xwe re Tora xwe jenî û kila jenî û kila û dûr û kûr di

zikê Deryayê de veda...

piştî kurtebihnekê hêdî hêdî dilekî bi tirs dilekî bi kul, Torçiyê reben tora xwe ji zikê Deryayê dikişand hino hino hêdî hêdî, ber bi xwe ve dikişand û dilê wîna çarkopal lê dide, dibû piste piste wîna û ji xwe dipirsî:

Gelo vê carê wê barê Tora min çibe?

Ax...ax... ax.... xwezka masîkekî pir mezin bê?

Lê dibe ku ez Tora xwe virt û vala jî bikişînim?

Mixabin Tora xwe ving û vala ber bi Qeraxan ve kişand...

tiştek têde tune bû ji bilî Hestiyekî Sipî!

Ji bê qubaletiya xwe û ji bextê xwe yê reş, çav lê bûna mîna du perengên sincirî, destê xwe bilind kir ku careke dinê Tora xwe bavêjê lê Padîşah bi destê wîna girt, û jê re got:

Na... na... em li hember vîna Xwedê nikarin tiştekî bikin, lawê min ev şensê min û te ye, divê ku em pê razî bin, û divê merov ne çavkur û dexsok be....

lê netirse ez hîna li ser soza xwe me kurê min, ezê bi qender giraniya vî Hestiyê sipî Zêr û Peran bi te dim....!

hilo bi me re were koçkê.... torevan Tora xwe ji kewş û mewşê temîz kir, taze li hev pêça, avête ser milê xwe, Hestiyê sipî bi destê xwe girt û bi rex Padîşah û wezîrê wîna ket.

Nêçîrvanê belengaz jî ji raman, guman, û xewnan mejî li xwe reş kir, de başe lo hindik çêtire ji tunehîyê....!

Dibe ku ji kêmasî Zêrekî bide min... a...a.... çawa... ez behwer dikim,

wisa di ber xwe de dikire piste pist.

Piştî ku gihijtin koçkê, Padîşah bi destê Masîgir girt û xwe berdane jêr ciyê Xezîna Padîşahîtiyê.....

Çavdêrê xezînê rahijte hestiyê sipî li ser tepsika zêrpîvanê danî, û zêrek xiste tepsika li hember, lê zêrpîvan qet neliviye?!

Çavdêr zêrekî din lê zêde kir, lê dîse nelivî?!

Kirin dudu, sisê, çar...... lê bê sûde?!

Neçar man rahijtin xurcika zêran tevde valakirin tepsika li hember hestiyê sipî lê dîsa ber pê nehat û zêrpîvan nelivî?!

Li himber vê razê xelkê li wir hemî mendehoşî man?!

Dipirsin gelo ev çiye, çîroka vî hestîyê spî, yê mîna pirtikekî ku malê Padîşahiyetê teve de têde dernakeve çiye wa... wa... babo?!

Ev çi hestiyê ku wisa li ser zêrpîvanê giran dibê?!

Rûniştin şêwrên giran danîn, çareyekê, dermanekî, kevir xistin şûna zêran, mêzên guhertin, lê hemî bê sûde!?

Padîşah dîn û har bû, kete nav raman û gumanan, yekê wî dibir yekê ew ditanî, çav lê sor bûn, damarê wîna weriyan, destên xwe vekirin û ber bi Xwedê bezî û zûriya, Xweda ez bi qurban û gorana te bim, ev çi bobelata ku te anî serê min, werin li vê tovanê, li vê kesînedîtiyê, 

Xwedayê mezin û dilovan min soz û qirar daye Masîgir û ez bi qender

giraniya tiştê ku di torê de zêr û Peran bidimê?!

Û tu dibîne xezîna min hemî bi qasî giraniya vî hestiyê biçûk nayê? Ax...Xweda çareyekê ji min re bibîne ez bi gorî...

dema radihijtin hestî bi destan pir sivik bû mîna pirtikekî, lê dema ku

li ser zêrpîvanê daditanîn, pir giran dibû, ta asteyeke ku mejiyê merov behwer nedikir!

kesên li wir ku çavdêriya bûyerê dikirin bi mendehoşî û dilahiyeke dijwar milê xwe dihejandin, û dipirsîn çi raz di vî hestîyî de heye?!

Padîşah hemî Cadoker, Zanayê û Koçekên bajêr civandin, ku çareyekê jê re peyda bikin.

Komcivînek pir mezin li darxistin, rojek, dudu, sisê lê tu şîrovekirin û çare ne ji xwe re û ne ji Paşayê xwe re ne dîtin.

Paşa nameyek nivîsand emzeya xwe çelp lêxist, û ji herêmên ku di bin desthilatdariya wîna de bûn hinart.

Çi kesê ku raze vî hestiyê spî û vale şîrove bike û derîne, ezê têra wîna mal û mewdan bidimê, ku têra wîna bike hetanî kurê kure.

Pir mirovên jîr û zana, pir Cadoker, û kesên ji xwe razî di demeke kurt de li Koçika Paşa bûne mêvan, lê mixabin êkî bi tenê jî nikarîbû çareyekê ji derdê xwe û yê Paşayê xwe re bibînin.

Dawî Pîrejineke piştqof û jihevketî, ku Pîrbûnê ew di nav pencên xwe de weraftibû, li Koçka Paşa bû mêvan.....

Li hestiyê spî nerî û got:

Paşayê min, ez bi gorî, ji kerema xwe re fermanê bide êkî ji peyayên xwe, ku kulmeke Axa sar ji min re bîne!?!

Û ezê ji we re li ser hestiyê spî biaxivim!

Paşa dema ev gotin ji Pîra pişqof bihîstin pir aciz bû, bi dengekî bilind bi ser Pîrê de hil bû û got:

Te mejiyê xwe xwariye!

Yan jî bi ser kul û derdên me de tu hatiye laqirdiyên xwe bi me bikî!

Yan tu hatiye vir ji bo tu çîrok û çîvanokan ji me re bêjê, eger mebesta te ev be bilez ji vir biqeşte berya ku ez serê te ji nav her du polên te bifrînim!

Paşayê min ezbenî bîna xwe fireh bike, ez bi gorî, mebesta min tenê

ewe ku ez raza vî hestiyê spî ji we re şîrove bikim?

Ez baş dizanim bêma çi hate serê Kursarê Deryayê yê reş, bavê min qeyik û gemiyên wîna hemî di zikê deryayê de dorpêç kirin, û tevî wîna bin av kirin, û Kursar li gel hevalên xwe yên din di vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dan Paşayê min....

erê ev çîroka ku min ji we re bi kurtî got, parçeyek ji rastiyêye, lê dumahîka vê rastîyê ezê pişt re ji we re bêjim..

bîstekê Pîr bê deng bû, piştre rahijte wê kulma Axê û bi ser hestî de werkir û dêra, piştî ku ew xistibûn tepsika zêrpîvanê.

Di cî de tepsika li hember hate jêrê, û hestî di zêrpîvanê de bû mîna Pirtikekî...!

giraniya hestî bû mîna zêrekî biçûk....

Paşa ji wê dîdarê, ji çalakî û behlewaniya Pîrê mendehoşî ma....

Piştî mijûliyeke kûr û dirêj, Paşa ji Pîrê pirsî:

Pîrê ev çi bû te bikar anî, ku bi yek carê hestî giraniya xwe winda kir, Pîrê lê vegerand û got:

Paşayê min ez bi gorî, min tu cadokerî bikar ne anîye, û min tu Ayat û nimêj jî li ser nexwendine....

piştî ku min hestî dît, û piştî ku we çîroka xwe hemî ji min re got, di cî de min behwerî bi Xwedayê xwe anî, ku ev hestî yê serê mirovekîye, eger tu law lê binêrî tu yê bibîne ku ev hestiyê cernikê çav bi xwe ye!

Çavê Kursarê reş, Kursarê reş jî, ez bi gorî, her timî li talanê xelkê dixist, malê fiqir û feqîran dixwar, Pîrekên wana qebhet dikirin!

Û her ku têr dixwar û malê wîna pir dibû, bêtir çavên wîna sor û birçîtir dibûn!

Û Paşayê min, ezbenî çavên her timî birçî û dexsok jî, tênê ji kulmeke Axa sar têr dixun.

Tu li ber ketî çime min kulmeke Axa sar xwest ez bi gorî?

Paşa pir dilşah û serbilind bû, û xwîn vegeriya hinarkên rûyê wîna.

Biryar da ku diyariyeke pir mezin bidine Pîrê.

Û her weha diyariyeke wisa jî ji bo Masîgir.

Çîroka min çû diyare rehme li dê û bavê xwendevan û guhdaran.

kaniya.sipi@web.de 

tirej.net/com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002