Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Kevnetor


 

 

 

 

 

Biratîya Rovî û Şojî
ji folklorê kurdî
Çîrokên Zarokan

Xalis Misewr

 

Dibêjin: Carekê, rovîk û şojiyek, ji xwe re derketibûn niçîrê, li çolê lihev rast hatin, xêrhatin di hevdan, û li halê hev di van çol û çiyande  pirsîn,  û kul û derdên xwe ji hevdûre gotin. Paşî  destê bratîyê dane hev, û sûnd ji hevre xwarin, û soz û peyman bi hevre girêdan, soza wan jî ew bû,  ku bi hevaltî û rast û ruhnî  jiyana xwe bi hevre berdewam bikin, û wê ji îro pêve jî, ji hevdû ne qetin û cuda nebin, û bêyî hev dernekevin çol û niçîrê û ji xwere dizîya tirihê  van rez û werzên li ser pesar û çiyayên li nêzî xwe bikin . Şojî, ji hevalê xwe rovî pirsî û got : Birakê rovî, ka   bêje... lo! çend fenê te hene..? Gelo, raste weke ku min bihîstiye, tû di fen û fûtande mirovekî gelekî zîrek û jîr û jêhatîye ?. Rovî bi nermayî lê vegerand û got: Belê, sê fenê min hene birakê delal !. (Wiha got,  û li  şojî zîvirî û jê pirsî):  Ka vêca tû ji minre bêje, fenê te çend hene birakê şojî ?.

Şojî lê zîvirî û got: Sih û sê fen min hene, ne kêm û ne zêde. Rovî kenî û got: E...e... ew?, tû çiqasî feneki birakê şojî ?. Piştra ji hevdûre soz dan, û gotin : yê ji me têkeve tenkasiyê, wê yê din feneke  xwe  lê xerc bike, û wî ji tengasîya wî derêxe . Herdiwan bi vî hawî razîbûna xwe dan nasîn . Belê! piştî şev kete (erdê)de, herdû birak rabûn derketin dizîya xwe, û li nav darên zevî, û werz û rezan pelindar bûn . tirih û mewîjên xweş û şêrîn, bê hawe dixun. Lê berya ku derkevin dizyê, rovî ji birakê xwe şojîre got: Binêre birakê şojî. Ez bi koka xwe, û ji  bav û kalan de, ji Axa û mal mezina me. Ji ber wilo jî, îro ez axayê teme, û tû jî kolayê min, ezê herdem li pêşiya te bim û  tê li dûv min bî . Û divê tucaran jî, tû bê emirya min nekî. Ji ber ku xwediyên rezan, dahfik û xefikan li ber çeteyên weke min û te. Dizên tirih û rezan vedidin . Wekî dinjî, ez ji te bêhtir rêçikên van çol û  çiyan, û   werz û rezan nasdikim .Ji ber wilo, ezê te biparêzim û tûcaran  nahêlim,  tû di dafik û xefikan werbi, û bera  Tû xweş zanibe jî, ku gera li nav  rez û werzan ji mere xeternakeke bê hawe mezine. Ji ber vî hawî dîsanê dibêjim, gereke em pir hay ji xwe hebin, ku em nekevin lîsk û vîlikên van xwediyên zevî û werz û rezande .Şojî naçar ma û got: Emrê min ji xwedêre birakê hêja û bi rûmet, ji îro pêde, ez kolê te me, û tû jî Axayê mine . Bi vî hawî, şojî xwe siparti bû bextê birakê xwenî, rovî û lê ewle bibû. Piştî şev kete erdê, herdû çeteyan dane xwe û bi lez derketin. Xwe berdane nav rezekî pir mezin, û vêketi bûn, tirih û mewîj, bê sînor û bê hawe dixwarin,  xwe Ji bin  mêwekê di kişandin bin mêwekê, ta zik li xwe kirin kelek...têr xwarin1!.Bi şahî û zikekî têr vegerihane lûs û warên xwe . Şeva din dîsanê bi dû hevde daketin nav rezan, têr xwarin û hatin mala xwe. Karê wan jî mabû ev, û bi vî hawî, şevên xwe bi xweşî û bi şahî derbas dikirin . Şevekê, didiwan, sisiyan, çaran, xwedîyê rez bi wan hay bû, û li ber guhê wî ket, ku ji şojî û rovî- herdû bê bextan pêve- tirihê wî na xwin, û mêrik, ew ji xwere weke dû dijminên bê ewle û dijwar dîtin . Rabû, Bi xeber û siqêf û lanetan bi wan ket û soz li ber xwedayê jorî da û got: Bi wî xwedayê ku ez afirandime û anîme  ser rûwê dunyê, ez  bi xêr û xweşî dev ji van çetan naberdim . Wilo got û berê xwe da malê û  çû xefikên mezin û bi hêz li ber wan vedan û gef li wan xwarin û zirt û fort li wan kirin û  got: de... lolo... xwedêyo, ku ez rojekê we bigirim û hûn di nav lepên min kevin, bê ezê çi toreyên  nemayî bênim serê we. ji ber ku xwedîyê rez dizanî bû ku dizên wî, ji bilî şojî û rovî  kesin din nîne . Xwedê wilo kir, di şevekê ji wan şevên reşî tarîde,  herdû dest birak, weke hemû caran, derketibûn dizîya rezan . Bi dûv hevde bi lezin û di sûrikin, rovî  li pêş axayi û şojî jî bi dûvde kolayi . Weke her caran, ji darekê dikevin bin darekê û ji  mêwekê di pengizin bin yadin . Xwedê Wilo kir ji nişkave lingê rovî kete xefka bê îzbat de. Waqînî ji rovî hat,û di xefikêde veigizgizî, û  li vîyalî û wiyalî xwe dikişand û dev li xwe dikir, lê vegizandina wî bê encambû xefika malik wêran xwe li ligê wî dabû hev, ta ji dest hilanîn xistibû . Nema karîbû tev bilebiti , bê qdûm û qiram mabû . Li vira, rovî li birakê xwenî şojî zîvirî û got : Birakê şojî, îro feneke xwe li min xerc bike, bê tû min ji vî halî na derîne, bi xwedayê min û te, ku xwedîyê rez bê, wê serê min jêke, û guştê min ji xwe û zarokên xwere bike şîv û firavîn . Şojî lê zîvirî û gotê : Xema nexwe birako ev pir hesani .Lê binêre guhê xwe bide min . Çaxê xwediyê rez bê, tê xwe di cihde bimirîne û dinanê xwe qîc bike, ezê jî  hineke axa hûr bi ser wan dakim . Çaxê xwedîyê rez bê, Wê bibîne ku tû mirîye wê bêje : way...lê...mîratî...ha...ha! mirîye...law !. Wê demê wê te ji xefikê derêxe û te bavêje dera ha, dûvra tê rabe bêje çerp û bazd, wisa jî tê bi hesanî ji nav lepên wî derkeve . Rovî şîreta birakê xwe xiste serê xwede, xwe mirand û dinanê xwe jî qîc kirin, şojî jî hineke ax bi ser dinanên wî dakir û xwe di bin darekê de veşart, û dibêje : Gelo ka bê, wê çi bi birakê minre çêbibe . Sibehê zû xwedîyê rez hate nêv rezê xwe, dît ku vaye ew rovîyê ku li ezmana lê digeriha, li erda bi dest ketîye . Xefikê dest û ling lê kirinê teht. Mêrik ber bi rovî ve çû û qîrek lê da û got : Ey...roviyê çepel û bê bext...ez li ezmana li te di geriham, tû li erda bi dest min ketiye, mane  îro berdana te ji destê min nîne. Min îro tû di cihekî teng de zemt kirîye, ma tê bi kûde (xilasbe) !. Lê çaxa rahişt rovî û bilind kir,  lê nêrî dît ku vaye mirîye, destê xwe li hev xistin û got: Way...lê...mîratî...ha..ha!. Çi fêdeyi tû miriye...law!. xwezka min tû bi saxî kirtiba, minê kela dilê xwe qenc li te hênik kiriba, lê ax ez çi bikim – tû mirîyi - tû îro hovekî bextewar derketi bû,  ji destê min tû (filitî) !. wilo got û rahişt cendekê rovî û got vir û avête dera han . Piştî ew avêt, rovî nemerdî nekir, ku çerp û bazda û li piş xwe, ne zîvirî. Wiha jî  vê carê  filltî fiiltî xwe  ji nav destê xwedîyê rez (xilaskir) .

Çaxê rovî bazda, mêrik wiha lênêrî û got: Ey...roviyê fenek, te vê carê jî xwe ji destê min berda, lê ta careke din xwedê  ji min û tere  kirîmi . Û mêrik polî poşman vegeriha malê,  lê demke dirêj di wê navêre neçû . Rovî û şojî dîsanê li çolê kihane hev. Rovrî spasiya birakê xwe kir, Lê, şojî vê carê li birakê xwe yê xapanok zîvirî û got: Vêca rola(dora) mine birakê delal!. Ezê ji îro pêde axa bim û tê jî li dûv min  kolabî. Rovî got: nexeme birakê hêja, min axatî da te, û tû çawa here ezê li pey te bim, û  bi sozê mêrên berê, ta ez sax bim,  min axatî ma ji tere, û  min nema da pêşiya te. Rovî bi vî hawî dev ji axetiyê berda, piştî bi çavê serê xwe dîtî ku barê berpirsiyaryê û axatîyê barekî çiras girane, ne herkes kare rahêje vî barî, û li xwe wergire . Hah...roj çûn,  şev hatin . Şojî û rovî, herdû dest birak, dîsanê derketin dizîya xwe. Şojî jî li pêşe û rovî li dawîye, weke dû çetên bê ewle xwe berdane nêv werz û  rezên çiyê . Vêketine tirih  dixwin, û ji bin darekê di pengizin bin ya din.  Rezê mêrik li telafê xistin, û torên  nemayî anîne serê wî. Xwedê wilokir ne bi tûwî, lingê şojî got: Terp û kete xefkê de  û bûye care cara wî, û qîr û hewara xwe bire  rovî û jêre got : birakê rovî ez di bextê mêrê çê de, vêcarê tê feneke xwe li min xerc bike, bê tû min ji vê tengasiyê ne êne der...gidî. Ez di virade mirim !. Bi wî xwedayê jorîkim ewê ku em afirandine, ku xwediyê rez were, wê  serê min  jêke, û bavêje dera ha, wê  mla min û zarokê min li mîratê bigerîne . Lê roviyê xapanok, ji pêşîde ya xirab xistibû dilê xwede, li şojî zîvirî û got: Şojî,  min ji tere neguti bû, axatî bi kêrî te nayê ? lê te digotî na, bi ya min nedikir û şîretên min  ne di ketin serê te de !. De lixwe binêre vêca bibîne bê çi felaketên nemayî bi serê tede hatine !. De hema di wirdebe, incex wira ji tere başbe . Ez  tu fenê xwe li te xerc nakim, tû birakitî di nav min û tede çênebûne,  ne min tû dîtîyi û ne bînayi.    Wilo got û pişta xwe daye birakê xwe, Şojî û bi rêket û çû . Lê Şojî lê zîvirî û got: birakê rovî, min ev hêvî rojekê ji te nedikir, vegere hişê xwe  bîne serê xwe,  min di vî halîde mehêle, zarokê min hûrin wê gûnehê min û wan, di hustûyê te keve, ku tû feneke xwe li min xerc neke, û tû min ji vira ne derêxe, wê çêlîkê min ji birçîna bi mirin, û tû jî dizanî ku piştî min kes nîne wan xwedî bike û li wan bi xwedî derkeve ?.

(Çaxê qala zarokan bû, gurmînî ji nav dilê rovî hat)!.Û ji xwere got: A...hah...!. ka gelo bê zarokên vî hovî di kûdene ? niçîreke bi dohn îro xwedê bê hesab ji minre şandîye. De ka vêga ezê çilo bi ser çêlîkan vebim, ku ez karibim wan buxum  ?. û hema rovî ji xwere di bêje : Çi şîveke xweş di van çêlîka de heye law ! Hema di cihde li şojî di zîvirî û di got : birakê şojî, ji vî alîde pişt rasbe û xeman mexwe, zarokan bispêre apê wan . Birakê xwe rovî : Ka bêje ew sêwîyên te di kûdene, ku ez karibim bi ser wan kevim,  li wan bi xwedî derkevim,  Ji birakê xwere cihê wan bêje û bi dilekî bêxem, here ser dilovanya xwe, îşê te ji çêlîka nema heye, xwedê wekîlê tebî,  ewna wê di çavê minde bêne xwedî kirin, û wê cihê wan di ser yê zarokê minre bî, û bila tû xweş zanibe jî,  ku destê biratîyê pir şêrîne . Zarok zarokê minin ew  gihane xwedê û gihane min .  Şojî lê zîvirî û supasiya wî kir û got: tû saxbî birakê rovî, û malate jî hezar carî ava, û (sa’eta) te xweşbi . Lê ez nikarim ji wê dûrê ve ji tere bêjim, çimkî dîwar bi guhin, di tirsim ku deng here hinan ji van lawirên çolê, wê herin çêlîkê min buxun . De ka guhê xwe bîne ber devê min, ezê cihê wan di guhê te de êjim . Çaxê rovî guhê xwe anî ber devê wî, şojî  -yek nekire dido- devli guhê wî kir, qenc bada û dinanê xwe lê dane û kirin teht, û xwe kire qêlik de. Rovî bûye  waqe waqa wî,  ji şojîre di bêje : Birako te guhê min birrî, çi bela teye îro ?. Guhê min berde herya, xwedyê rez bê, bi xwedê ku bê wê serê min û te herdûwan  jêke ! qey tû dîn bûye vê şevê ? çi bi te hatîye bavo ?. Guhê min berde bes heneka bi min bike, çiqasî henekê te nexweşin.... lo...o...o...h !. Lê şojî jêre got: Ey...hevalê xapanok û tep reş !.Ma hevaltî xwedê wilo gotîye law ?.Tewra tû dibêje min berde ?  jibo tû here min di virde bi hêle,  û di serde jî çêlîkên min buxwe newlo ?. Mane berdana te îro ji destê min nîne, ez û te emê wilo bin, ta xwediyê rez were, me ji hev (safî) bike, bila serête jî bi yê minre jêbibe, û xwediyê bêbextîyê herdem di bêbextîya xweve  derdikeve . Bi vî hawî, herdû çetan hevdû kirtibûn, û wiha ta (sibehê) mabûn . Sibehê çaxê xwediyê rez hatîye,  matmayî maye dema  dîtîye, ku vaye şojî bi guhê rovî kirtiye, û devê xwe li guhê wî jidandîye kiriye teht, û  care wara rovî di ezmanê xwedê ve derdikeve . Dike nake şojî wî naberde !. Xwedîyê rez jî yek nekire dido.Di cihde xencera xwe kişand û got: Ey...rovîyê...çepel û fenk! îro xwedê tû bi hesanî gihandîye ber destê min . Ezê vê rojê, tola rez û tirihên bav û kalan ji te hilînim . Û xncer da ser hustê rovî  û serjêkir . Piştra li şojî zîvirî ew ji xefikê derêxist. lê dît ku vaye xefkê lingê wî şikandîye, lingê wî (cebirand) derman kir û paç lê gerandin û ew bi xêr û xweşî  berda . Şojî çû malê,  nav mirov û zarok û çêlîkên xwe . 

tirej.net/com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002