Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Gotar


 

 

 

 


Amed Tîgrîs
Dîrok û Ziman

 

Berî dîrokê mirov û ziman

Gelo ziman kengê derketiye holê? Xwedê pêşî ziman an mirov afirandiye?Li gor Tewratê Xwedê pêşî Adem afirandiye û piştre di demeke kurt de Adem dest bi axaftinê kiriye. Emrekî weha jê re hatiye xwarê: ”Xwedê erd û asîman, hemû ajel(heywan) û çûkan afirandiye û divê tu nav li wan bikî!...”  Ev xebata Adem a pêşîn e. Adem dest pê kiriye û nav li tiştên derdora xwe kiriye.Ji aliyê din ve, di Încîlê de dinivîse ku Xwedê berî Adem roja pêşî ronahî afirandiye. Herweha Xwedê berî ku cîhan û jîndaran biafirîne bi vê gotina ”roja pêşî ronahî bû”, ew bi xwe axivîye.  Hîn tu kes û jîndar tune bûne, gelo Xwedê bi kê re peyivîye û behsa roja pêşî kiriye?Belê ev du dîtinên dînî ne û dînê îslamê jî nêzîkê van herdu dînan tiştinan dibêje. Em niha ji cîhana dînî derkevin û berê xwe bidin cîhana zanyarî, gelo ew çi dibêje?

Du dîtin û metodên zanyarî

Lêkolîna dîrokî

Skeletên kesên serdemên berê(serî, çenik û xazmîg)

40 hezar sal an 2 mîlyon sal?Arkeolog li ser amûrên(aletê) dema kevin radiwestin, lêdikolin. Gelo mirovan di wê demê de amûrên ji kevir an jî ji hestî bi kar anîne?  Li kolan û îşaretan dinêrin. Periyod bi periyod derdikeve û li ser tê lêhûrbûn. Bi van materyalan diyar dibe ku di van 40 hezar salên dawî de, huner û westatiya mirov derketiye holê. Wek nimûne alet çêkirine û bi kar anîne. Ji van jî fêm dibe ku ji bo vê kar û hunerî ziman pêwîst e û ziman hatiye bi kar anîn, kêm zêde wek rewşa niha bûye. Belê, du mîlyon sal berî niha ji kevir alet hatine çêkirin. Lêbelê li ser van aletên kevirî zêde nîşan tune ne ku binimînin hunermendî hebûye. Loma arkeolog dibêjin, ”ziman 40 hezar sal berî niha bi kar hatiye, lê dikare ev dem hîn zêdetir û dirêjtir be. Dibe ku mîlyon sal be. Bi rastî lêkolînvan û arkeolog jî baş nizanin, di destê wan de encameke berbiçav nîne, ev bi tenê pêşbînî ye. Arkeolog ji formê mirovê pêşî re bi latînî dibejin, ”homo sapîen sapîen. Homosapîen sapîen formê 150.000 sal berî niha ye. Ji vê demê ve organên axaftinê û mejî wek mirovê dema niha ye. Ziman bi hêsanî geriyaye mejî nêzîkî dema me ye. Yên berî wê demê serî, çenik û mejî ne wek mirovên dema me ye.

Zimanê axaftinê çawa peyda bûye?

Bersiva vê pirsê gelek aloz, ne zelal û zehmet e. Ziman sîstemeke guherbar e û tim li pêş dikeve. Têkilî û dan û standinê ziman tim bi pêş xistiye û dixe.  Ev sîstem weha bi peş ketiye ku mirov dikare di demekê de bûyer û pêwendiyên aloz û têkil pê çareser bike.  Ev sîstema pêwendî û têkiliyan, ji ya ajelên guhandar cudatir  û dewlementir e. Lê niha gelek aliyên mirov û ajelan ên wek hev hene. Deng u nîşan an jî sînyalên  ku ji dev û boriya nefesê dertê, ajel jî wê sîstemê bi kar tînin. Wek nimûne kûçik diewite an direyî, pisîk dinawe, hesp dihîre, mîh dikale, kew dixwîne. Mesela gelek sînyal û hestên kûçik hene:tirs, sempatî, êrîş ûhwd. Tê gotin ku meymûn di vî warî de xwediyê gelek îşaret û sînyalan e. Dı sîstema ajelan de asta sînyal û dengan ne zelal û diyar e. Lêbelê ya mirov bi pêş ketıye. Îro di her zimanî de, di navbera 30-40 dengên cuda cuda hene. Ev dengên cuda an guhertî tên ba hev û axaftin derdikeve holê. Dema mirov bala xwe bide ser zarokên biçûk, ew dengên bi hejmar û sînor derdixin. Deng dubare, çendbare dibin.

Ji dengê bi hejmar û bi sînor çêkirina dengê bêjmar û bêsînor

Belê, di her zimanî de hejmara dengan bi tixûb(sînor) e. Li gor zimanan di navbera 30-40 dengan de ye. Teknîka ziman bi van dengan bi tixûb e, dengê bi tixûb çedike. Tîp dibin kîte, kîte dibin gotin û gotin tên ber hev hevokên watedar an jî bi wate çêdibin. Sîstema axaftinê ev e. Ev sîstema axaftinê demeke dûr û dirêj girtiye. Dibe ku ev dem 40 hezar sal an jî 2 mîlyon sal bın. Ev pêşbînî ye û kes rastiya vê sîstema axaftinê baş nizane. Belê, wek me hinek berê jî destnîşan kiribû ajelên guhandar jî, di nav xwe de çendek sînyal û îşaretan bi kar tînin. Wek mînak: dema mirîşk paşokek an teyrek dibîne, qide qid dike, ji çûçikên xwe re dibêje ”xwe veşêrin dijmin hat!”

Sîstema dugotinî

Tê gotin ku mirovên pêşî bi yek gotin an jî tek gotinî peyivîne. Dema nêzîkî hev an jî rû bi rû bûne hev fêmkirin hêsantir bûye, lêbelê dema ji hev dûr ketine zehmetir bûye ku ji hev fêm bikin.  Gotinên hêsa ber bi yên zehmet û zor diçin. Wek mînak: Here kewek bigre û bîne. An here bexçe sêvek bigre û bîne. Dibe ku di şûna van herdu hevokan de weha hatibe gotin: ”Kew bigre!” an ”sêv bîne!”Hîn di serdema kevirî ya kevin de ziman gelek pêşketiye û hatiye guhertin. Di serdema nêçîrvanî ku kevir û hestî wek amûr an jî alet hatine bikaranîn.

Zimanê pêşketî û paşketî

Sîstema ziman, bi tevî deng, formê tewandî, çêkirina gotin û danîna hevokan e. Hejmara gotinan, biwêj û gotinên mezinan ku mirov bikaribe wateyeke bide wan bêjeyan fêm bike. Zimanê nivîsê, tradisyonona zimanê nivîsê, berhem û çand hene. Berhemên nivîskarên bi nav û deng hene, Ev hemû nîşana zimanekî pêşketî ye. Zimanê paşketî an jî paşmayî çi ye? Bervajiyê vê rewşê ye. Ziman ji bo nivîsandinê ne xwedan qaîde û prebsîban in. Yektîya ziman tune ye. Ziman beyar maye. Çanda wê ya foklorîk nehatiye berhevkirin û neketiye xizmeta gel, herêmî û devkî maye. Berhemên navdar û nivîskar û helbestvanên navdar tune ne.

Serdema nêçîrvanî û berhevkariyê

Tê gotin ku di serdema nêçîrvanî û berhevkariyê de ziman bi pêş neketibû. Niha li Afrîkayê li welatê bi navê Botswana xelkek dijî ku navî wî xelkî San e. Ew hîn îro jî di serdema nêçîrvanî û berhevkariyê de dijîn. Hemû hejmara sanan 20 hezar in. Yanî bi qasî nifûsa gundek in. Lê hemû ne li gel hev in, li cografiyeke berfireh û belav dijîn. Zimanzan û zimannasên cîhanê li ser wan û zimanê wan lêkolînan dikin. Hemû lêkolînvan li ser zimanên wan gehîştine encameke ku di navbera zimanê wan û yên Ewropiyên îro de ferqeke weha mezin tune ye. Wek tê zanîn li ser zimanê Hîndîyaniyan jî lêkolîn hene, di zimanê wan de jî hîn di sîstema deng de ne. Lêbelê di van salên dawî de, di ziman û çanda wan de guhertineke bi lez û bez pêk hatiye. Navê zimanê wan xoinsan lêkirine. Sîstema grameriyê di zimanê wan de heye lê gelek tişt kêm in. Wek mînak cînavê kesîn yê yekem”ez” û ”em” tune ne. Di lêkeran de sîstema demî heye. Di zimanê wan de hejmara dengan nêzîkî sed dengî ne. Belê ji derî van li çolên Awustraliyayê jî xelkek weha hîn dijî.

Gencîniya ziman û komaleyetî

Gencîniya(xezîneya) her zimanî cihê cihê ye û bi jiyana komelayetî(civakî) ve girêdayî ye. Di pratîka rojane de, her ziman tê guhertin. Ev guhertin li gor pêwendiyên derdorê û pêwestiyan ziman tê guhertin. Zimanê ku ji bo pirçandî tê bi kar anîn gencîniya wî gelek dewlemend dibe. Wek tê zanîn di zimanê nivîsê de gencîniya gotinan zêde ye. Herweha civatên îndustrî û teknîkî weha ne, li wan civatan ziman li pêş dikeve. Pêwîst e ku bersiva berhem û berhemdariyên nû bide, bersiva îcad û navû û terîmên taze bide. Her ku bersiva wan dide gencîniya ziman dewlementir dibe. Ziman li gor bersiva pewîstî û hewcedariyan e. Wek nimûne zimanê Sanî li gor hewcedariyên nêçîrvanî û berhevkariyê ye. Di zimanê wan de navên gelek hişînahî û heywanên ku hene, di zimanên din yên pêşketî de tune ne. Herweha gotinên ji bo têkiliyên nav civatê, ji bo jiyan û mirinê jî hema hema wek zimanê ewropiyan e. Di zimanê wan de ji bo bûyerên romantîk jî gotin hene. Dema mirov li ser kurdî jî hûrkolînek bike, dibîne ku di warê çandinî û heywan xwedî kirinê de gelek dewlemend e, lê di warê teknîk û jiyana civakî ya rêxistinî de gelek lawaz e. Ji ber ku ne bûye zimanê nivîs û dewletê.

Lêbelê di zimanê San de helbet gotinên wek otomobîl, tv, mal, mobîlya, kinc, xanî tune ne. Dîsa gotinên wek, polîs, general, top, tufeng, elektrîk, rêxistin, komele tune ne. Di zimanê wan de matematîk heye lê bi pêş neketiye. Hejmar heta 6an hene û ji wir bi jor ve tune. Lêkom(+) û jêkom(-) jî tune ne. Hûn dikarin bêjin zimanê wan ê nivîsê çawa ye? Ew hîn di serdema kevir de dijîn, di wê demê de û zimanê nivîsê?

Navê zimanê xwe nizanin

Her malbateke sanî bi zimaneke cuda dipeyîve. Kes baş ji kesî din fêm nake. Di navbera koman (grûban) de têkilî tune ne. Her komek bi dehan in. 10-15 zimanên wan hene. Her kom ji hev dûr dijî. Yanî her komeke zimaneke wê yê taybetî heye. Belê dema Ewopî çûn Awustralyayê jî, li wir bi qasî 200-250 ziman hebûn, di navbera 200 salan de zimanê wan ji holê rakirin.

Zimanekî nû û deng

Du kom dema zimanê wan ne wek hev bin, dema di nav wan de têkilî tên danîn, di hinek tiştan de ji hev fêm dikin, nêzîkî hev dibin. Gotin ji hev digrin an jî ji hev deyn dikin. Gelo ji van herdu koman dê zimanê kîjan li ser ya din bandor(tesîr) bihêle?  Ev girêdayiyê cure û rengên pêwendiyan e. Desthilatdarî(îqtîdar) di destê kîjan de ye. Ziman karê dîrokê ye, gelek zeman digire. Lê carinan dikare di demeke gelek kurt de guhertinên mezin û bingehîn pêk bên. An jî gotinan ji zimaneke din bigre. Lêbelê rastiyek heye, deng zû nahê guhertin. Bi zimanê nû dipeyive lê deng yê zimanê kevn e. Mirov dikare di vî warî de mînakeke jîndar û berbiçav ji bo zimanê me bide. Li Tirkiyeyê li kurdan binêrin û li tirkiya tirkan binêrin, ji aliyê deng ve ferqeke gelek mezin heye. Kurd, gotinên tirkî wek kurdî bi lêv dikin. Bi piranî deng ji qirikê derdixin.Divî warî de tirkên li Ewropa dema bi almanî dipeyivin gramatîka almanî berbat dikin. Çawa ku yekî alman bi tirki dipeyive u li gor almanî difikire û bi tirkî dipeyive:Ben var gelmek …

Hînd-ewropî

Li gor pêşbîniyên arkeolog û zimannasan, berî niha bi 100 hezar salan însan ji parzemîna Afrîkayê derketine û li cîhanê belav bûne. Di wê demê de sînyal û zimanê wan ê wê demê helbet yek bûye. Ew komên biçûk her ku ji hev dûr ketine, têkilyên wan li gel hev nemane, ziman jî hatiye guhertin. Her kom li gor cîh û derdora xwe sînyal û gotinên nû çêkirine an jî dîtine. Bi destpêkirina çandiniyê re, hinek herêm û dever ji yên din bêtir hatine tercîhkirin. Her komî xwe daye dol, ber çem û newalan. Cîh û warên avî û bi dar û ber.  Dîcle, Firad û Nîl di vî warî de roleke mezin û girîng lîstine. Bûne dergûşa çandinî, heywan kedî û xwedî kirin û şaristaniyê. Li pêş çem û avan bendav, sukur, medreb hatine avakirin. Şaristanî, huner û hunermendî, ziman û nivîs li wir dest pê kirine û kamûran bûne. Li ber Dîcle û Firadê bajarên wek Ur, Uruk, Babîl, Nînova hatine avakirin. Şaristaniyên wek Sumer û Akadan piştre hatine avakirin.

Dewlet, ziman û nivîs

Li Mezopotamyayê

Li gor lêkolînên arkeologan cara pêşî sumerî li Mezopotamyayê berî zayînî (bz) li derdora salên 3.500î li ser kevir û lewheyên axikî bi awayekî sîstematîk wêne kolane. Piştre wêneyên xwe hêsan çêkirine ku mirov têbigehîje. Ji wêneyên weha hêsan û sîstematîk re pîktogram dibêjin. Ji ber ku sumerî wêneyên xwe li ser heriya şil û bi kam nivîsîne,detayên wan ji aliyê arkeologan ve baş nehatine xwendin û fêmkirin. Piştî sala 3.000î sumerî pîktogramên xwe bi pêşxistine û wek nivîsar li ser lewheyên axikî yên biçûk nivîsîne. Ji wan lewheyên axikî hinek ji wan di firinan de şewitandine û hinek ji wan jî li ber tava rojê hatine şewitandin.Wek nimûne, dema wêneya rojê bê çêkirin, divê weha basît û hêsan be ku ji aliyê herkesî ve were naskirin û zanîn. Lê bi tenê ne çêkirin, herweha ew kesî ku wêneya rojê bibîne jî, bizanibe ku ew di wateya "roj" an "demê" de hatiye çêkirin. Ku "roj" sembol û nîşana "dem" an "zeman" bûye. Ji wêneyên weha yên watedar re îdeogram dibêjin. Herweha sîstema pîktogram û îdeograman gelek zehmet û tevlihev bûne û ji ber wê yekî sumeriyan bi qasî 2.000 sembol bi kar anîne. Di proseseke din de kîte şûna wêne girtine û ji wê forma kîte-wêne re îro dibêjin fonogram. Fonogram di prosesa nivîsîna sumerî de pêngaveke gelek pêşketî bûye, xwendin û nivîsandinê hêsantir kiriye. Herweha bi alîkariya fonogramê hejmara sembolên sumerî ji 2.000î daketine 600î.  Mîtolojiya Gilgamêş bi wê nivîsara lewheyî hatiye nivîsîn. Mirov dikare bêje ku bi nivîsîna mîtolojiya Gilgamêş çîrok û romana yekemîn hatiye nivîsîn.Bingehê wêjeya nivîskî bi nivîsîna Gilgamêş re dest pê kiriye. Gilgamêş lawê Lugalbanda bûye û bi kêmasî ew qehremanê pênc helbestên sumeriyan bûye. Gilgamêş bi xwe padîşahê sumeriyan yê bajarê Ûrûk bûye. Li gor mîtolojiyê ew nîv Xwedê û nîv însan bûye. Gilgamêş li pey mirinê geriya ye û piştî gelek bûyer û serpêhatiyên mezin û dijwar ne dermanê mirinê lê dermanê ciwanbûnê dîtiye. Lêbelê berî ku ew dermanê ciwanbûniyê bixwe marekî reş ew derman xwariye û herweha ciwanbûn jî ji destê Gilgamêş çûye. Gilgamêş di nav qehremanên epoyiyên akadî de jî gelek populer bûye. Varyanta mîtolojiya Gilgamêş ya herî baş bz di salên 668-627an de li ser 12 lewhayên suryanî hatine nivîsîn û ji aliyê padîşahê asurî Assurbanîpal ve li pirtûkxana Nînovayê hatine komkirin.   Zimanê sumerî heta 2.000 salên bz hatiye û ji wir bi şûn ve, him zimanê devkî û him jî zimanê nivîskî miriye. Arkeologên Ewropî piştî zayînî di salên 1800 de li Mezopotamyayê li ser ziman û çanda sumeriyan lêkolînên hûr û kûr kirine, di dawiyê de gehiştine wê baweriyê ku îro li cîhanê tu gel nîne ku bi zimanê sumerî dipeyive. Lê piştî sumeriyan heta demekê li herêmê asûrî, babîlî û akadî bi zimanê sumerî nivîsandine. Ew jî piştre destpêkirine û bi zimanê xwe nivîsîne. Piştî zayînî di 1920î de arkeologan li Boxazkoy di lêkolînên xwe de rast hatine ku Hîtîtan jî bz di salên 3.100î de nivîsarên taybetî bi kar anîne. Zimanê Hîtîtan zimanekî hînd-ewropî ye.

Li Misirê

Li gor lêkolînan bz di salên 3.000î de li Misirê jî bi navê hieroglîf wêneyên yekbêje li ser keviran hatine kolan. Herweha ji wir bi şûn ve prosesa nivîsê li Mezopotamya û li Misrê ji hev cuda lê peralel dom kirine. Du varyantên nivîsara misirî hene: Hîeroglîf û hîeratî. Hîeroglîf li ser dîwar, kevir û metalan û hîeratî jî li ser papîrûs hatine nivîsîn. Di salên 700î de hîeratî bi pêşketiye û ji gotinê derbasî kîteyan bûye û bi îtalîk hatiye nivîsîn. Piraniya nivîsarên misrî yên kevn li ser kevirên goristanan hatine nivîsîn. Ango goristan bûne dibistan.

Akadî di salên 2.500î de nivîsara sumerî digrin û bi pêş dixin. Lê bi tenê di karê burokrasiyê de bi kar anîne. Di salên 2.400î de vê carê Hîtîtî nivîsara Akadiyan wek nimûne digrin, bi ya xwe re muqayese dikin û nivîsara xwe xurt û bi pêş dixin.Di salên 1700î de Hammûrabî dibe padîşahê Babîlê. Tê texmînkirin ku di dema çêkirina Pîramîdan de bi hezaran însan heman(eynî) zimanî peyivîne.  Kar û çandinyê zimanê wan yek kiriye. Misir di warê yek zimanî de nimûn ye.

Grekî û zimanê nivîsê.

Dı dema antîk de her bajar bi devoka xwe dipeyiviya. Platon bi devoka xwe ya Atînayê nivîsiye. Ji ber ku di wê demê de dibistan tune bû, her kesî wek devoka xwe dinivîsa. Ew tradîsyon niha jî li Ewropayê heye ku hinek nivîskar bi devoka dinivîsin.

Ji bajarên biçûk ber bi împaratoriyan ve

Berî zayînî di salên 400î de Atinayê bal û girîngiyê da ser bajarên din. Wek tê zanîn bz di sala 330î de Aleksander ji Mekedonya, Atîna  û hat Kurdistanê de ber bi rojhilat ve sefer kir.

Latînî û romî

Di destpêka serdema Romayê de, li Îtalyaya îroyî gelek bajarên  biçûk hebûn û her yek bi serê xwe dewletek bû. Roma bz di 753an de hatiye avakirin. Wê demê latînî li devereke gelek teng de dihatin axaftin. 100 sal piştî Îsa latînî mezin û berfireh bû hemû Ewropayê, Misir hat heta Îranê çû. Heta  400 salî pz dom kir. Latînî heta salen 600 dom kir alfabeya latînî piştre bû alfabeya etrûskî.

Guhertina zimên

Guhertina zimên bi çend mercên girîng ve girêdayî ye. Ji wan yek an çend dema pêk werin dikarin ziman biguherin: Perwerde, têkilî bi civat û cîhanê re, pere, desthilatdarî û psîkolojiya biçûkbûnê.  Dema mirov van mercan yek bi yek bigre berçav, wê deme dikare bêje ku em çima bi tirkî dipeyivin.

Latînî, îtalî û Dante

Zimanekî çawa wenda dibe û dimire?  Yek ji wan zimanên herî mezin jî latînî bû ku li demeke dûr û dirêj li seranserê Ewropayê bi latînî dihatin nivîsîn. Lêbelê xelkê jê fêm nekir û nedixwest pê bipeyive. Ji wî zimanî, îtalî, fransî û spanî jê derketin û bûn zimanê nivîsê. Ewropiyên din her yekî bi zimanê xwe nivisî. Herweha demek şûn de latînî ji holê rabû. Dante pêşî bi nîv latînî û nîv îtalî nivîsî. Lê bi îtalî bi devoka xwe. Lê Dante bi xwe nizanibû ku ew devoka ku pê dipeyîve, devokeke îtalî bû. Piştre hêdî hêdî bi îtalî hat nivîsîn û îtalî navê xwe girt.

Serdema zimanê netewî

Li seranserê Ewropayê li dij  zimanê latînî dîtin û ramanên netewetî dest pê kir. Mirov dikare bêje ev dem ji 1200î heta 1800î dom kir. Dema mirov di sedsala18an de li Ewropayê meze dike, dibîne ku burjûvajî li dij desthilatdariya dêran û derebegên biçûk radibe û dewletên netewî ava dikin. Derebeg an jî mîrayetî li ser desthilatdariya netewî li hev dixin. Yên bi hêz dest didin ser ax û malên yên lawaz(qels) û desthilatdariya wan ji navê radikin.

Dewlet, dibistan û ziman

Kes nizane ku kê gotiye bila zarok herin dibistanê. Lê grekî û romî li ser riyeke weha bûn. Zarokên grekiyan bi tenê hînî xwendin û nivîsînê dibûn. Lê zarokên romiyan divê him hînî latînî û him jî hînî greki bûbûyan. Împaratoriya Romê xwedî du zimanê fermî bû. Bi ketina Romayê re dêr û manastiran rola dibistanê girtin ser milê xwe. Dibistan her çiqas di salên 11 de dest pê bikin jî nikaribû  bi rêk û pêk be.. Heta salên 1500î ji derî latînî ferheng, pirtûk û materyalên din tune bûn.  Heta salên 1800î xwedin di dêr û  katedralan de dibûn; nedihiştin li derî dêran xwendin hebe. Di dest de çi diman diviya bû ku mirov xwe bi xwe li derî dêrê xwe hînî xwendin û nivîsînê bike.  Di navbera salên 1400-1500î de guhertinên gelek mezin çêbûn ku ji vê re dibêjin Ronesans. Di salên 1500î û şûn ve, li seranserê Ewropayê xelkê zixt da ser dêran ku xelk bi zimanê xwe bixwîne û binivîse.  Dêrên katolîk li dij wê derdiketin û digotin ”latînî zimanê dîn û dêran e, divê ev dom bike…” Ango li Ewropayê dîn û ziman bi hev ketin. Helbet Luter serê ve pirsê dikişand. Şer li Îngîlistan, Danîmark û li Swêdê dom kir. Wê demê Dêrê him Papa û him jî padîşah temsîl dikir. Heger Încîl bi îngîlizî, danîmarkî û swêdî be, divê nivîs jî bi wan zimanan bin.  Luter bi xwe di serî de  pozîtîv bû ku di dêr û dibistan de perwerde bi almanî be. Piştre bi paş ve gav avêt û latînî xwest.  Piştre li derî dêran dibistan hatin avakirin û di dibistanan de jî ders bi latînî bû. Zimanê xelkê yan jî yê dayikê tune bû. Latîniya wê demê wek îngiliziya niha gelek popîler bû.  Sal bi sal latînî lawaz bû û wenda bû. Cara pêşî di sala 1492an de rêzimana spanî hat çapkirin û weşandin. Piştre îtalî û fransî dest pê kirin. Dewletên netewî xurt bûn kralan dîreksîyona welêt girtin destê xwe. Latînî di hundirê dêrên katolîk te ma. Belê latînî ji navê rabû, dibistanê şûna dêran girt lê perwerde dibistanan de jî dînî bû. Belê latînî piştî ketina Romayê 1000 sal li Ewropa jiya û piştre mir. Latînî mir lê zarokên wî man ango jiyana xwe bi rengekî din domand. Lê rengên mirinê yên din jî hene ku ev kadastrofên mezin in.

Mirina zimanek

Ziman çawa wenda dibe an jî dimire? Îro perwerdeya dibistanê li her welatî bêtir  û gurtir dibe. Piraniya zimanê biçûk li derî dibistanê dimînin. Bazirganî û komunîkasiyon (dan û standin) û têkilî zêde dibin û dinya teng û biçûk dibe. Lênêrîna nexweşiyê, kar, bac û xizmetên civakî û hwd der û dor li zimanê biçûk teng dike. Zimanê lokalî êdî bi kar nayê. Ew zimanên biçûk, êdî nikarin xwe li ber hêza teknîk, masmediya û bi taybetî mediya bi wêne biparêze. Mirov li meqamên fermî, li dem û dezgehan nikare bi zimanê xwe derd û giliyên xwe bike û daxwazên xwe pêşkêş bike. Çandinî û ajel xwedî kirin êdî têr nake. Gundîtî rabû û bajarvantiyê dest pê kir. Di vî warî de îro li Amerîka û Kanada îndiyanî û li vir jî rewşa me kurdan hema hema wek hev in. Li Skoçyayê zimanek hebû ku jê re digotin zimanê gelî. Ev ziman her ku diçû li ber zimanê înîlîzî qels dibû. Di sed salên dawî de wenda bû.  Heta salên 1700î piraniya xelkê bi gelî dipeyivî. Xelkê wê demê di nav zeviyên xwe de çandiniyê dikir. Demek hat gundiyan dev ji çandiniyê berdan û dest bi xwedîkirina ajelan kirin. Goşt û hiriya xwe firotin îngîlîzan û çûn peravê ku masivanî bikin. Di 1800î de zimanê dêrê îngîîzî bû. Piştre dema li dibistanan dest bi perwerdeyê kirin, vê carê ziman bû îngilîzî. Bazirganî, lênêrîna nexweşiyê, komunîkasiyon diviya bi îngîlîzî bûya. Di destpêka 1900î de jî herdu ziman gelî û îngîlîzî li gel hev dimeşiya. Herweha îngîlîzî ji vir bi şûn ve ket nav gundiyan jî. Li mal dest bi îngîlîzî kirin. Îngîlîzî bû zimanê yekem. Zimanê wan bû zimanê kal û pîran, xwelî seriya, îş qedîya. Di navbera 100-150 salî de ev ziman wenda bû. Zimanê wan yê nivîsê jî ji bo zimanzanan di arşîvê de ma. Di 26ê meha 12an a sala 1777an de li Îngîlistanê li gundê Mouseholê pîrejineke 102 salî bi navê Dolly Pentreatn mir. Navê vê pîrejinê li cîhanê belav bû. Gelo Çima?  Ji ber ku li cîhanê ew bi tenê mabû û ji derî wê kesekî din bi zimanê kornîkî nizanibû. Zimanê pîrejinê ango kornîkî nêzîkî zimanên Walensî û Skotlandî bû. Belê di 300-400î de, bz xelkê herêmê bi zimanê xwe dipeyivî Anglo Saksoniyan welatên wan dagîr kirin û ji wê rojê bi şûn ve pêşî axa wan û piştre jî ziman û çanda wan hat dagîrkirin û bi pîrejinê re xelk û zimanek bi hev re mirin û çûn.   Mînaka sêyem: Di 10 hezîrana sala 1898an de li Adrîyatîkê di bûyereke deryayî de qeyîka Antonîo Udîna noqav bû. Antonîo bi serê xwe bû ango bi tenê bû, lê hezar mixabin ew bi tenê nexiniqî, bi hezaran kes bi antonîo re xeniqîn. Ev çawa dibe? Belê zimanî talmatî jî bi Antonîo re noqav bû. Herdu bi hev re xeniqîn. Dalmatî şaxeke ji zimanê romê bû.  Di navbera Sirb û îtalyayê de li çend giravan dihatin axaftin. Di dema xwe de, di navbera Roma Rojhilat û Rojava de wek pirek bû. Herî zêde nêzîkî zimanî albanî bû.

Li Afrîkayê

Li Afrîkayê Şîyeyî li malê bi zimanê xwe napeyivin, ew bi zimanê fermî yê satiswanî dipeyivin. Ji bo zarokên wan bi baş bi ziman bizanibin û li dibistanê jêhatî û serketî bin. Herweha êdî nifşên nûhati bi zimanê xwe nizanin.Bi destê xwe zimanê xwe dikujin. Îro rewşa me û wan hema hema yek e.

Gelo mirî zindî dibin?

Miriyê ku zindî dibe jê re qûnşeytanî bûye dibêjin. Ez bawer nakim ku kesê mirî zindî bibe. Lê ez tiştek baş dizanim ku zimanê mirî carinan zindî dibe. Him jî piştî 2000 salî dikare ji gorê serê xwe rake û zindî bibe. Gelo rewşa zimanê hebrî weha  ne bû?  Ew hîn di serdema xirîstaniyê de miribû û tenê di tekstên pîroz ên Tewratê mabû. Piştî 2000 salan carek din zindî bû. Niha bi vî zimanî dewleteke nûjen û civateke nûjen pê tê birêvebirin.

Bi giştî li cîhanê di van 100- 200 salên dawî de rewşa ziman

Li gor statîstikan di van 100-200 salên dawî de hejmara nişteciyên cîhanê 7-8 qat zêde dibe. Heger rewşa polîtîk û civakî weha dom bike, dê di van 100-200 salên dawî de 5000 ziman ji navê wenda bibin. Zimanên mezin dê mezintir û xurtir bibin. 200 sal heşt nivş dike. Ji bo guhertina zimanên biçûk sê nifş têr dike û zêde ye jî. Swêdî bi xwe ditirsin ku dê zimanê wan di van 200 salan de wenda bibe û îngîlîzî bide ser. Zimanê swêdî îro him yê dibistanê û him jî yê dewletê ye.

Zimanê pêşerojê

Niha li cîhanê bi 5-6 zimanê mezin bi qasî  mîlyarek mirov pê dipeyivin. Hemû nifûsa cîhanê 5 mîlyar e. Zimanê ku însan pê kêm dipeyivin di talûkê de ne. Ziman ne stabîl e. Yek dikare wenda bibe û yê din dikare ji nû ve kulîlk veke. Niha gelek ziman hene ku hîn di prosesa kevirîn de ne. Di van 3000 salên dawî de gelek ziman bi pêşketine û gelek ziman jî mirine. Bi taybetî di dema îro de zimanên biçûk wek dema berê zê de an jî demeke dûr û dirêj nikarin li ber xwe bidin û bi lez û bez wenda dibin. Dibistan û masmediya di warê helandinê de roleke mezin dilîzin.

Guncandina zaraveyan

Çawa zimanê mezin an jî yê nivîsê yê zora zimanê axaftinê dibe, herweha zaravayên mezin jî zora zaravayên biçûk dibin û wan dadiqurtînin. Îro li başûr zaravayê soranî zaravayên wek kurmancî, hewremanî, feylî ji navê radike. Li bakur jî zazakî weha ye. Yan ber bi kumancî ve diçe yan jî asîmîle dibe û wenda dibe. Giranî di bin bandora tirkî de dimîne.

amed.tigris@amidakurd.com 

ji .kovaraw.com

tirej.net/com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002