Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Gotar


 

 

 

 


ADAR JIYAN

Ziman û Bişavtin

 

“Yên ji bo ku bişibîn kesên der û dora

radibin xwe traş dikin,dimehin û diçin.”

R.Hull

Ziman, navgîna vegotin û veguhêzaniya  ramanê û têgihîştin û şîrovekirina  xwezayê ye. Her mirov di zarokatiya xwe de,  bi hûnandina deng, wate û ramanê  re zimanekî hîn dibe. Bi hînbûna zimên re  têgihên razber û şênber  di binehişîna mirov  de bi cî dibin û  êdî ew ziman ji bo wî/wê dibe zimanê têgihîştin, axaftin û ragihandinê yê yekem. Ango ew ziman,  zimanê mirov, yê zikmakî  bixwe ye.

      Ji aliyê din ve, zimanê zikmakî di kesayetiya takekesan a civakî û neteweyî de jî roleke gelekî girîng û diyarker dileyîze. Her wiha ziman,  mirov ji civatokê digihîne radeya civakîbûn û neteweyîbûnê. Her wiha mirov ber bi taybetiyeke komelayetî dikirmişîne. Ew jî tê  wê wateyê ku ziman bi van taybetiyên xwe, bingeha navgîna ragihandinê ya herî bandorker û hêzdartirîn e. Derbirîna hest, raman, armanc,  daxwaz û pêdiviyên mirov  hemû bi saya vî  zimanî pêk tên. Di mercên îroyîn de navgîna ragihandina civakî û komelayetî ya herî girîng û jênager zimanê  zikmakî ye. Zimanê zikmakî  tenê ne zimanê derbirîn, ragihandina û axaftinê ye.  Her wiha zimanê zanîn, perwerdehî û behreyên mirov e  jî.  Çi di civakê û çi  di  jiyana rojane de parastin, kûrbûn û peresandina hemû behreyên  mirov  ên têgihîştin û vegotinê  bi riya zimên bi dest dikevin.

      Ziman, hemû taybetmendiyên dîrok, çand, huner, wêje, û  şarezahiyên neteweyekê di xwe de dihewîne. Ji bo ku hayê mirovekî/ê  ji van hemû nirxên wî/ê yên neteweyî  hebe, divê ku pêşî zimanê xwe baş bizanibe. Lewre ziman, awêneya hemû taybetmendiyên dîrokî yên neteweyê ye. Tiştê ku neteweyê dike netewe,  parastin, pêşvebirin, dewlmendkirin û bikaranîna zimên e.  Şarezayî, çand, gerdîş û  nêrîtên neteweyî bi saya zimên têne parastin. Belê ziman, bi peyv û gotinên biyan û nelicih  tê bişavtin û ferisandin. Peyv û gotinên biyan hem hest û ramanên biyan bi xwe re tînin û hem di zimên de dibe sedema gelek aloziyan.

      Ji bo ku mirov dikaribe dewlemendiya zimanekî nîşan bide,di serî de  divê ku mirov wî zimanî baş bizanibe. Dewlemendiya zimanekî, ji hejmara peyvên ku bikar tên diyar dibe. Hejmara peyvên ku têne xebitandin çiqasî zêde be, dewlemendiya wî zimanî jî  ew qasî  zêde ye. Bi awayekî din mirov dikare bibêje; hêza vegotina zimênakî , pîvana dewlemendiya wî zimanî ye jî. Ger zimanek  hêzdar û dewlemend be,  hêza vegotina wî zimanî jî gelekî zêde ye. Mirov, hest û ramana  xwe û wateya têgînan  bi zimanekî dewlemend, bêtir dikare vebêje û rave bike. Her wiha dewlemendiya zimên, hêza hebûna neteweyî jî nîşan dide. Dewlmendiya zimên û  şarezahî  ji hev e. Zimanê pêşketî, çand û şarezahiyeke pêşketî diwelidîne. Jixwe hebûna dewlemendiyên çandê jî hemû  ber û berhemên zimên in.

      Ya dîtir jî, dîsa bi pêşveçûna teknolojiyê re pêywendiyên navneteweyî û gerdûnî zexmtir û pêşdetir dibe. Gerdûn û cîhan biçûktir û danûstandina mirovan hêsantir dibe.  Ji bo wê gelek peyv, ji zimanekî derbasî zimanê din dibin. Belê, wekî ku li jorê jî hate diyarkirin, hêza hilberiyê û têkiliyên şêwaza hilberînê wekî ku di her warî de diyar e; di warê zimên de jî hêzeke diyarker e. Netewe an jî hêzên sedest û desthilatdar, bi heman awayî  xwediyê aboriyeke hêzdar û dewlemend in. Merc û derfetên wan ên  ji bo  hilberiyê gelekî guncaw in. Çi tiştê ku ew bi destê xwe dihilberînin, bi xwezayî dîsa ew, bi zimanê xwe, nav lê dikin. Ew nav jî  dibe peyvekê û  li zimanê wan zêde dibe. Bi vî awayî zimanê wan ê neteweyî dewlementir dibe. Û ew ziman jî hin bi hin dibe wekî zimanekî navneteweyî.

      Ji bo wê mirov dikare bibêje, ger ku gel û neteweyên bindest û mêtingeh li zimanê xwe xwedî dernekevin, pêkan e ku di demeke kurt de zimanê wan ê zikmakî were jibîrkirin û heta bi carekê ji holê rabe. Berî ku bayê împeryalîzmê (ger navê wê yê nû globalîzm be jî) wekî bagerekê li me rabe, divê ku gel û netewe li zimanê xwe xwedî derkevin. Qenebe divê ku ew, wan peyv û gotinên  ku ji bav û kalên  xwe de wekî mîrateyekê ji wan re maye, biparêzin. Heke na, dibe  ku ew bi zimanê xwe re kesayetiya xwe ya takekesî û civakî  û heta hebûna xwe ya neteweyî  jî winda bikin.

            Wekî ku tê zanîn, her tişt dijberê  xwe di xwe de dihewîne. Di dem û serdema  ku em tê de dijîn de, di destên hêzên desthilatdar û dagirker de, ji bo bişavtin û mandelekirina gelan, gelek  alav û navgînên tund û dijwar hene. Belê ger ku gel bixwazin ziman û  çanda xwe ya neteweyî pêş ve bibin û biparêzin,  bi heman awayî  ji bo  hînbûn  û  pêşvebirina zimên û parastina nirxên neteweyî    ew qasî merc û derfet hene. Divê ku gel bi vê mebestê, belê bi lezgînî li nirxên xwe xwedî derkevin. Û ji merc û derfetên  demê û alavên teknolojiyê sûd û fêdeyê wergirin. Qey  ku  zimanê wan nemehe; çand û kelepora wan winda nebe.

      Ligel hemû neyîniyan dîsa  jî gelek derfet û merc hene ku gel dikarin zimanê xwe yê zikmakî biparêzin û nirx  hêjahiyên xwe yên neteweyî pêş ve bibin. Belê ev jî bi hest û hişmendiyeke têkûz û  vîneke xurt  û bêdeman bi dest dikeve. 

 

adarjiyan@mynet.com

tirej.net/com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002