Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Keskesor


 

 

 

 

 


Ar
şevê Oskan
Pîreka Rûss cilên min avêt kolanê

Serpêhatiya Nr (10)

 

Heger ji hemû xortan re şerm be, ji min re ne şerm e, ji ber ku temenê min hîn, bîst û du salî ye, ez hîna zarok im, û bi jiyana xwe şad ne bûm e, ma xwene ez zewicîm e û jina min heye?, ku bi min re şer bike. Ji xwe li welat jî, min ti xortanî ne buhirandiye, li Almaniya derfet ji min re hatıye, dıvê ku jı dest xwe bernedım. Piştî ku ez hînî çend gotinên Almanî bûm, yanî min dikarîbû çend gotinên evînî, xwaromaro bianiya ziman. Di dîskotêka turkan de, piştî vexwarina çend şûşeyên bîra û votka, min hevalek Rûss, ku wê jî, baş bi ziman nizanîbû naskir, bi awiran, bi destan, ji xwe dengê mûzîkê, rê nedida gotinên me, serê me jî hinekî giran bûbû.

Bi rastî, jinik ne xirab bû bi gewde yê xwe, lê temenê wê, li dor çil salakî hebû, mêrê xwe li Rûssya hiştibû, û ew û keça xwe ya deh salî, hatibûn Almaniya, ji hakim re gotine em Almanê berî şerê diwemîn in û ji wan bawer kirine, lê tiştê ez dizanim, ji diya min bêtir jî, ji min hez dike, gava ez ji cem wê didim rê, çavên wê tije hêsir dibin -min çi pêkiriye ez nizanim?-.. Hema pir ji min hez dike û hew…

Wê rojê, ji min re got: Alavên xwe ji wê hayima genî bîne û li mala min li ser textê min razê, ew textê, ku di tarîxa bavê xwe de, li ser ranezabûm, bi xwedê textekî wisa nerm, û sîngeke wisa xweşik û germ, li seranserî Kurdistanê tune ye, heger hebe jî wê deh mêr ji êla me, li ser vê sîngê bihatana kuştin.

Nuha kilîta deriyê wê li cem min e, evqas baweriya wê bi min heye yahooo, lê bi rastî ez jî têra xwe heme ha, ez mêraniya xwe baş rê wê didim, nahêlim tiştek ji wê kêm bimîne, her roj wê dibim dîskotêk û sînemeyan, çi xwarina xweş, li restewrantan hebe, dixim devê wê, hingî li wê xerc dikim, êdî nema pereyên karê min yê reş, û mehiya sosyalê têra min dikin, tevî ku berya vê jinikê nas bikim, min bi hezaran Euro, ji malbata xwe re dişandin, malbata min, feqîra li welêt ji birçîna dimrin, lê tiştê ku ez pir tengezar kirim e, pelikê zewacê bi min re çênak e û min dispêre meh û salan, li gel ku, bi rewşa dadgeha min dizan e, ku dadgehê ez red kirim e, û bi hemî derew merwên min agehdar bûn e, lê ku dest ji min berde jî, ew li xisarê ye, ji ber ku min namûsa wê talan kiriye .

Pîrekên Rûssa, ji xortên wek min bîst û du salî pir hez dikin, ji ber ku temenê wan bi ser sih salî dikevin, nema xortên wan, li wan dinêrin.. madê xwe ji wan û çermê wan tirş dikin, min jî di despêkê de, xwest ez li cem wê razêm û hem jî min timaya pelikên rûniştinê jê dikir, lê dema ku pelik bi min re çênekir, min biryar da, ku dest ji wê berd im, lê ku du roj di ser dîtina wê re derbas dibin, dikim û nakim sebra min bêyî wê nayê, hema ez dikarim bibêjim, dilê min ketiyê û hew..

Bêbavê ku diçe dîsko, û pir vedixwe dîn û har dibe, lêvên xortekî bernade û maç nake, wê rojê mejiyê min ji serê min bazda û min dikira xortekî Ifxanî ji bo wê bikuşta, dema ku nemra telefona wê jê xwest, wek hûn dizan in namûs gelekî zore !!!. piştî wê bûyerê, min dîsko lê qedexe kir, piştî ku hişê wê hat serê wê, wê jî soz da min, ku nema diçe dîsko, û emê li malê bixwin û vexwin…. Beriya du heftan, mêvanekî min ji Kurdistanê hat serdana min, ez nêzîkî heftakî bi wî biliyam, min got nexweş e, ew ê di vegera xwe de, here cem malbata min û qala min ji wan re bike… mala wî ne ava be, piştî wê heftê, dîna min dî ku jinik serxweş û bi xortê Ifxanî re, çûye dîsko û wê şevê bi wî re, li mala wî raza ye, telefon di rûyê min de girt, nehişt ez gotinekê jî, jê re bibêjim, û cilên min avêt kolanê ..!! .

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002