Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Rexne


 

 

 

 

 

 


Nezîr Seîd

Nizane bi kurdî bixwîne, binivîsîne
Wergerê dike…!!??
Tekez sibe dibe nivîskar û helbestvana kurd

 

Xwendevan û nivîskarên hêja gelek di girava tore û ziman de avjeniyê bi çarlepkan dikin, hin bi naskirinê, hin bi şayikirinê çend berhemên ketî belavkirin û navê wan bû nivîskar, nimûne pir in lê babeta min li ser nîvhelbestvana kurd Xelat Ehmed e…

Xelat Ehmed temenê nivîsandina wê du sê sal in, bi zimanê erebî xwe berda meydana helbestê, hin ji vir hin ji wir xelkên ciwanmêr destên alîkariyê danê, ev helbest ji wê re serast kirin; ew helbest hin jê qurmiçandin, ewê jî bi parçîmkirina evan helbestan û bi ewî wêneyê xwe ê ciwan helbet ew paseporta wê bû, xwe meşand, çavê xortan dagirt lewra şerm kiririn; berhemên wê jî xistin nav berheman û navê wê jî bû helbestvan…tekez ko pêwendiya wê bi her kesî re berjewendiya misoger e. Lê zû bi zû tête naskirin, tev li wilo jî ew berhemên xwe dane ser hev li gel suretekî ciwan şand ji kurdistana Îraqê re, çer ew jî çav li wêneyê ciwan kirin yek ne kirin dido dîwanek ji wê re çapkirin, ta niha xelk panizdeh- bîst sal dinivîsînin lê wilo zûbûna birûskê kesî berhemek çap nekiriye, ne xeme em tev piştgiriya xort û keçên kurd dikin û dibêjin bela pêşkevin…

Xelat Ehmed li ser wilo ne rawestiya û xwest ko navekî din bi dûv xwe bêxe, dîsa ji vir û ji wir xwe berda nîrê zêrîn nav kurmanciya rengîn, tora bê xwedî û bê xwedan.. ya ko kes rişma kesî lê nagire, lewra nivîskara me çend helbestên helbestvanin kurd wergerandin zimanê erebî, û navê wergêrvan jî bi dûv xwe xist, berî çend rojan ez matmayî mam dema min çend helbestên erebî di malpera rojava.net de dîtin ko Xelat Ehmed ji erebî wergerandine bo kurdî, li gor ez dizanim ko Xelat heya ko gotarekê bi kurdî dixwîne rojek ji wê re divê û li gel ko nizane wata pirê gotinan jî, çawa ev helbest kirine kurdî ez jî nizanim, lê tev wilo jî ka merov di mafê wê de şaşitiya neke û emê li ser berheman birawestin:

 

*          *          *

 

helbesta:Amal Newar ( Libnan )

wergerandina: Xelat Ehmed

1

Çivîka nasik

Gelo çivîka nasik mebesta hevala me jê {nazik} e me tu gotin bi kurdî nebihîstine nasik…

Ezê herêm : nizanim Xelat ev herêm ji ku derê aniye. Bi kurdî an merov dibêje: ez dê biçim{ ezê biçim} an merov dibêje ez dê herim…

Ji lerzîna ezel re : gelo Xelat tu wergerê dikî çima te ji xwendevanên kurd re peyva { Ezel} ne wergerandiye? Ji ber ev ji tevî giringtir bû…!

Ez ya ji levxistina: peyva {levxistin} te ji kur aniye ziman ez dibêjim wê { li hev xistin} be an {tevdan} be..

buhrîna runahiyê: ev { buhrîn} di zimanê kurdî tev dî de tuneye heger ji buhirandinê be, diva bû te bigota {buhirîna}

û {runahî} nizanim te li gor çi zaravî leva kiriye ji ber me {ronahî} an {ruhnî} bihîstiye lê dibe ko tu nizanibe bi latînî ewê binivîsînî lewra şaşitiyên vekîtê têne pêşiya te…

 

sihan, jibermaykên, hurbuyê, sihrebazekê, bipiçe, di rayên bêdengî…

 

Ev peyv ji kîjan zimanî xanim Xelat anîne ez jî nizanim

*          *          *

2

tariyeka bîndar

 

Helbesta: Nur Elqehtanî ( Kuweyt)

wergerandina:Xelat Ehmed


Va tarî te dîl dike
Ey nehtorvanê dergehan
Tariya bîndar
Dosta şevê û ximavdanka reşatiya kubar

tarî ya nebez ,ya deriyan diveke

ronahiyê li pepelîkan direşîne

rawestay, di sawa sihê de ya ku bi terrbüna rewanan ve bilind dibe

ji hundir ve li te dinêrim

ey kesê ku ez di gunehkariya xwe ya dür de dorpêç kirime

ristikên canê min dorpêç kirine

mehînin min li beyabana xwe berdane.

Dinêrim

û xwe ji bankirna navê te yê wek derya tê sipas kirin navegrim

ez,ya bi giloveran rengkirî

û wek çavgirtineka têr diherikim

tariya te.

 

Ev helbest jî wergerandiye kurdî

-Gelo {tarîyeka bîndar} çawa hatiye rêziman tenê Xelat dizane û gelo bîndar ji kîjan ferhengê derxistiye?

-{ Ey nehtorvanê dergehan}: ma kî nehtorvanê dergehan e Xelat xanim? Mane ew {dergevan} bi xwe ye.. ?

- ronahiyê li pepelîkan direşîne: pepelîk çi ne, ji kur hatine? Û çima direşîne ey wergêrvana hêja????

- rawestay: rawestiyayî

 

Hêja Xelat Ehmed: ez te şîret dikim ko tu xwe baş fêrî {a-b eya} kurdî bikî, dibêjin ko li Siwêdê û hin dewletê ewropî zarokan fêrî zimanê dê dikin lewra ez dikarim navê çend mamostayan ji bo te birêkim da ko tu xwe li cem wan fêrî zimanê kurdî bikî.. paşî tu dikarî rastnivîsandin û rastxwendinê serbest bibî, û li dûv wilo heger tu çend ferhengên kurdî peyda bikî û pişt re dest bi wergerandina zimanan bikî, lê ez tekez dikim ko zû ne dereng wê du sê dîwanên te bi kurdî belav bibin û hîn pir {nivîskarên ne şayik} di cihê xwe de rawestanê wê bikin…

 

Du têbînî ji malpera Tîrêj: 

1-şaşî û gunehê malpera rojava.net jî di belav kirina van şaşiyan de heye. Her wisa gelek malperên me kurdan nivîsên şaş û çewt belav dikin, pêşbirke..kî pêşî berhemê belav bikî. Jixwe nivîskarên nexweş û qam bilind, ko tu tîpekê di nivîsa wan de serast dike, kirasê xwe diçirîne, ew tîpa ko wî ji bîra kiriye bitikîne û ji bo wê tipê êdî nema nivîseke xwe ji malperê re dişîne

2-dema ew wergerên Xelat Ehmed di malpera rojava.net de belav bûn, min ewqas şaşiyên nivîskî û rêzimanî bawer nekirin, min jêre nivîsand, wê bersiva min da ko Ezîz Xemcivîn jêre serastkirine, dema min ji Ezîz pirsî, wî got: raste min jêre serast kirin lê wê wek xwe kir û ne serastkirinên min belav kirin, û mailên her du kesan jî li ba min in.((sernivîser)).

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002