Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Wergerandin


 

 

 

 

 

 


Werger: Mehmûdê Ûsê

Oşo

Evsaneyek ji Japonê

 
Xeleka -1-

 

Oşo, lawê nîçîvanên masîyan, yên jîr û zîrek bû. Ew nîçîrvanekî rind û jêhatî bû, bi kar û barê dê û bavê xwe radibû.

Gava dê û bavê wî pîr û kal û laşên wan sist bûbûn, ew ê yekemîn bû ku, piştevanîya wan dikir û nedihişt ku, tiştek ji wan kêm bibe. Her kesî ji wî hezdikir û hemû mirovan ji wî masî dikirîn, ji ber ku hertim rû li ken û dilşad bû.

Ew bi derbasbûna demê re, bû mirovekî dewlemend, pişt re, ji xwe re golek mezin di nav çiyan de kirî û tê de marmasiyên xweş hebûn.

Di zivistaneke pir dijwar, sar û serma de, hemû golên avê qerisî bûbûn û qeşeke sitûr li ser wan çê bûbû, dayika wî ya hejar, nexweş ketibû, û Oşo ne tenê li ber marmasiyên xwe ketibû, lê wî hewil dabû xwe, ku ji dayika xwe re, ya nexweş masî û hemû xwerinên din tanî.

Di ba û bahozeke qerisî de, mirov nikanîbû biçûya nîçîra masîyan.

Bi demê re dayika wî her diçû nexweştir û rewşa wê dijwartir dibû, rojekê ji rojan ji Oşo re got:“Ez bawer dikim, ku ezê bimirim, heger ez marmasîyekî ji yên gola te nexwim; dibe ku ez pê sax û bihêz bibim“. Oşo gelekî tengezar û xemgîn bûbû, li ser gotinên dayika xwe. Wî zanîbû, çi qeşake stûr li ser golê girtiye, lê wî got: „Ezê nuha biçim û ji te re masîkî bînim.“Dayika wî dilşad û rûgeş bûbû,  ji kurê xwe sersaxî xwest û Oşo ji malê derçû. Wî singek hilgirt ser milê xwe, ji bo pê qeşê bişkîne. 

Lê vîzevîza bayekî qeşayî, ji çiyan ber bi jêr ve tê û ev hêviya wî pir qels dikir, ku wê qeşa sitûr bişkîne. Jı bo vî karî pêdiviya wî ji rojekê bêrtir hebû, bê guman marmasî di binê avê  de kûr çûbûn.

Di wê demê de, rebena diya wî di sikrata mirinê de bû. Oşo xwe avêt ser qeşê , destê xwe bi jor ve vekirin û pişt re dest bi gilî û gazinên xwe kirbû, û alîkarî xwestibû.

Mêzekir, ku ji nişka ve tîneke germ bi laşê wî ve rapelikî. Bi lez wî cil  ji xwe kirbû, û şilfî tazî li ser qeşê rawestiyabû, ji bo wê qeşa qerimî bi laşê xwe yê germ bipişêve (bihilîne).

Bê guman  ku wê dema han dirêj nekir, di ser bişavtina qeşê re, her wisa ew qeşa di bin laşê wî de belawela bûbû, ku wî ji nû ve xwe carek dî avêt nav avê, û ew qeşa stûr perçewerçe kirbû. Gava ev rûdan pêkhat, ji hemû alîyan ve, marmasî li dor wî çûn û hatin, û Oşo çend baştrirîn masî hilbijartbû, û birbû malê, pişt re wî ji dayika xwe re amede kir û dabû dayika xwe.

Wisa dest bi dest her çû dayika wî baştir bû, û hêza wê lê vegerîyabû, lewra berî zivistan bi dawî bûbûya, carek dî dayika wî hat ser hêza xwe.

Ev vesane ji zimanê Almanî hatiye wergerandin.

Memo04@hotmail.de 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002