
Arşevê
Oskan
Ez
mêrim, mêr.. tu jine..
Serpêhatiya
Nr (9)
Ez li gundê xwe,
ji hêla hemû êlan ve, bi hêsanî têm naskirin, bi
mêrxasî û efendîbûna min, hemû xelk dizanin, gotina ku
ez bibêjim divê ku bikim, di jiyana min de, tu carî gotina
min nebûye dido, malê min jî hebû, û civata min jî,
tucarî ji mêvanan xalî nedibû (Elhemdulilah), sedema
hatina minî Almaniya, ez nabêjim çi bû, lê bawer bikin,
sedemên hemû kesan ji hev ne dûr in.
Min
jî pê lı çend hezar dolar kir, min û kevaniya xwe û
herdû zarokên xwe, yê biçûk, berê xwe da Almaniyayê, yên
ku dar girtibûn, min ew li Colemergê hiştin û me berê
xwe da Istambolê, di navbera çend rojan de, em hatin û li
balafirgeha Hanoverê daketin, ez serê we ne’êşînim...
ez bûm mêvanê gundîkî xwe, yê ku jı beriya bîst
salan, me hev nedîbûn, min digot qey, min bibîne nema bi
salan min berdide, ku çav lı mın bıkeve... Lê
mixabin, ku nikaribû ez û zarokên min, du rojan tehmûl bikıra,
ew gundiyê min pir hatibû guhertın... Neyse, min
panaberiya xwe li cem polîsan da, mirovê min cih rê min da
û xwe paşde vekişan, da ku polîs nezanibin, ku ez
çend rojan bibûm mêvanê wî, wê şevê ez û zarok û
diya wan, di kampa panaberan de, razan hayanî sibehê. Li wir
çend barûte hebûn, heyanî sibehê, bi qeremaçan dilistin
û nehiştin xew têkeve çavên me, carna lı serê mın
dıxıst, ku destê têxım qırıka wî,
lê dîsa jî ez bı xwe re dıxeyıdîm, ku em li
Almaniya ne, ne li welatin.
Bi
destê sibehê re, karkirên wan hatin û em birin, tiliyên
me li kaxezê xistin û wêneyên me kişandin, da ku li
cihekî din, li welatên Ewropayê panaberiyê nexwazim... bêbava
hesabê her tiştî kirine yahoo.... Baaa, ji xwe gotinek
tenê jî, min bi Almanî nezanîbû, di kure diçe û ji kû
ve tê.. ez nizanim. Di wê rojê de, xortekî ji Amûdê li
wir bû.. mala we û wî ava be, ku hinekî alikariya min kir,
beriya min bi çend mehan ew hatibû wir.
Sibehê..
çend pelik melik xistin destê me û berê me da Brêmenê, dîsa
bi alîkariya wî havalî, em ketin tirênê û wî jı me
re got: Apo hema dankevin heyanî ku tirên raweste. Min got:
Yahoo ma ez zarokim, ku ezê winda bibim, ma ne min jî çend
herfên turkî xwendine ha, çend kêlik jı tirênê re
mane, û cihê vala tê de nema ye, deqakê jî, dema xwe bi
ser mirov de bernade, tê bêje qey wê dunaya xira bibe.
Ez jî ketime taya ku wê
tırên bi kîjan alîve biçe, ji ber ku berovajî min
bimeşe, ezê gêj bibim û verşim. Jina min Eyşo,
zîq li devê xort û keçika ku lêvên hev maç dikirin dınêre,
çend caran min milê xwe li milê wê da.. wê guh li min
nekir, vêca ez bêçar
mam ku jê re bibêjim: Şerme keçê, li wan nenêre..
şerme.... Piştî ku min xwe pê re xeyidand, gotina
ku li min vegerand; Çima tu li wan dinêre, ma ji te re jî
ne şerme
qey ? ...
Ew cara yekemînbû, ku
Eyaşo gotinek wisa li min vedigerîne, totik di serê min
de nema, aqilê min ji serê min firiya ... min got keçê.. ez
mêrim, mêr.. tu jine, ma ji ku ji min re şerme. Lê dîna
min dî, ku jina min pijiqî nav herdu çavên min û got: Binê
re ha.. em ne li Colemêrgê ne, em li Ewropa ne, li vir ferq di navbera jin û mêr
de tune ye.
Dîsa çavên min çûn orta serê min, hema min bi çeplê wê girt û ji
trênê peya kir, min berê wê û herdu zarokan da balafirgehê
û ew şandin Turkiyê, pır başbû ku hîna vîsa
wan xilas ne bûbû. … Niha bi serbilindî li kolanên
Almaniya digerim, mîna xortekî, ku ne jin dîtiya û ne jî
zarok, li karekî digerim û simbêlên xwe badidim, hûn dibên
çi … ??!! .
tirej.com