Balyozxaneya Sûriyê li ber firotinêye
yan jî li ber lingan çû..û çûûûû..

Di duyemîn 13/03/2004 roj de ji serhildana pîroz a ko gelê me li Rojavayê
Kurdistanê li dujî rêcîma Sûriyê pê rabibû. Grûpekî
ji welatperwerên kurd ji Holenda û Belcîka balyozxaneya rêcîma
Sûryayê li Broxil dagîrkirin, wan bi vê yekê û bi vî
şêweyî piştgiriya xwe ji serhildan û şehîd
û birîndar û girtiyên kurd re diyar kirin, û ev arma han((AMBASSADE
DE REPUBLIQUE ARABE SYRIENNE)) wek delîlekî bi xwe re anîn.

Her wisa di şefeqa 02/06/2005, katjimêr 03.00 dîsa nifşekî ji
welatparêzên kurd ji Holenda û Belcîka êrîş birin
ser balyozxaneya rêcîma Sûriyê li Broxil û dagîrkirin û
ev arma spî û bazek li ser
û bi erebî li ser hatiye nivîsandin(( Komara ereb a
Sûriyê))bi xwe re anîn. Ev yek wek helwest li dujî kuştina
Şêxê Şehîd Dr.M. M. Xeznewî yê ko rêcîma Sûriyê
û hêzên wê yên ewlekariyê pê tawanbar in, hate kirin.

Gav
bi gav û piçik bi piçik balyozxane jî dikeve destê me
kurdan de, çilo ev her du simbol ketin destê mede û ew
gerek ji zû ve di destên mede baya, ji ber emê ji wan çêtir
karibin wê biparêzin û ji bo gelê Sûriyê pêk bînin.
Kurd
ber bidestxistina Balyozxaneyê ve dirin, jixwe ko kurdan
bidest xist emê wê jî bidin ber bazara firotinê. Raste kesî
masî di ava de nekirî ne, lê em dikarin ji nihade wê bidin
ber bazara firotinê, hema bila avahiyeke vala be jî li
paytexta welatekî Europî, îca ê ko bikire bila nav di xwe
bide û destê xwe bilind bike. Roj bi roj bihayê wê buhatir
dibe, ji ber ko recîma Sûriyê ber bi rûxandinê de dire,
jixwe ko rêcîm rûxiya(xwezî niha birûxe) êdî kesek nema
dikare bikire, ta bi milyardêran jî êdî nema dikarin
bikirin.
Bidestxistina
her du armeyan bixwe serkeftineke ji kurdan re, ma ne wisa ye?.
Bidestxistina her du armeyan diyar û piştrast dike ko
kurdan du caran balyozxaneya rêcîma Sûriyê li paytexta
Belcîka dagîr kirin. Li gor dîtina hin kesan wek ko kurdan
seraya Komarê li Şama Paytext a ko serok komarê Sûriyê
têde biryarên çewt û diktatoriyane dide, dagîr kirin, ji
ber ko balyozxane nûnera wê serayê ye li Belcîka, û ala
rengîn li ser bilind bû. Di cara duyemîn de sê al li ser
serê wê bilind û ber li ba bûn.
Bijî
xebata gele kurd
Serkeftin
her û her para meye..
11/06/2005
yek
ji dagîrkerên balyozxaneyê..
tirej.com