|
|
Hevpeyivîn

Hevpeyivîn bi Şêxê Şehîd Dr. M.M. Xeznewî re
"DIVÊ MIROV BI TOLERANS BE"
Hevpeyvîn: Seyîdxan Anter
Ç endekî berê Şêx
Maşûqê Xizna riya
xwe bi bajarê Gevleya Swêdê xist. Piştî
civîna ji bo kurdên li vî bajarî, li taxa Brynesê,
li lokala MBV, bi amadebûna gelek kesên din, 11ê Sibata
2005 an, ev hevpeyvîn bi birêz Şêx
Maşûqê Xizna re
hate kirin. A rastî, ev ji hevpeyvînek bêtir, ji bo
hevpeyvîneke berfireh, gotinên seyda yên pêşî
bûn. Ji ber dema seyda pir tunebû û me li hev kir ku
bi riya e-maîlan vê hevpeyvînê dewlemendtir û berfirehtir
bikin. Lê mixabin ku, desthilatdaran, çavsoran rê nedan û Şêx
şehîd kirin!.. Wan carek
din bi bîra me anîn ku, li gor wan mirov nikare; hem
"şêx û hem jî,
kurd" be!..
Em vê hevpeyvînê, beyî tu guhertinî,
ji bo bîranîna Şêx
Maşûqê Xizna
digihênine gelê xwe. Carek din sere gelê kurd sax be!
Seyîdxan Anter: Bi rêz Şêx
Maşûq, dinyaya ku em
îro tê de ne, hûn çawa dibînin?
Ş êx Maşûq:
Dinya di wextê çêbûnê de, di cehalet û xeşîmiyê
de bû. Zemanê em tê de ne, ewelê zaman e ji bo mafê
mirovan û demokratiyê, her çiqasî ne bi qasî ku em
dixwazin be jî.
S.A: Li gor we, pirsgirêka
esasî ya ku îro dive bê çareserkirin çiye?
Ş .M:
Gerek insan bi tolerans be, yanî xelkê ne wek hev,
hevdû qebûl bikin.
SA: Ango rengên cuda?
Ş .M:
Rengên cuda, olên cuda, miletên cuda û her tiştên
cuda. Xelkên ku yên din qebûl nakin, mîna ku yek zemha
boyaxê be, yan jî fotoqopiya hevûdu bin. Eger her kes wek
Îsa, Muhammed an jî Nemrût bûna, xwezî ne bi halê me!
S.A: We di axaftina xwe ya îşev
de doza jiyanek azad û bi rûmet kir. Me azadiya olî
fêmkir, lê azadiya ji dîn jî di nav vê azadîyê de ye?
Ş .M:
Însan ji xwe re çi bineqîne, ew û Xwedayê xwe li hev.
S.A: Ev nêrîna olî ya nûjen
ku hûn doza wê dikin, pişta
xwe dide çi û kê?
Ş .M:
Quranê.
S.A: Quran bi tenê?
Ş .M:
Suneta pexember a li ser quranê jî kiriye, lê ne ya
pêxember wek serokê dewletê.
S.A: Bi qasî ku ez
têdigihêm, hûn hem Muhammed wek qasidekî (resûl) Xwedê
dibînin û hem jî, mîna mirovek wek herkesî?
Ş .M:
Muhammed hez ji kundir dikir. Kêfa min ji kundir re nayê!
S.A: We qala hin pêşketinan
kir. Lê li aliyê din jî, piraniya mirovan birçî ne.
Li gor we, di vî warî de, dîn dikare bi çi rabe?
Ş .M:
Dewra (rola) dîn ew e, ku wîjdanê xelkê hişyar
bike. Dîn nikare nan çêke û bide xelkê. Di bin
navê dîn de nan dipêjin û didine xelkê. Ev çi ye? Hîle,
îstismar û istiqlal e.
S.A: Li welatên ku tesîra dîn
lê kêm e, wekhevî û tahamula nav xelkê çima zêdetir e?
Ş .M:
Li dewletên ku dîn ji siyasetê cuda kirine, xelk bêhtir
tehamula hev dikin.
S.A: Hûn doza azadiya ferdî ya
bê sînor dikin?
Ş .M:
Sînor, bi şertê ku
ez tehdê li sînorê birayê xwe yê însan nekim.
S.A: Şêxê
min, nêzîkî sed alimên olî ji ol û miletên cuda li
Norveçê li hev civiyan. Wek mêvanê Wezareta Karê Derve ya
Norveçê, cenabê we jî yek ji wan bû. Hûn bi çi rengî
beşdarê vê civînê
bûn?
Ş .M:
Wek kurdekî musulman. Bahra kurdan yek an jî du kes bûn.
Ewrûpî min nas dikin û ez aştîxwaz
im. Du; ez jî malayek im ku di nav kurdan de tê
naskirin û sekularîst im.
S.A: Cenabê we neha li Qamişlokê
dimîne?
Ş .M:
Belê.
SA: Berya bi salekê bûyerên
giran li Qamişlokê
qewimîn û bajarên din ên kurdan û yên ereban ku kurd lê
dijîn jî, dane ber xwe. Bi wan serîhildanan kurd çi bi
dest xistin?
Ş .M:
Yek jê; dinya pê hisiya ku pirsa kurd li Sûriyê jî
heye. Nemaze piştî bazarên
siyasî; ku mesela kurdî hatibû veşartin.
Du; hestên millî di nav xelkê de geş
bûn û kurd bawerî bi xwe anîn, ku dikarin gelek tişt
bikin. Fedakarî û hevkarî zora tirsê bir.
S.A: Bayê îsal çawa ye?
Ş .M:
Gelekî baş e. 12 partiyên
ji milet, bi hev re kar dikin û dev ji menfeetên grûbî
berdidin. Ez mîna melayekî mizgeftê, bi tirs û şik
destê xwe didim wan, ku ji bin barê milet rabin.
S.A: Giş
melayên kurd destên xwe didin destên we?
Ş .M:
Mela, du qisim in. Hin qisim hene serbixwe ne; ji sedî sed bi
min re radibin û rûdinên. Qismek jî heye ku, mixabin ev
qismê herî zêde ye û dibine lobiyên çakûç û sîndan.
Çakûç teşkîlata dînî
ye, yanî şêx in. Sîndan sofî û mîrîdên li
dora mela ne, lê tabiê şêx
in, tabiê çakûç in.
Karek me jî ew e ku em bikaribin wan qurbanan ji halê wan
xelas bikin
.amidakurd.com
11/02/05
Gevle - Swêd
tirej.com
|
|