Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


çîrok


 

 

 

 

 

 


Hesen Berzencî
du kurteçîrok
GIRTAV
û Soz

 

Girtav

Gelo mirîşkên Besê li ser wî girî li çî xwe digerin…, gelo ji tavan na tirsin, ku qevdek ewr, û berî ku ji tirsa qamçiyê Xwedayê tavan, ji hev belabibin, her kêlîk li dora wî girî kom dibin.

Birûsk tim û tim li serê vî girî dixin, ta ku gundiyan navê wî kirin GIRTAV. Gelo mirîşkên Besê natirsin hêkê şewitî bikin…..

GIRTAV masa birûskan bû, çemê gund jî xwe li dora wî dipêça û hêdî hêdî di ber gund re diherikî, ev karê herdiwan bû ji berî  ku  gir û çem bi hevre winda bibin, tê bê ku ne bi hevrebin najîn.
Li destpêkê û piştî ku li alîyê dî ji sînor bendaveke mezin hate avakirin, çem nema mîna berê herikî û hin bi hin windabû, di peyre çîçekên mêst windabûn, hin bi hin gundiya barkirin, gundiyên mayî jî axa GIRTAV firotin E’rebê ku hatne nêzîkî gundê wan û konê xwe vegirtin, xanî ji xwe re pê avakirin û bûn gundî piştî ku  xaka çandînîyê bi fermaneke rêjîmî bi wan re parkirin.

Ji wê demê ve û ta niha nema ewr li ser maseyekê dicivin, baran nema dibare, Û nema mirîşkên Besê hêkên reş jî dikin…..?!!

25-1-2005 

*          *          *

soz

Dîsa nêzîkî goristanê soz dane hev….

-li vir, ji mirîyan pêve ti kes me nabîne….

-lê, ez ji mirîyan ditirsim…..

-ne bi qasî ku ez ji saxan ditirsim…. Mirî bi tenê dinerin, sax dinerin û di peyivin, mirî rastîyê dibînin, sax ti caran rastîyê nasnakin û ne jî dibêjin….

………………………….

…………………………

-nehat,……

Dema sozê derbas bûye, û hîn jî xuyanî nebûye, ti cara soz nexwariye û timî jî di got:

-tiştek heye çiqasî tu birçî be jî tu naxwe -û dikeniya- tevî ku tu kare bixwe, tu pê zane eger carekê tenê jî tu bixwe, tê ta û ta poşman bimînî……??!.  û careke dî û bi dengekî bilindtir di kenîya…

Jê dipirsîn –me nasnekir, bêje, çiye?

Digot :

-soze, bê hişno…..

cara yekê me hev nas kir ji min re got soza nexwe….

-nehat, gelo çi heye…..

bi rêka bîranîna, hêviyên xwe bi hatinê xurt dikir.

Dem dibe êvar reşahî xwe li goran hin bi hin dipêçe, bûye dema çûnê jî û hîn jî nehatiye……

Tevî ku ji mirîyan ditirsî xwe bi xwendina kêlikên wan mijûl dikir..

Ne gelekî dûr goreke nû hebû kêlika wê xwend ta ku giha nav………..

Tu nabê sozê xwe ne xwariye û ji mêj de li vire……!!!

 

18\3\2005

tirêna Şamê-Helebê

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002