Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Keskesor


 

 

 

 


Arşevê Oskan

Li seranserî Kurdistanê hunermendekî 
wekî min tuneye..

Serpêhatiya Nr (8)

 

Ezê sûnd bixum, ku li seranserî Kurdistanê hunermendekî wekî min jîr û deng xweş tuneye, min dikarîbû bi seetan bistra û min nezanîbû westandin çiye, hemû şahî û seyranên buharê li welêt, li ber dengê min xweş û geş dibûn, govendên ciwanan, li ber dengê min pêl vedidan, xortan bi seetan li nîvê govendê, ez ji ser milên xwe danedixistim, keçikan ne dihişt deqeyekê jî zengilê telefona min raweste, ew keç jî, hemû qîzên axa û begleran bûn, yekê ji ya din re digot wir de here, ji çelengî û bedewiya xwe .

Agir bikeve mala Xidirê kamireçî, ku çend CD ji min re anîn û got : Temaşe bike bê Seîd Gabarî û Selaho û Xidirkê Omerî çi ecêb rakirine... hemû bûne milyonêr li Ewrupayê, her şevekê, bi hezaran euro qezenc dikin, ma tu xweliya toza welêt li serê xwe û bavê xwe dike .

Bi rastî dema ku min jî ew dîmen li salonên şahiyan û li ser dika telefizyonên kurdan dîtin, mejî di serê min de nema û gotina Xidiro bêhtir ket serê min, wekî guleya ku tu bihilîne ser kab..... her şevekê bi hezaran euro, yanî bi sed hezarên Surî û milyarên Tirkî....

Di nevbera şev û rojekê de, min biryara xwe da, ku ez jî xwe bighînim wan şahiyan, û ji wê tozê dûr kevim, ez nabêjim çawa ez hatim .. lê min paseport li ser masê wergirt, ez wan hunermendên ku li Ewrupayê dijîn, dixim bêrîka xwe, her dawiya hefteyê dawetên min hene, yanî mehiya min tenê ji dawtan, dighêje du hezar euro, ji bilî pereyê sosyalê ku ji herçar zarokên min û diya wan re derdikevin – Elhemdulila – lê ez dikim û nakim pereyên min çênabin, ji ber ku heyanî sibehê bê bavê xwedanê şahiyê min serxweş dixin û ku dawiya şevê têm malê, bi erebeya xwe qezakê çê dikim, lewra ku name li dûv nameyê ji min re tên, û karê min tuneye ku ez ceza şaşiyên xwe bidim...

Yahoo çawa sed hezarên Şivan û Ciwan û Birader û Beytocan çêdibin ez nizanim, lê wekî tê xuyanêkirin, ku ezê nikaribim li vî welatî bijîm, çavê min lêye ku, wekî Bangîn û Seîdo berê xwe bidim Kurdistana Iraqê... hema qe nebe polîsên wir kurdin û min ceza nakin, lê ku li wir jî bi min hisiyan ku ez heşîşê dikşînim... vêca ezê berê xwe bi ku vekim .. ??!! .

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002