Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Qilçix


 

 

 

 


Dr. Mihemed Meşûq Xeznewî

Serokê Sûryê kir guhê gê

Qilçixa: Qado Şêrîn

 

Nizanim çima dema min kir ko li ser Şêx Dr. Mihemed Meşûq Xiznewî binivîsim du çîvanok hatin bîra min.

Dema em zarok bûn, dê û bavê me çîrok û çîvanok ji me re digotin, em jî gelekî pê kêfxweş dibûn. Mexabin niha ew çîrok û çîvanok nemane, ji ber televizyonan her tiştê xweş bi xwe re bir.

Yek ji van çîvanokan: baran hat tertik hilya, ba hat qirşik firya, hingî kêzê kenya kenya rovî tirtirka wê qetya.

Çîvanokeke din: çîrokê çîvanokê, xetxetokê, golka xalo çû pişt malo, ne gur dixwe ne diz dibe..

Gelo girêdana çîvanoka yekemîn bi revandin û windakirina Şêx Xiznewî re çiye?. Şêx Xiznewî ne tertikeke ko baran lê hatibe û hiliyabe û ne jî qirşikeke ko li ber ba çûbe. Lê ya diyar ji me hemûyan re ew merovekî wek meye û di nav hovîtiya hêzên ewlekariya Sûryayê  de winda bûye.

Çîvanoka duyemîn diyar dike ko di dema berê de, dema ko Sûryayê wek welat hîn ava nebibû aramî ji niha bêhtir hebû, çimkî golik bi tenha xwe diçû pişt xaniyan, ne tebayên çola wek gura ew dixwar û ne jî dizan ew didizî, û tirs ne ji guran û ne jî ji dizan hebû. 

Lê niha û di serdema desthilatdariya partiya Behs û hêzên ewlekariyên hoviyane de, tirs ji her tiştî heye, kesek nema diwêre mirîskeke xwe berde, gur û diz eşkere nêçîra xwe dikin, gur û diz pir bûne, ji serokê dewletê ta bi piçûktirîn karmend. Ên ko gerek aramiyê bînin welat û biparêzin bûne diz û gur, îca di encama vê yekê de tirs û dizî pir dibe, hêzên ko qaşo gerek milet ji tirs û dizan biparêzin ew bûne gur û diz, milet ditirsînin û jixwe welat hemû dizîne. 

Aboriya welat hemû dizîn têr nebûn, bîr û boçûnên azad û demuqrat hemû kuştin û şikandin dîsa têr nebûn, îca dest bi revandin û nebedîkirina merovan kirin, merovên xwedî helwestên mêrane, aboriya welat hemû revandin derve têr nebûn, îca merovên wek Şêx Xeznewî revandin. Jixwe bi revandina Şêx Xeznewî re tirs li ba her acinciyê Sûryê peyda bû, kes nema diwêre bê Bodîgard û parêzvan ji mal derkeve.

Di dema ko hun liv û tevgera çûk û mişkan li Sûryê dizanin, çilo hun xwe ji revandin û nebedîkirina Şêx bêrî dikin?, ma hovîtî ta vê radeyê, hun hovin ji we weyê her kes hov e.

Di rûniştinekê bi serok êlên herêma cizîrê re, serokê Sûryê ji wan re diyar kiribû ko haya wî ji revandin û nebedîkirina Şêx Xeznewî nîne. Yekî ji serok eşîran nav di xwe da û di nava xwe de got: Ma tu di guhê gê deye, dunya li ser xerabûye tu hîn nizane hatiye girtin an na, ma tu çi zane, tu çima serok e, ko tu mêr be va me ji te re got û de wî serbest berde.

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002