Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Kevnetor


 

 

 

 

 


Resûl Milan

Serê min nedêşiya, min.....

 

Rojekê mêrikekî tezepêketî mala vî serpayîzê ji zozanê dadiket ber bi aranê û li ser kertaşê( li kurdistana îranê nêzikiya Qeleniyê) bi firarî danîbû ku barbirên wan westa xwe daînê û ew bi xwe jî hêsan bin û malxweyê malê dîna xwe dayê ku va destek siyarên giregir tên, bona ku xwe cem wan mezin bike rabû pêlgî wan çû û ew teglîfî mal kir û got:

-Giregirno derbas nebin ,keremkin werin mal û çayekê vexwin.

Siyar ku riya dûr hatibûn teglîfa wî erdê nexistin û hatin peya bûn û derbasî hundirê kon bûn û rûniştin û malxweyê malê silav û merhebetî û xêrhatin li wan kir û mêvan êpêcey rûniştin lê tu xeber ji çayê nebû.

Li aliyê malê gazî li malxweyê malê kirin û jêra gotin malava te mêvan teglîfî malê kiriye lê tu nizanî ku ŞEKIR û QEND li mal da tuneye, nika mêvanê pê çi çayê vexwon?

Mêrik ku teze hajî halê xwe bibû ji jinka xwe desmalek stand û li  serê  xwe girêda û hat li cem mêvana rûnişt û mêvanê belengaz ku çavên wan li rê bûn jê pirsîn:

-Heval te çima desmal li serê xwe girêdaye?

Malxweyê malê êdî şerm wêda  danî û got:

-Ez heyran serê ku neêşe meriv gerku benda lê girêde. li mala min da şekir tunebû û ez jî hajî halê malê nibûm û min dixwest xwe mezin bikim, lê berêda gotine:

-TENDUR PE BE GERM NABE.

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002