Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Gotar


 

 

 

 


Keça Kurd

Li rojavayê Kurdistanê tevgera siyasî 

û çapemeniyê ya bi zimanê kurdî

 

Çiraya geşî herdu kovarên pêşî(Hawar û Ronahî) li hêza babilîsoka wan mercên dij bi tevgera Kurdistanî vemirî. Sînorê dawî ê wê qunaxa çand û çapemeniya bi zimanê kurdmancî, ya ku Celadet Bedir- Xan pêşrewê karwanê wê bû , hate danîn, û dûmahî pê hat. Lê agirê tifika Civata Xoybûnê û ya wê xebata roşenbîrî , her çende pêta wê vemirî jî bû , lê tirafa wê tifikê hîn germ bû . Û li hêvîya pifekê bû , da pêbikeve. Di raya min de ew pifa ku gerek bû , ji devê xortan derket ; û agirê tifika xebatê bi rengekî nû geş bû.

Di sala 1952yê ( Civata xortên dîmuqratên kurd li Sûriyê) hate damezrandin. Û paşê ( partiya dimuqrata kurdistan) li sala 1957 ê hate damezrandin. Û ev partî li gel Civata xortan yekîtî çêkirin. Û bi hevre destê xebatê bilind kirin.. Li dîwarên civaka kurdî mûmên hişyarî û ên xwenasînê hilawistin. Dara xebatê li ber dergehê Kurdên bi şeref, li kolanên gund, bajar û bajarokan şîn bû. Tevgera ramyarî(siyasî) bi germî xwe avête bermala kurdîtîyê.û welatperweriyê. Heyva qunaxeke nû li asmanê tevgera neteweyî li rojavayê Kurdistanê ronahîya xwe belav kir. Û çivîkên hêviyan di mala her Kurdekî partî de hêlîn kirin.

Li destpêkê Civata xortan û paşê Partî, bi xurtî xebateke xwefêrkirin û nivîsandina bi zimanê kurdmancî pîroz kirin. Hemî endamên partîyê hewl dan ku hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin, û bi germî li pey pertokên bi zimanê kurdmancî, nemaze dîwanên seydayê Cegerxwîn digerehan û peyda dikirin.

Tişta ji wê demê li bîra min têt; li ser destê kurxalê xwe Derwêşê mele silêman ku yek ji damezrênerê Civata xortan bû, ez fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdmancî bûm. Û eger ez ne şaş bim , zivistana sala 1957 ê bû. Dema ez ji bajarê Qamişlo vegereham gundê Abrê, ew gundê ku mala me lê bû , min bi xwe re Mem û Zîna Dr. Nûredîn Zaza û dîwanên Cegerxwîn , a yekê û a didoyê birin mal.

Li gundê Abrê min rola mamostayek girt,; û li wê demê ez deh dozde salî bûm. Li destpêkê min bavê xwe hîn kir, û ji gund jî Kirho, Salihê qehweçî, Elêwiyê Silo û kebaniya wî Helîma Cemîl, li ser destê min hînî xwendin û nivîsandina zimanê kurdmancî bûn; evên ha hemî endamên Civata xortên dîmuqrat bûn.

Li bîra min tê, carekê li dema dersdanê , bavê min ku berê ji min re gotibû :Eger Ferho dersa xwe ji ber nekiribû , zilehekê lê bide. Vêce dema wî ders xwend û nekarî baş bixwêne(mirovekî nexwendevan bû) min jî destê xwe dirêj kire rûyê Kirho û min zilehek lêda.

Min û bavê xwe , heme bêje hemî helbestên di nav herdu dîwanên Cegerxwîn de, me ji berkiribûn.Û li encamên vê tevgerê bû ku hin mirovên çeleng hatin naskirin. Mele Beşîr yek ji endamên Civata xortan bû û paşê jî , li gel bavê min Emerê Evdile , bûn bi endamên liqê devera Aliyan di partiyê de . mele Beşîr ku bi navê Hezîn helbestên xwe dinivîsîn, helbestvanekî hêja bû; lê mixabin ku paş mirina wî, helbestên wî windabûn û berhemekî gelek hindik maye.Mele beşîr(Hezîn) melayê gundê *ebek bû.

Ev tevgera roşenbîrî ya ku bi zimanê kurdmancî bû, tenê ma xwefêrkirin û xwendina helbestên Cegerxwîn. Lê ji bo derhênana rojname , an kovarek bi zimanê makî, partî nekir. Her ku diçû , ew tevgera fêrkirin jî sist dibû, û ber bi nemanê diçû.Li vir pirseke mezin xwe tavêje rastê: Gelo çima serkarên partiyê çand û çapemeniya bi zimanê makî pişt guhê xwe ve avêtin !? Digel ku nivîskarên Hawar û Ronahîyê bûn, yên ku serkirdayetiya partiyê dikirin.Ji wan jî Apo Osman Sebrî,Cegerxwîn û Dr. Nûredîn Zaza; weha tê bîra mirovî ku em bêjin:Dibe ku qedera me be; ew pifa ji devê tevgera siyasî ya ku hingê derket nikarî agirê tifika Hawarê careke dî pêxe.

Bi vî rengî siyasîyên me, bi karê ramyarî ve mijûl bûn û çanda xwe jibîr kirin, ta ku mikroba racudatî û duberekî kete laşê tevgera kurdî(mebest Kurdistana rojava). Vê mikrobê hino hino jehra xwe berda laşê tevgera ramyarî. û di sala 1965 ê de dubendiya yekê di nav partîyê de rûda; çep û rast çêbûn.Partîya dîmuqrata kurdî a çep(elyesar) nav li xwe kir û navê (elyemîn) jî, li partiya dîmuqrata kurd kir, ya ku paşê wan jî navê xwe kirin Partîya dîmuqrata pêşverû. Û ji van herduyan , çêlî çêbûn ta giha jimara deh , duwazdehan. Di vê pirgal û vê rewşa duberekî de, gulistana çanda kurdî beyar ma; kes jêre vale nebû.

Di sala 1968 ê de seydayê Cegerxwîn , yê ku bi partiya dîmuqrata pêşverû re kar dikir, kovara Gulistan ya ku di bin bazkên wê partiyê de derxist. Vê Gulistanê rengê xwe da gulistana ziman û toreya kurdî û di nav lêvên Cegerxwîn re, cara pêşî pif kire tifika Celadet , ya ku ji bîst û sê(23) salan ve bê agir mabû. Li paş deh yazdeh sal ji damezrandina Partiya pêşî ji nû zimanê makî li bîra wan hat. Mixabin, jimarên pêşî di destên min de nînin, lê li gora li bîra min têt, ku min hin ji wan jimarên li ser dema Cegerxwîn xwendibûn,destpêkeke baş bû. Lê di pey Cegerxwîn re, her ku diçû rewşa wê lawaz dibû û pêşketin jê re nebû.Birêveçûna Gulistanê weke a kîsoyê bû; di salê de hejmarek jî der neketiye.

Dr. pêşrewê Berwarî(Dr.Ebdddilmecîd *êxo) di kovara Pirsê de (hejmara14) ê dibêje ku di sih (30)salî de(28) hejmar derketine.Eve ha jî mirovî dilteng dike. Digel van kêmahîyan jî, di zevîya Gulistanê de û di her werzekî wê de kulîlikin rengdar dibişkivîn û bihneke xweş ji wan difûrî. Di sala (1970) yî , dema komgirê neteweyî li Kurdistana başûr , yê ku ji bo Kurdên Sûriyê hate girêdan û yek Partî bi navê Partiya dîmrqrat û di bin kargêriya (elqiyade lmerheliye) pêk hat.Dilê welatperweran xweş bû ; bawer kirin ku yekêtiyek çêbû. Lê weha nebû, çep û rast , her yek li benda xwe vegera û Partiya ku yekêtî çêkiribû, wêjî xwe ji herduyan rasttir dît.Bi vî rengî laşê tevgera me bû sê telaş û sê bendên xurt û dij bi hevûdû şer dest pêkir.Bê guman çend salek bi şerê sêberekî(sêbendî) jî mijûl bûn.

Hîn şerê sêberekî sar nebûyî, ji kunceke dî ve agirê dubendî geş bû; di sala 1975ê ji partiya dîmuqrata kurd , ya ku paşê bi (elpartî) hatiye naskirin, parçeyek jê vebû.Û ji wî parçeyî( Partiya dîmuqrata kurd a sûriyê) hate damezrandin. Ev Partiya ha jî di guhê gê de ma û ji çanda kurdmancî re ne vala bû.Paş yazde (11)sal û ta ku ew agirê dubendîyê hinekî sar bû, ji nû ve ewrek li asmanê xebata wan jî avis bû , û xunavek li ser zeviya ziman û toreya kurdmancî barî. Kovara bi navê(Xunav) di sala 1986 ê de derket.Di maweya (10) salan de;ji 1986-1996 (19) hejmar derêxistine.Kovara (Xunav) bi aşkere di bin navê Partiya xwe de derdiket.

Partîya dîmuqrat(Elpartî) û ji berîya ku (xunav) derkeve wê jî paş heşt nih sal ji damezrandina Partiyê ,ango li sala1979 , di keşkola Partiya xwe de gereha, çend kesên nivîskar raçevî xwe kirin û ji wan xwest ku Kovarekê bi navê (Gelawêj) derxin. Kovara Gelawêjê jî çirayeke dî di jorê çanda bi zimanê kurdmancî de pêxist.

Di sala 1982ê parçeyekî dî ji laşê(Elpartî)cuda bû, û ji vê parçebûnê (Partiya dîmuqrata kar) hate damezrandin. Li vir kovara (Gelawêj) bû du Gelawêj; herdu Partiyan derdixist. Gelawêja ku (Elpartî) derxistiye, ji sala 1979ê ta sala 1996 ê, ya ku di maweya (17) salan de gihaye(28) hejmaran.

Gelawêja ku di bin navê Partya kar de ji hejmara 10 ê ta 19ê ji sala 1982-1988 ê derketiye. Di sala 1988 ê de dema mamosta (Simayîl) û hevalên xwe ew jî , ji (Elpartî) cudabûn, bi Partiya kar re yekbûnek çêkirin, belê li destpêkê û hîn her yek ji wan bi navê Partiya xwe badikir, hejmara (20)ê ji kovara Gelawêjê di bin navê herdû Partiyan derket(Ez jî di Komîta wê de bûm). Lê di peyre û ji hejmara (21) ê ta hejmara (26) ê navê Partiyan li ser nema û vê carê bû kovareke çandeyî, toreyî serbixwe.Lê naskirî bû, ku ya herdu Partiyên yekbûyî(Elqiyade lmuweqete).

Li sala 1992 ê dema( Partiya Yekêtî )ji çend bazikan çêbû, ev Gelawêja ha rawesta û di şûna wê de , li sala 1993 ê kovarek bi navê (Pirs) derêxistin. Li ser bergê wê( Kovareke rewşenbîrî serbixweye) tê nivîsîn. Kovara Pirsê ji sala 1993 yê ta bihara sala 1999 ê (16) hejmar derêxistineHejmara (16) gihaye min lê hejmara (17) ê jî li Elemanyayê Peyda dibe û nihajî gotin gihaye min ku hejmara 20 ê jî ya sala (2000) di bin çapê de ye.Ango ta niha kovara Pirs berdewame. Di raya min de kovara Pirsê , kovara bitenêye ku li Kurdistana rojava bi naveroka xwe pêşve diçe. Û tişta herî baş ewe ku nivîskarên wê , ên bihtir ne di bin bazikên Partiyê de ne; vê yekê jî hiştiye ku nivîskar xwe lê bidine hev û wê bi pêş de bibin. Kêmahiya Pirsê ku rûpelên wê hindikin; hejmara (16) 56 rûpelin.

Bi rastî nivîskarin pir hêja di kovara Pirsê de dinivîsin.Û ji wan ev çend kesên ha:Dr. Pêşrewê Berwarî, yê ku navê wî ê rastî Dr. Ebdilmecîd Şêxo ye.Mamsta Heyder umr ku bi navê() dinivîse.Berzo(birayê min yê ku serê min bi pênûsa wî bilinde) .Mamosta Rezo , Mamosta deham Ebdilfetah û kesin dî ; serê me bi van nivîskaran bilind e û di raya min de,ev nivîskarên ha, wê bikarin guherînekê di vê qunaxê de bikin.

Em bêne ser kovara (Stêr), ev kovara ha li sala 1983 ê hejmara yekê derketiye . Ew jî sitêrikek bû di asmanê çanda kurdî de, çirîskek ronahî da. Her çende navê ti partiyan li ser bergê wê nîne jî , lê naskiriye ku ew kovara partiya(Hevgirtina gel)e. ji sala 1994 ê ve kovara (Stêr) derneketiye, ango ji sala 1983 ê ta 1994 ê dewam kiriye. Û di maweya (11) salan de (24) hejmar derêxistine. Partiya Hevgirtin li paş (19) sal ji damezrandinê, ji nû bîr li çanda xwe kiriye; sed mixabin ku ev yeka ha jî dilêşek û kêmahiyeke pir mezine.Û ev gunehê ha di stuyê giş tevgera kurdî de ye(rojavayê Kurdistan) ku li çand û çapemeniya bi zimanê kurdî ne bûne xwedî. Di sala (1991)de kovara (Roja) di bin navê Partiya Sosyalist de derket. Jimara yekê bi tenê bi vî navî derket û paşê tîpa (a) ji dawiya gotinê hilanîn û ma(Roj). Jimara yekê dema ji me re hazt, min û Mihemed me navê wê xwend, yekser Mihemed ji wan re got: Divê hun Roja tiştek binivîsin;Roja welat, Roja kurd...an jî bila Roj bi tenê be.. Û bi vî rengî navê kovarê bû (Roj). Li ser bergê wê (Ramanî û çandî) di nivîsin.

Kovara bi tenê ye ku bîr û baweriyên partiya wê di nav rûpelên wê de têne nivîsandin. Kovara(Roj) bi çi awayî be tihna wê jî hebû û aviyek ji gulistana ziman germ dikir. Jimara (9)ê ya ku hin ji resmên zarokan di nav rûpelên wê de, li sala 1996 ê belav bûn , dêlê mirovî xweş dikir, lê mixabin wa diyar dibe ku ew hejmar a dawî bû. Ango ji sala 1996 ê ve kovara (Roj), ew jî weke xuhikên xwe di çirava bêguhdanî de çûye ava.

KOVARÊN SERBIXWE

Kovarên ser bixwe jî li Kurdistana rojava derketin. Û ji van kovaran:

1 -Kovara Gurzekgul . Ev kovar li ser destê mamosta Konê Reş û çend xortên dî belav bû. Hejmara yekê di sala1989 ê de derketiye.Hejmara 15 ê ku a dawî bû li sala 1992 yê derketiye.Ev kovara ha , a pêşî bû ku hêja konê reş li destpêkê bi tena xwe derxistiye.

2-Kovara Zanîn kovareke serbixwe bû , hejmara(12)ê a dawî bû, li sala 1997 ê derketiye û li ser bergê wê temenê (6) salan nivîsiye.Mamosta Ebdilbaqî huseynî derdixist. Û di nav kovarên partiyan û ên serbixwe de, tenê li ser bergê kovara Zanîn , edrêsa wê aşkere bû.

3-Kovara (Aso), jimara yekê li sala 1992 yê derketiye. Çar hejmar derketin û paşê rawesta. Lê ji beriya demekê min ji Kurdistan T. V, bihîst ku hejmareke nû, eger neşaş bim hejmara pêncê(5) got, ku derketiye.

REWŞA KOVARÊN ME

1- Mebest ji derxistina van kovaran; ne ji bo avakirin û pêşxistina ziman û toreya kurdî bû.Gotina rast ku mirov bêje; ji bo berjewendiya partiyên xwe bûn. Û çavlêkirin bû , da ku bêjin filan partiyê filan kovarê derdixe.

2-Komîta nivîskarên kovarê ne ji wan kesên bi rastî xwediyê pênûseke babet(layiq) bûn.Hin ji van kovaran, mirovekî berpirsiyariya wê dikir, ku salê deh rûpel bi zêmanê kurdî ne dixwend .Çi kovarên partiyan bûn û çi ên serbixwe jî, daneheva berheman bû, û li vir ji bo ku laperên kovara xwe dagirin û ji bo kes ne xeyidînin(endamên partiyê), heme çi ji wan re biçûya, belav dikirin.Eger ji xwe pesnê serok û yê partiyê ba.

3-Rexne, mixabin ku hêşta rexneyê rêya xwe di kovarên me de nedîtiye; tirsa rexnê li ser nivîskarî heye(ewê di rastî de nenivîskare) Eger rexne bibê jî, li ser bingehên zanistî nakin; bi serê xenceran hestiyên hev kun din. Rexne li rex mirovên zana avakirine, lê li rex me herivandin e.

4-Xwendevanên kovara kurdî gelek hindikin, û ev jî vedigere ser çend hoyan:
1-Berpirsiyariya herî mezin di stûyê tevgera kurdî de ye ;ji ber ku ziman û toreya kurdmancî di ser guhê xwe re avêtin. Di bin siha siyasetê de û bi hoya şerê navbendî, ji keltûra xwe re tiştek ne kirin. Rastiyek heye û hun hemî jî dizanin, li başûrê biçûk an jî em rojava bêjin, yek ji sedî ji civaka kurdî , di mala xwe de bi zimanê erebî(biyanî) na peyive. Û hun dizanin ku gelek hene hîn bi zimanê erebî nizanin biaxivin,nemaze jin. Û ji beriya bîst, sih salî, di mala kurdewarî de zimanekî kurdî î xwerû heb. Û tevgera me dikarî kultora kurdî ji gelek mijaran ve, ji windabûnê rizgar ke. Û dikarî li dirêjiya çil salî bizava wêje û zimanê kurdmancî gelek bi pêş ve bibe

Dixwazim bêjim:Eger weke rojên pêşî ji damezrandina partiyê û li ser wê bizavê biman û rê ne guhertana; ew tevgera xwefêrkirin û guhdana bi ziman û toreya kurdî sist nebûya, û çapemenîya partiyan ji sedî pêncî jî bi zimanê kurdmancî ba ; ez di wê baweriyê de me, ku tevgera çand û çapemeniya bi zimanê makî gelek bilind dibû û gavin fereh ê bavêtana; cihê pesn û serfiraziya me hemîyan bû.

Ji deh salan vir de ferzendeke mezin ji me re hat; di bin perda bêdengîya Dewleta Sûriyê de, tevgera kurdî ji bo çand û çapemeniya kurmancî, dikarî karekî hêja bike. Lê mixabin ku tevgera me a siyasî ew ferzend ji destê xwe berda .

2- Roşenbîrên me yên ku şehadên bilind bi dest xistine, gelek ji wan hene ku xwe pis dikin û xwe ronakbîr dibînin, lê çanda ku bi zimanê dê ye, zimanê gelê wî ê bindest e, ageh lê nîne. û gelek li xwe giran dibîne , eger rûpelekî ji kovareke kurdî bixwêne.Nayê bîra wî dema ku naxwêne, çanda xwe bê biha dike û bi vê yekê zimanê me li paş dimîne;dema ku xwendevan nebin, ezê ji bo kê binivîsim!?

Pertoka (Xoybûnê) a Mihemedê Mele Ehmed, li sala 1993 ê min wergerande ser zimanê kurdî. Min û Mihemed me got divê em wê bi zimanê kurdmancî çap bikin, ji beriya ku bi zimanê erebî derkeve; da ku hin kes hebin vê pertokê bixwênin; çi kesê ew pertok didît, keserk di veda û digot:Xwezî we ev pertok bi Erebî derxista...

Mamosta Hejar di hevpeyvînekê de bi vê wateyê dibêje: Eger mirovê kurd bixwaze, di şeş mehan de dikare hemî zaravayên kurdî fêr bibe. Zarav(devok) , zaravên me ne û em hemî li dibistanan fêrî tîpên latînî bûne; gelo çima em nikarin, kovara û pertoka bi zimanê kurdî bixwênin!??

Çil sal xebata siyasî û ta niha tiştek ji mafên civakî ên siyasî me bi dest ne xistiye. Raste dijminên me xurtin, rewşa welatê me û a dinyayê em neçar kirine, lê ew xebata ji bo mafên roşenbîrî, ka me çi jê re kiriye? Eger em bi xwe di mala xwe de nikarin û xîret nakin hinekî xwe bi westênin û hînî xwendina zimanê xwe bibin.Eger me ziman û toreya xwe bê biha kiriye, naxwe çima em doza mafên roşenbîrî li dewleta Sûriyê dikin!??

Ji heşt kovaran, kovara (Pirs)ê bi tenê maye, bi rastî girîyê min li ser wan kovarên kurdî tê û di şîna wan de, ezê bi rengekî dî gilî gazindên xwe bikim û hinekî li ser wan bilorînim:

Darbestek, dudo, sisê,..bi rêzin. Darbest pêncin, her pênc jî, nevîyên Hawarin . Bi hevpişkîya (Hevbendiyê), nizanim li kîjan warî, li bayê kîjan babilîsokê, di keviya (Bihareke) bê rewayî axlêv de, û di goreke bê kêl de , di çaroka reş de , ew veşartin. Pênc kovar, nevîyên Dapîra Hawar , li Kurdistana biçûk, di bermala çanda kurdî de, bi hevre ew bingor kirin. Li encamê civînek ji aliyê komîta Hevbendî, pênc partiyan xwediyên çar kovaran(Gulistan, Gelawêj, stêr û Xunav) li gel xwediyê kovara Zanîn, biryareke dîrokî dan û ji bo karekî weha (ne hêja?) pênc darbest, ji bo pênc kovaran amadekirin. Gelawêj û Stêr ji nav dilê asmanê tore û zimanê kurdî hilkirin. Xunav jî di zikê ewran de ziwa kirin . Vêce li ser termê van hersêkan, herdu xuhikên wan; Zanîn û Gulistan di nav tariyê de, bi agirê windabûnê şewitandin. Paşê li demsaleke, di bin asmanekî bê sitêr û gelawêj de, li axeke bê av û xunav, bê zanîn û gulistan, li gora gotina wan xweşmêran(xwediyên biryarê) ê (Biharek) di zeviya çanda kurdî de şînbibe !?

Di vî warî de, nizanim stirî, dirikan bi destê kê biçinim? Teliya xwe bi rûyê kê ve dirêj kim? Sed mixabin , ku ez nizanim gilî gazindên xwe li rex kê bikim!?? Gavek bi pêş de davêjin , lê pêncan bi şûn de dizivirin. Kovareka ku navê wê (Bihar)e, bi navê Hevbendîyê derêxistin, gelek baş e, cihê rêz lê girtin e. Lê , ji bo bihayê vê kovarê , pênc kovaran rawestînin û dernexin, wa bizanim şaşiyeke , gunehê wê jî gelek mezin e.Pênc çirayan di jorê keltûra kurdî de divemirînin, da bikarin duhnê çirayekê pêkbînin. Gelo ma ev ji me re ne şermezariye??

Çiqas kêmayîyên van kovaran hebûn jî, lê başiyên wan jî gelek bûn; di riya van kovaran de, xwendevan û nivîskarên zimanê kurdî çêbûn. Û îro jî me nivîskarên hêja hene ku navên xwe di dîroka çanda kurdî de çandine....

 

Ji kovara NÛDEM 36/2000

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002