Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Weşan


 

 

 

 

 


Ya ji sêvan û wêdetir

Pirtûkeke nû Ji Hoşeng Broka re derçû

 

Ji helbestên pirtûkê:

Ji bendemanê
û wêdetir, 

diçim te

Baran,

di pêjna xwîna te;

a fereh

wek sebra çiyan de,

mîna navê hatineke,

ji kewan heta bi kewan,

ku ba hînî aliyê pêncemîn bike,

hişîn tê.

 

Sibeh,

di pêjna bîra destên te;

yên ji baxên qehwê

û wexta xwendina kevokan de,

digihin.

 

Bîranîn,

ji hingûra ku ji destên te,

yên ji hatina şemamok,

giyakê sêvan,

kevok û xecxecokan, diweşe;

diçin quraftin û çinînê.

 

Heyv,

di çardehşeviya laşê te;

yê ji bîra genim,

yasemîn

û sirûdên, ku ji avê diçin avê de,

qert û kamil dibe

û kara stirandina pinpinîkên

lêvên te,

çemên sînga te

û xifşên bejna te dike.

 

Şev,

di pêjna bejna te de,

ku ji dîlokan diçe dîlokan,

li bîra xwe;

a ji gîhê,

axaftinên ji meyê

û laşên ku li tanê piştê vekirî,

mikur tê.

Û..... ez ,

di pêjna gulavê de,

ku nûbera memikên te ye,

gulava ku her endeko

bihna te distirîne;

û ez,

di pêjna awênê de,

awêneya ku bîra wê

duh,

îro

û sibê jî,

her berê nav û deng

û rengê te ye;

û ez,

di pêjna gavên babûnca

sînga te de;

di pêjna qebqeba qurmizê

lêvên te de;

û di pêjna keskê stirana mezin,

a navbera herdu dilên

min û te de,

dibim yarê

ji baranê heta bi baranê

û wêdetir;

dibim yarê ji destên sibehê,

ku pencereyan,

qehwe û qehwe,

haşt dikin,

heta bi destên sibehê

û wêdetir;

dibim yarê ji bîranînê

heta bi bîranînê

û wêdetir;

dibim yarê ji rûkê heyvê,

ku xwe dispêre kamilbûnê,

heta bi rûkê heyvê

û wêdetir;

dibim yarê ji derengî şevê,

ku diçe yaran,

heta bi derengî şevê

û wêdetir;

ûûûû...dibim yarê ji bendemanê,

ku tenê çaxê

navê te ye,

heta bi bendemanê

û wêdetir.

(R. 82-85)

*       *       *

Pirtûk ji Weşanên Pêrîye:

Çapa yekem

Sembol/ Avrêl 2005

Edîtor: Ahmet ÖNAL

Navê nivîskar: Hoşeng BROKA

Navê pirtûkê: Ya ji sêvan û wêdetir

ISBN: 975-9010-12-7

Tabloya bergê  pirtûkê: Mehmûd  HESSO

Dêzayna bergê û matîvên hundirê pirtûkê: Reşîd HESSO

Capxane û cîld: Kayhan Matbaasi

Weşanxana Pêrî

Sögütlü Çeşme Cad.

Pavlonya Sokak

Nuhoglu Apt. No: 10/19

Kadiköy/ ISTANBUL

Tel&Fax : +90 216 347 26 44

e-Mail: perikitap@nefel.com

*     *     *

Berhemên derçûyî:

- Mîtolojiya Êzdiyatiyê/ Lêkolîn (bi zimanê Erebî), Berlin, 1995.

- Bawişkandinin ji kopên minareyên razayî/ Helbest, Berlin, 1995.

-Serborekên çarşembên tozê/ Helbest, Stokholm, 1999.

- Hizra xwedawendiyê di têksta avestane de/ Lêkolîn, bi zimanê Elmanî(Di pirtûkeke hevbeş de, li gel komelek akadêmîsyên, nivîskar û  lêkolînerên Kurd û biyanî, ku ji weşanên înstîtûta Kurdî li Berlînê, li jêr navê „Dokumentation der Konferenz zu Avesta/21-22.11.2001“, Berlîn, 2002, hatiye weşandin. 

-Keskê dawî di cenazeya Xwedê de/ Helbest, Istanbol, 2002.

- Derengî bajêr, weha diniqutim nimêja navê te/Helbest,Istanbol, 2003.

- Êzdiyatî û seqayên domoziyane/ lêkolîn bi zimanê Erebî (di berhevokeke hevbeş de, bi dr. Xelîl Cindî re, li jêr navê “êzdiyatî, dîrok û seqayên wê ), Silêmanî, 2003.

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002