Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Kronolocî


 

 

 

 


Amedkar:
CanKurd
Kronolociya Osman Sebrî (Apo)

 

1913-1914: Serhildana Bitlisê û li başûrê Kurdistanê bi rêberiya Şêx Abdul Selam Barzanî, du bûyerên giring ên berî destpêka cenga cîhanî I.

1915: Destpêka qirkirina Ermeniyan ji aliyê Turkan ve, Bedirxanî bizava xwe dikin bo rizgarkirina Bitlisê.

1915: Çapxana kurdî ya yekemîn li Helebê / Sûriyê ji aliyê Husên Heznî Mokiryanî ve hat vekirin.

1916: Peymanên bi dizî yên hevgirtiyan (Dewletên hevgirt) li ser parvekirina împeratoriya osmanî û Kurdistanê (Peymana Sykes-Picot). Destpêka mişextkirina 700.000 -1.000.000 Kurdan ber bi rojavayê Anatolia ve.

1916: Heyder bavê Osman Sabrî koç dike diyarê rehmetê, apê wî Şukrî serkohiya xwe li wî dike.

1917: Osman Sabrî dice dibistana Ruşdiyê li bajêrê Kextê.

Berfanber 1918: Bernameya çarenivîsa xwe bo gelan, ji aliyê serekê amerîkî ve Woodrow Wilson hat daxuyanîkirin.

03.03.1918: Kuştina serkêşê asûrî Mar Şîmon Bênyamîn XXI. Ji aliyê Ismaîl Simko Axa ve, rêberê serhildêrên kurd li Kurdistana îranî.

1918: Di 30. kt. 1918 de împeratoriya osmanî, ku di cenga cîhanî yekê de li gel Almaniya şer kir, hat şikandin û pêwîst bû li ber Hevgirtan destan ji ber xwe berde.

11.10.1918: Hêzên qeyserê alman li ber hêzên firensî dişke. Fransa ji bo pilandêd xwe yên kolonyalîst pishtrast dibe. Pilana ku li gel Brîtaniya danabû bo parvekirina Rojhilata Navîn dikeve xebitandinê.

1918: Cenga cîhanî ya yekê radiweste.

1919: Dij bi kiryarên Kemalîstan ji aliyê mezinên Kurdan ve li Malatiyê serhildan çêdibe.

1919: Alî Ibo Şaşo, Mistefa Çolaq û Seydê Dîkê bizava xwe dikin bo rawestandina leşkerê firensî yê, ku ji aliyê Iskenderonê ve derbas nav Sûriyê dibe.

1920: Fransa bi leşkerê xwe dikeve Sûriyê.

1920: Osman Sabrî xwendina xwe li Kextê diqedîne.

1919-1920: Yekemîn serhildana kurdî dij bi koloniyalîkirina îngilîzî li başûrê Kurdistanê. Ev tevgera, ku bi rêberiya Şêx Mehmûd Berzencî hatibû ajotin, pêdakirina “Kurdistaneke  yekbûyî û azad” armanc kiribû.

19.-26. Nîsan1920: Konfiransa San Remo. Wan gellek peymanên, ku di dema cengên di navbera Hevgirtan de li ser parvekirina rojhilata navîn hatibûn girêdan, li gor teraziya nû ya hêzan hatin bi cih kirin. Brîtaniya Gewre destê xwe wek mandatekî  da ser raka erebî û wîlayeta kurdî Mosil, Fransa jî li hember wê  bi 25% ji berhemên petrolê di herêma Mosilê de bû hevpar. Bergeha avakirina dewleteke ermenî an kurdî di herêmên din ên, ku pêwîst bû bi dest Urisan ketana, ma tiştekî vekirî.

10.08.1920: Peymana aşîtiyê ya Sêvres Kurd wek wek “Neteweyên hêjayê rizgariyê ne” jimart. Ev peymana Sêvresê, ku di navbera welatên hevgirt û Dergahê Bilind ê osmanî de hat îmzekirin, Parvekirina dawîna ku di peymana San Remo de hatiye, da pejirandinê. Di birrê III (bend 62-62) de ew rê dide bo pêdakirina dewleteke kurdî di parçeyekî de ji herêma Kurdistanê. Ji aliyê Kurdan ve General Şerîf paşa wek nûner hatibû pejirandin.

1920: Serhildana Ismaîl axa Simko li Kurdistana îranî, ku ta bi 1930 dirêj kir.

1920: Li herêm û bajêrên Idlib û Erîha li rojavayê Sûriyê, Ibrahim Hanano, ku mezinekî Kurdan bû, serî li Firansiyan hildide.

23.08. 1921: Sir Percy Cox, Komîsarê bilind ê brîtanî li Mesopotamiya, Şehzad Feysel (kurê Şerîfê Mekkê), ku Fransizan ew ji Sûriyê derkiribûn, wek şahekî li Iraqê bi navkir. Kurdan “hilbijartina”, ku bo  navkirina wî hatiye sazkirin, bi tundî neykirin.

20. 10. 1921: Peymana firensî-turkî ya Ankare, ku bi nave peymana Brian-Bekir tê nasîn. Fransa herêmên kurdî Cezîrê û Kurd-Daxê tev li Sûriyê dike, Sûriye di bin Mandata wê de bû.

1922: Cezîre, ku mezintirîn herêma kurdî ye li bakurê Sûriyê dikeve bin destê Fransa.

1922: Osman sabrî dotmama xwe li xwe mehir dike.

1923: Serhildana duwemîn a Şêx Mahmûd. Ew xwe bi “Şahê Kurdistan” navdike û têkiliyê bi mezinên Kurdan re li Iranê, bi Simko axa re, çêdike, ewê ku ji 1920ê de serî li deselatdariya îranî hilda ye û şer dike. Ev tevger ji aliyê leşkerê brîtanî ve tê pelixandin û Şêx  mişextê Hindistanê dikin.

06. 1923: Kurdên Hevîrkan, Dûrkan û Hacî Silêmanan li Biyandorê hêriş ser leşkerê frensî dikin û serhêzê bi nave Kaptin Rogan li Girê Topê li nêzîkê Tirba Sipî dikujin.

24. Avdar 1923: Peymana Lausanne di navbera fermandariya Kemal Ataturk (Ankare) û Hevgirtan de. Vê peymanê peymana Sevres ji ortê rakir û tevlêkirina piraniya Kurdistanê bi ser dewleta Turkiyê ve biryar kir.

1923: Osman Sabrî heta vê salê fêr dibe: Şervanî, suwarî û serohatên êlê. Ew mamhosteyê xwe yê hêja Ismaîl efendî dinase. Di vê salê da jî kurê wî Welato ji dayik dibe.

1923: Peymana Lozanê ciyê peymana Sevres digire û mafê Serxwebûnê yê neteweya Kurd tê bincilkirin.

03. Avdar 1924: Bi fermanekê hemî dibistan, komele û belavokên kurdî, bi ser ve jî terîqet û rêgahên olî hatin qedexekirin. Parlemana turkî ya yekemîn, ku di nav de 72 pêşdarên Kurdistanê hebûn, hat ji hev şelandin.

Befranbar-Nîsan 1925: Serhildana Şêx Seîd Pîran li bakurê Kurdistanê çêbû. Osman Sabrî ji ber vê şorişê hat ber dadgehê li gel du apên xwe. Herdu apên Osman Sabrî (Şukrî û Enwer) li gel hevalêd xwe yên rêbertiya şorişê kirine hatin darvekirin.

1925: Kovara "Diyar Bekir" ji aliyê Husên Heznî Mokiryanî ve derket.

16. Kanona paşîn 1925: Hevgirêdana Netewan, li ser daxwaza ngilîzan, tevlêkirina başûrê Kurdistanê (Mossul)  bi ser dewleta Iraqê ve dipejirîne.

1926: Kişandina sînorê di navbera Turkiyê û Iraqê de.

Havîna 1927: Avakirina kongireya Xoybûn (Serxwebûn), Sercivana neteweyî ya kurdî. Di vê saziyê de, hemî komikên kurdî, partî û rêkxirawên, ku piştî cenga cîhanî ya yekê hatibûn avakirin, hebûn. Ji mezinêd wê: Celadet Bedirxan Beg, Memdoh Selîm, Elî Riza Şêx Saîd, Haco Axa, Dr. Shukrî Mihemmed Sekfan, istefa Şahîn Beg, Emîn Ehmed (Berîxan), Bedriddîn Axa Husênî, Tewfiq Cemîl, Fehmî Liceyî û du zabitên ji bashûrê Kurdistanê: Kamil û Kerîm.

1927: Fransa destê xwe dide ser tevayiya rojavayê Kurdistanê.

1928: Teviya sergerandina sivîl û leşkerî ya Kurdistana turkî dikeve bin destê “ Serdarê giştî yê rojhilat”, ewê ku komîsarê turkî tev bilind li Kurdistanê. Hema-hema li her derekê di herêmên kurdî de hilgavtin çêdibin.

1928: Di havîna vê salê da komela Xoybûn li Sûriyê bi hirhitandina Fillehên Cezîrê tê qedexekirin.

24.12.1929: Osman Sabrî derbas dibe bin xetê (Kurdistana di bin dest Sûriyê da)

10.06.1930: Di civîna Xoybûnê da biryara serhildanê hat standin.

03.08.1930:  Li derdora çiyayê Agrî bi serokatiya General Ihsan Nûrî paşa serhildanê destpêkir. Turkiyê û Iranê hevbendiyekê pêda dikin, ku wê bi hev re bişkînin.

1930: Perçebûna Komela Xoybûn.

1930: Osman Sabrî vedigere bakurê Kurdistanê û dice ba Şêx Seîd Riza.

1930: Komela Harîkariya Belengazên Kurd li bajêrê Hesekê li Sûriyê bi rêbertiya Haco Axa tê avakirin.

Hizêrana 1930: Simko axa, serkêşê Kurdan li Iranê, ku ji 1920an de dij bi deselatdariya navendî derketibû, di dan ûstandinekê de li gel nûnerên Teheranê tê kuştin. (Sala 1989ê wilo rêberê kurd Dr. Evdilrehman Qasimlo jî li Viyana/ Austria hat kuştin)

1930: Osman Sabrî vedigere binxetê û ji aliyê Fransa vet ê girtin û li bajêrê Reqqê, ku piçekî dûre ji sînorê ve bi rûniştin didin. Ew dîsa dice bakur û dema vedigere Sûriyê xwe du mehan lib a êla Inizî ya ereba vedişêre.

1930: Osman Sabrî div ê sale da diçe ba Şêx Ehmed Barzanî û ji wir jî diçe ba Şêx Mehmûd Hefîd.

Payîza 1931: Serhildaneke nû li Kurdistana îranî di bin rêberiya birayê Simkoyê kuştî de.

1931: Osman Sabrî li bajêrê Mosilê ji aliyê Ingilîzan vet ê girtin û paşku wî ji girtîgehê berdidin wî didin dest Firensiyan.

1931: Piştî ku ngilîzan Şêx Mehmûd Berzencî ji Hindistanê vegerandin, ew careke din serî li wan di Kurdistana Iraqê de hildide. Ew tê şikandin, tê girtin û li Bexdadê di mal de tê bin çavkirinê yekê Kurdên Iraqê vê carê di bin rêberiya Şêx Ehmed Barzanî û Mele  Mustafa Barzanî de serî hildidin. Hêza brîtanî ya asîmanî bombeyan berdide ser gundên kurdî.

Gulan a 1932: Ankare zagona koçkirin û ji ser hev belavkirina Kurdan derdixîne. Bi sedhezaran Kurd bi orta Anatolia û rojavayê wê ve tên mişextkirin.

15.05.1932: Kovara HAWAR li Şamê bi rêvebiriya Mîr Celadet Bedirxan bi tîpên, ku Celadet Beg pêda kiribûn derdikeve. Di hejmara diduyê da Osman Sabrî helbesta xwe ya bi sernavê Berdilk belav dike û diyarî Qedrîcan dike.

1932: Osman Sabrî ji ber zordariya Firensiyan direte diçe Ammanê li Urdunê. H8n di wê salê da ew diçe Filistînê û li wir di bin navê Zirav da demekê dimîne.

30.01.1933: Nazî deselatiyê li Almaniya digirin û tirs dikeve dilêd kolonyalîstên firensî.

1933: Serhildaneke nû ya kurdî li Iraqê di bin rêberiya Barzaniyan de (Şêx Ehmed û birayê wî Mele Mustafa)

1933: Osman Sabrî vediger Sûriyê û li bajêrê Hemayê bi cîh û war dibe.

1935: Osman Sabrî di vê salê da nebed dikin, wî dişînin Madagasker li Afrîka.

1936: Xortbûna têkoşîna neteweyî ya sûrî li hember Fransa, navê kurdê qehreman Ibrahîm Hanano li ser zimanan geriya.

1937: Li hev kirina Saa’d Abad li Teheranê di navbera Afganistan, Iran, Iraq û Turkiyê de, ku di nav wan de şerkirina dij bi tevgerên neteweyî hatibû peymankirinê.

1937: Osman Sabrî vedigere Libnanê.

08. 1937: Serhildana Amûdê li hember zordariya Fillehan, ku Fransa hemî berpirsiyarî di Cezîrê da xistibû destêd wan.

1937: Serekên Xoybûnê ji aliyê karbidestên firensî ve tên nebedkirin (surgunkirin) Tedmurê (Palmyra), ku bi sedan Kîlometir di nav çolistana Sûriyê da ye.

1937: Serhildana Dêrsimê bi rêberiya Şêx Seîd Riza destpêkir.

1938: Klupên kurdî yên çandeyî û werzişî (sporî) li Amûdê bi navê Klupa Ciwanan (Ciwankurd), ku serekê wê Mihemmed Elî Şêxmûs bû, û li Şamê Yekîtiya Xortan vedibin, Herdu komel bi hev re dibin yek di bin navê Nadî Kurdistan. Lê ew li ser daxwaza Fillehan paş salekê dîsa tê girtin û qedexekirin. Di vê demê da Dr. Ahmed Nafêz wek rêberekî Kurdperwer bilind dibe.

1938: Osman Sabrî vediger Sûriyê.

1938: Li Şamê kmela Ciwanan vedibe û Osman Sabrî di kluba Kurdistan da dersên zimanê kurdî dide.

1939: Cenga cîhanî duwemîn ji aliyê Naziyên alman ve destpêdike.

1939: Klupa Kurdistan, ku Osman Sabrî têda dersên zimanê kurdî didan, tê girtin.

1939: Fransa Senceqa Iskenderonê wek diyarî dide Tûrkiyê, ku ew bibe alîgerê Fransa di cengê da li hember Almaniya.

1939: Avakirina saziya kurdî Hîwa li başûrê Kurdistanê.

1939: Partiya Komonîst a Sûrî di vê salê da demekê rojnameya "Dengê Cotkar" bi Kurdî derdixîne û "Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Cîhanê" çêdike.

1939: Osman Sabrî tevî ku ne komonîst bû, demekê di "Civata Aştîxwazên Sûrî" da, li gel Mamhoste Reşîd Hemo, Şewket Hennan, Xelîl Mihemed û hinekên din dixebite.

21.06.1940: Hitler Fransa bi dest xwe ve tîne. Fransa li Sûriyê jartir dibe. Hitler peymana Versailler, ku paş Cenga Cîhanî Yekê hatibû bestin, diçirîne.

1940: Osman Sabrî diçe ba şêxên Ezdiyan li Hesekê.

1941: Standina Iranê ji aliyê komikên leşkerî yên Hevgirtan, ji cî rakirina dîktatorê îranî Riza şah û azadkirina hemî girtiyên ramyarî ji bendexaneyan, ku di nav wan de ramyarmend kurd jî hebûn.

1941: Osman Sabrî diçe bakurê Kurdistanê, lê dîsa redigere Sûriyê. Di wê salê da kurê wî Welato tê kuştin.

16.09.1942: Avakirina saziya Komele (Jiyanewey Kurd) li herêmên ne bindestkirî li Kurdistana îranî.

15.08.1943: Hejmara dawîn ji Kovara HAWAR derdikeve.

1943: Dayika Welato, jina Osman Sabrî diçe diyarê rehmetê. Paş vê yekê Osman Sabrî ji xwe re jinek Çerkez a bi navê Şadiye Receb Doxoz tîne, ew dayika Hoşeng, Hoşîn, Heval, Hingûr û Hêvî ye.

1944: Osman Sabrî li dayîra mîrî li Cezîrê kardike.

1943-1945: Her bombebarankirina Kurdistana îraqê ji aliyê hêzên asîmanî yên brîtanî ve û berxwedana tund a Barzaniyan çêdibe.

1945: Cenga cîhanî ya duwê bi şikestina Almaniya, Japan (Nîpon) û Italiya diqede.

16.08.1945: Avakirina Partî Demokrat î Kurdistan î Iran li Mahabad û tevgereke fireh di nav Kurdan de ji bo xweybûnê di herêmên kurdî de.

17.12.1945: Ala kurdî li ser avahiya dadmendiyê tê bilindkirin.

17.04.1946: Sûriye serxwebûna xwe distîne.

22. Çêleyê paşîn 1946: Bi navkirin û daxuyanîkirina fermandariya otonom li Kurdistanê. Komara Kurdistan li Mahabad di bin serkêşiya serokê xwe û pêşewayê PDK, Qazî Muhemmed de, salekê dirêj kir.

17.12.1946: Ketina hêzên leşkerî yên deselatdariya navendî nav Mahabadê bê ku pevçûn çêbibin.

21.12.1946: Girtina  pêşewa Qazî Mihemmed û Seyfî Qazî û rêhevalêd wan li Mahabadê.

1946: Komeleya Azadî û Yekbûna Kurdistan di vê salê da li gor nivîsa Mihemed Mele Ehmed li Cezîrê/ Binxetê hat damezirandin. Li gor Mela Namî ew komele di sala 1937ê da hatiye damezirandin, serekê wê Dr. Ehmed Nafêz bûye û Cegerxwîn sekretêrê wê bûye.

31.03.1947: Roja bi darvekirina Qazî Mihemmed, Sedr ê Qazî û Seyf ê Qazî li Mahabadê, li meydana „Çiwar Çira“.

1947: Osman Sabrî bi biryara wezîrekî sûrî ji kart ê avêtin.

Gulan-Hizêran 1947: Rev û têkoşîna Mistefa Barzanî dij bi hêzên leşkerî yên deselatdariya navendî ya îranî, ku ew û 600 şervanên bi wî re xwe gihandin UdSSR.

1948: Osman Sabrî pirtûkên xwe [Elîfbaya kurdî, Bahoz, Derdê me û çar leheng] dide nasîn.

10.12.1948: Daxuyaniya cîhanî ya mafên mirov ji aliyê Dewletên Yekbûyî ve derket.

1949: Mamhoste Reşîd Hemo, Mihemmed Elî Xoce, Şewket Henan û Qadir Ibrahîm ji Kurdaxê diçin li Cezîrê bo li şop û rêçêd Xoybûnê bigerin, da tiştekî bo Kurdan bikin, hem bê encamekê bi destxin vedigerin.

1950: Mamhoste Osman Sabrî, Hemîd Hac Derwêş, Mecîd Hac Derwêş, Mihemmed Salêh Hac Derwêş û Xidir Ferhan Isa li Şamê komîtiyek çandeyî avadikin. Ev komel pirtûkên Osman Sabrî [Elîfba, Derdê me, Bahoz] û pirtûkek Rewşen Bedirxan, ku bi Erebî ye (Rûpel in ji edebiyata kurdî) û pirtûka Evdirrehman Zebîhî ya bi Erebî (Neykirina Komopolîtîkê) çapdikin.

1951: Ev komika kurdaxî di vê salê da ji ber tevger û keftelefta xwe tê binçavkirin.

06.01.1952: Mersûma rêbazî Nr. 139 – Bend 1 bo qedexekirina navên ne erebî li ser dikan û xan û karxanan. Armanc ji wê tenê navêd kurdî bû, lora ku navêd firensî û îngilîzî û yên bi zimanên dî ne hatin qedexekirin.

1952: Komela Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurd li Cezîrê hat damezirandin [Mihemed Mela Ehmed, Evdilezîz Elî Evî, Derwêş Mela Suleyman û Samî Mela Ehmed Namî].

19.Ab 1953: Dagerandina deselatdariya Lîberal-Demokrat a Dr. Mossadeq li Iranê bi rêya serbinkirineke, ku ji aliyê CIA ve hatibû li dar xistin, û ji nû ve pêdakirina dewleta polîs a sazmana şahdariyê, ku tê de bi firehî pêketina hemî komikên hembervaniyê „Opposition“ û ji wan jî Kurdên li Iranê, çê bû.

1955: Osman Sabrî komeleya Vejandina Çanda Kurdî damezirand, bi xwe jî bû serakê wê û wek dixuye, ev komele bû bingeha avakirina yekemîn partiya kurdî li Sûriyê.

1956: Osman Sabrî baweriya xwe bi giringiya avakirina partiyekî kurdî li Sûriyê ji rêhevalêd xwe re tîne zimên.

14.06.1957: Avakirina Partî Demokratî Kurdistanî Sûriye li Helebê:

1958:  Dr. Nûriddîn Zaza dibe serokê PDKS.

              
Dr. Nûriddîn Zaza                       Seydayê Cegerxwîn

1958: Partiya Azadî li Cezîrê bi xebata Cegerxwîn, Mihemed Fexrî, Mela Şêxmûs Qerqatî, Mela Şêxmûs Şêxî hat damezirandin.

1958: Komela Ciwanên Demokratên Kurd tev li PDKS bû.

1958: Di vê salê Sûriy bi Misirê ra dibe yek dewlet. Berî wê Turkiye pir gef û gurran dide Sûriyê ji ber ku li Sûriyê partiyek kurdî hatiye avakirinê.

13.11.1960: Agir bi sînema Amûdê dikeve, tê da 350 zarokêd kurd disotin. Kurd ta niha dewletê û karbidestên nijadperest gunahbar dikin.

14.12.1960: Biryara tunekirina kolonyalîzmê, ku di bin jimare 1514 da ji aliyê Yekîtiya Netewan ve derdikeve, di vê biryarê da mafê çarenivîsê bo hemî gelan tê bi cihkirin.

1960: Komîtiye navendî partiyê li Sûriye tê girtin û heta sala 1962ê di bendexanê da dimîne. Di bendexaneya Almezzê da avokatek hat ba Osman Sabrî û jê xwast, ku dev ji ramana hebûna netewek dî li gel ya Ereb di Sûriyê da berde, da ew bê pere berxwedana zagonî di ber wan de bike, Apo ew nepejirand û got, ku ev Avokat peyayê dewletê ye, ji aliyê wê da hatiye şandin.

1961: Yekbûna Sûriyê div ê sale da têkdiçe û gelek girtî yên komonîst û yên kurd ji zindanê tên berdan.

05.10.1962: Zagona Nr. 93 bo Serjimartina Taybet li herêma Cezîrê derket.

08.03.1963: Partiya Albaath li Sûriyê deselatdariyê bi serbinkirinek leşkerî destine. Rewşa Kurdan wêran dibe. Zabitên kurd ji leşkeriyê tên avêtin. Ji vê demê pê ve hebûna neteweya kurd li Sûriyê ket bin dijwariyek mezin.

1964: Navê PDKS hat guhartin, li ciyê Kurdistanî bû Kurdî û bi wê şêweyê hebûna Parçeyekî Kurdistanê li Sûriyê ji bernameya partiyê hat rakirin.

1964: Fermana wezareta hindirî ya sûrî Nr. 1360 derket (Kembera erebî bi dirêjiya 375 Km û firehiya 10-15 Km) zevîn ji dest Kurdan hatin standin, di bin navê rêforma çandinî da (Zevînên Dewletê).

05.08.1965: Parçebûna PDKS û destpêka tevliheviya tevgera neteweyî ya gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê. Mamhoste Osman Sabrî bû serekê şaxê çep ê partiyê.

1969: Peymana navneteweyî ya mafên çandeyî, aborî û civakî derket.

1969: Selahbedriddîn û hevalêd xwe di Partiya Çepê Kurd da li Sûriyê mamhoste Osman Sabrî (Apo) ji nav xwe bi dûrxistin û partiya, ku wî avakiriye bi dest xwe ve anîn.

14.06.1969: Osman Sabrî carek dî dice bakurê Kurdistanê, di wê nave dab o wî du sal zindan li Sûriyê derdikevin.

11.03.1970:  Peymana mafê Autonomî bo jêriya Kurdistanê di navbera hikûmeta.

15.06.1970: Osman Sabrî bi şêweyek helbestî pesindariya serakê kurd nemir Mela Mustefa Barzanî dike û bizava bo têkiliyek baştir di nav herduwan da dike. Ew vedigere Sûriyê û demekê di zindanê da derbas dike. Ta dawiya jîna xwe di bin çavdêriya îstîxbaratê da dijî, ji ber ku her û her ew wek neyar ji xwe re didîtin.

1970: Kongira neteweyî ya yekemîn a Rojavayê Kurdistanê di bin serkohiya Serakê nemir Mela Mistefa Barzanî li Nawperdan / Bashûrê Kurdistan. Pêdakirina serekatiya yekcarkî (Qiyade Merheliye) bi serekatiya Deham Mîro.

1970: Biryara navneteweyî ya mafê çarenivîsa gelan Nr. 2625 derket.

1972: Parçebûna partiya, ku bi serekatiya Qiyada Merhelî, û vegera Reshîd Hemo û Hemîd Hac Derwêş ji Iraqê û liva wan dij bi serekatiya Partî Demokratî Kurdistanî –Iraq û rêbertiya Mela Mistefa Barzanî.

1973: Girtina piraniya endamên serekatiya partî (Qiyada Merhelî).

1973: Cenga Ereban bi Israîlê ra.

1973: Deselatdariya Baas di bin saya Hafêz Esed da zagonên dij bi Kurdan bi cih anîn.

1975: Peymana Cezaîrê û têkçûna şorişa bashûrê Kurdistanê. Koçkirina mezina gelê Kurd ber bi Iranê ve.

1975: Yekîtî Niştimanî Kurdistanî bi serekatiya Celal Talbanî li Şamê avadibe û hêrişek tund dibe ser Barzaniyê nemir û PDK.

1976: Parçebûna partî carek dî paş konfiransekê li Şamê û bi egera rawestanê ji Partî Demokratî Kurdistan-Iraq.

1976: Di vê salê da dîsa pêşmergeyên herdu partiyên mezin: PDK û YNK dest bi şerê çekdarî li jêriya Kurdistanê dikin.

1976: Avakirina komîtiya pêdakirina Partiya Sosyalîst a Kurdî li Sûriye – PSK-S ji aliyê Cankurd, Ahmed Osman û Mahmûd Silêman Elî ve li Helebê. Paş demekê Ezîz Çerkez, Xalid Xelîl, Salêh Gedo, Sadêq Mihemed Elî, Hemîd Mustefa û gelek endamên partiyên din tev li vê xebatê bûn.

1976: Peymana navneteweyî ya hilbijartinî bo mafên ramyarî û sîvîl ji hemiyan re derket.

18.05.1977: Navêd 151 gund li Kurdaxê û 161 gund li Kobaniyê bi biryara wezareta kar û barê herêmî tên erebkirin.

1977: Kongireya PSK-S li Helebê hat li darxistin û partî hat damezirandin. Di wê salê da Ezîz Çerkez, Xalid Xelîl û hinde hevalên din li ber gundê Geverê / Bakurê Kurdistanê di şerekî navbera YNK û PDK da hatin kuştin. Ewan di rêya xwe da bûn bo xortkirina têkoşîna gelê me li Bashûrê Kurdistanê.

15.02.1978: Ta vê dûrokê 321 gund û 72 ziving hatibûn erebkirin.

14.03.1978: Avakirina hevgirêdana Kawa ya çandeyî li Libnanê ji aliyê Partiya Yekîtiya Gelê Kurd li Sûriye ve.

01.03.1979: Serakê kurd ê nemir, qehremanê ku tirs xistibû dilêd neyarên neteweya Kurd Mela Mustefa Barzanî paş demek dirêj ji nexweşiya Xerçengê (Kanserê) li Washington /USA koç dike diyarê rehmetê.

1980: Di vê salê da Partiya Sosyalîsta Kurdî – PSK kongireya xwe li Helebê dirist kir û biryara tunekirina xwe da, lê belê komek ji Partiyê li Cezîrê di bin serokatiya Salêh Gedo da karê xwe gudand û biryara kongirê ne pejirand. Di vê salê da jî Selahbedriddîn û hinde hevalêd xwe yên çep ji hev verê bûn û navê partiya xwe kir: Partiya Yekîtiya Gelê Kurd li Sûriyê.

1981: Partiya Demokrat a Kurdî û Partiya Yekîtiya Gelê Kurd li Sûriyê bi hev re bingeha hevpeymanekê danîn.

1982: Alpartî Aldemokratî Alsûrî, Partiya Çep ê Kurdî û Partiya Demokrata Pêşverû bi hevre biryara hevkariyekê nivisandin.

1983: Di vê salê şaxek ji Partî Dîmokratî Kurdî (Alpartî) cihê bû bi serkêşiya Ismaîl Emo û Şêxalî û nav li xwe kir: Partiya karê Demokrat ê Kurdî li Sûiye.

22.03.1986: Hevpeymana Demokrat a Kurdî li Sûriyê Hat damezirandin ji (Partiya Çepê Kurdî, Partiya Demokratê Kurdî û Partiya Pêşverûyê Kurdî li Sûriyê).

11.11.1986: Fermana qedexekirina zimanê Kurdî li ciyên kar û li şahî û dewatan. Ji xwe berê li dibistan, dadgeh û leşkeriyê qedexe bû.

1989: Rêberê PDK-I Dr. Evdirehman Qasimlo li paytextê Austria Vîn bi xinizî ji aliyê sîxurên Iranê ve hat kuştin.

1990: Partiya Karê Kurdî, li gel Alpartî û parek dî ya ji Partî, ku di bin navê Konfêrans da bi hev re Partiya Demokrat a Kurdî ya Yekbûyî damezirandin, lê belê şaxek dî ji Konfêrans karê xwe bi serê xwe gudand, tev li wan nebû.

1990: Partiya Demokrat Kurdî ya Yekbûyî bi şaxekî Partiya Yekîtiya Gelê Kurd û Partiya Alşaxîle (Karmend) bi hev re Partiya Demokrata Kurdî ya Yekbûyî (Yekîtî) ava kirin.

1992: Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê dîsa ji ser hev belav bû, bû du Yekîtî.

1991: Biryara serekê wezîrên sûrî hejmar 1976/1 bo nehêştina Kurdên, ku nasname ji wan hatiye standin, biçin dibistan û xwendinên bilind. Dr. Kamal Şeref / Serokê xwendina bilind ev biryar di bin fermana xwe Nr. 687 da bi cih anî.

05.041991: Biryara navnetewî jimare 688 bo paristina gelê Kurd li jêriya Kurdistanê.

14.10.1992: Biryarkirina Federaliyê bo jêriya Kurdistanê di Parlemana Kurdistanê da.

24.03.1993: Di bendexaneya Hesekê da 58 girtiyên kurd tên sotandin.

11.10.1993: Osman Sabrî (Apo) li Şamê koç dike diyarê rehmetê, wek rêberekî mezinê Kurdan, serbilind û enîhilmiştî. Berhemêd wî di gelek rojname û kovaran de û belgeyên dadgehan da wek dîdar li ser xebata wî (Me li binê vê kronolociyê li rêz xistine).

06.12.1995: Parêzkarê Hesekê li Sûriyê Subhî Herb biryara qedexekirina navêd kurdî bo dikan, hotêl, karxane û çayxanan derdixîne.

20.12.1997: Navêd 55 gundên Kurdan bi biryara Yehya Ebo Eselî, wezîrê kar û barê herêmî Nr. 496 li herêma Hesekê tên erebkirin.

05.05.1998: Navêd 120 gundên Kurdan li Cezîrê û Kurdaxê tên erebkirin.

14.06.2000: Ji ber parçebûn hergavî û gelek egerên stratîcî yên tevgera netewiya gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê, Partî Demokratî Kurdistanî Sûriye (PDKS) ji nû ve ji aliyê komikek biçûk a welatparêzên kurd ve (Cankurd, Dr. Taufik Hamdosch, Rodî Çavşîn û Dr. Salih Sîdo) paş demek dirêj ji danûstandinan, ji gengeşeya ramyarî bi gelek rewşenbîr û xebatkarên kurd re, û paş amadekirina bernameyek taze, li ser bingeha daxwazkirin û xebatê di bin vê diruşmê da "Demokratî bo Sûriye û Xwedmoxtarî bo Kurdistana Sûrî"  li bajêrê Hannover / Almaniya, bi navê xwe yê berê tê vejandin.

31.12.2000: Biryara nijadperest a wezîrê hindirî yê Sûriyê Mihemmed Herbe bo mafê nasnameya windabûyî derdikeve, ku rewşa Kurdan di wî warî da cihê dike ji gelê sûrî. 

Ala Rengîn (Helbest) 1936

Zozan (Helbest) 1942

Elîfbaya Kurdî 1955 li Helebê tê çapkirin

Derdên me 1956

Ziman di jîna gelan de  1956

Kûçikê Bekiran (Helbest) 1968

Serê Şêr (Helbest) 1969

Bahoz 1956 li Şamê hat çapkirin

Dîwana APO Li Almaniya ji aliyê Hemreş Reşo ve sala 1981 tê derxistin

Elîfbaya Kurdî 1982 carek dî li Şamê tê çapkirin.

Çar Leheng Çapa duwê 1984

Dîwana Osman Sabrî, 1998, Apec, Stockholm / Swîd

Berhemên di kovaran de:

Berbang: 1982-1983 Li Stockholmê

Çiya: Li Almaniya –Derhêner Hemreş Reşo

Hawar: Berdêlk (Helebest 1932), Li goristanek Amedê (hej. 21), Agirî (Hej. 51), Mezin û mezinatî (hej.51), Gelo dem ji zêr e (hej. 52), warê min ne î kor e (hej.51), Pire Genderê û Hemûşê Kulik (hej. 52), Şeytanqûnî (hej. 55-56),

Hêviya Welat: Li Almaniya

Hêvî: 1983- 1984 Li Parisê

Gelawêj: 1949

Roja Nû: 1943 li Beyrûtê / Libnan.

Ronahî: Çêroka Mist Awik (hej. 12), Tereşê Şevê, (hej. 14), Şêrek bi darekî (hej. 14), Şêxê Barman (hej. 14), Seyê ku gur tanî fêza pêz (hej. 15), Beraz û Berazî (hej. 16), Napoliyon (hej. 16 - 27), Mijo û Xanê (hej. 17), Li ser ola Ezîdiyan (hej. 19, 20, 21) Çend gazind (hej. 20), Şîna jinekê (hej. 21), Selahdîn (hej.23, 24, 25, 26, 27), Ziman û nivisandina wî (hej.74)

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002