Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Keskesor


 

 

 

 


Arşevê Oskan

wê ez berdam –ne min ew berda

Serpêhatiya Nr 7

 

Ev bîst û pênc salên min in, ku li Almaniya dijîm, pêşî dema ez hatim, gelek dilgeş û bextewerbûm, ne tiştek ji min dihate xwestin û ne min bîra ax û welat û siyasetê dibir, rojê jiyana min bi keçkekê re derbas dibû, û her keçek ji welatekî bû, min nizanîbû roj û şevên min çawa derbas dibûn, lê keça ku ez pê re zewicîm.. Alman bû, ez gelekî pê re hatim girêdan, wê jî ez baş hînî ziman kirim, û pelikê minî zewacê çêkirin, da ku ez mafê rûniştinê qezenc bikim, piştî salekê keçek xweşikî por zer ji min re çêbû, helbet li dirûvê diya xwe hatibû, ji ber ku ez xortekî çav reş û simbêl boq bûm, lê jinikê simbêl jî bi min da kurkirin, digot simbêl ne nîşaneke şaritaniye û di nav dost û havalên xwe de,  ji ber min şerm dikir, bi vî awayî her diçû, koletiya min li ber wê zêdetir dibû, min pazdeh salên dirêj pê re derbas kirin, heyanî ku min navê malbata xwe jî jibîr kir.. yaho heyanî xewa nivînê jî, li gorî kêfa wê dihate kirin, gelek tişt ji min dixwestin ku bi wan tengezar dibûm, ji ber ne li gorî kultura me bû ha.. 

Her ku minê cangiranî di daxwazê wê de kiriba, wê ez bi berdanê tahdîd dikirim, dema ku min keçika xwe maç dikir, bi lez radihşit dismalkê û ruyê wê paqij dikir, ji lêvên min û pê re madê xwe dixeland, pir ji wî karî tengezar dibû, digot ev çi kultura qirêj û gemariye tu bikar tîne .

Piştî pazdeh salan wê ez berdam –ne min ew berda- û keçik jî bi xwe re bir, ez jî pê hestiyam ku deriyê wê zindanê li min vebû, wekî ku ji nû ve ji dayik bibim, lê dîsa jî ne sekinîm û min dest bi tolaziyên xwe kir, keçek ji vir yek ji wir… lê ev jî ne tu çareserî bû. Her ku diçû tayên sipî di serê min de bêhtir dibûn, min berê xwe da Amedê û min çavên xwe li keçeke Kurd gerandin, di encamê de, min keçek ji xwe re dît ku hinekî xwendabû û mamoteya zarokan bû, min go bi xwedê ji vê çêtir ez nabînim, min ew xwest û bi xwe re anî Almaniya, ew keça ku tenê bi zimanê Turkî diaxivî, min û wê soz da hev ku di hundirê malê de, ji kurdî pêve bi tu zimanan ne axivin.

Nuha jî keçek ji me re çêbûye, ku temenê wê sê  salî ye, ji kurdî pêve nizane biaxive, lê ku diçe (kindergarten) ji mamoteya xwe hînî almanî dibe, bawer dikim ev jî tiştekî giringe, lê sosreta mezin ewe, ku em diçin mêvanî kurdên xwe yên bakur, keçek nizane bi zarokên wan re bilîze, ji ber ku hemû zarokên wan bi turkî diaxivin, evê yekê jî ji min re pirsgirêkek mezin peyda kir, ez nema dizanim ez kurseke turkî ji keçkê re vekim yan zarokên wan hînî kurdî bikim .. ???!!!! .

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002