Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Helbest


 

 

 

 


Bêkes Reşîd

Dojeh di cîhanê deye

 

Bo: Hemû kesên jı dayikên xwe dûr.

Roj di nav destan de winda dibin

Giliyên bîranînan di parzûna şevê re dadwerivin

Hertişt dibin gumaniyê de pûç dibe

Her tişt diçe

Ma biyaniyê tiştek hêlaye

Pedû bi şîn û reşayiyê dixemile

Diranan ji xwe diweşîne

Min çi kir?!

Rê di gerînekekê re ji hêviyên xwe dikeve

Xwezî bi neyîna xweşiyê!!

Di hembêza şînê de hertişt mînake

Çav û sîng ne tîn şikestî diqermiçin

Tiştek nema kişandinê nasdike

Raman li binyatên xwe nixûn dibe

Li seranserî xwe poşman dibe

Hêsir ji çolê ta bi destên dayikê xwe dirêsin

Hemû perçe li vegerê digerin

Erê wê bibînin

Di qatên jor re … yan jî

Di nav gewdeyên ko di bin xakê re winda bûne

Ti êş nikarin nûneriya vê qîjînê bikin

Ti sema nikarin navên xwe li vê lerizandinê bikin

Ti bawerî pişta vê germahiyê nagirin

Biyaniyê ji pizdan ve bi min ve daye

Ditirsim ta bi gorê bimîne … û

Rengekî din ji mirinê biafirîne

Min çi bi salan kir?!

Tiştek nema û min li serê dayikê girêneda

Kirinên bêdawî tenê li min hatin

Di çavên herkesî de bi şûneke stirîgirtî

Hemû wêne di destên serdemê de piç piç bûn

Di şopa min de nişandin

Hêjî li xwe têm

Tiştek li vegerê nayê

Gelek gavan poşmanî li xwe kirin

Gelek xelekan xwe ji hev kirin

Temen di payîzê de dijî

Ziwaye … diweşe … diçe

Pê li xwe dike

Lêbûrînê ji hertiştî dixwaze

Da hindekî ji gıhîjtinê

Di hembêza dayikê de bibîne.

 

3 – 5 – 2005 Istanbol.

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002